Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Edîtor»NAMEYA EDÎTOR
Edîtor

NAMEYA EDÎTOR

Erol BaşakBy Erol Başak10/11/2025Updated:18/01/2026Şîrove tune ye3 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Silav xwînerên hêja,

Hejmara 11an a kovara me amade ye. The Raising of Kurds Mijdar 2025 weşîya.

Ez dixwazim di serî de behsa rûdaneke girîng bikim derbarê pêşeroja kovara me de. The Raising of Kurds bi awayekî serkeftî her meh derdikeve û niha piştgirekî wê yê fermî jî heye. Ez bi kêfxweşî dixwazim ragihînim ku me bi firmaya berçevkan Sossa Eyewear re peymaneke sponsoriyê îmze kir. Xwediyê Sossa Eyewear Ali Kemal Sossa karsazekî kurd ê serkeftî ye. Navenda wan li Slovenyayê ye û li gelek bajarên Ewropayê şaxên wan hene. Berçavkên bi qalîte, bi tarz û kurdistanî çêdikin û piştgriya kar û xebatên ji bo ziman û çanda Kurdî dikin. Ez bi vê boneyê ji dil û can spasiya wan dikim.

Profesor Doktor Celîlê Celîl 89 salî ye. Mamoste Konê Reş derheqê hêja Celîlê Celîl de gotarek pêşkeş kir û hin bîranên xwe parve kirin. Hûnê di nivîsa wî de derbarê malbata Celîl û derbarê jiyana Profesor Celîlê Celîl bixwe de agahiyên berfireh bi dest bixin. Bi me jî xweş bû ku em di bergê kovara meha Mijdarê de cî bidin vî lêkolîner û nivîskarê gewre ku emrê xwe di rêya xîzmetkirina zimanê kurdî der derbas kiriye.

Mijarên gelek xweş û rengîn hene di vê hejmara 11an a The Raising of Kurds de.

Nivîskara me ya delal Muqades Agirî vegeriya nav me û ji bo vê mehê li ser Melayê Bateyî û Mewlûda wî gotarek xweş amade kir. Me beşek ji Mewlûda Bateyî di kovarê de weşand. Lê tevahiya mewlûdê li malpera me barkiriyê. Hûn dikarin vê berhema bêhempa li ser malpera me bixwînin.

Nivîskar Dilazad ART vê mehê derbarê gotinên pêşîyan û girîngiya wê di çanda kurdî nivîsand: Ji Bo Jiyanê Gotinên Bav û Kalan.

Ozan Serhedî dîsa bi nivîseke gelek xweş bi me re vê mehê. Wî bi navê “Helîme Xanim” çîrokek nivîsand. Ev çîrokeke evînî ye ji civaka me Kurdan. Her çiqas şahî hebe tê de, mixabin xemgînî jî tê de heye wek rastiya jiyanê. Çîrok bi nefesekê dê bê xwendin. Jê nemînin.

Di çarçoveya rêzenivîsa Nameyên Derengmayî Yên Evînê de di vê hejmarê de nameyeke din a nivîskar Mihyedîn Nahrîn heye: Evîna Te Ye Ya Min Dike Nivîskar.

Nivîskarê me Rûmed Med vê mehê du rûdanên girîng ji cîhana edebîyatê ji bo xwînerên me amade kirin. Nûçe ev in:

László Krasznahorkai Îsal Hêjayî Xelata Wêjeyê Ya Nobelê (2025) Hate Dîtin

Çîrokên Winda Yên Harper Leeyê Piştî 70 Salan Hatin Weşandin

Nivîskarê me mamoste Brahîm Alûcî li ser derûniyê berhemeke din ji me re amade kir: Nspt – Nexweşiya Stresê Ya Piştî Trawmayê.

Di salên dawîn de gelek amûrên teknolojik ketin jiyana me û her sal bi cûreyên nû û pêşketî tên berdestên me. Digikurd di nivîsa xwe ya vê hejmarê de balê dikşîne ser talûkeyên wan. Mijar berguhk in û Digikurd dipirse: Gelo Berguhkên Bêqablo Zirarê Dide Mejiyê Mirov?

Di beşa danasîna pirtûkan de nivîskarê me Faîk Ocal Pirtûka Kenê Miriyan Gunehê Guran a Mem Med bi me dide nasîn. Pirtûka ku di sala 2019an de ji Weşanên Nûbiharê derketiye ji 13 çîrokan pêk tê.

Kovara Mijdarê bi beşa Fotoşirove diqede. Wênegir Dilazad ART bi me re 2 wêneyên xwe parve kirin.
Wêne 1:Pencere

Wêne  2:Dêrî

Hejmara 11an jî amade û li ber destê we ye. Hûn dikarin li ser malpera me www.theraisingofkurds.com hemû nivîsên vê hejmarê û hejmarên berê bixwînin. Her wiha hûn dikarin PDFa hemû hejmarên kovarê daxînin.

Bimînin dixweşiyê de.

 

 

 

 

 

 

 

Nameya Edîtor The Raising Of Kurds 11
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Erol Başak

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî

Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne

The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.