Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Edîtor»Nameya Edîtor
Edîtor

Nameya Edîtor

Erol BaşakBy Erol Başak09/12/2025Updated:18/01/2026Şîrove tune ye4 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Silav xwînerên ezîz.

Em hatin dawiya sala 2025an. Herwiha kovara me jî yek saliya xwe temam dike. Ev 12 meh in bi keda nivîskar û xebatkarên me û bi palpiştiya we xwînerên ezîz, The Raising of Kurds diweşe.

Me bi hêviya ku 2025 bibe sala me Kurdan dest bi vê salê kiribû. Gava em çavên xwe bigrin û rûdanên mehên borî xeyal bikin, meriv dikare bêje ku tiştên xweş bo me kurdan qewimîne. Kurd li ernîgariya xwe êdî nêzikî li hev dikin. Rojava ji qonaxên dîrokî derbas dibe û nêzîkê statuyeke fermî dibe. Li Bakur Kurd bêtir bihêz in di qada siyasetê de. Hewlên rêberê PKKê Abdullah Ocalan ji bo aştiyeke mayînde fêkî didin. Rûdana herî mezin bêguman biryara çekdanînê ya PKKê ye di sala 2025an de. Hêvî ew e ku êdî Kurd li deverên xwe di nava aramîyê de bijîn û ev yek aborîya gel xurt bike û bajarên Kurdan bêtir pêşbikevin ji her aliyê ve.

Em werin ser hejmara 12an a kovara xwe. Di bergê kovara vê mehê de serhildana Şêx Seîd heye. Di ser serhildan û bidarvekirina Şêx Seîd de 100 sal derbas bûn. Di encama têkçûna serhildanê de gelek rewşenbîrên kurd li deverên din yên kurdî xwe girtin. Mamoste Konê Reş behsa wan kesên ku hatine binxetê dike û wan zana û rewşebîran çawa tesîr li Rojavayê Kurdistanê kiriye radixe ber çawan. Ji ber girîngiya vê mijarê, me di bergê kovarê de cî dayê.

Her sal ji 25ê Mijdarê heya 10ê Kanûnê wek “Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî” tê pîrozkirin. Nivîskara me Muqades Agirî ji bo balê bikşîne ser vê mijarê û behsa wan jinên jîr bike gotarek pêşkeş kir: Jin Dê Dawî Li Şîdeta Sîstematîk Bînin.  

Nivîskar Brahîm Alûcî dîsa di warê psîkolojiyê de gotareke gelek hêja amade kir. Mamoste Alûcî ji perspektîveke derûncivakî li meseleyê dinêre: Sîdet, Trawma û Bîra Civakî.

Nivîskar Dilazad ART encamên xebateke hêja bi me re parve kir. Wî li ser çanda Kurdan taybet li bajarê Êlihê lêkolîn kiriye. Digel 7 pîrejinên nexwende sohbet kiriye û ew encama xebatê wiha bilev dike: Di vê xebatê de diyar bû ku li herema Batmanê çanda daweta, çanda listikên zarokan, çanda çandiniye, çanda xwarin û vexwarinê, çanda xwedîkirina heywanan, çanda kevneşopiyên mirovan, çanda rabûn û rûniştinê derketiye pêş.

Nivîskarê me yê Mûşî Ozan Serhedî dîsa bi çîrokeke xweş bi me re ye. Çîrok li devera deşta Mûşî û nêzikê Gilîdaxê derbas dibe. Lehenga çîroka me keçeke Kurd a bedew e ku bi xweşîkiya xwe bi nav û deng e û hem jî xanimeke jîr e. Nivîskar wiha nav lê kiriye: Xezala Gilîdaxê.

Nivîskarê me yê hêja Rûmet Med jî vê mehê kurteçîrokeke xwe bo kovara me parve kir: Xurdefiroş û Sê Teker

Di çarçoveya Nameyên Derengmayî yên Evînê de nivîskar Mihyedîn Nahrîn ji dosyeya xwe nameyek din derxist: Zewac Mîna Dansê Ye.

Nivîskarê me Faîk Ocal di beşa danasîna pirtûkan de pirtûka Bîranînên Ji Agir A Cesim Soylu bi me dide nasîn. Ocal dibêje di pirtûkê de şeş çîrok hene û her şeş çîrok jî bi zimanekî estetîk hatine vegotin. Pirtûk di sala 2018an de ji Weşanên Sîtavê derketiye.

Kovara meha Kanûnê bi beşa Fotoşirove diqede. Wênegir Dilazad ART bi me re du wêneyên xwe parvekirin:

Wêneya yekem: Ji çanda Kurdî, Danûk û Hişkirina savar ya li ser bana.

Wêneya duyem: Ji avasaziya Kurdî, Pira Malabadê.

Hejmara 12an jî amade û li ber destê we ye. Hûn dikarin li ser malpera me www.theraisingofkurds.com hemû nivîsên vê hejmarê û hejmarên berê bixwînin. Her wiha hûn dikarin PDFa hemû hejmarên kovarê daxînin.

Bimînin dixweşiyê de.

 

 

 

 

Nameya Edîtor The Raising Of Kurds 12
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Erol Başak

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî

Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne

The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.