Ez nebawer im ku herêmek di tevî Kurdistanê de, wek herêma Cizîra me, bi her sê deştên xwe ve; (Beriya Mêrdînê, Deşta Xelef Axa û Deşta Hesina), bi zargotin û wêjeya kurdî ya devikî dewlemend heye.. Ew jî egerên xwe heye yek ji wan, nêzîkbûna wê ji bajarê Cizîra Botan re, ev bajarê ku ji kevin ve navenda şaristaniya mirovahiyê ye û bandora wî li xelkên Cizîrê hebû. Ya din, ji sedî salan ve Cizîr xweş germiyan bû ji koçerên zozana re; zivistanên xwe li deştên wê derbas dikirin û di dawiya biharan de, careke din li zozanên xwe vedigeriyan.
Di destpêka çerxê bîstan de, bajarê Amûdê tekane bajar bû di Cizîrê û Beriya Mêrdînê de. Hingî ne Qamişlo, ne Hesekê, ne Dêrikê, û ne Derbasiyê hebûn, bi tenê bajarê Amûdê hebû. Amûdê bajarekî xurû kurdî bû û di bin hêza eşîra Deqoriyan de bû. Amûdê wek dilê Beriya Mêrdînê û paytexta kurdan dihat dîtin û dergehekî giring bû ji derbasbûna xelkên çiyayî re ber bi beriyê ve. Di wî heyamî de Nisêbîn wek gundekî bû.
Her ku bûyerek nexweş, fermanek, serhildanek bi serê xelkên çiyayî ve dihat (Kurdên Bakur) û rêk li wan teng dibû, berê xwe didan başûr, dihatin bajarê Amûdê û jê li gundên Beriya Mêrdînê belav dibûn. Hin jî, têre derbasî Beyrûtê û Mûsilê dibûn. Li gor dîrokê Amûdê wek rawestgehekê bû ji mehcir û penaberên Kurdan re.
Di şerê Cenga cîhanî a yekemîn de gelek ji Mehcirên Bedlîsê, Wanê, Serhedê, Qersê û Mûşê, ji eşîrên Hesenan û Heyderan, xwe li Amûdê girtin. Nexasim ew fermanên pirr ku bi serê gelê me yên ku bi ola xwe Êzidî ne hatin, wan jî, wek yên din, şêwezarê xwe yê resen bi xwe re anîn Amûdê û bû dewlemendbûn ji zimanê wê re. Û encam de pirraniya wan li gundên Beriyê Mêrdînê belav bûn û gundên nû jî avakirin.
Di pey Cenga cîhanî re jî, piştî serhildana Şêx Seîd li Diyarbekirê di sala 1925an de û fermana şêx û axayên welatperwer ji rex kemalîstan ve, cardî gelek şêx, mela, serokhoz, malbat û beşên eşîran ji Mêrdînê, Batmanê, Cizîra Botan, Licê, Bagokê, Omeryan, Tora Abdînê, Tora Mihelmiyan û Tora Seyidan, xwe li Cizîrê, nav kurdên Rojava, bi her sê deştên wê ve, girtin. Di encama vê yekê de wan mişextiyan şêweyên zimanê xwe, irf û adetên xwe û zargotina xwe jî bi xwe re anîn û ji xelkên Cizîrê re bûn dewlemendbûnek zimanî.
Di sala 1932an de dema ku Mîr Celadet Bedirxan yê ku serwextî piraniya şêwezarên kurdî bû û bi çend zimanên biyanî baş zanîbû, dil kir ku kovarekê bi zimanê Kurdî elfabeya latînî biweşîne, hingî wî şêwezarê xelkên bajarê Amûdê û Beriya Mêrdînê ji kovara xwe re bijart. Berî kovara xwe biweşîne, çend carekî hatibû Amûdê, serwextî xelkên wê yên koktêl bûbû, bi kesayetiyên wê re rûniştibû, di şêwezarê xelkên wê de baş pojinîbû û jê ve xuya bûbû ku Amûdê wek Kurdistaneke biçûk e, piraniya şêwezarên Kurmanciaxêfan têde kom bûye.. Di encam de wî di roja 15ê gulana 1932an de kovara xwe (HAWARê) bi zimanê wê Kurdistana biçûk belav kir û di rûpelê pêşî de got:
“Hawar dengê zanînê ye, zanîn xwenasîn e, xwenasîn ji me re riya felat û xweşiyê vedike. Her kesê ko xwe nas bike, dikare xwe bide naskirin. Hawara me berî her tiştî, heyîna zimanê me dê bide naskirin, lewma ko ziman şertê heyînê a pêşî ye.”
Bijartina wî ji vî şêwezarî re bi zanîn û dûrdîtinî bû. Wî xweş zanîbû ku gelek şêwezarên zimanê Kurdî di Amûdê û Beriya Mêrdînê de kom bûne û armanca Mîr Celadet jî ku, zimanê kovara wî Hawarê Kurdistanî be.. Tev Kurdistanî kovara wî bi hêsanî bixwînin.. Ji ber vê yekê wî zimanê kovara xwe ne bi şêwezarê Botan, lê bi şêwezarê xelkên bajarê Amûdê û Beriya Mêrdînê weşand.. Bêguman, wê bi şêwezarê Botan jê re hêsantir ba..
Çima şêwezarê xelkên Amûdê û Beriya Mêrdînê û ne yê xelkên Botan?
Di wê hingê Amûdê tekane bajar bû li Cizîrê wek ku min gotiye, bajarê danûstandin û bazirganiyê bû û wek ku diyare di wê hingê de zimanê Kurdî li bakurê Kurdistanê qedexe bû. Piraniya xelkên Cizîrê (Rojava), ji Serxetiyan û Binxetiyan di çarşiyên bajarê Amûdê re derbas bibûn, alav û lazimiyên xwe jê dikirîn û şêwezarên xwe didan hev û ji hev distandin! Anku ji hev fêrî şêweyên axaftina hev dibûn û di encam de, ji kurmancîaxêfan re, zimanê Beriya Mêrdînê an Amûdê Kurdistanî bû. Digel ku di wê demê de çend rewşenbîrên kurd li Amûdê cîwar bibûn wek: Cegerxwîn, Qedrî Can, Reşîdê Kurd, Elyas Efendî ji Dêroka Çiyayê Mazî, Ekrem Beg, Qedrî Beg, Wecdî Beg, Mihemed Beg û gelek neferên din ji malbata Cemîl Paşa ku ew jî wê demê li gundê Talikê bûn, di rex Amûdê de ye. Û gelek şêx û melayên welatparêz yên ku ji ber kemalîstan reviyabûn, hatibûn Amûdê û li gundên Beriya Mêrdînê belav bibûn. Digel gelek navdarên Amûdê ku piştgirbûn ji Mîr Celadet re wek: Axayê Amûdê; Seîdê Mihemed Axayê Deqorî, Mihemed Elî Şiwêş, Ezîzî Darî, Birahîmê Qiço.
Û wek ku diyare, rojnamegerî di bajaran de pêş dikeve û geş dibe. Derfeta belavkirina kovara Hawarê, tenê li Amûdê hebû. Zimanê Kurdî li Bakurî Kurdistanê qedexe bû, wek ku min gotiye. Bi tenê bajarê Amûdê senterek hevdîtinê bû ji kurdên Serxetê û Binxetê re. Zimanê Kurdî lê serbest bû, ne qedexe bû. Kovara Hawarê bi destûra Fransîyan dihat weşandin. Gerînendayên Hawarê li Amûdê hebûn, Hawar li xelkên wê belav dikirin, yek ji wan Ûsê Hersan bû. Mîr Celadet divîbû şêraniya zimanê Kurdî, ew zimanê ku xelkên Beriya Mêrdînê pê xeber didan, bibe standard ji tev kurdan re. Divîbû ew ziman ji tev Kurdistaniyan re; Kurmancîaxêf û Soranîaxêfan re berdest bibe, ne tenê ji kurmancîaxêfan re û bi yek alfabeyê be. Di hejmara 10an sala 1932an de jî wilo gotiye:
“Yekîtiya miletê kurd bi yekîtiya zimanê kurdî tête pê. Di yekîtiya zimên de gava pêşîn jî yekîtiya herfan e. Yanî ji bona nivîsandina zimanê miletekî divêt zana û xwendewarên wî miletî, bi tevayî ji bona zimanê xwe elfabêyekê bibijêrin û heke di wî zimanî de çend zar hene, zar hemî bi wê elfabayê bêne nivîsandin.”
Ji ber van yekan Mîr Celadet Bedirxan zimanê xelkên Beriya Mêrdînê bijart û pê kovara xwe HAWAR û RONAHÎ weşandin. Bela kes nebêje zimanê kovara HAWARê zimanê herêma min e. Zimanê Hawarê, zimanê bajarê Beriya Mîrdînê ye. Zimanê eşîra Deqorya, Millan û Kîka ye. Zimanê mehcirên Hesen û Heydera ye. Zimanê Bişêriyê û Xerza ye. Zimanê Amedê, Behdîna, Urmiye, Torê û Bota ye. Dawî dibêjim; Hawara Mîr Celadet Bedirxan bang bû ji kurdan re; eger em di serhildan û şoreşên xwe de biser neketibin, werin em bi zimanê xwe biserkevin. Bi zimanê xwe bixwînin, binivîsin û ji zimanê xwe fedî nekin. Zimanê me hebûna me ye.


