Şeş çîrok hene. Her şeş çîrok jî bi zimanekî estetîk hatine vegotin. Mijar yek e lê mijar di her çîrokê de bi şiklekî cuda hatiye ravekirin. Êş yek e lê bi peyvên di cih de hatiye îfadekirin. Şeş êş hatine ravekirin, mirov her şeş êşan bi hemû bedewbûna xwe dibîne. Rengê êşê reş e, di her çîrokê de dengê reş sereke ye.
Vebêjer baş hatine hilbijartin; ji ber wê yekê mirov li çîrokan xweş diçe. Mirov meraq dike. Ji şeş çîrokan ya herî dirêj Gêlo Fîzan Li Ku Ye ye. Rûpelên 15-22yan, teqabilê 97 rûpelan dike. Mîna novelekê ye ev çîrok. Heta rûpela dawîn xwîner meraqa aqûbeta Heyder ku serleheng e, dike.
Cesîm Soylu di cih de teknîka flashbackê bi kar aniye. Çîrok li gor herikandinê geh bi dema nû, geh bi dema berê, geh jî bi dema bê hatiye vegotin. Çîroknûsî girêdayî demê nebûye; çi xwestiye, ew vegotiye. Lewma vegotina wê sivik û herikbar e.
Karekterên pênc çîrokan jî polîtîk in. Di çîroka yekemîn de (Min Kujer Dît) mirov di sandoqa bûkanî ya vebêjerê de kuştina bavê wê dibîne. Di çîroka duyemîn de (Gelo Fîzan Li Ku Ye) mirov îşkenceya bi Heyder tê kirin dibîne. Di çîroka seyemîn de (Girîna Li Ser Taştê) mirov bi çîroka Felat re çûyîna Botî dibîne. Di çîroka çaremin de (Heval) mirov evîneke têkçûyî ya Heval û Sarayê dibîne. Di çîroka pêncemîn de (Zîlan û “Gundê Me”), mirov rastiya Geliyê Zîlan dibîne. Çîroka şeşemîn (Bêdengî) çîrokeke kêm polîtîk e. Dîsa jî mirov ji bêdengiya Rizgarî saweke polîtîk digire.
Mirov bi tenê deng û awaza êşa Kurdan dibihîze. Dinya li ber çavên mirov reş dibe. Pirs ev e: Xwedê ji bo kişandina êşê em Kurd afirandine? Tim şev e li serê me, reş û tarî ye her der. Bi vê rewşê bêhn li mirov teng dibe. Mirov bi tenê deng û awaza reşahiyê dibihîze.
Dinya du qutb in: Dost û dijmin. Ew dijmin in, em dost in. Em xwe jî wan jî dibînin di her çîrokê de. Lê ne bi çavekê rexnegir. Mirov dijmin bi tenê di çavên xwe de dibîne. Ew ne perspektîveke objektîv û berfireh û piralî ye. Em mexdûr in. Sedema mexdûrbûna me jî dijminê me ye. Bi wê dîmeneke erebeskî çê bûye.
Çîrok polîtîk in, zemînekî dîrokî ya çîrokan heye. Mirov psîkolojiya karekteran dibîne û dixwîne. Mirov karekterên çîrokan yanî xwedanê sandoqa bûkaniyê, Heyder, Felat, Heval, Zîlan û Rizgar baş nas dike; çimkî karekterên çîroknûsî rast in, bi hemû rastiya xwe hatine afirandin û sêwirandin.
Zimanê Soylu dewlemend e. Ji tesîra zimanê tirkî derketiye. Bi kurdewarî difikire û bi kurdewarî dinivîse. Her çîrok bi teknîkeke guncav vegotiye. Her karekter bi zimanê xwe dipeyive. Wî çîrokên xwe bi şêwaza xwe vegotine.
Biranînên Ji Agir sermaweza 2018yan ji Wêşanên Sîtavê derketiye. Qahir Bateyî xwestiye karekî birêkûpêk bike lê kêmasî hene. Bîranînên Ji Agir pirtûkeke çîrokên polîtîk e. Di pirtûkên çîrokên polîtîk de pîvana zimên, wêje û peyam e. Eger peyama çîrokê tim li pêştir be çîrok serkeftî ye. Cesîm Soylu li ser zemînekî wêjeyî çîrokên xwe ava kirine, bi zimanekî edebî çîrokên xwe vegotine. Rêziman, ziman û vegotin û honandina Soyluyî xwerû kurdî ye. Xwîner fêhm dike ku çîroknûs bi tirkî baş dizane, lê wî dêvla xwe qet neavêtiye bîra tirkî, bi ava tirkî çîrokên xwe av nedaye.


