Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Edîtor»NAMEYA EDÎTOR
Edîtor

NAMEYA EDÎTOR

admin adminBy admin admin19/09/2025Updated:18/01/2026Şîrove tune ye3 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Silav xwînerên hêja.

Ez dixwazim bi rûdaneke girîng a ku di 5ê Îlonê de pêk hat dest bi nameya xwe bikim. Şaredariya Parîsê navê Pêşmerge li kolan û parkeke bajêr danî. Ji bo vê merasîmeke fermî hate sazkirin. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî beşdarî vekirina Rêya Pêşmerge bû.
Bi rastî ev nîşaneya dostaniya rastîn a Fransayê ye ji bo gelê Kurd û Kurdistanê. Herwiha têkoşîna Pêşmergeyan li dijî çeteya hov a Daîşê ji aliyê cîhanê ve tê nasîn û dîtin. Lê ev di heman demê de dîtin û nasîna wêrekî û qehremaniya gelê Kurd û şerwanên wan e. Bila têkoşîn û qehremaniya YPG û YPJ jî were bîra me. Nexasim di parastina Rojava de. Pêşmerge û YPG bi hev re li Kobanê Daîş têkbir.

Ji ber giringîya vê rûdanê bi me xweş bû ku em di bergê hejmara Îlonê de cî bidin vê mijarê. Herwisa di derbarê verkirina Rêya Pêşmerge de nivîseke me jî heye.

Nivîskarê me Konê Reş di hejmara nehan de lehengekî ji Kurdên Sovyetê bi me dide nasîn: Eskerê Boyîk. Binêrin ka rêya mamoste Konê Reş û Eskerê Boyîk çawa li Qamişlo digihê hev û Eskerê Boyîk gava vedigere Sovyetê çawa behsa serdana xwe ya li Rojava dike.

Ozan Serhedî, nivîskarê me yê Mûşî, vê mehê li ser pirtûka Înce Memed a nivîskarê gewre Yaşar Kemal gotarek nivîsî. Ev nivîs wek analîzeke romanê ye. Heke we ev roman heta niha nexwendîbe, ev analîz agahîyên berfireh û watedar dide we derbarê romanê de û hesta xwendina romanê bi we peyda dike.

Mamoste Brahîm Alûcî bi nivîseke din a derûniyê di vê hejmarê de bi me re ye. Nivîskar Ji Perspektîfên Bindest û Serdestan ve “Birîna Derûnî Ya Gelên Bindest” vedibêje.

Dilazad Art di çarçoveya rêzenivîsa li ser sînemayê “Ji Bo Jiyanê Pencereyeke Nû” de beşa 4an amade kir: Sînema û Propaganda. Binêrin ka kîjan welat çawa sînema wek amûreke propagandayê bikaranîye.

Di çarçoveya rêzanivîsa Nameyên Derengmayî de nivîskar Mihyedîn Nahrîn nameya duyem bi me re parve kir: Li Pey Te Nameyek Gelek Delal Ma.

Digikurd jî bi gotara xwe ya derheqê pereyan de di hejmara Îlonê de bi me re ye. Di sernava gotarê de pirsek heye: Gelo Pere Dikare Mirov Biguherîne? Di nava nivîsê de jî tê vegotin ku kesên dewlemend yên tima û çiqus in.

Di beşa danasîna pirtûkan de nivîskarê me Faîk Ocal ji me re Pirtûka Perdeyê Reş a Qahir Bateyî amade kir.

Hejmara 9an bi beşa fotoşîrove diqede. Wênegir Dilazad Art 2 wêneyên xwe bo kovara me şandin.

Wêneya yekemîn: Tenûr- Tenûr ji bo jinan cihê jiyan û civakîbûnê ye.

Wêneya duyemîn: Şaneşîn-Şaneşîn cihê behnvedan û temaşekirine ye.

Hejmara 9an jî amade û li ber destê we ye. Hûn dikarin li ser malpera me www.theraisingofkurds.com hemû nivîsên vê hejmarê û hejmarên berê bixwînin. Her wiha hûn dikarin PDFa hemû hejmarên kovarê daxînin.

Bimînin dixweşiyê de.

 

 

 

 

 

 

 

 

Nameya Edîtor The Raising Of Kurds 9
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
admin admin

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî

Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne

The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.