Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Pirtûknasîn»Danasîna Pirtûka Kenê Miriyan Gunehê Guran a Mem Med
Pirtûknasîn

Danasîna Pirtûka Kenê Miriyan Gunehê Guran a Mem Med

Faîk OcalBy Faîk Ocal01/11/2025Updated:18/01/2026Şîrove tune ye3 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Sêzde hîkaye ji çavkaniya jiyanê derketine. Ji her aliyî ve insanên me xuya dikin. Her hîkayeyek li gorî peyam û vegotina xwe rastiyeke jiyanê/insên vedibêje. Wê jî cudahiyeke bedew daye hîkayeyan. Li ber destên mirov sêzde tablo hene, her tabloyek bi siruşt û peyama xwe bedew e.

Karekter û bûyer û diyalog baş hatine honandin. Birêz Mem Med wêrek e; ji bo destnîşankirina peyama xwe qelema xwe serbest berdaye. Di her hîkayeyê de meraq bi mirov re çêdibe. Med ji hîkayeyên xwe re serwext e û xwînerên xwe nas dike, dizane xwîner li benda çi ne.

Mem Med bi teknîkên nûjen û cuda hîkayeyên xwe vegotine. Li gor peyama hîkayeyê diyalog kêm yan zêde kiriye. Di cih de midaxele (desttêwerdan) li metinan dike, piştre vegotinê dide vebêjeran. Vebêjer li gor hîkayeyê dibêjin û dihonin.

Pirtûk ji sê beşan pêk hatiye. Di beşa yekemîn de pênc, di ya diduyan de çar, di ya sisêyan de çar hîkaye hene. Kareakter zîndî û rasteqîn in. Mem Med di her hîkayeyê de bala aliyekî însanê nûjen dikişîne. Wî bi hostatî mîzah û trajedî honandine. Xwîner tam di cih de xemgîn yan jî şad dibe. Rexne û îdealîzm bi hev re xuya dikin. Yanî Mem Med ji aliyekî ve aliyekî ve rexneyên di cih de li civakê dike, ji aliyekî ve jî îdealîzmeke siruştî û rastîn dide çîrokên xwe.

Mem Med xwedan awaz e. Bi reng û awaza xwe hîkayeyên xwe vedibêje. Di her hîkayeyê de bi deng û awazeke cuda derdikeve pêşberî mirov. Her hîkaye bi serê xwe stran e, û bi dengê xwe distrê.

Hem karekter bi ax û cîvakê ve baş hatine honandin hem jî her karekter (prototîp) bi çerm û hestiyê  xwe ve xuya dike. Yanî karekterên hîkayeyê di ax û hewayê xwe de vedibêjin, ji bo wê jî xwîner her mesajî vekirî dibîne.

Her hîkaye tiştekî nû, bi şêweyeke cuda ji me re dibêje. Ew jî serkeftina Mem Med e. Ew dizane dê kîjan peyamê bi çi şêweyê bide. Mem Med di bikaranîna pênûsa xwe de wêrek û rehet e, xort û xurt e.

Mem Med vegotineke nûjen li ser erdnîgariya kurdan bi kar aniye. Yanî pêyekî wî li ser erdnîgariya kurdan e, pîyê din jî bi vegotineke nûjen tevdigere. Bi saxlemî pê li axê dike, serbest vedibêje. Jixwe nivîskarên xwedan uslûb dikarin wiha tevbigerin.

Pirtûk sala 2019yan ji Weşanên Nûbiharê derketiye. Nûbiharê him ji aliyê editoriyê ve him ji aliyê berg û mîzanpajê ve karê xwe baş kiriye. Mînyatûrên li ser bergê pirtûkê tam jî li gorî hîkayeyê ne: Egzoterîk! Zimanê Mem Medî kemiliye. Rêzimana wî tam bi mentiqa kurdî ye. Di hîkayeyê de ya girîng di atmosfereke tebiî de afirandina karekter û prototîpan e. Mem Med di sêzde hîkayeyên xwe de yan prototîpek afirandiye wekî Vir Delal, Cengoyê Cambaz, Hecî Huso yan jî karekter ava kiriye wekî Nivîskar, Emê û Milo, Ezo û Kazo hwd. Wî bi hostatî atmosfera hîkayeyên xwe çêkiriye, wekî xwîner min nedixwest ku ji atmosfera hîkayeyan derkevim. Karekter û atmosfera hîkayeyên wî hem guncav in, hem jî li hev in. Karekter û atmosfera hîkayeyên Medî tam jî vî zemanî îfade dikin: Bi derewan dest bi rojê kirin û bi rastiyan serê xwe danîn.

 

Danasin Pirtûkên kurdî pirtûknasîn The Raising Of Kurds 11
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Faîk Ocal

Nivîskar, Semsûr

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî

Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne

The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.