Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Wêje»Zewac Mîna Dansê Ye
Wêje

Zewac Mîna Dansê Ye

Mihyedîn NahrînBy Mihyedîn Nahrîn02/12/2025Updated:02/05/2026Şîrove tune ye4 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

“Evîn behre belê tenha di ber pêlan ketim ya Reb”

Cegerxwîn

Belê yarê…

Her tişt bi gavekê dest pê dike. Gava pêşî gava herî girîng û herî xurt e. Ew gav li pey xwe wê gavên din bîne. Ew gav wê li pey xwe pêşeroj û jîyanek nû bîne der.

Tirs di dilê her mirovî de heye. Em nizanin kengî û çawa gava pêşî biavêjin. Mirov nikarin dev ji konfor û xweşîya xwe berdin û nikarin berê xwe bidin ber bi warekî neeşkere ve an jî newêrin. Insan çiqasî mezin bibin jî timî mîna zaroka ne. Tenê laşê wan diguhere, qama wan dirêj dibe û temenê wan zêde dibe lê her tiştê wan wekî zarokan dimîne. Zarok jî cara pêşî dema gava xwe ya yekê diavêjin bi tirs û bi newêrekî diavêjin lê dema ew gav hate avêtin ji wê kefxwşîyê xweştir tiştek nîn e. Em mirov jî mîna wan zaroka ne. Newêrin an jî ditirsin ji bo gavavêtinê lê dema meriv ew gav ber bi hev ve avêt wê dema derîyek nû ji bo me vedibe.

Belê yarê, heta vî emrê xwe min qet newêrî gav bavêjim û ew tirs tim dilê min de hebû. Di dema zanîngehê de gelek jin nêzî min dibûn û ji wan gelekan teklîf dane min lê min yek jî qebûl nekir. Ta heta vî emrê xwe hatim. Li bendî çi bûm û kê bûm nizanim belkî jî li bendî te bûm…

Tu hatî û tu tevlî jîyana min bûyî û min xwe bê tirs û bi wêrekî xwe teslîmî destê te, dilê te, mejîyê te û lêvên te kir.

Belê yarê, her gavên pêşî yê têkilîyê ji alîyê te ve hate avêtin. Te bi destên xwe hêdî hêdî wekî neqqaşekî li ser dil û mejî neqşa xwe xemiland û min jî bê hesab û bê kitêb xwe sipart himbêza te. Bi demê re hêdî hêdî tovê me di dil de çandî serî da û bi ava evînê û bi gotinên evîndarî me ew mezin kir. Ew tov mezin bû û bû darek xurt.

Te pir dixwest dara me zûtir bighe û bikemile lê karê ecele bi xwe re nexweşîyan jî tîne. Te qet ev yek fikar nedikir. Ez û te ji ber kelecena jîyana nû û bi xeyalên evîndarîyê tim bi sermestî tevdigeriyan.

Carekê ji bo jîyana nû te gustîlka destê xwe biribû ser tirba pîroz ya Pîrê Xerîb û te gustîlk di xaka wî de veşartibû da mirazê me bê cî. Te li wir ji bo pêşeroja me dûa jî kiribû. Belê yarê dûayên te qebûlbûn û me bi hev re berê xwe dabû jîyanek nû.

Her tişt bi xweşî dest pêkiribû û te hemû gavên delal avêtibûn. Min jî ya ket ser milê xwe pêk anî û ji helbestvanekî gewre min teklîf dabû te: “Her kes bextewarîyê dixwaze, lê ji bo bextreşîyê jî tu heyî?” te jî gotibû: “Erê”. Her tişt wisa dest pêkiribû û bi xweşî diçû. Helbet piştî her xweşîyê nexweşî tên û piştî her nexweşîyê jî xweşî.

Hîn berîya fikra zewacê nehatî meydanê nexweşîyek dijwar bi te re derketibû. Lê li gel hemû nexweşî û zehmetîyan me têkilîya xwe domand û me destê hev berneda. Bi replîka fîlmê Corpse Bride te teklîfa zewacê dabû min û min jî qebûl kiribû. Piştî teklîfa te min jî bi heman hevokan ew teklîf dubare kir û te jî qebûl kiribû.

Li gel hemû nexweşî û zehmetîyan me gavên xwe ber bi pêşerojê diavêt. Heta felek li me gerîya an jî heta ez leqayî rastîyê hatim û ji xewnê şîyar bûm. Heta wê dewrê her tişt bi xweşî bû lê kengî rastîyên veşartî derketin meydanê bi carekî her tişt berovajî bû. Di têkilîya zewacê de rastî divê tim bê gotin lê mixabin di serî de te rastî veşartibû.

Zewac mîna dansê ye. Divê partner li gorî hev gav bavêjin. Heger yek zêde an jî kêm gav bavêje ew ahenga dansê xira dibe. Di zewacê de jî divê jin û mêr bi hev re, bi senkrîzasyon gav bavêjin. Ji bo ahenga me xira nebe û em bi hev re pêşerojekê ava bikin gelek caran bi te re axivîm. Te qet guh nedida min û te her daîm ahneg xira dikir.

Belê yarê hebûna eşq û hezkirin tiştek pir xweş e lê her tişt bi demê re mîna gulê diçilmise, kêm dibe û carna jî dimire. Tişta têkilîyê û zewacê li ser linga dihêle hurmet, bawerî û dilsozî ye. Heger ev her sê hebin hemû têkilî û zewac heta hetayê wê biçin.

Belê bi kin û kurtasî ev bû çîroka me û ev bû para me. Dema min dît êdî gotin bê feyde ye, ne hurmet maye, ne bawerî û ne jî dilsozî. Min cara dawî gotinên xwe anî ziman û xatirê xwe ji te xwest…

Evîn Name Nameyên Derengmayî yên Evînê nameyên evînê The Raising Of Kurds 12
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Mihyedîn Nahrîn

Mamosta, Stenbol. Li gundekî Mêrdînê tê dinê. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdarîya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Niha li Stênbolê dijî û karê mamostetîyê dike.

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî
Yükleniyor…
Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne
The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.