Ji perspektîfeke derûncivakî
Destpêk
Şîdet û trawma (trauma) ne tenê diyardeyên takekesî ne, lê di heman demê de rasteqîniyên civakî, siyasî û çandî ne ku bandorên kûr li ser civakan û komeleyan dikin/dihêlin. Dema ku em baş lê dinêrin, em dibînin ku şideta bi handana siyasî (politically motivated violence) di dîrokê de û îro jî yek ji arîşe û kêşeyên herî cidî yên mirovahiyê ye. Îşkence, kuştinên sîvîl, şerên navxweyî û êrîşên organîzekirî yên dewletan li hemberî komên etnîk û dînî berdewam in û bandorên xwe yên kûr li ser nifşan dikin/dihêlin.
Ev trawmayên civakî ne tenê di bîranîna takekesan de ne, lê di binyada civakî, çandî û jiyana rojane de jî xwe nîşan didin. Kesê ku îşkence dîtiye, kuştina malbata xwe dîtiye an jî ji mal û warê xwe hatiye derxistin, ne tenê janeke derûnî û giyanî dijî/dikişîne, lê têkiliya wî ya bi civak, bi dewlet û bi jiyanê re jî vediguhere. Bi taybetî, trawmayê ku gelên bindest bi hev re dijîn: Trawmaya nifşguhezî (transgenerational trauma), trawmaya hevpar (collective trauma) û trawmaya takekesî (individual trauma) ye. Herwiha metodên weke dîroka devkî (oral history) û belgekirin (documentation) dikarin di pêvajoya dermankirina civakî û aştiyê de roleke sereke bilîzin.
Şideta Siyasî û Mîrateya Trawmayê
Şîdet ne tenê êrîşên leşkerî ne, lê di heman demê de îşkence, revandin û ciguhêziya bi darê zorê (forced displacement), dîskrîmînasyona etnîkî, qedexekirina zimanî û çandî û heta jenosîd (genocide) in. Malbatên ku piştî van rûdanan man, ne tenê êşa windakirina kesên xwe dikişînin, lê di jiyaneke ku tirs, şik û trawma tê de ye jî dijîn. Zarokên ku piştî van qirkirinên mezin ji dayîk bûn, di civakên trawmatîzekirî de mezin dibin, çîrokên qirkirinên bav û kalan weke parçeyeke ji bîra hevpar (collective memory) hîn dibin û bi vî awayî trawma ji nifşekê ber bi ya din ve vediguhere.
Girîfta bingehîn ew e ku di gelek dewletên serdest de, têkiliya di navbera dewlet û kesên ji komên etnîk an dînî yên kêm de li ser bingeha şik, guman û metrisiyê ye. Dezgehên dewletê ne weke xizmetkar, lê weke çavkaniyên tehdîdê têne dîtin. Di rewşeke wiha de, mirov çiqas jî rasterast rûdanek qewimî nejiya be, civak di rewşeke giştî ya hişyariya zêde (hypervigilance) de ye. Ev rewş bi xwe trawmatîze dike û jiyana rojane bi awayekî neyînî dijwar dike.
Tîpên Trawmayê
Yek ji taybetmendiyên herî girîng ên trawmaya civakî ya bindestan ew e ku sê tîpên trawmayê di heman demê de hene û bi hev re bandorê dikin. Trawmaya nifşguhezî, trawmaya hevpar û trawmaya takekesî weke hev têne û rewşeke pir aloz diafrînin ku hewce dike çavnigariya kûr û çareseriyên pir-astî/dîmenî (multidimensional). Trawmaya nifşguhezî (transgenerational trauma) dema ku trawma ji nifşekî derbasî nifşên paşîn bibe tê gotin. Ev ne tenê bîranîneke çandî ye, lê herwiha têkiliyeke derûnî û cismî ye. Lêkolînan îspat kirine ku nifşê sêyem ên ku îro dijîn hîn jî nîşaneyên trawmayê nîşan didin, herçiqas rasterast van rûdanan nedîtibe jî. Trawmaya hevpar (collective trauma) trawmaya ku tevahiya komek, civakek an jî giravek bi hev re parve dike ye. Trawmaya takekesî (individual trauma) her mirov bi awayekî taybet dijî. Kesên ku îşkence, tecawiz, kuştina malbatan an jî qirkirinên din dîtine, trawmayên takekesî yên kûr peyda dikin. Ev trawma dikare bibe sedema NSPTê – Nexweşiya Strêsa ya Piştî Trawmayê (PTSD – Post-Traumatic Stress Disorder), depresyon, rageşî (anxiety) û kêşeyên derûnî û giyanî yên din. Lê dema ku ev trawmaya takekesî di nav trawmaya hevpar û nifşguhezî de be, ew zêdetir aloz dibe û dijwar e were dermankirin, ji ber ku ne tenê bîranînên şexsî, lê herwiha bîranînên civakî û nifşî di nav hev de ne.
Tabû û Bêdengî
Yek ji kêşeyên herî mezin di dermankirina trawmayê de bêdengî (silence) ye. Di gelek civakên bindest de, behsa trawmayên derbasbûyî weke tabûyekê (taboo) ye. Ev bêdengî bi sedan sedeman tê ravekirin û bi gelek awayan xuya dibe. Bêdengiya siyasî yek ji wan e: rejîm û dewlet naxwazin ku li ser qirkirinên borî were axaftin, ji ber ku ev dikare xwestina dadê (justice) û hesabdayînê (accountability) peyda bike. Lê bêdengî ne tenê ji dewletê tê sepandin. Di nav civakê de jî bi taybetî li ser mijaran weke tecawiz, dîlî an şideta cinsî, bêdengî heye. Ev bêdengî ji tabûyên çandî, ji tirsa deqkirina civakî (social stigma) û ji fikra ku “em divê bêdeng bin” peyda dibe.
Herwiha, di nav civakan de jî carna bêdengî ji xwe-parastinê (self-protection) peyda dibe. Dema ku mirov di nav civakeke ku hîn jî şîdet heye de be, axaftina li ser trawmayê dikare tirsnak be û mirov xwe di metirsiyê de bibîne. Di rewşên wiha de, bêdengî ne herdem bijartinek e, lê carna stratejîyek a jiyanê ye. Ev girîft pêvajoya dermankirinê gelekî dijwar dike, ji ber ku dema ku mirov nikare li ser trawmaya xwe bipeyive, ew trawma di hundir de dimîne û zêdetir dijwar dibe.
Dîroka Devkî Weke Alaveke Dermankirina Civakî
Dîroka devkî (oral history) metodeke lêkolînê ye ku li ser vegotinên takekesên ku rûdanan dijîne bingehdaye. Ev metod bi taybetî ji bo civak û komên ku dîroka wan bi awayekî fermî nehatiye nivîsandin an jî hatiye înkar kirin, pir girîng e. Di rewşa bindestan de, gelek ji van trawmayên ku em behsa wan dikin di dîroka fermî de cih nagirin an jî bi awayekî gelekî cuda têne vegêran. Dîroka devkî dengê wan ên ku di dîroka fermî de nayên bihîstin dide. Vegotin (narration) û şadetiya (testimony) dibe hem alaveke dermankirina takekesî, hem jî alaveke xebata dîrokî û civakî. Belgekirin (documentation) ne tenê arşîvek e, lê kareki dijî jibîrkirinê (forgetting) ye. Ji bo mexdûran, ev pejirandinek e ku jan û trawmaya wan a rastî ye, ku wan ne xewn dîtine û ku ew ne tenê ne. Ji aliyê civakî ve, ev alaveke pêşîgirtina dubare bûna van trawmayan e, ji ber ku dema ku rûdan têne tomar kirin û parve kirin, nifşên siberojê fêr dibin ku çi qewimî û çawa dikare were pêşîlêgirtin.
Lê komkirina dîroka devkî pêvajoyeke peljen e ku hewce dike hirmet û etnîka lêkolînê (research ethics). Hîkayeyên mexdûran bi giranî û hêja pêwîst e werin bihîstin, bê ku werin bikar anîn tenê weke “daneyên lêkolînê”. Dema mirov li ser trawmayan dipeyive, dikare ji nû ve trawmatîze bibe, ji ber vê jî pêwîst e ku palpiştiya derûncivakî (psychosocial support) hebin. Herwiha, vegotinên tomarkirî divê bi awayekî profesyonel werin parastin û ji bo nifşên siberojê werin hilanîn, ji ber ku ev ne tenê kitêb in, lê wesiyetname (testament) ji bav û kalên me ne.
Riya Aştiyê
“Beriya hertiştî, ger bîranîn – şexsî yan jî hevpar – bin binpêkirin, tabûkirin an guhertin, çanda civakekê jî ji ve yekê nikare xwe rizgar bike û xwe vediguherîne.” Ev hevok bingeha têgihiştina pêvajoya aştiyê (peace process) ye. Aştî ne tenê bi hevgirtinameyan (peace agreements) an jî bi reformalên siyasî peyda nabe. Aştiya rastîn hewce dike ku civak bikare bi trawmayên xwe yên borî re rû bi rû bibe, wan nas bike û ji wan fêr bibe.
Gava yekem a vê pêvajoyê naskirin û pejirandin e. Dewlet û civak divê binasîne ku qirkirin û trawmayên dîrokî qewimîne. Ev naskirina fermî (official recognition) ji bo mexdûran gelekî girîng e, ji ber ku dema ku trawmaya wan tê înkar kirin, ew hîs dikin ku êş û daxên wan bêarmanc in û kes guh nade wan. Lê dema ku dewlet an civak dibêje “erê, ev bûye û ev xelet bû”, ev gava yekem a dermankirinê ye.
Piştî naskirinê, pêwîstiya dadê tê. Ev ne tenê cezadana kesên berpirsyar e, lê herwiha têgihiştinek e ku ev kiryar nederbasî bin û hewcedariya hesabdayînê heye. Mekanîzmayên weke dada derbasbûyînan (transitional justice), komîsyonên rastiyê (truth commissions) û dadgehên navneteweyî dikarin di vê warê de rol bilîzin. Lê ev têrbes nîne, ji ber ku dad ne tenê ceza ye, lê herwiha rêzgirtina mecbûrûyek a mirovan e û garantîkirina ku ev tiştên wiha dîsa çênebin e.
Diyalog û aştbûna civakî (social reconciliation) pêvajoyeke pir dijwar e, bi taybetî di civakên ku şîdet û trawma dîtine de. Komên bîranînê yan jî xaniyên bîranînê (memory sites/houses) jî di vê pêvajoyê de roleke girîng dilîzin. Ev cihên sîmbolîk in ku li wir civak dikare bi bîranînên xwe re rû bi rû bibe.
Derûnterapî di Konteksta Civakî de
Trawma ne tenê mijareke civakî û siyasî ye, lê herwiha mijareke derûnî û giyanî ye ku hewcedariya wê bi derûnterapiya profesyonel heye. Di salên dawî de, têgihiştina me ya li ser trawmayê gelek pêşketiye û terapiyên nû yên taybetî ji bo trawmayê hatine pêşxistin. Lê ji bo gelên bindest, divê em bi hişyarî derûnterapiyê bi çandê re guncav (culturally appropriate) bikin. Metodên terapîyê yên ku li Ewropa an Amerîkayê hatine pêşxistin, carna nikarin rasterast ji bo bindestan werin bikar anîn, ji ber ku têgihiştinên çandî yên li ser derûn, malbat, civak û dîn cuda ne. Ji ber vê jî rêbazên civakî yên weke nêzîkbûnên ku bi tevahiya civakê re kar dikin (community-based approaches), rîtûelên hevpar ên şînûşûnê an jî bîranînê û palpiştiya manewî dikarin di dermankirinê de gelekî girîng bin.
Herwiha, divê em têgihiştina trawmayê di konteksta civakî û siyasî de bikin. Dema ku derûnterapîst dibêje “tu divê trawmaya xwe qebûl bikî”, lê ew kes hîn jî di nav rewşeke ku şîdet berdewam dike de ye, ev karîger nîne, lê herwiha dikare zirardar be. Bi gotineke din, dermankirina trawmayê hewce dike ku dad hebe, naskirina civakî hebe û garantiyeke ku ev tiştên wiha dîsa çênebe hebe. Bê van mercan, terapiya takekesî dikare alîkar be, lê nikare tevahiya girîftê çareser bike.
Astengên Siyasî
Gelek dewlet naxwazin ku li ser qirkirinên borî were axaftin û siyaseta înkarkirinê (politics of denial) berdewam dike. Ev ne tenê li ser bingeha nasnameyê ye, lê herwiha ji ber ku naskirina qirkirinên borî dikare xwestina dad û guherandinên siyasî û civakî peyda bike. Herwiha, berdewamiya şer û nakokiyan pêvajoya dermankirinê dijwar dike, ji ber ku mirov nikare li ser trawmayên borî bixebite dema ku trawmayên nû têne afirîn. Tabûyên çandî, deqkirin li ser nexweşiyên derûnî û rola cinsiyetê (gender roles) dikarin asteng bibin. Bi taybetî jin û keçên ku tûşî şideta cinsî bûne, zêdetir dijwarî dikişînin di vegotina derbasbûyên xwe de, ji ber ku di gelek civakan de ev weke şerm tê dîtin û ew tên serzanişt kirin, ne kesên ku ev kiryar kirine. Ev rewş ne tenê neadil e, lê herwiha pêvajoya dermankirinê dijwar dike.
Li warê bindestan gelek caran xizmeta dermankirina derûnî yan tune ye yan jî pir kêm e. Terapîstên taybet ji bo trawmayê, xizmetên palpiştiya derûncivakî û platformên ku mexdûr dikarin bi hev re bipeyivin pêwîst in, lê carna nîn in. Herwiha, kes û dezgehên ku bi mexdûran re kar dikin, bi xwe jî dikarin di bin bandorên trawmayê de bimînin. Ev trawmaya duyemmane (secondary trauma) an jî wesandin (burnout) pêwîst e were nas kirin û were dermankirin, ji ber ku ger kesên ku alîkariyê dikin bixwe di bin zextê de bin, ew nikarin bi awayekî bandordar kar bikin.
Siberoj
Em dikarin bibêjin ku dermankirina trawmayê ne karekî hêsan e û hewce dike hewldana hevpar a hem takekesan hem civakê û hem jî dewletê. Lê ev ne kareke bêarmanc e. Mîrateke gelek civakên ku ji trawmayên mezin derbas bûne nîşan dide ku dermankirina civakî mimkin e, herçiqas zehmet be jî.
Gava Yekem Em bêdengiyê bisekînin û dest pê bikin ku li ser trawmayan bipeyivin. Ev ne tenê ji bo mexdûran e, lê ji bo tevahiya civakê ye, ji ber ku bê têgihiştina borî, em nikarin siberojeke baştir ava bikin. Dîroka devkî û belgekirin di vê warê de roleke mezin dilîzin, ji ber ku ew dengê wan ên ku di dîroka fermî de nayên bihîstin didin û ji jibîrkirinê diparêzin.
Gava Duyem Dewlet û rêxistinên civakê divê bijartine ku li ser van rûdanan rû bi rû bibin û binasîne ku ev bûye û xelet bû. Ev ne tenê ji bo mexdûran e, lê ji bo tevahiya civakê ye, ji ber ku naskirin bingeha bawerî û têkiliyên civakî yên tendirûst e.
Gava Sêyem Kesên ku ev qirkirin kirin divê wan bibin ber dadmendiyê, ne ji bo tol û heyfê, lê ji bo garantîkirina ku ev tiştên wiha dîsa çênebin. Dad ne tenê li ser derbasbûyî ye, lê herwiha li ser parastina siberojê ye.
Gava Çarem Di nav civakên ku şîdet û trawma dîtine de, diyaloga navbera komên cuda pir dijwar e, lê bê vê diyalogê aştiya domdar nabe. Platformên ku li wir kesên ji hemû ol û etnîsîtan dikarin bi hev re bipeyivin, çîrokên hev bibihîsin û têkiliyên mirovane ava bikin, pir girîng in.
Gava Pêncem Terapiyên taybet ji bo trawmayê û palpiştiya derûncivakî hewce ne û divê bi awayekî ku bi çandê re guncav bin werin pêşkêş kirin. Herwiha, rêbazên civakî yên weke nêzîkbûnên bi civakê re û palpiştiya manewî dikarin di dermankirinê de roleke girîng bilîzin.
Encam
Şîdet û trawma ji bo bindestan ne tenê mijarên borî ne, lê rasteqîniyên ku hîn jî bandorên xwe li ser jiyana îroyîn didomînin in. Trawmaya nifşguhezî, trawmaya hevpar û trawmaya takekesî weke hev têne û rewşeke pir aloz diafrînin ku hewce dike çavnigariya tevahiyî û çareseriyên pir-astî û dîmenî.
Beriya hertiştî, divê em têbigihin ku trawma ne tenê mijareke şexsî ye, lê mijareke civakî û siyasî ye. Ji ber vê jî dermankirina wê hewce dike ne tenê derûnterapiya takekesî, lê herwiha veguherandinên civakî û siyasî ye. Bê naskirina fermî, dadê û garantiya ku ev tiştên wiha dîsa çênebin, dermankirina tevahiyî dijwar e.
Dîroka devkî û belgekirin di vê pêvajoyê de roleke girîng dilîzin. Vegotinên takekesî dema ku têne tomar kirin û parve kirin, dibin perçeyekî bîra hevpar û ji jibîrkirinê diparêzin. Herwiha, ew dengê wan ên ku di dîroka fermî de nayên bihîstin didin û hêz didin mexdûran ku li ser trawmayên xwe bipeyivin. Ev xebata belgekirinê ne tenê ji bo îro ye, lê herwiha ji bo nifşên siberojê ye, ji ber ku ev wesiyetnameyên bav û kalan ne û divê werin parastin.
Diyalog û aştbûna civakî pêvajoyeke dirêj û dijwar e, lê riya din tune ye. Ger em bixwazin ku siberojeke ji ya îro baştir ava bikin, divê em bikarin bi hev re bipeyivin, çîrokên hev bibihîsin û têkiliyên nû ên li ser bingeha hirmet û bawerbûnê ava bikin. Ev ne kareke hêsan e û hewce dike adîl, sabirbûn û baweriya ku guherandin mimkin e. Lê mîrata gelek civakên ku ji trawmayên mezin derbas bûne û şiyan ku aştiyê ava bikin nîşan dide ku ev ne xeyal e, lê realîteyeke ku dikare were jiyankirin.
Terapiyên nû yên trawmaya raguhestinê (transmission trauma) û nêzîkbûnên ku hem li ser takekesan û hem jî li ser civakê kar dikin dikarin di vê warê de bandordar bin. Lê herwiha, divê em ji bîr nekin ku dermankirina tevahiyî hewce dike ne tenê hewldanên derûnî, lê herwiha guherandinên siyasî, civakî û çandî ku garantî dikin ku şîdet û trawmayên wiha dîsa çênebin.
Riya ber bi dermankirinê dirêj e û carna bi jan e, ji ber ku hewce dike ku em bi trawmayên xwe yên borî re rû bi rû bibin û wan qebûl bikin beriya ku em bikaribin ji wan derbas bibin. Lê ev riya yekane ye ku dikare me bigihîne siberojeke ku tê de jiyan ne di bin siya trawmayê de ye, lê di ronahiya hêviyê de ye. Û ev ne tenê hêviyeke razber e, lê hêviyeke şênber e ku li ser bingeha dad, naskirinê, diyalogê û dermankirina civakî dimîne.
Termên Sereke
Trawma (Trauma): Jana derûnî û giyanî ya kûr ku piştî rûdaneke an rûdanên şokê derdikeve û bandorên demdirêj li ser derûn û laşê mirov dihêle. Trawma dikare ji şîdet, windabûn, îşkence an êrîşên din peyda bibe.
Şideta Siyasî (Politically Motivated Violence): Şideta ku ji aliyê dewlet, dezgeh an koman ve bi armancên siyasî tê bikar anîn. Ev dikare îşkence, kuştin, revandin an înkara mafên bingehîn be.
Trawmaya Takekesî (Individual Trauma): Trawmaya ku takekes bi awayekî şexsî dijî û bandorên wê li ser derûn, laş û jiyana rojane ya wî takekesî xuya dibin. Her mirov bi awayekî cuda trawmayê dijî û derman dibe.
Trawmaya Hevpar (Collective Trauma): Trawmaya ku tevahiya komek, civakek an giravek bi hev re parve dike. Ev trawma ne tenê ji mexdûrên rasterast, lê ji tevahiya civakê re têkildar e û di bîra hevpar de cih digire.
Trawmaya Nifşguhezî (Transgenerational Trauma): Trawmaya ku ji nifşekê ber bi nifşê din ve vediguhere. Zarokên ku piştî rûdanên trawmatîk ji dayîk dibin, herçiqas rasterast wan rûdanan nedîtibe jî bandorên trawmayê li ser wan xuya dibin. Ev hem bi rêya bîranîna çandî, hem jî bi rêya guherandinên derûnî û cismî vediguhere.
Bîra Hevpar (Collective Memory): Bîranînên hevpar ên ku civakek an komek parve dike. Ev bîranîn ne tenê bîranînên takekesî ne, lê çîrok, rîtûel, çand û dîroka hevpar a ku ji nifşekê ber bi ya din ve tê raguhestin.
NSPT – Nexweşiya Strêsa ya Piştî Trawmayê (PTSD – Post-Traumatic Stress Disorder): Nexweşiyeke derûnî ya ku piştî rûdaneke trawmatîk peyda dibe. Nîşaneyên wê: xewnên xirab, vegerîna bîranînên êşdar, hişyariya zêde û veguherînên di kêfxweşî de.
Rageşî (Anxiety): Rewşeke derûnî ya ku tê de mirov bi awayekî berdewam tirs, nîgeranî û bi hişyariya zêde ye. Di rewşên trawmatîk de, rageşî dikare pir bi hêz be û jiyana rojane dijwar bike.
Hişyariya Zêde (Hypervigilance): Rewşeke ku mirov herdem di haleke amadebûnê de ye û li tehdîdan digere, herçiqas di dema heyî de tehdîdek tune jî be. Ev yek ji nîşaneyên sereke yên trawmayê ye.
Palpiştiya Derûncivakî (Psychosocial Support): Xizmetên ku hem alîkariya derûnî û hem jî alîkariya civakî pêşkêş dikin. Ev ne tenê derûnterapî ye, lê herwiha palpiştiya civakê, malbatê û xizmeten din in ku alîkariya dermankirinê dikin.
Terapiya bi Çand re Guncav (Culturally Appropriate Therapy): Metodên dermankirinê yên ku bi nirx, bawer û têgihiştinên çandî yên civaka wê mexdûr re têne hevaheng kirin.
Nêzîkbûnên bi Civakê re (Community-Based Approaches): Rêbazên dermankirinê yên ku bi tevahiya civakê re kar dikin, ne tenê bi takekesan re. Ev nêzîkbûn rola civak, malbat û palpiştiya hevpar balkêş dike.
Trawmaya Duyamane (Secondary Trauma): Trawmaya ku kesên ku bi mexdûran re kar dikin (terapîst, karkerên civakî, lêkoler) peyda dikin. Ev trawma ji guhdarîkirina berdewam a çîrokên trawmatîk peyda dibe.
Wesandin (Burnout): Rewşeke wesînê ya cismî, giyanî û hesî ya ku ji xebata dirêj û zext peyda dibe. Di xebatên bi mexdûrên trawmayê re de, wesandin pir hevpar e.
Dîroka Devkî (Oral History): Metodeke lêkolînê ya ku li ser vegotinên kesên ku rûdanan rasterast dijîne bingehdaye. Ev metod dengê wan ên ku di dîroka fermî de nayên bihîstin dide.
Belgekirin (Documentation): Pêvajoya tomarkirina rûdan, vegotinan û daneyan ji bo nifşên îro û siberojê. Belgekirin alaveke dijî jibîrkirinê ye û dîroka fermî digere û pir dike.
Vegotin (Narration): Pêvajoya vegotina çîroka mirov. Di dermankirina trawmayê de, vegotina çîroka xwe dikare hem alîkar û hem jî dijwar be, lê pir girîng e ji bo têgihîştin û dermankirinê.
Jibîrkirin (Forgetting): Pêvajoya windakirina bîranînan, yan bi awayekî xwezayî yan jî bi awayekî siyasî hatiye sepandin. Siyaseta jibîrkirinê carina ji aliyê dewletan ve tê bikar anîn ku li ser qirkirinên borî were bedeng man.
Wesiyetname (Testament): Tomareke dîrokî ya ku weke mîrat ji nifşên borî bo nifşên siberojê tê hilanîn. Vegotinên mexdûran weke wesiyetnameyên dîrokî têne dîtin.
Dad (Justice): Xwestina ku qirkirin werin nasandin, berpirsiyar bibin ber dad û mexdûr mafên xwe bistînin. Dad ne tenê ceza ye, lê herwiha naskirina rastiyê û garantîkirina ku ev tiştên wiha dubare nebin e.
Hesabdayîn (Accountability): Prensîba ku kesên ku qirkirin kirine divê berpirsiyariyê li ser xwe bigirin û ber ceza bikevin. Hesabdayîn ji bo pêşîgirtina dubarebûna qirkirinên wiha pir girîng e.
Dada Derbasbûyînan (Transitional Justice): Mekanîzmayên dadî yên ku di dema guherana rejîm an dawiya şer de têne bikar anîn. Ev dikare komîsyonên rastiyê, dadgehên taybetî, kompensasyon û reformên dezgehî be.
Komîsyonên Rastiyê (Truth Commissions): Dezgehên ku bi armanca lêkolînkirina û nasandina qirkirinên borî têne avakirin. Armanca wan nasandina rastiyê ye, ne tenê cezakirin.
Naskirina Fermî (Official Recognition): Pejirandina fermî ya dewlet an dezgehên mezin a ku qirkirin qewimîne. Ev naskirin ji bo mexdûran û civak pir girîng e û gava yekem a dermankirinê ye.
Aştbûna Civakî (Social Reconciliation): Pêvajoya ku tê de civakên ku şîdet dîtine dest pê dikin ku têkiliyên nû ên li ser bingeha hurmet, bawerbûn û hevkariyê ava bikin. Ev pêvajoyeke dirêj û dijwar e lê ji bo aştiya domdar hewce ye.
Komên Bîranînê (Memory Sites/Houses): Cihên sîmbolîk ên ku ji bo bîranîna qirkirinên borî û rêzgirtina mexdûran têne avakirin. Ev cih dikarin mûze anît an navenda çandî bin.
Revandin û Ciguhêziya bi Darê Zorê (Forced Displacement): Derxistina mirovan ji mal û warê wan bi awayekî bi zor. Ev dikare ji aliyê dewlet, hêzên leşkerî an koman ve were kirin û yek ji qirkirinên mezin ên mafên mirovan e.
Jenosîd (Genocide): Hewldana tunekrina bi awayekî sîstematîk a komeke etnîk, dînî an niştîmanî. Li gorî rêzika navneteweyî, jenosîd yek ji cinayetên mezin ên dijî mirovahiyê ye.
Deqkirina Civakî (Social Stigma): Nîşana neyînî ya ku civak li kesek an komek dike û dibe sedema dûrxistin, şerm an cudakariyê. Di warê trawmayê de, stigma li ser nexweşiyên derûnî an mexdûrên şideta cinsî pir hevpar e.
Bêdengî (Silence): Axaftinnekirin li ser rûdan, trawma an girîftan. Bêdengî dikare ji tirsan, şerman, tabûyan an jî ji zexta siyasî peyda bibe. Bêdengî yek ji astengên mezin ên dermankirina trawmayê ye.
Tabû (Taboo): Mijar an kiryarên ku di nav civakê de weke qedexe an şerm têne dîtin û mirov naxwaze li ser wan bipeyive. Di warê trawmayê de, gelek mijar (tecawiz, şideta cinsî, nexweşiyên derûnî) weke tabû têne dîtin.
Siyaseta Înkarkirinê (Politics of Denial): Stratejiya siyasî ya ku dewlet an rêxistin bi rêya wê qirkirinên borî înkar dikin, kêm dihesibînin an jî diseriçînin. Ev yek ji astengên mezin ên dad û dermankirinê ye.
Xwe-parastin (Self-Protection): Stratejiyên ku mirov ji bo parastina xwe û malbata xwe ji metirsî bikar tîne. Di rewşên şidetê de, bêdengî an veşartina bîranînan dikare stratejîyek a xweparastinê be.
Rola Cinsiyetê (Gender Roles): Piştbendiyên civakî yên li ser çawa jin û mêr divê bimeşin, biaxivin û li hemberî rewşan bigerin. Di warê trawmayê de, rola cinsiyetê dikare astengeke mezin be, bi taybetî ji bo jinên mexdûr.
Çavkanî
Alexander, J. C. (2012). Trauma: A Social Theory. Cambridge: Polity Press.
Caruth, C. (1996). Unclaimed Experience: Trauma, Narrative and History. Baltimore: Johns Hopkins University Press.
Danieli, Y. (Ed.). (1998). International Handbook of Multigenerational Legacies of Trauma. New York: Plenum Press.
Herman, J. L. (2015). Trauma and Recovery: The Aftermath of Violence – From Domestic Abuse to Political Terror. New York: Basic Books.
Van der Kolk, B. A. (2014). The Body Keeps the Score: Brain, Mind and Body in the Healing of Trauma. New York: Viking.


