Di her heft çîrokên rêzdar Qahir Bateyî de mirov bi hemû rengê xwe hatiye ravekirin. Bateyî rengê şîn (azadî), rengê sor (evîn), rengê reş (îxanet), rengê zer (xemgînî), rengê kesk (siruşt), rengê spî (aştî), rengê boz (tevlihevî) û hwd. baş bi kar anîne. Bi wî awayî navê tabloya çîrokên Bateyî “Bi Hemû Rengên Xwe ve Mirov” e.
Çîrok têr û tijî ne; lewma mirov xweş lê diçe. Di çîrokan de surprîz hene; di dawiya her çîrokê de mirov heyran dimîne, heyret dike.
Serkeftina çîrokê girêdayî hilbijartina nêrîna guncav e. Bateyî di her çîrokê de li gor mebesta çîrokê vebêjer/nêrîn hilbijartiye, di hilbijartinên xwe de serkeftî ye.
Perdeyê Reş ji heft çîrokan pêk hatiye. Navê çîrokan: Perdeyê Reş, Şeva Dawî, Evîna di Qutiya Sergirtî de, Ez ê Warê Evîna Xwe û Te Azad Bikim, Kula Kulê, Ez ê Herim Tiafa Gora Wê, Felsefecî Mizo. Çîroknûsî çîrokên xwe li gor rastiya hepisxaneyan ava kiriye. Mirov dikare bibêje ku ev pirtûk ji çîrokên hepisxaneyê pêk hatiye. Di her çîrokê de aliyekî mirov hatiye ravekirin. Mirov deriyê tariyê heta dawiyê vedike, di pencereya roniyê re mirovên baş û azad dibîne.
Deng û awazê her çîrokê cuda ye. Xwîner guh dide dilê xwe. Bi dilê xwe dest bi strana “Insanê Birîndar” dike.
Di her çîrokê de xwîner rûyê Ehrîmen ê reş û yê Ahûramazda yê ronî dibîne. Bateyî bi çîrokên xwe xwîneran hişyar dike û dibêje: Guh medin Ehrîmen, bi ya Ahûramazda bikin.
Teswîrên derûnî û derveyî, yên psîkolojîk û sosyolojîk di cih de ne, serkeftî ne. Karekterên çîroknûsî ji civakê ne, parçeyekî me ne, em bi xwe ne.
Di çîrokên Bateyî de hêz û quweta zimên, vegotin û îmkanên zimên, ferq û cudahiya zimên girêdayî peyamê ye. Bateyî bi peyvên xwe wateyeke nû dide? Belê. Ji her çîrokê re kirasek fesilandiye. Ew jî bi şêweyeke şexsî dibe. Xwîner di her çîrokê de îmze û mohra Bateyî dibîne.
Bateyî çîrokên xwe li ser prototîpan (pêşenimûne, arketîp) ava kiriye. Prototîp li gor peyaman tên afirandin. Bateyî vegotin û prototîpên xwe li hev anîne, peyamên xwe dane.
Ziman sivik û rewan e. Xwîner bi xwendinê aciz nabe; berevajiyê wê dibe mibtelayê ziman û vegotina çîroknûsî. Bateyî bi evîn û azadiyê, rêya zimanê xwe vekiriye, rêziman bi rêk û pêk kiriye. Pergala zimanê Bateyî xurt û qewî ye. Weşanxaneya Sîtavê ya Qahir Bateyî ye û wî edîtoriyê pirtûkê bixwe kiriye. Kêmasiyên berbiçav gelek in.


