Berî çend rojan, 31 Tebaxa 2025an, 84 sal di ser rojbûna nivîskarê Kurd (Eskerê Boyîk: 31 Tebaxa 1941) re, derbas bûn. Ji dil ez wî pîroz dikim û temenekî dirêj di xweşiyê de jê re hêvî dikim.. Îro, bi min xweş e ku babeta minî vê hejmara (The Raising of Kurds) li dor hatina wî ya Qamişlo û naskirina min pê re, ji xwendevanan re raxînim ber çavan.
Di sala 1979an de Prostiroyka dest pê kir û hin bi hin ew dîwarên ku li ber welatiyên Soviyêt hebûn vebûn û wiha rewşenbîrên wek Dr. Celîlê Celîl karîbû di sala 1982an de xwe bigihîne nav me kurdên Rojava. Hingî gelek ji wan ronakbîran, nexasim yên ku bi ola xwe Êzdî bûn, xwe berdan nav Kurdên Sûriyê da ku kela dilê xwe û tîbûna xwe, bi dîtina birayên xwe, Kurdên Kurdistanê hênik bikin û çavê xwe bi dîtina wan kil bikin.
Di wan salan de deriyê bakurê Kurdistanê li ber wan qepitandî bû, başûr birîndar bû û rojhilat di bin hêza Ayatên Xwedê de bi nalenal bû, bi tenê deriyê Kurdên Rojava (Binxetê) li ber wan vekirî û hêsan bû. Vêca wan ronakbîran tîbûn, bêrîkirin û heyecana xwe a kurdewariyê bi serdana Kurdên Sûriyê dişikandin. Erê hatina Sûriyê ji bo wan hêsan bû, ji ber ku Sûriye û Rûsya dost û heval bûn. Û wiha gelek ji wan ronakbîran di navbera sala 1982an û sala 1992an de, hatin nav me Kurdên Rojava, Qamişlo wek: Dr. Celîlê Celîl, Ordîxanê Celîl, Cemîla Celîl, Tosinê Reşîd, Eskerê Boyîk, Teymûr Xelîl Muradov, Şeref Aşîriyan, Elîyê Abdulrehman û gelekên din, me sûdeyeke mezin ji wan wergirt. Bi hatina wan re, çavên me bêtir vebûn. Bi rastî, wan rolek mezin di şiyarkirina me de lîstin; şêraniya zimanê me bi me dane naskirin, nav di me de dan ku em guhdariyê li zimanê xwe bikin, li pêmayên bav û kalan xwedî derkevin, kultur û folklora xwe bidin hev û binivîsînin.
Her ku yek ji wan dihat Qamişlo, doza serdana gora Cegerxwîn û Mihemed Şêxo dikirin, min jî digel helbestvan û parêzer Xelîl Sasonî/ Neviyê Eliyê Ûnis Qewmê Çiyê rêberiya wan dikir.
Di Adara 1989an de min û hevalê xwe Abdulbaqî Huseynî, kovara (Gurzek Gul) diweşand, her ku ronakbîrek dihat Qamişlo me xwe digihandê, me alîkarî pêre dikir û di encam de me sûde ji serboriya wan werdigirt. Dema ku Dr. Eskerê Boyîk di bihara 1990î de hat Qamişlo û li me bû mêvan, ez û Abdulbaqî wek redakisyona kovara Gurzek Gul me xort dane hev û jê re şevbuhêrkek li mala Abdellê Misto, xezûrê Abdulbaqî pêk anî. Di wê şevbuhêrkê de, camêr Eskerê Boyîk ji me re li dor rewşenbîrên kurd yên li Ermenistanê axifî û hin helbestên xwe ji me re xwendin. Hingê du dîwanên xwe yek bi navê Kulîlkên Çiya û yek bi navê Şiverê, bi tîpên kirîlî diyarî min kirin. Hingê jî gelekan ji me helbestên xwe jê re xwendin. Ez û Abdulbaqî jî di nav de bûn. Dawî camêr helbestên me dane hev û bi xwe re birin Yêrîvanê, da ku wan di rojnameya Riya Teze de belav bike. Piştî çend heyvan ji çûna wî, rojekê hevalê me rehmetî Ferhadê Çelebî rojnameya Riya Teze da destê min û got: Va Eskerê Boyîk du helbestên te di rojnameya Riya Teze de weşandine.. Hingî kêfa min gelekî bi belavbûna wan helbestan re hat. Hê jî ew rojname li cem min e, hejmara wê No: 62(4320), roja şemiyê 4ê tebaxê sala 1990ê ye.
Di sala 2023an de Dr. Eskerê Boyîk di bin vê navnîşanê de: Serdana Li Sûriyê, nivîsandiye û tê de bi zelalî behsa hatina xwe a Helebê û Qamişlo kiriye. Di nav de diyar dike ku wî du helbestên min di rojnameya Riya Teze de belav kirine:
“Sala 1990î, axlêvê ez ȗ pîreka xwe çȗne bajarê Helebê, welatê Sȗryayê. Em mêvanê malbeteke welatparêz, mêvanperwer, rewşenbîr, sîyasetmedar Reşîd ȗ Nazê bȗn. Malbeteke kurdewar ya wusa bȗ ku mirov çiqas qencî ȗ başiya wan bêje têrê nake. Nazê em birine Qamişlȗyê. Ez rastî gelek nivîskar, zimanzan, hunermend, wenekêş ȗ sîyasîmedaran hatim, civakeke pir hewaskar bȗ, ruhê kurdewarî dikeliya. Min derheqê gelek rewşenbîran da deftera xwe da nivîsî, berhemên wan ji xwe ra hilda ku rojnema (Riya Teze) da derheqa wan da bere-bere binivîsim, berhemê wan biweşînim. Lê ji bo gotara min ya derheqa rêwîtya li Sȗriyê-Ermenistanê da minra pirobilêm çê kirin, min tenê karibȗ du helbestê hogirê xwe (Konê Reş) biweşanda.. Serdana me ya Sȗriyê serdaneke pir delal bȗ.”
Eskerê Boyîk, 31ê tebaxa 1941ê li gundê Axbarana nevçeya Qundesazê li Ermenîstanê hatîye dinê. Piştî tamkirina dibistanên gundê xwe û gundê cînar Elegezê ew sala 1961ê înstitūta Malhebûna Gundîtîyê ya bajarê Yerevanê da tê qebûlbûn û sala 1966an bi qîmetên herî bilind dawiyê li wê tîne. Demekê li înstîtûteke zanyaryê-lêkolînê ya Yêrêvanê da wek pêşekzanê sereke dixebite, paşê Instituta zanyaryê ya Aborîya Malhebûna Gundîtîyê da dikeve Aspirantürayê (xwendina standina dereca doktorîyê). Sala 1974an têza doktorîyê diparêze û navê doktorê aborîyê distîne. Gelek sala Zanîngeha Yêrêvanê ya Malhebûna Gundîtiyê da dersê rêvabirina (serkarîkirina) malhebûnên gundîtîyê dide. Di warê zaniyarîya aborîya gundîtîya Ermenistanê da xudanê devedevî 40 xebatê zanyarî ye.
Piştî hilweşîna Yekîtîya Sovyêtiyê sala 1993a dest ji kar û barê xwe berdide, dice Komara Qazaxistanê. Sê sala li wir dimîne û pey ra berê xwe dide Ewropayê û li Almanîyayê bi cî dibe û hetanî roja îro karê xwe yê nivîskarîyê di warê wêje, çand û dîroka kurdî de berdewam dike.
Helbestek wî:
Ҫarșema we pîroz be
Dȋsa eyd e, Ҫarșem e.
Eyda meye bi hezara sala ne.
Reng û ewazȇ kulȋlkȇn eydȇ
Mȇrg-ҫȋmanȇ ҫiyayên Kurdistanȇ pȇҫa ne.
Dilȇ min melûl û wêran e,
Kȇfxweșiya eydȇ him pȋroz e, him giran e.
Di nav Kurdistana wȇran da Ȇzdîxane dȇran e…
Heft sale, qereҫarșem derbas bûye
Lê bext Ȇzdiyan ra naken e.
Dora wan
Al-vêra Lașxura ne…
Dȋsa Xwedȇ rehme…
Lalișê bi nûra xwe bikene.
Sebir jiyan e…
Eyda Ҫarșemê evdê cihanê,
Heval û xêrxweza pȋroz be…


