Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Kurdistan»Xezala Gilîdaxê
Kurdistan

Xezala Gilîdaxê

Ozan SerhedîBy Ozan Serhedî04/12/2025Updated:02/05/2026Şîrove tune ye11 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Çavên xwe yê xezalî ji xewa şîrîn vekir nazenîna ebrûşev. Roj hê nû hildihat, ji pişt çiyayê Gilîdaxê hêdî hêdî, xweşik xweşik bilind dibû. Destê xwe li serê Gilîdaxê dida û silavek dida çiyê. Silavên bi sedan egîd, mêrxas û lehengên vê axê dianî ji Gilîdaxê re her roj. Gilîdaxa serbilind û biheybet her roj silavên wan mêrxasan hildida û bi çirûskên xwe ve belav dikir li vê axê. Dîsa ji wan rojên havîna Serhedê bû, bayê hênik her sibe ji Gilîdaxê dihat û xwe berê nava deşt û zozanan dida û kulilkên zozanan dialast. Ew kulilkên reng bi reng bi bêhna xwe, bi rengên xwe wekî xalîçeyekî xwe li axa pîroz raxistibûn. Bayê Gilîdaxê bi xwe re bêhna azadiyê, hesret û kederê jî dianî.

Tîrejên rojê ji ser Gilîdaxê re dihat xwe ji paceya vekirî re, ji ber perdeya gulgulî ku ya cihêzê pîrka Xezalê bû re davît nav odeya wê. Bi tavê re bayê Gilîdaxê jî dihat ji jor. Bayê hênik ji paceya vekirî re ket hindirê odê û xwe rûyê Xezala nazenîn da. Bi bêhna bayê hênik re çend gul vebûn li qeraxa devê xanimê, rûyê wê bû baxçê gulan. Bi vebûna gulan re, kenekê şîrîn li ser lêvên şekirîn ket, porê wê yê reştarî û nerm ku bi têra xwe dirêj bû, ketibû li ser rûyê wê. Ew porê wê yê ku carinan dikir cotkezî, carinan jî wekî kulîyan dihonand, bêhneke xweş a xwezayî jê dihat. Bêhna hinaran ji porê wê dihat her tim. Carinan jî ku dilê wê bixwesta wê porê xwe dirêj vedikir û xwe dida li ber bayê. Li ber bayê direviya carinan, carinan jî reqs dikir bi bayê re. Porê wê azad dibû li ber bayê, wekî baskên perperokekê xûya dikir porê wê ji dûr ve.

Di nav nivînan de bû hê xanimzer, porê wê ketibû nav çavên wê de, çav û rûyê wê girtibû porê wê. Bayê sibê yê ku ji Gilîdaxê dihat xwe li porê wê da, por bi bayê re ket reqsê. Geh li rastê geh li çepê, geh li jêr geh li jor diçû. Axiriyê de porê wê ji ser rûyê bilgind bû. Ew rûyê xweşik ku te digot qey ji pênûsa hinera Yêzdan derketiye. Du xalesorên wekî hinarok li ser rûyê wê hebûn, du çavên mezin ên xezalî ku dişibiyan cot kaniyên bihûştê jî hebûn. Di herdu  çavên wê de du guloverên zeytûnî hebûn. Te digot bêguman di cihanê de çavên herî xweşik para xanimzerê ketinê.

***

Tava sibê li ser rûyê delala çavxezal bû hejî, rûyê delal ji ber çîrûskên rojê wekî heyveke nûranî dibiriqî. Xanimê destê xwe avêt ser rûyê xwe, xuya bû ku tîrejên rojê rûyê wê aciz dikir. Ji nav nivînên xwe derket xanim bi bejn û bala xwe ya dirêj ku dişibiya gulesora deşta Mûşê.

Xanim hat li ber neynika xwe rûnişt, şehê xwe hilda û porê reş şehkir. Dûre rabû çû derve, diya wê taştê amade kiribû, dest û rûyê xwe şûşt çû li ser sifreya taştê rûnîşt. Dê û bav, xwîşk û bira û tevî bapîra wê Gozel ya heştê salî jî li ser sifreya taştê bûn. Li kêleka wan Gilîdaxa mezin û Gilîdaxa piçûk temaşeya wan dikirin. Tav bilindtir bibû êdî, derdor bi dengê çûkan zindî bibû dîsa.

Destpêka rojeke nû dikirin şêniyên gund. Pez û dewarên gund ji nav gund derdiketin, berê wan li zozanên gund bûn. Şivan li pey keriyên pez, gavan jî li pey garana dewaran bûn. Pîrejina bi navê Xemê ku cîrana mala Xezalê bû hat derê mala wan. Di destê wê de çend nanên germ ên tenûrê hebûn. Ji nimêja sibê de rabibû û tenûrê pêxistibû. Çend nanan jî ji mala cîranê xwe re anîbû.  Bêhna nanê tenûrê hê ji dûr ve dihat ber pozê Xezalê. Ji nanê tenûrê zehf hez dikir. Dema ji mala xwe dûr diket ji bo xwendinê herî zêde bîra sê tiştan dikir: Pîrka xwe ya heştê salî ku ji bo wê dîrokek bû, Gilîdaxa biheybet ku ji zaroktiya wê heya îro ku ji bo wê pîroz bû û ya sêsiyan jî nanê tenûrê bû.

Pîrejina Xemê sibehxêra wan kir, silav û nanê germ da wan. Xezalê xêrhatina pîra Xemê kir, destê wê ramûsa, hembêzeke ji dil û can kir. Pîrejina Xemê ji rûkenî û coşa Xezalê zehf kêfxweş bû. Ji wê re got: “Xezalcanê, delalê, bedewa nav eşîrê, gula pîrka xwe tu bixêr hatî bedewcanê.”

Pîrejina Xemê piştî sohbeta xweş ji malbatê re got êvarê daweta me heye, heneya neviya min e. Hûn jî keremkin werin êvarê. Dûre xatir ji wan xwest û ji Xezalê re jî got: ” Tu jî xwe bixemlîne  were dawetê û bibe kulîlka nav dawetê.

Pîrka Xemê çû mala xwe, Xezal û malbata xwe taştê ya xwe kirin. Dûre Xezal rabû çû odeya xwe. Ji nav kincên xwe fistanek hilda, fistaneke reş ê bi motîfên beybûnan ve hatibû xemilandin bû. Fistanê reş li bejn û bala xwe ya dirêj kir. Porê xwe yê reşxweşik berda ser gerdanzera nazik. Şewqeyeke kesk ku motîfeke cotxezalan li ser bû, da serê xwe û cotek solên reş li pêyên xwe yên piçûk kir. Xwe da ber aynikê dîsa, li bejn û bala xwe nihêrî bi wan cot çavxezalên xwe ve. Ya Rebbî! Ev çi xweşikbûn e, ev çi bedewbûn e! Bibû weke xezaleke li çiyayên Gilîdaxê. Lênûska xwe ya çîrokan, pênûsa xwe sor, radîoya xwe ya ku kalkê wê di rojbûneke wê de jê re diyarî wê kiribû, jî hilda û çû derve. Çû ji tewlê hespê xwe derxist, hespê xwe yê boz ku navê wî danîbû Eznawir ku beriya hema bêje sed sal ewil hespekê bi navê Eznawir li van deran, li van deşt û zozanan, li serê çiyayê Gilîdaxê geriyabû, beziyabû û dabû çargaviyan bi siwarê xwe yê leheng ve. Dewsa simê Eznawir hê jî li ser çiyayên Gilîdaxê  hebûn.

Xezala delal li Eznawir siwar bû, şewqa tava sibê li rûyê wê dida, li ser hespê boz weke şêrejineke ku biçe şer xuya dikir. Pîrka Gozel derket ber derî li Xezala xwe nihêrî û got: “Sed hezar car maşellah û bênezer delala min, oxira te ya xêrê be, xwe miqatebe be.” Xezala delal bi çargaviyên Eznawir ve berê xwe da Gilîdaxê. Çirûsk ji ber simên Eznawir davîtin, her ku simên wî li erdê diket toz û dûman ji erdê radibû.

Xezala delal, şêrejina êlê, kulîlka deştê, bedewa nav eşîrê, siwarê Eznawir, xwe gîhand ber Gilîdaxê. Li wir rastê koçeran hat pezên xwe anîbûn zozanên wir. Gelek mêr, jin û zarok li wir bûn. Komek jinên berîvan jî li wir bûn. Xezal çû li ba wan berîvanan, ketin nav sohbeteke geş. Çend saetan wisa wext derbas kirin bi hev re. Xwarina qelî, savarên sor û dewê mastê mîhan bi  hev re xwarin. Ji wan berîvanan yeke bi navê Xêriya ku temenê wê hema bêje çil û pênc salî bû, destmaleke spî çîlqerqaş diyariyê xanimzerê kir. Destmal bi destan bi motîfên hinarên sor ve hatibû xemilandin. Deh heb motîfên hinaran li ser destmalê bûn. Destmaleke zehf rind bû, kêfa Xezalê zehf jê re hat. Lewma ji hinaran zehf hez dikir.  Xezalê, Xêriya berîvan hembêz kir, spasiya wê kir ji bo destmalê û xatir ji wan xwest. Dûre çû li ba pîrejin û kalemêrê koçeran. Kalê Biro û pîrka Xezal di bin siha kon de rûniştibûn. Xezal çû li ba wan, silavek da wan, çû destên wan. Herdu extîyaran mêvana xwe bi ken pêşwazî kirin. Rûyê herdu yan jî ji qurçimekan xet xetî bû, xuya bû temenê herdûyan jî mezin bûn. Xuya bû ku derd û kulên jiyanê gelek dîtibûn. Lê dîsa jî gelek biken bûn herdû jî, bi rûkenî mêvana xwe pêşwazî kirin.

Xezal li ba wan rûnîşt, bûkeke wan qehweyeke kizwanê li ser agir çêkir ji wan re. Bi hatina qehwê re dest bi sohbetê kirin. Kalê Biro, ku navê wî Îbrahîm bû esil, ji Xezalê re behsa dîroka Gilîdaxê kir, behsa leheng û xweşmêrên ku li ser vê çiyayê çawa fedakarî kirine, çawa şehît ketine kir. Behsa mêrxas û egîdên Gilîdaxê, şêrejin û jinkokên êlê kir, behsa sed sal berê kir. Xezalê van tiştan kêm zêde dizanibû jixwe, kalik û pîrka wê gelek caran behsa van meseleyan kiribûn jê re. Lê bihîstina ji devê kalê Biro gelek bandor kir li ser, gelek kêfa wê ji wan re hat. Gotinên kalê Biro qediyan, qehwa kizwanê jî xilas bû. Êdî wextê xatirxwestinê bû. Xezal destên wan maç kir, xatir ji berîvanan xwest, destmala spî li gerdenazer girêda, li Eznawir siwarbû û berê xwe da mala xwe. Di rê de li ser kaniyekî sekinî Xezal, xwest aveke sar ji wê kaniyê vexwe. Ji hespê xwe peya bû, çû li ser kaniyê. Radiyoya xwe jî anî, xwest hinek lê wê gudar bike. Radoyê vekir, strana Esmer eman a Seyadê Şamê digot. Seyad bi dengê xwe yê xweş, ji dil disitiriya. Xezalê ji vê stranê zehf hez dikir. Çîroka vê stranê gelek xemgîn dikir wê. Çîroka Zilfînaz û Seyad kul û keserek bû. Seyad distiriya, Xezalê jî penûs û lênûska xwe hilda û xwest çîrokekî binvîse li ser wan evîndaran. Pêşî navê çîrokê nivîsê, navê wê danî; Tasek Behr. Dûre dest bi çîroka xwe kir û çend rûpelan jî nivîsî. Dûre dest ji nivîsê berda, rabû hinek li dora kaniyê geriya. Çav bi kulîlkên wir ket, beybûnên zehf xweş li wir bûn. Hinek beybûn berhev kir, ji wan beybûnan tacek çêkir ji xwe re. Taca xwe da serê xwe, bû weke keybanûyek. Piştî saetekî rabû û berê xwe da mala xwe dîsa.

Dema hat malê êdî esra dereng bû, pîrka wê li ser şaneşînê bû. Xêrhatina delala xwe kir. Xezalê, Eznawir bir tewlê, zînê wê derxist, av û alif da hespê xwe û çû hundur ku tevdîra dawetê bibîne. Dîsa li kincên xwe nihêrî ka yê çi li xwe bike. Xezalê ji rengê sor hezdikir herî zêde lewma gelek kincên wê sor bûn. Fistaneke sor ê gulgulî derxist ji nav kincên xwe. Dêresorê li bejn û bala xwe ya nazik kir, ristikek e ku hinareke sor bû xist gerdena xwe ya narîn, cot guharên motîfên hinarîn avît guhên xwe, bazineke beybûnî xist zendê xwe, soraveke sor li lêvşekirê xwe xist. Porê reş şehkir û kir cotkezî, xwe li ber neynikê xemiland hinek. Dîsa weke hercarî bedewbûn ji rûyê wê difiriya, bibû weke hûriyeke cinetê, bibû weke gulesoreke zozanan.

Diya wê bang li wê kir ku êdî wextê çûyînê ye. Destmala xwe ya spî ku berîvanekê dabû wê hilda, cotek qundireyê reş xist piyên piçûk û berê xwe dan dawetê.

Dengê def û zirnê ji dûr ve dihat ber guhên wan. Çiqas nêzîk dibûn, deng jî bilindtir dibû. Piştî demeke kurt xwe gihandin nav hewşa dawetê. Dawet gelek qerebalix bû, hemû gundî û cîran hatibûn hema bêje. Keç û xort govend digerandin. Sermilan dihejandin, çokan dişkandin. Bi hatina Xezalê re weke ku hûriyeke cinetê hatibe wir çavên herkesî li ser wê bû, wisa şaşmayî wisa heyirî. Xortan ji bedewbûna wê hiş û aqil winda kirin, keçikan jî ji hesûdiyan nizanibûn yê çi bikirina. Ew jî mafdar bûn helbet, ka çawa meriv dikare xwe li ber bedewiyeke wiha eciz neke. Lê dayina Xwedê bû, bedewcanê hemû bedewbûna para keçikan hilda bû ji xwe re. Te digot bedewbûn hemû para wê ketiye hema. Xezalê jî vê tiştê dizanibû helbet, hay ji bedewbûna xwe hebû lê qet xwe qure nedikir bi bedewbûna xwe. Wisa xanimeke dilnizim bû ku kes jê eciz nedibû.

Pîrka Xezalê destê neviya xwe girt û çûn rûniştin. Ji Xezalê re got: “Delala min, kulîlka hewşa me tu dîsa weke her carî delal bûyî. Çavên herkesan li ser te ye. Ditirsim ku tu yê nezerî bî welle. Sed hezar car maşellah û bênezer ji te re. Xwedê te ji çavan biparêze înşellah keçika min. Xwe miqatebe be.”

Piştî van gotinan wextê hena bûkê hat êdî. Xort rûniştin, meydan ji xanimzeran re ma.  Jinan gotin bila keçikeke deng xweş strana henê bêje. Herkes li çavên hevdu nihêrîn. Keçikek rabû ser xwe got: “Bila Xezal stranê bêje, dengê wê zehf xweş e.” Dûre herkesê li çavên Xezalê nihêrîn. Xezal hinek fedî kir, serê xwe berjêr kir. Paşê pîrka wê got: “De rabe delala min, rabe stranekî bêje. Jixwe dengê te zehf xweş e. Ka de rabe bêje bila meydan bedew bibîne hinek.”

Xezal bi gotina pîrka xwe re rabû ser xwe, destmala spî ji berîka xwe derxist, ket ser govendê û dest bi stranê kir.

Hinê bînin li teştê kin

Şîr û şerbetê çêkin

Kevçî bi keçî rûn lêkin

Bînin li destê zavê kin

Bînin li serê bûkê kin

 

Şarika bûkê heftreng e

Dayê rabe dereng e

Dawet hatî ber derî

Dawet hatî ber malê

Bîhna zavê pir teng e

Bîhna bûkê pir teng e                                                

 

                                                                                      

Çand Çanda Kurdî Çîrok Gilîdax mûş The Raising Of Kurds 12 Wêje
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Ozan Serhedî

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî
Yükleniyor…
Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne
The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.