Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Bîranîn»Çanda Herema Êlihê (Batmanê)
Bîranîn

Çanda Herema Êlihê (Batmanê)

Dilazad ARTBy Dilazad ART05/12/2025Updated:02/05/2026Şîrove tune ye5 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Destpêk

Ev xebat li ser çanda herema Êlihê ye. Di vê xabatê de bi heft jinên ku temenê wan cûda ne re (Temenê herî biçûk 66 sali ye, temenê herî mezin 90 sali ye) hevpeyvîn hate çêkirin. Di encamê de xebateke çandî derket meydanê. Mixabin ev tiştên çandî roj bi roj bi ber windabûnê ve diçin. Lê hêvî heye ku ji vê çandê tiştê baş û ê ji bo mirovahîye qenc bi rengekî nûjen ve bivejîn.

Çanda Herema Batmanê

Jin 1

Nexwende, 90 salî

Dema em zarokbûn diçûne xwendina quranê. Bi heftok dileystin. Neqş çêdikirin. Di cejnan de me şekir dida hev. Sersala kurdî de mal bi mal digeriyan. Xaniyên gundê me kelpîçîbûn. Tuwalet nebûn her kesî li ber dîwaran avdesta xwe dişkand. Dema daweta destê bûk û zavê hinedikirin. Li ber stranan govend digirtin li ber erbanê, plak an teybê. Ji bedela bûkaniyê dev fistan li bûka dikirin.

Jin 2

Nexwende, 72 salî

Karê me genim û tutin bû. Dawetên me sê rojan didomand. Dema bûk keça mirov be zor e, lê dema keçê ji kurê xwe re bînî xweş e. Me nimej dikir. Li ser kaniye dora xwe didanî. Hevir distira, nan bi tenûrê vedida. Çêlek didotin. Ez sêzdeh salî zewicîm. Wê rojê heta êvarî girîyam. Dema diya min hat ez sekinim. Dê û bavên me biryara zewaca me didan. Guhnê me bi me dihat. Berê qiymetê tişta hebû, aniha her kes li mala xwe ye. Êvarî tutin, dûvre cil şuştin, duvre cil dibirin ber kaniyê ji bo cariya.

Jin 3

Nexwende, 68 salî

Dema keçik dixwestin pêşî erê kirin dikirin. Dûvre nîşan û hine. Dema dawetê li ser bûkê bi bilûr û erbane stran digotin. Di cejna de me govend digirt. Xwarina eydê tirşik û savar bû. Me gameş, çêlek, qaz, şamî, tûtik xwedîdikirin. Helîl, bastîq, şekirê qulqulî (qulo qulo) û memîj didane me. Sitirye spî deynin ser banê xwe da çav bi we venedin. Listika me xêz / xwîşk, tevş, veşartok bû. Çûyina bajêr peya an bi kera bû.

Jin 4

Nexwende 70 salî

Taştêya me şorbe bû. Ji bo eydê kiras dikirîn, şerpa dikirîn. Malo malo li şekir digeriyan.     Di eydê de zilam diçûn ser mezelan. Em bi gog, kerkê direj, dara qîtkê, morîk, (morîk dixistin nav axê) dileyistin, xanîk çedikirin. Me xwarin bi xwe re dibirin û dixwarin û dihatin. Bi heriye bûk çêdikirin. Paşîva mela mal bi mal digeriya mal şiyardikirin. Bi gaya cot dikirin. Ji bo nezerê tenî li rûyên zarokan dikirin, serê (pora) wan bi meqes kur dikirin. Me pambû, kunci û tutin diçand. Dema em ditirsandin digotin: ‘çomile hatin we, ecinni hatin we.’ bi şev ji me re çîrok digotin. Xwarinê me şilek û şemşemok bû.

Jin 5

Nexwende 66 salî

Me ji kaniye av kişand. Bi tenûrê nan çêdikir. Çil dişuştin. Ce, genim, nîsk kişandin. Di daweta de mezina destê zarokan nedigirtin. Bûk li ser hesp dibirin. Li ser fistan sori dadinîser, giredidan. Bûk piştî nîvro dibirin. Bi darika bûk çêdikirin. Bi herîyê lîstok çêdikirin. Berî cejnê cilên cejnê dikirîn. Cilê cejnê bi şev dixistin bin balgeh û dirazan. Şeva cejnê dest hinedikirin. Bi şev benişt cûtin bêsiûdiye. Bi şev qutkirina neynoka û melkezkirina xanî gunehe.

Jin 6

Nexwende 74

Me rez didanî. Li ber zarokan diman. Em rençberbûn. Listikên me hutupelik, birê, veşartok, çavgirtge, xwe keyandin, helekan bûn. Li bendera em dileyistin. Goristana gundê me heye. Çil şêx tê de heye, meznê wa topal e, navê şêxê me girê tilebatê ye. Tok û eyneyên me hebûn. Di cejna de mewîj û nok tevlihev dikirin û kulm bi kulm didan zarokan. Şîranî şerbet bû. Şerbet çêdikirin didan mêvana. Pisîka reş bêsûidiye. Nezer heye. Bi gora nerazin, nebaş e. Meyzandina zarokan ya li heyvê wan nexweş dike. Dema bizin an çêlek difrotin ji pirça wan hinek qut dikirin û davetin nav bexçe ji bo bereketê.  Mirîşka reş û pisîka reş bereket û siûd dianî malê. Çêlê jinê ku nû welîdinê heta çil rojî ku hevdû bibînîn yên zarokên wan nexweş bikevin.

Jin 7

Nexwende 77

Bûk li hesp siwardikirin. Raks dikirin. Darikê zavê çêdikirin. Sêv, mirîşk û şekir pêvedirikin. Zava diçû ser xanî û dema bûk dihat sêv davete serê bûkê. Zava piştî ku zewicî bi sê roja dûvre derdiket derve. Di reşê de nimej nabê. Şerpa reş giredan sebeba ku birayen wan bimre. Jinên ku welidîbûne dema dengê wan diçû hev derziye xwe bihev diguherandin ji bo çilê wan tevlîhev nebê. Das û kêr hebûn. Ga û ker hebûn. Çira, lemba xazê hebû. Lîstikên me çirê, tewş û gog û xar bûn. Eyda li nava mizgeftê destpêdikir, zilam bi mela re li tev gund digeriyan. Li civata mewij û gûz didan.

Encam

Di vê xebatê de diyar bû ku li herema Batmanê çanda daweta, çanda listikên zarokan, çanda çandiniye, çanda xwarin û vexwarinê, çanda xwedîkirina heywanan, çanda kevneşopiyên mirovan, çanda rabûn û rûniştinê derketiye pêş. Her mirov û her netew li ser koka xwe ankû li ser çanda xwe jiyana xwe ava dike. Mirovên bêçand di dîrokê de bêkes û welat in. Şaristanî bi çandê ava dibe.

 

Batman Çand Çanda Kurdî Êlih Pîrejin The Raising Of Kurds 12
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Dilazad ART

Li ser çand û hûner û weje û sînemayê dixebitê. Nivîs û helbest û lêkolînen nivîskar di kovar û malperên Kurdî û Tirki de hatine weşandin. Bi zimanê zikmakî re (Kurdî) zimanê Tirkî û hinekî Îngilîzî jî dizanê. Nivîs û lêkolîn û helbestên Dilazad A.R.T di kovarên Nûbihar, Çirûsk, Nûpelda, Pengav, Heftreng, Keskesor, Nûdem (Qamişlo), Folklora Kurdan, Çandname, Bernamegeh, Sînemaya Serbixwe, Temaşe, Zaningeh, Bûyer (Qamişlo), The Hall Kurdî, The Raising of Kurds, Utopya, Artos, Tigrîs, Ufuk Penceresi, Ortak Zemin, Dava, Gizli Azizler, Rengîn, Besni Ekspres, OkuYorum, YazıYorum, DüşünYorum, Kalemyâr, Ramazan 2022, Ramazan 2024, TigrisSophia û Kültür Atlası de hatine weşandin. Xebatên Dilazad A.R.T di malperên wek zaningeh.net, nucehaber.com, newroz.com, nubihar.com, thehallkurdi.com, theraisingofkurds.com, candname.com, niviskar.org, zehraportal.com, hurbakis.net, antoloji.com, edebiyatdefteri.com, de hatine (an têne) weşandin. Di bin siya Zanîngeh Akademi de xebatên dokumenterî, klîp û fîlman amade dike. Derhenêr Wekî dî di saziyên sivîl yên civakî de aktîv dixebitê. Heta niha 58 pirtûk weşandine. (1ê Gûlan 2026)

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî
Yükleniyor…
Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne
The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.