Ey can…
Ez im diz.
Di dizîyê de ez im hoste. Kesek nikare wekî min dizîyê bike. Li vê cîhanê mîrê diza ez im. Wisa bi hostatî didizim ku ne xwedîyê mal û milk pê dihese û ne jî mirovên din û ne jî tu.
Ji bo te bextewar bikim min dest bi dizîyê kir. Ji bo wî dilê te, lêvên te û bedena te ji te bidizim min bizanabûn û profesyonelî dest bi dizîyê kir.
Ji bo xwe bigihînim dilê te min gelek helbest xwendin û ji wan helbestan gelek beyt dizîn lê rihê helbestvanî jî pê nehesîya. Gotinên wan helbestvanan ji min re bûne rê û bi xêra wê rêyê min xwe spart şikefta dilê te.
Ji bo xwe bigihînim lêvên te min têra xwe ji sînema û şanoyê dizî. Gelek caran me bi hev re fîlm û şano temaşe dikir. Dema min bê te jî temaşe dikir replîkên herî xweş di lênûska xwe de qeyd dikir û gotinên lîstikvanan min jiber dikir da ji te re vebêjim û bikim dîyarî. Bi xêra senarîst, derhêner û lîstikvanan min xwe digihinda lêvên te. Min gelekî ji berhemên sînema û şanoyê dîzî heta min xwe gihande lêvên te.
Ji bo gotinên xwe bigînim guhên te min têra xwe ji muzîkê dizî. Gotinên herî xweş yê muzîkê min ji te re dikir dîyarî û bi vî awayî dilê xwe ji te re eşkere dikir. Staranên herî xweş ji me re vokalîstî dikirin û li ber wan stranan me dans dikir. Bi xêra dîzîya muzîkê gotinên min digiha ber guhên te û bedenên me liber muzîkê bi harmonî dans dikir û hin caran jî di nava xwêdanê de me xwe li hev dipêça.
Mal û milkê min nîn e lê şikir têra xwe li bajaran gerîyam. Ji bo te sermest û bextewar bikim min têra xwe ji bajar û ji dîrokê jî dizî. Her bajar û her qonaxa em lê digerîyan ji bo evîna me dibû cîyê ramûsanê. Li her mekana delal min maçek ji te didizî.
Kesek di warê dizîyê de ji min jêhatîtir nîn e.
Ez im dizê lêvên te.
Ez im dizê dilê te.
Ez im dizê porê te.
Ez im dizê bedena te.


