Ey can…
Bi demê re çawa zarokek fêrî dêya xwe dibe û bi demê re pêre tê girêdan ez jî wisa fêrî te bûm. Bi demê re bi te ve hatim girêdan. Êdî laşê te ne li vir be jî gîyanê me dê tim li ba hev be. Ger zeman û kaînat xira bibin jî gîyanê me dê dîsa hevaltîya hev bikin.
Ez e’limîm te û ji vê e’limandinê xweştir tiştek din nîne. Ne cixare û ne jî mey dikare wekî te min sermest bike. Dema çavên min bi çavên te dikevin ji hişê xwe diçim, dema ji meya lêvên te vedixwim derbasî cîhaneke efsûnî dibim. Li vê cîhanê tiştek an jî kesek nikare wekî te min sergêj û sermest bike.
Heta niha min xwe ji elminadinên kêfxweşîyê dûr dixist û ti carî têkilî wan nebûm. Ne cixare, ne esrar, ne mey û ne jî evîn, min xwe ji hemûyan dûr dixist heta dema niha. Êdî tu heyî û hebûna te di nava hemû e’limandinan de ya herî xweş e. Ji bilî evîna te û ji bilî meyê min xwe nee’limand tiştekî din.
Tu yê wek bersiv ji min re bêjî: “Vaye tu dinivîsî, nivîs jî e’limandine heyran.” lê nivîsên min li ser evîna te ne û evîna te bi min dide nivîsandin. Bandora evîna te min havîrdor dorpêç dike û di her kar û xebatên xwe de li şopa evîna te digerim. Evîna te ye ya min dike nivîskar.
Çiqasî noqî derya evîna te dibim hewqasî bi te ve têm girêdan û hewqasî bêrîya te dikim. Bawer bike di her kêlî û saetên tu ji min dûr, evîna te di dilê min de dike gurmegurm û roj bi roj evîna te zêdetir dibe. Ev yek min ditirsîne, meriv bi evînekê ve bi temamî bê girêdan bi xwe re malwêranîyê jî tîne. Naxwazim malwêran bibim û temenê xwe tarûmar derbas bikim lê li gel hevqas tirsa dîsa dixwazim bi te re bijîm û em jîyanê bi hev re parve bikin.
Were ey can em di rojên xwe de heman tiştî bi hev re bikin û dema em derbasî cîhana xewnê bûn di xewna xwe de jî heman xewnê bibînin.
Were ey can hem li vê cîhanê û hem li ya din em bibin şirîkê jîyana hev.


