Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Sînema»Ji Bo Jiyanê Pencereyeke Nû: Sînema (Beşa Çarem)
Sînema

Ji Bo Jiyanê Pencereyeke Nû: Sînema (Beşa Çarem)

Dilazad ARTBy Dilazad ART19/09/2025Updated:18/01/2026Şîrove tune ye6 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Sînema û Propaganda

Piştî mirovên ji rêzê di bin bandora sînemaya bideng de man ew rewş bala sîyasetmedaran kişand. Ji bo ku ji hêza sînemayê ya propagandayeê sûdê werbigrin alîkarî dane filmên dokumenterî û yên nûçeyî. Ji xwe filmên demên pêşî bi giştî dokumenter û nûçeyî bûn. Bi taybetî sê welatan sînema wek amûreke propagandayê bikar anîne. Ku ev welat jî Sovyet, Elman û Îtalya ye. Van her sê dewletan sê rejîmên nû avakirine. Li Sovyet rejîma Bolşevikan an ku sîstema sosyalist, li Elmanya rejîma Nazî û li Îtalya rejîma Faşist hatine avakirin. Bi rêya sînemayê rejimên xweyî nû bi gelên xwe didin naskirin an ku didin qebûl kirin.

1- Sovyet û Filmên Propagandayê

Piştî şoreşa Bolşevîkan desthilatdarî kete destê Lenin. Lenin di demeke kin de têgihişte hêza sînemayê. Bi taybetî ji bo ku sînema bêdeng bû û ji bo ku Sovyet ji gelek netewan pêk dihat, sînema bû alaveke sereke ya propagandayê. Di vê stratejiyê de Lenin aligirên xwe zêde kirin û muhalifê xwe berteref kirin.

Li gorî serokê Sovyeta Bolşevik V. I. Lenin, di nav huneran de ji bo navgîna propagandayê ya herî girîng sinema ye. Bi vê gotinê sînema ji bo Lenin ji tiştekî çandî behtir, ji bo gelên ku nizanin xwendin û nivîsandinê agahdar bike û ji bo propagandaya ramanên sosyalizmê bû. Lenin; ‘Ji bo me sînema ji nav huneran ya herî girîng e.’

Piştî Lenin desthilatdarî kete destê Stalin. Stalin jî sînema wek alaveke propagandayê bikar anî. Dema Stalin rastî Şerê Cihanê Yê Duyem tê. Stalin sînema wek çekekê bikar aniye. Di vê atmosfera şer de sînema ji bo gelê Sovyetê hem bû ye alaveke şahiyê hem jî ji bo îdeolojiya Sovyetê bûye amureke sereke. Li Sovyetê piştî ku Stalin bû serdest di salên 1930î de sînema veguhastî realizma sosyalist. Heta sala 1953an ku Stalin miriye, sînemaya Sovyetan sînemayeke propagandayê ye.

2- Elmanya û Filmên Propagandayê

Bi pêşketinên sînemayê re tevgerên dewletan jî hatin guherîn. Divê neyê jibîrkirin ku revebiriya dewletan û filmên sînemayê bihev re tekildar in. Li Elmanyayê tekçûyîna sînemayê pêşî bi koçkirina derhêneran ya ber bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ve çêbû. Ji xwe sînemaya Hollywoodê bi derhênerên ku koçî DYA bûne mezin bûye. Li Elmanya piştî ku desthilatdarî kete destê Naziyan nezî 1500 sînemagerên cihû yên pêşverû û yên serbixwe ji Elmanyayê reviyan. Di berdêla wan de kesên ji hêla politik, îtaatkar û nejêhatî hatin ser sînemaye.

Sînemaya Elmanan piştî ku Hitler hat ser fermandariyê bû sînemayeke propagandayê. Derhênerên ku ev rewş nepêjirandin ji mecburî koçî welatên dî kirin. Bi taybetî jî koçî DYAyê kirin. Sînemagerên ku li Elmanya man tev ji neçarî bûne xebatkarekî partiya Naziyan. Tev filmên ku kişandin li ser mezinahiya Naziyan, Hitler û netewê Elmanan bûn.

Sînemaya Elmanan tekçûyîna mezin di dema desthilatdariya Naziyan de xwar. Li Elmanya Josepf Goebbels ji ceribandinên Sovyetê têgihiştibû ku sînemayê dikarin ji bo propagandayê bikarbînin. Ji bo vê Goebbels ji sînemagerên Elman xwest ku filmên taybetmendiyên nîjada Elmanan û taybetmendiyên leşkerên Elmanan derdixin pêş bikşînin. Gelek derhênerên Elman li gor daxwaza reveberiya Nazî film kişandin. Lê yên ku li hember vê derketin jî ne kêm bûn. Bi taybetî derhênerên Cihû ne li gorî rezikên Naziyan film kişandin. Wek encam Goebbels piştî demekê filmçêkerên Cihû bi sedema ku filmên dij rejîma Naziyan çêdikin qewirandin. Wek dî Goebbels ji sînemageran xwest ku filmên nasyonalsosyalist bikşînin. Goebbels tegihiştîbû hêza sînemayûê. Ji bo vê Goebbels dibejê ku; ‘Sînema dikarê mirovan ji bo şerekî man û nemanê amade bike.’ Piştî van xebatên Goebbels di demeke kin de sînemaya Elmanan dev ji filmên dram, henek, serpêhatî berda û raste rast berê xwe da filmên propagandaya Nazîyan.

Derhênerên ku dibin sîya Nazî de film kişandin wek propagandavanê Nazî hatin dîtin. Derhêner Karl Ritter bi filmên xwe yên li ser hevaltî, desthevgirtin, ji bo welat mirin, bicîh anîna wazîfeyê hişt ku gel kom bi kom tevlî refên Nazîzmê bibin. Li gor Ritter ‘Divê kesatî ji bo doza gel bikaribe xwe feda bike.’ Bi vê armancê filmê xwe kişandin û di dawiyê de gihaşte armanca xwe. Filmên Ritter yên herî binav û deng Zwei Gute Kameradan (Du Hevalên Baş, 1936 ) û Kameraden auf See (Hevalên Li Ser Deryayan, 1939).

3- Îtalya û Filmên Propagandayê

Rewşa sînemaya Îtalyayê dişibihê rewşa sînemaya Elmanan. Ji xwe Mussolini û Hitler hevdemê hev in. Mussolini jî wek Hitler sînema bi awayê propagandayê bikar ani. Sînemagerên ku îdeolojiya Mussolini nepejirandin ji neçarî reviyan welatên dî. Sînema li Îtalya vegerî sînemaya propagandayê. Li vir jî wek sînemaya Elmanan, mezinahiya îdeolojiya faşizma Mussolini, mezinbûna Mussolini û bilindiya gelê Îtalya sereke mijarên filmên desthilatdariya Mussolini bûn.

Wek Naziyên Elmanya li Îtalya desthilatdariya Faşist ya Mussolini di sala 1924an de saziyeke bi navê LUCE (Unione Cinematografica Educativa an ku Perwerdehiya Yekîtîya Sînemayê) ava dike. Ev sazî tenê filmên propagandayê dikşîne û li salonên sînemayan ev film bi gel didin temaşekirin. Mussolinî di demeke kin de têgihişt hêza sînemayê. Mussolini; ‘Sînema çeka me ya herî bihêz e.’ Ev gotin wek ya Lenin e. Di sala 1926an de dewletê sînema kir malê dewletê û wek amureke propagandayê bikar anîn.

Hem Elman û hem Îtalyan beriya şer sînema xwe tenê wek çekekê bikaranîne. Dema em li polîtikayên Hîtler û Mussolinî dinêrin, bandora ku li ser gel kirine bi reya sînemayê biheztir bûye. Dema ku li Elmanya Hitler, li Îtalya Mussolini û li Sovyetê Lenin hatine ser desthilatdariyê gelek derhêner û sînemager koçî welatên dî kirine. Ev jî bû sedema ku li Elmanya, Îtalya û Sovyetê sînema kete rêyeke paşketinê. Û dewletên ku sînemager çûnê, ji hêla sînemayê ve pêşdetir çûn.

Hin dewletan sînema ji amureke hunerî bêtir wek amureke propaganda bikar anîne. Sînema hem di serdema sînemaya bêdeng de û hem di serdema sînemaya bideng de ji hêla desthilatdaran ve bi armanca ku mirovan adapteyê rejîmên xwe bikin bi awayekî propaganda bikar anîne. Wek hat dîtin bi taybetî ev her sê dewletên nav borî ji bo rejîmên xweyî nû sînema mîna çekekê xebitandine. Lê ne tênê van dewletan sînema ji bo berjewendiyên xwe bikar anîne. Îro Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî herî zêde sînemayê wek amûreke propagandayê bikar tênê. DYA ji hêlekê ve çand û serdestiya xwe bi reya sînemayê diparêze û ji hêlekê ve çand û serdestiya xwe li dinyayê belav dike.

 

 

Sînema The Raising Of Kurds 9
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Dilazad ART

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî

Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne

The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.