Piştî sala 2018an li dinyayê berguhkên bêqablo bû mode. Bi taybetî dema şîrketên telefonan dest bi dawîkirina jackê anîn (qulika berguhkan) berguhkên bêqablo bûn yek ji pêdiviyeke sereke ya jiyanê. Bi milyaran însan bi demê re bûn hewcedarê tiştekî ku çend sal berê nedihat bîra kesekî.
Li dinyayê hema hema bi piranî êdî berguhk wek bêqablo tên hilberîn.
Pirsgirêk ew e û mertirsiya her kesî heman e; gelo berguhk zirar dide mirov?
Tesîra wê li ser mejiyê me çi ye?
Li ser van metirsiya gel niha lêkolîn tên kirin. Berguhkên Bêqablo bi radyo-frekansê dixebite ku ew radyasyonê belav dike. Gava mirov dibêje radyasyon bila wek radyasyonê nukleerî neyê hesibandin. Çimkî tîrêj bi serî xwe jî wek radyasyon e, radyoya li ser dezgehê û televîzyona ku bi antênê dixebite heman tişt e.
Lê radyasyona ku ew cîhaz belav dikin wek tê zanîn zirar nade mirovan. Lê gava mijar bû berguhka li kêleka mejiyê me lêkelîn zêdetir bûn. Ji ber ku kes naxwaze rîskek wisa bizane.
Lêbelê lêkolîner di hemû testên xwe de radyasyona berguhkan wek radyasyona radyoyê bêzirar dibînin. Lê ew bi piranî balê dikişînin li ser bikaranîna berguhkan. Lewra berguhk dengê muzikê heta ber mejiyê me tîne ku ew piçek bilind bibe ji radyasyonê zêdetir zirar dide.
Li gorî lêkolînan guhê kesên ku bi dengê bilind guh didin muzikê zûtir giran dibe. Ango bi demê re dengê zêde zirar dide guh û tayên biçûk ên li ser zarê diçilmisînîn.
Lêkolîner dibêjin kesên ku bi piranî li muzikê guhdar dikin bi dengê bilind diaxivin û ew jî nîşan dide ku guhê wan di bin tesîra dengê bilind de maye.
Ji bilî berguhkê, mirov di jiyana asayî de bi bin bandora gelek dengên jênerazî de dimîne. Dengê xebata rê dibe, dengê perwaneya ber guh û an jî makîneyên kar. Her çiqas ew deng zêde û berdewam bibe ewqas zirar dide guhan. Li dinyayê ji sedî 30yê însanan ji ber dengê derdorê guhê xwe giran dibin. Pêşniyaza mezin a ji bo vê yekê jî bergirkên guhan e. Deng ji sedî sed neyê kêmkirin jî xirecira ku zirar dide ji holê radibe.
Bi kurtasî heta niha tu delîlek nehatiya dîtin ku radyasyona berguhkan zirar dide mirov. Zirara zêdetir ji dengê bilind tê.


