Ev bûyera Zerga û Mihemed Seîd Axa li Amûdê qewimiye. Bûyer derheqê evîna Zergayê ya li ser Mihemed Seîd Axa ye, Mihemed Axê xwediyê Sînema Amûdê bûye. Ewilî bavê wî Seîd Axa xwediyê sînemayê bûye û dûre daye kurê xwe. Seîd Axa kesekî naskirî jî bûye li Amûdê.
Wekî ku herkes dizane, di dîrokê de komkujiyekî pir mezin qewimîye. Ew komkujî jî komkujiya Sînemaya Amûdê ye. Ev komkujî di sala 1960an de diqewime. Di sînemayê de 500 zar hebûne û ji wan 283 zarok û tevî Mihemedê Seîd Axa jiyana xwe ji dest didin. Ev bûyer di dîroka Kurdan de wekî komkujîyek tê hesabadin û qet nayê jibîrkirin.
Em dîsa werin li ser çîroka Zerga û Mihemed Axa. Zerga û Mihemed herdu jî ji Amûdê ne. Dilê Zerga li ser Mihemed Axa ye. Dibe ku dilê Mihemed Axa jî li ser Zerga be. Lê Mihemed Axa evî eşkere nake, lewma Mihemed Axa kesekî zewicî ye û xwediyê zarokan e jî. Lê her çiqas Mihemed zewicî be jî û Zerga vê dizanibe jî dîsa dil berdaye Mihemed Axa. Evîna Zerga wisa zêde ye ku ji bo bigêhêje mirazê xwe her tişt daye ber çavê xwe. Piştî çend wextan gelek kes ji eşqa Zergayê ya li ser Mihemed Axa dihese û di heman demê de jî malbata Zergayê jî bi vî eşqê dihese. Lê dîsa jî xema Zergayê nîn e.
Zerga bang li Mihemed Seîd Axa dike û jêre dibêje: “Were min bixwaze.” Lê Mihemed nizam ji ber ku zewicî ye, nizam ji şerma xwe, nizam jî dile wî naxwaze, werhesil naçe Zergayê naxwaze. Lê Zerga wisa dil berdaye Mihemed Axa ku her tişt daye ber çavên xwe. Lê hêviya Zergayê nabe û Mihemed nayê. Wekî ku di stranê de jî derbas dibe. Zerga bang li Mihemed Axa dike û dibêje:
Welle min ê raşî şe û kefen û sabûnê xwe
Ez ê çûm sekîninîm li pêşiyê
Wexta ku çavên min bi çavên reşî belek bûyê
Min got Mihemedê Axê, delalê dilê mino
Hema tu bidî bi xatirê min keçikê, min delalê, min zeriyê
Ê ma tu çima min ji xwe re narevînî li ser darê wê hêwiyê lo, ax lo li min lo lo
Welle ku ne ji eyba dinyayê ba
Minê destê xwe yên nazik bigeranda li nav temporiyê
Lê wekî ku me li jorê jî got, Mihemedê Axê nayê dîtina Zergayê. Dûre bavê Zergayê wê dide mêrekî bi navê Şêxmûsê Heso ku mêrê sê jinan bûye. Ev ji bo Zergayê dibe kul û kedereke pir mezin. Lewra dilê wê li ser Mihemed Axa ye lê bavê wê, wê dide yekî din. Zerga vê bûyerê jî wiha tîne ziman û dibêje:
Ma ne ez Zerga me, Zerga Evdî me
Li dikê rûniştime, li benda Mihemedê Axê, lawikî Deqorî me
Bavê min Evdî xêrê bike lê xêrê nebîne,
Genimê sor biçîne, zîwan û xelalê bihilîne
Ez ê nedame Mihemedê Axê, siwarê Cêbê
Ez ê dame Şêxmûsê Heso, ew kûçikê li dû şivanan lo lo ax lo li min lo
Wezê dame Şêxmûsê Heso, mêrê sê jinan
Sê şev, şeva çara dora mina
Ew sing û berê min ê wekî qeymaxekî ji qeymaxê mastê mîhan,
Tew wê devê xwe yî genî lêxe, bihermîne
Lo lo ax loo li mino lo
Eman eman eman eman ax eman lo
Ji halê min re lo…
Wekî di vir de jî tê fehmkirin ku Zerga pir bi kul û keder e, dile wê pir diêşê. Lewra Zerga negêhiştiye dilketiyê xwe ango Mihemedê Axê. Ev jî dibe sedema dilsoziyê û dilêşiyê.
Dûre Zerga dîsa dest bi gotinên xwe dike û bang li Mihemedê Axa dike û dibêje:
Welle min got te dil û hinavên min helandiye
Hêviya min ji Rebbê Alemê heye ku te jî bihelîne lo lo li mino lo
Ji van gotinên Zergayê yê ku ji bo bavê xwe û dilketiyê xwe ango Mihemedê Axê re gotiye tê fehmkirin ku eşqa û hezkirina Zergayê, dûre dibe nifir. Lewma Zerga ji bavê xwe û ji Mihemedê Axa re nifir dike lê nifirê ku ji bavê xwe re dike; ji hêrsa xwe, ji derdê xwe dike lewra bavê wê bêdilê wê, bi destê zorê, wê dide mêrekî ku sê jinên wî hene. Nifirê ku ji Mihemedê Axa re jî dike, ji eşqa xwe, ji derdê dilê xwe dike lewma ew ê ji Mihemedê Axa gelek hez dikir lê Mihemed nehat wê nexwest. Ji bo van tişta ji herduyan re jî nifiran dike.
Piştî zewaca bi Şêxmûsê Heso re, rewşa Zergayê roj bi roj xirab dibe, nexweş dikeve, dikeve nav nîvînan û axiriyê ji ber rewşa xwe ya xirab dikeve nexweşxaneyê jî. Di nexweşxaneyê de dema hinek li ser hişê xwe de tê çav bi bav, birayên xwe û mêrê xwe Şêxmûsê Heso dikeve. Dema çav bi mêrê xwe dikeve jî dibêje “Bîsmîllah” lewra ditirse. Ji Zergayê vetrê Mihemedê Axa hatiye dîtina wê lê dema mêrê xwe dibîne, dizane ku ew ne Mihemed e. Loma dibêje Bîsmîllah. Dûre dixtor tên li ser Zergayê û dibêjin rewşa wê nebaş e. Zerga jî dibêje bav û birayên xwe “Hewce nake ku hûn pereyên xwe bidin van dixtoran, derzî û dermanan. Dibe hûnê bişînin li pey Mihemedê Axê, bila were seriyekî bide min. Bi wî Qurana ku alim û mele dixwînin, dîtina wî ji heftê pênc derziyan, ji van însanan ji bo min çêtir e. Di dawiyê de jî dibêje:
Welle heke ku nehat serekî nede min
Hûnê jê re bêjin wexta ku tabûta min birne xopana Amûdê de hûn ê jê re bêjin
Hema bila were Fatîheyekê bixwîne
Li ser tirba min e, lo lo ax looo li min lo
Eman eman eman te ez helandin lo o
***
Mihemed Axa delalê dilê min lo çira te ez nexwestim, nerevandim
Te ez kuştim, ez helenadim
Te ez kirme cûmek benîştek li ser devê qencî û xiraban
Li odê camêran te ez gerandim loo loo li min loo
Ji van gotinan jî tê femkirin ku her çiqas Zerga bi dilxemgîn û bihêrs be jî dîsa jî eşqa ku di dilê wê de xilas nebûye. Dermanê ji bo nexweşiya xwe carekî dîtina Mihemedê Axê dibîne. Divê bila Mihemed were û ez wî bibînim lê heke neyê jî ez ê bimirim û bila qet nebe were li ser tirba min. Ev jî tê vê wateyê ku hatina Mihemed dermanê nexweşiya Zergayê bûye, dermanê birîna derdê dilê wê bûye. Nehatina wî jî sedema mirina wê ye. Ev mezinahiya eşqa dilê Zergayê dide nîşan.
Li ser vî bûyerê tiştekî balkêş jî heye ku ew jî nifira ku Zergayê li Mihemedê Axê kiribû ye. Lewra di dawiyê de Mihemedê Axê di Sînemaya Amûdê de ji bo zarokan xilas bike, dikeve nava agir û dişewite.
Zergayê ji bo Mihemed gotibû:
Welle te dil û hinavên min helandiye
Hêviya min ji Rebbê Alemê ew e ku te jî bihelîne
Wekî ji mirina Mihemedê Axê jî tê fêmkirin dibe ku nifira Zergayê qebûl bûbe û Mihemedê Axê di agirê sînemayê de şewitiye. Lê helbet meriv nizane gelo ev rasthatinek e an jî qebûlbûna nifirê ye. Bes Xwedayê Alemîn evî dizane.
Çavkanî: Koma Avesta/Mihemedê Seîd Axa Lawikê Deqorî û Zerga Evdî
Miradê Kinê/Mihemed Axa û Zerga


