Silav xwînerên ezîz.
Kovara me The Raising of Kurds gihîşt hejmara 10an.
Di vê hejmara Cotmehê de me mijara sînemayê derxist pêş. Nivîskarê me Dilazad ART ev demek e li ser sînemayê rêzenivîsek amade dike. Ji Bo Jiyanê Pencereyeke Nû. Heta niha me 4 beş weşandin. Di vê hejmarê de jî beşa 5an cî digre. Di nivîsa xwe de vê mehê nivîskar behsa sînemaya di dema şerê duyem ê cîhanê de dike. Di gotarê de Dilazad bi hûrgulî behsa merhaleyên ku sînema têra derbasbûne dike. Dîsa meriv pê dizane ku dewletan çawa sînema wek amûrekê ji bo propagandaya polîtîkayên xwe bikar anîye û çawa sansûr hatine sepandin li ser sînemayê.
Ji ber giringîya sînemayê bi me xweş bû ku em di bergê hejmara Cotmehê de cî bidin vê mijarê.
Nivîskar Ozan Serhedî vê mehê ji me re qala Serpêhatiya Zerga Evdî û Mihemed Seîd Axa dike. Bûyer li Amûdê diqewime. Ev nivîs ji me re evîna Zergayê ya ji bo Mihemed Seîd Axa yê xwediyê Sînema Amûdê vedibêje. Binêrin ka Zerga Evdî ji bo Mihemed Seîd Axa evîneke çawa hîs dikir, vê evînê ew xist çi halê, çima Zerga nigihîşt mirazê xwe û gelo eleqeya wê bi şewata sînemaya Amûdê re heye? Gotar û çîrokeke rastîn a bêhempa li benda we ye.
Nivîskarê me Konê Reş di hejmara dehan de behsa wan Kurdan dike ku ji ber qedexe û zordestiya li Tikriyê ji serxetê koçê binxetê kirine. Di nav wan de Celadet Alî Bedîrxan jî heye. Gotar behsa wê heyamê, pir rengîya Cizîra binxetê dike û hewlên mîr Celadet ji bo zimanê kurdî dike. Binêrin ka Mîr Celadet çawa dest bi kovara Hawarê kiriye û ji bo zimanê Hawarê kurdiya kîjan deverê bijartiye.
Mamoste Brahîm Alûcî di warê derûniyê de xebat û wergerên hêja ji bo zimanê kurdî dike. Brahîm Alûcî bi nivîseke din a derûniyê di vê hejmarê de bi me re ye. Nivîskar behsa bindestiyê dike lê vê carê Bi Nêrînên Frantz Fanon Û Nirxandina Jean-Paul Sartre.
Nivîskar Rûmet Med bi sernava “Di Herikîna Demê de Dengên Çivîkan” ve li ser dengan û bê dengiyê gotareke xweş amade kir. Gelo ev gotina “Bi tenê dema ku her tişt bêdeng dibe, wê demê tu dikarî rastîyê bibihîsî..” raste?
Di çarçoveya rêzenivîsa Nameyên Derengmayî de nivîskarê me Mihyedîn Nahrîn nameya xwe ya sêyem bi me re parve kir: Ez im Dizê Lêvên Te.
Di beşa danasîna pirtûkan de nivîskarê me Faîk Ocal ji me re Pirtûka Bêhna Sêvê ya Fahrî Ayhan amade kir.
Hejmara 10an bi beşa fotoşîrove diqede. Wênegir Dilazad Art wêneyek ji arşîva xwe bo kovara me şandin.
Wêne: Destar
Ji kelepora Kurdî, alava danhêrandinê.
Hejmara 10an jî amade û li ber destê we ye. Hûn dikarin li ser malpera me www.theraisingofkurds.com hemû nivîsên vê hejmarê û hejmarên berê bixwînin. Her wiha hûn dikarin PDFa hemû hejmarên kovarê daxînin.
Bimînin dixweşiyê de.


