Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Bîranîn»Gotinek Di 89 Saliya Rojbûna Prof Dr. Celîlê Celîl De Li Qamişlo
Bîranîn

Gotinek Di 89 Saliya Rojbûna Prof Dr. Celîlê Celîl De Li Qamişlo

Konê ReşBy Konê Reş09/11/2025Updated:02/05/2026Şîrove tune ye8 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Wek ku diyare, Kurdistan bi çiyayên xwe, hem jî bi şoreş û serhildanên xelkên xwe navdar e…Û tevî qedexebûna zimanê kurdî, perçebûn û bindestiya gelê kurd, gelek lehengên bi nav û deng, di warê nivîsîna bi zimanê kurdî, hunandina helbestan, danheva folklor û weşandina kovar û rojnameyan de, di nav gelê kurd de hatine naskirin.

Eger Bedirxanî di vî warî de ji pêşengan têne jimartin, belê gelek malbatên din jî hene, wan jî di bin şert û mercên çetîn û dijwar de li ber xwe dane û navê xwe bi mêranî di dîroka kurdan de nivîsandine. Mirov dikare ji wan malbatan malbata Casimê Celîl jî bi nav bike. Ev malbata ku bi ola xwe Êzîdî ye, di sirgûnê de, xizmet di ber ziman, dîrok, zargotin, çand û medya kurdî de kiriye, bi dehan pirtûk li dor kêşeya gelê xwe nivîsandine, bi sedan gotar belav kirine û bi hezaran çîrok, çîrvanok, metelok, yarî û lîstikên folklorî ji windabûnê parastine, dane hev û çapkirine.

Roja 26/11/2025, 89 sal di ser rojbûna Prof Dr. Celîlê Celîl re derbas dibe û piştî meheke din derbasî 90 saliya xwe dibe. Werin! Em di saxiya navdarên xwe de jî wan bibîr bînin, ne tenê di mirinê de! Emê di eynî rojê de Prof Dr. Celîlê Celîl li Qamişlo bibîr bînin û temenê wî pîroz bikin.

Ew kurê Casimê Celil e (1908-1998), yê ku yekî sereke bû di nav rewşenbîrên kurdên Sovyêta berê de û tê hejmartin ji ronakbîrên pêşîn ku bingehê rewşenbîriya kurdî di Sovyêta berê de danîne. Ew di roja 24/10/1998an de, li Yerîvanê, komara Ermenistanê çûye ber dilovaniya Xwedê.

Celîlê Celîl, di roja 26ê meha yanzdan, sala 1936 an de, li bajarê Yerîvanê Ji dayika xwe çêbûye. Ji ber ku dê û bavê wî, sêwî bûn û li sêwîxanê mezin bibûn, wan xwedina xwe ya pêşin li wir girtibûn, ji ber wê jî jîyan û karê wan bi bajarê Yerîvanê ve hatibû girêdan, ango bibûn bajarî û zarokên wan bajarî xwedî bûn.

Mala Casimê Celil ji şeş kesan pêk dihat: Casimê Celîl û kebaniya xwe Xanima Celîl û her çar zarokên xwe: Ordîxanê Celîl, Celîlê Celîl, Cemîla Celîl û Zîna Celîl. Ji ber ku kurdîtî li bal wan gelekî xurt bû, mala Casimê Celil li Yerîvanê, di nava behra ermenîyan de wek dibistaneke kurdî bû. Û wiha jî xwe parastîye. Ji destpêkê ve karê Casimê Celil bi jîyana rewşenbîriya kurdî ve girêdayî bû, dergehe mala wî her dem li ber çûn û hatina kurdan, vekirî bû.

Vê malbatê ji roja roj de, Kurdîbûna xwe eşkere kiriye, veneşartiye û kêm jî nekirye. Ew pirtûkên kurdî yên pêşîn, ewên ku di salên 30î de li Yerîvanê çap dibûn, li ber destê Casimê Celil amadeyî çapê dibûn û di pirtûkxaneya mala wî de cî digirtin.

Casimê Celil, evîndarê pirtûkan bû. Bi taybetî pirtûkên ku qala kurdan dikirin, yan jî ku bi zimanê kurdî bana…

Û wiha Celîlê Celîl di gel birayê xwe yê mezin Ordîxanê Celîl û herdu xwîşkên xwe Cemîla û Zînê, di vê mala kurdperwer de hatin xwedîkirin, mezin bûn û di jîyana xwe de li ser rîya xizmeta çand û zanistiya kurdîtiyê fêrbûn û xwe ji vê rêkê dûr nexistin.

Celîlê Celîl di dibistana seretayî de, deh salan li Yerîvanê (1944-1954) bi zimanê ermenî, xwendiye, di pey re, di navbera 1954 û 1959an de li ûnîvêrsîtêta dewletê ya Yerîvanê di fakûlta dîrokê de berdewamî kiriye. Li ûnîvêrsîtê, di konfêransên komala zanistiyê ya xwendekaran de li ser dîrok û çanda kurdan wek lêkolîner gelek axaftin kirine.

Di sala 1959an de, piştî xwendina bilind, berê xwe daye bajarê Lênîngradê, Înstîtûta Rohilatnasîyê, ji bona xwendina li aspîrantûrayê û wiha têza xwe ya doktorayê bi navê Serhildanên Kurdan yên Azadarîyê di salên 1850-1880an de, di sala 1963an de wergirtiye. Di sala 1964an de, vegeryaye Yerîvanê û li înstîtûta rohilatnasîyê heta sala 1992an, wek kurdzan kar kirye. Di Sala 1991ê de li Moskovayê têza profêsoriyê (hebîlitation) parastiye. Çend salan li ûnîvêrsîtêta Yerîvanê ser navê Davît Anhaxt dersên kurdologîyê daye wek: Dîroka kurdan, Dîroka rojnamagîrya kurdî, êtnologîya kurdî û yên mayîn.

Lê belê ji ber ku di mala wan de evîndarîya mezin ser çanda, ziman, folklora kurdî, dîyanet û êtnologîya kurdî bi firehî hebû, wî karê xwe ya lêkolînê li ser van mijaran jî berfire kirye. Li akadêmîya zanistîya Ermenistanê dema ku karê xwe li ser dîroka kurdî ya sedsalîya 19an û destpêka sedsala 20î dikir, rastî gelek astengan hatiye. Hebûna zanîyarên ermenîyan, yên ku lêkolînên xwe  li ser bûyarên wan sedsalîya dinivîsandin, bi çavê dostanîyê li ser dîroka kurdan nedinerîn. Ji ber wê jî, rê li ber dihat digirtin û tim rexne lê dihatin kirin. Nedihîştin lêkolînên xwe li Ermenistanê bi weşîne. Li pişt wan kesan çend kurdên  hesûd û zikreş hebûn, ji nivîskarên ermenan re bibûn pal û pişt.

Ji ber vê jî nivîsarên wî yên dîrokî li dervî Ermenistanê dihatin çapkirin, û bi taybetî li Moskovayê û Lênîngradê, ango Sant-Pêtêrsbûrg. Û vê yekê ew aciz dikir, û gelek belê jêre çêdikirin, ta ku hinan êrîşî wî dikir. Wî jî ji bona ku nêrvên xwe biparêze, heftê du rojan; Şemîyê û Yekşemê diçû gundên kurdan; çîrok, stran û destan didan hev û dinivîsandin.

Paşê, di salên heyştêyî de, dema rê li ber vebû, sê caran (1982, 1985, 1988) bi demên dirêj, berê xwe daye nav Kurdên Sûrîyê û lêkolînên xwe li ser çand û folklorê wan berdewam kiriye û wiha wî li ser matêryalên civandî li Sûryê, sê cild amade kirine. Akadêmîya Ermenistanê, bi tenê cildek ji wan berevokan bi navê Zargotina Kurdên Sûrîyê çap kiriye û hew..

Di havîna 1982 an de, li Qamişlo, ez çav bi Dr. Celîlê Celîl ketim. Ew yekemîn car bû ku dihat nav kurdên sûriyê. Ji Heleb û Efrînê dihat û kalemêrekî Ezîdî ji Efînê di gel wî bû. Di vê carê de, min ew nas kir û bûm wek rêberekî pêre, di gel çend navdarên Qamişloyê. Wiha me tevan dengbêj û çîrokvan jê re komdikirin, ji Silo Koro bigire ta bi Demir Elî, ji pîrejinan ta bi kalemêran… Wî jî bê westan, şev û roj dikin yek, û wek zarokê ku çav bi yariya xwe keve, bi şahiyek bê pîvan gotinên wan di nivîsandin û tomar dikirin…

Di sala 1985 an de, careke din di gel kebaniya xwe Gulîzarê hat Qamişlo. Di vê carê de jî, gelek pêmayê bav û kalan, ji windabûnê da hev û bi xwe re bir. Di vê hatinê de, min jê pirsî, gelo te zargotina kurdên Binxetê çawa dît?

Li min vegerand û got: Behrek e, min qurtek av jê vexwar û va ez tî vedigerim…

Di sala 1988an de, careke din ew û xwîşka xwe Cemîla Celîl hatin nav kurdên Binxetê/ Cizîrê. Di vê gerê de jî, gelek stran, metelok, nifir, û destnivîs bi xwe re birin. Di pey van hatinan re, me gelek carên din jî hev dît. Di van hersê caran de, ez pêre bûm, hem jî, ez jê fêrî danheva zargotina kurdî bûm. Wiha bi saya wî, hezkirina zimanê kurdî bi min re mezin bû. Roja îro, ez wî wek mamostayekî ji xwe re dibînim di warê eşq û danheva folklora kurdî de û her dem ez vê yekê tînim zaman.

Fermo nameya wî ku di roja 20/11/2006 ji min re şandiye:

Konê Reş, birazî!

Agirê dilê min ji bona karkirinê hîn gur e, apê te xwe kêm nekirye. Maşalla rewşenbîrên me li Sûryayê jî, îro bûne bi hezara û hemû jî xizmeta xwe ji bona çand û civaka me bi xurtî kar dikin. Xûşk û birayên hêja ji Kurdistana rojava “Biçûk”!

Dewra xizmeta we mezine, we bi hêz û camêrîya xwe, kurdperwerîya helal li ber xwe vekirye. Ez meşa we li ser wê rîya ronak pîroz dikim.

Celîlê Celîl / Wîena 20/11/2006.

Ji sala 1992an heta niha, li Awisturyayê cîwar e. Ji sala 1994an heta niha li Ûnîvêrsîtêta bajarê Wîenayê wek kurdzan, ser ziman, dîrok, çand û edebyeta kurdî kar dike û dersan dide. Di Akadêmîya zanistiyê de, çend salan lêkolînên xwe li ser kurdzanîyê bi berdewamî kar kirye. Di Înstîtûta Pêdagogîyê de, ji bona amadekirina mamostayên zimanê kurdî, wek kurdolog û dîroknas du sêmêstran dersan daye. Û niha ew serokê Institute Kurdology û pirtûkxaneya Kurdish Library of Casimê Celîl e ku bi navê bavê xwe li Wîenayê vekiriye. Em temenekî dirêj di xweşiyê jê re hêvî dikin.

Dr. Celîlê Celîl, salên dirêj li Ermenistanê, li hevalbendîya zanistiyê ya rex sêntral komîtê a partîya Ermenistanê berpirsyarê para kurdzanîyê bû. Hem jî salên dirêj li hevalbendîya evîndarên pirtûkê, bûye serokê beşa kurdî. Bi alîkarîya vê hevalbendîyê wî pirtûkeke bîblîografîyayê ya biçûk, bi sernivîsara “Pirtûkên Kurdî li Ermenistanê” çap kirye. Prof. Celîlê Celîl bêtir ji 100 pirtûkî, hezar gotarî û gelek lêkolînên li ser dîroka kurdan wek pirtûk weşandine.

axa kurdan Bajarên Kurdan Çand Çanda Kurdî Celîlê Celîl Erdnîgarî Kurdên Ewropayê Kurdên Sovyetê Qamişlo Rojava The Raising Of Kurds 11
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Konê Reş

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî
Yükleniyor…
Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne
The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.