Bêguman Sed sal dîrokek dirêj e. Sed sal çerxek e. Sebaretî derbasbûna 100 sal, di ser serhildana Şêx Seîd de, bi min xwese ku ez dewla xwe di ava bîra vê bîranînê de, li dor bandora wê li Kurdên Rojavayê Kurdistanê kiriye dakim.
Erê.. Bi min xweş e ku ez bandora serhildna Şêx Seîdê Pîran ku li xelkên Rojavayê Kurdistanê hatiye kirin ji xwendevanan re raxînim ber çavan.. Wek ku gelek caran min gotiye; Rojavayê Kurdistanê ji sê beşan pêk tê: Efrîn, Kobanî û Cizîr, berewamiya bakurê Kurdistanê ne. Belê wek ku diyare piştî peymana Sykes–Picot di sala 1916an de û bi taybetî piştî danîna herdu şivên hesin ji bo tirêna Berlîn–Bexdayê, di sala 1917an de. Hingê xelkên çiya û deştê, ji hev dûr ketin û her yekî navekî nû li yên din kir; Yên binya Xeta Almanî ji yên di ser xetê re gotin Serxetî û yên di ser xetê re ji yên di bin re got Binxetî û wiha em bûn Serxetî û Binxetî. Vêca ji ber ku ez ji Binxetê/ Cizîra Rojava me û bêtir serwextî civaka wê me, nêzîkî Efrîn û Kobanî nabim, nezêde serwextî civaka wa me.
Di destpêka çerxê bîstan de, Cizîra Binxetê; sentera Kurdên Rojava bû û bajarê Amûdê tekane bajar bû di Cizîrê û Beriya Mêrdînê de. Hingî ne Qamişlo, ne Hesekê, ne Dêrikê û ne Derbasiyê hebûn. Dikarim bibêjim ku Efrîn û Kobanî jî wek bajar nebûn. Bi tenê bajarê Amûdê hebû. Amûdê bajarekî xwerû kurdî bû û di bin hêza eşîra Deqoriyan de bû. Amûdê wek dilê Beriya Mêrdînê û paytexta kurdan li Rojava dihat dîtin. Bi gotineke din Binxetê wek dergehekî bû ji derbasbûna xelkên Serxetê re. Hingî bajarê Nisêbînê wek gundekî bû. Di wan salan de civaka Kurdên Rojava bi hersê beşên xwe ve, civakeke koçerî bû; bi xwedîkirina sewalan û çandiniyê mijûl bûn. Pey sewalên xwe diçûn zozanan û vedigeriyan germiyanên xwe. Piraniya eşîrên wê ji ber cehalet û nezaniyê berberiya hev dikirin. Civatek destpêkê bû! Kesî ji xelkên wê ne bi Tirkî û ne bi Erebî zanîbû. Ji deh gundan yekî xwendevan di nav wan de nebû. Belê her ku bûyerek nexweş û fermanek bi serê xelkên çiyayî ve anku Kurdên Bakur ve dihat û rêk li wan teng dibû, berê xwe didan başûr, dihatin nav kurdên Rojava, bajarê Amûdê û jê li gundên Beriya Mêrdînê belav dibûn. Li gor dîrokê Amûdê wek rawestgehekê bû ji mihacir û penaberên Kurdên Bakur re. Û ji Amûdê û Binxetê derbasî Beyrûtê û Mûsilê dibûn. Xelkên Rojava jî bi singeke fireh pêşwaziya wan dikirin. Bi qedir û qîmet ew hembêz dikirin.
Bi hilweşandina imperatoriya Osmanî re û damezirandina Cimhuriyeta Kemalî re di sala 1923an de, nexasim piştî serhildana Şêx Seîdê Pîran di sala 1925an de û bidarvekirina wî û 46 hevalên wî re li Amedê, ku va 100 sal derbas dibin û ku di pey re jî, van serhildanan berdewam bi mêranî kiriye û têkçûne: serhildana Araratê di salên (1927-1931) de, serhildana mala Eliyê Ûnis li Sasonê di salên (1925-1936) de, serhildana Seyid Riza di sala 1937an de li Dêrsimê û ji encamê hovîtiya kemalîstan dijî Şêx, Beg, rewşenbîr û Axayên Kurdan gelek ji serkêşên wan serhildanan hatin kuştin û sirgûnî Anadola Rojava bûne û di encam de gelek ji şêx, mele, rewşenbîr û zanayên kurdan yên mayî ku ji mirinê filitîn û jiyana wan di metirsiyê debû, ji neçarî Bakurê Kurdistanê li paş xwe hiştin û berê xwe dan nav Kurdên Binxetê.
Piraniya wan, xwe li Binxetê/ Cizîrê, nav kurdên Rojava, bajarê Amûdê û deverên din girtin û wek ku dixwestin jiyana xwe berdewam kirin; Mizgeft, tekî û hicrik ava kirin. Gelek ji wan şêx û meleyan hatin bajarê Amûdê, li mala Şêx Ehmedê Bavê Kal zêdebûn ev bûn wek: Şêx Ehmedê Kesk an (Şêx Ehmedê Qadirî), Şêx Beşîrê Hamidî, Şêx Behaeddînê Zîlanî (Şêxê Doda), û Şêx Îbrahîm Heqî xwe li gundê Hilwa girt, Şêx Mehmûdê Qere Qoyê, Şêx Mihemed Îssa xwe li herêma kîkan girtin, Şêx Abdulrehmanê Garisî xwe li Eyndîwerê girt û weha li gelek deverên Binxetê Belav bûn.
Bi wan re jî, gelek beg, rewşenbîr û axayên Kurdan, malbat û beşên eşîran ji Mêrdînê, Amedê, Batmanê, Cizîra Botan, Licê, Dêrka çiyayê Mazî, Bagokê, Omeryan, Tora Abdînê, Tora Mihelmiyan û Tora Seyidan, hatin Binxetê, xwe li bajar û gundên Rojava girtin wek: Şêx Abdulrehîm birayê Şêx Seîd, Haco Axa, Emîn Axa Perîxanê, Kor Hisên Paşa, Hacî Mûsa Begê Xwêtlî xwe li gundê Dugirê girtin, Dr. Ehmed Nafiz Beg Zaza û birayê wî Dr. Nûredîn Zaza pêre xwe li Heleb û Şamê girtin, malbata Cemîl Paşa bi serokatiya Qedrî Beg û Ekrem Begê Cemîl Paşa xwe li Derbasiyê û Hesekê girtin, Malbata Eliyê Ûnis xwe li Qamişlo û gundên derdorê girtin, Osman Sebrî xwe li Kobanîyê girt, Qedrî Can û Reşîdê Kurd xwe li Amûdê girtin, Dr. Nûrî Dêrsimî xwe li Efrîn û Helebê girt, Cemîlê Seyda xwe li gundê Dadoşiyê girt, Tewfoyê Dêreverî û Seyid xanê Ker xwe li Amûdê girtin, Mele Ehmedê Namê xwe li Til Şeîrê girt, Memdûh Selîm û Hemze Begê Miksê xwe li Şamê girtin, Şêx Mihemed Îssa xwe li gundê Til Êlûnê girt, Şêx Andulrehmanê Garisî xwe li Eyndîwerê girt, wek ku min gotiye.
Herweha dengbêjên Rojava baş stran li ser hina ji wan gotine, wek nimûne ev strana (Bavê Fexriya), ku bi navê keçeke Bişêrî hatiye gotin. Bavê Fexriya; Sebriyê Hecî Mihemed e ji mala Felîtê Qutto ye, axayê eşîra Reşkota ye. Wek ku diyare di sala 1927an de, di şerê Almedîna/ Batmanê de, eşîra Reşkotan û Belekan li ber dewletê rabûn û gernasiyeke mezin kirin. Di encam de wek ku seydayê Cegerxwîn dibêje; wan sê alayî ji leşkerên dijmin windakirin. Di wî şerî de Sebrî Bavê Fexriya birîndar dibe, ji ber jana birênê, xwe li Binxetê, gundê Kerengo ku nêzîkî bajarê Amûdê dikeve, digire.
Hingê keçike Bişêrî vê starana bi navê Bavê Fexriya davêje ser û dibêje: Bavê Fexriya qurba! Dora kaniyê dora min e. Bavê Fexro li Gêjo siware, dikî nakî Gêjo di bin de nasekine. Weyla li min, min porkurê! Çavê Bavê Fexriya li hêviya tasek ava destê min e! Bavê Fexriya îro sê ro birîndar e. Ezê rabim mala Erakêlê Hekîm.. Bêjim: Erakêlo! Qurba! Sîng û berê min keçikê bike melhema devê vê birînê!…. û wek strana ku dengbêj Abdulrizaqê Cirwa avêtiye ser Seyid Xanê Ger, dema ku hatibû bajarê Amûdê: Axawo.. Axawo.. ne ji hesinê ne ji demirî ne ji polawo.. Berê sê- çar salawo ji ber êrîşên hikumeta cimhûriyetê ne bilyayo..).
Hem jî dema ku dengbêjê navdar Mişoyê Bekboriyê Berazî strana Welato lo welato.. di dîwanxaneyan de digot, xelk serwextî bûyerên serhildana Şêx Seîd dibûn..
* * *
Jixwe wek ku diyare Mîr Celadet Bedirxan û birayê xwe Dr. Kamîran xwe li Şam û Beyrûtê girtibûn û di 5ê Çêriya pêşî 1927an de bi hevalên xwe re komeleya Xoybûnê li Libnanê damezirandin û bi serokatiya General Ihsan Nûrî Paşa agirê Serhildana Agirî bilid kirin..
Not: General Îhsan Nûrî Paşa di sala 1892an de li Bedlîsê çêbûye û di 25 Adara 1976an de li Tehranê çûye ber dilovaniya Xwedê. Ew li Tehranê, di goristana Buhiştî Zehraa de hatiye veşartin, bitenê li ser gora wî, bi Farisî Bazê Araratê hatiye nivîsandin.
Belê piştî têkçûna serhildana Şêx Seîd Pîran û serhildana Agirî, di serê bihara 1931ê de, Mîr Celadet Bedirxan di 15 Gulana 1932an de, kovara Hawar bi alfabeya latînî li Şamê weşand û dest bi şoreşa rewşenbîrî kir. Ew şoreşa wî bêtir bi hêza kurdên Bakurî bû, ewên ku ji bakurê Kurdistanê hatibûn Rojavayê Kurdistanê. Wan herdu kovarên wî (HAWAR, RONAHÎ) û herdu rojnameyên birayê wî Mîr Kamîran (ROJA NÛ û STÊR), bi berhemên xwe dixemilandin. Ew jî evbûn: Helbestvan Qedrî Can, ku roja îro mîrê helbesta Kurdî ya nûjen e, Osman Sebrî, yê ku di 14 Hizêrana 1957an de, bi çend hevalan re PDK/S damezirand Dr. Ahmed Nafiz Beg Zaza, yê ku wek bijîjkê kovara Hawarê bû.. Cegerxwîn, Mustefa Ehmed Botî, Dr. Nûredîn Zaza ku yekemîn serokatiya PDK/S li Sûriyê bû, Lawê Findî, Hesen Hişyar, Reşîdê Kurd, Ehmed Namî û Qedrî Cemîl Paşa. Erê.. Kovara Hawar û xwîşkên wê bi helbest û nivîsên van kesên Bakurî dihatin xemilandin.. Hingî civaka kurdên Binxetê di tariyê de bû, di cehalet û nezaniyê re derbas dibû, civaka wan civakeka koçeriyê û çandiniyê bû..
Di wan salan de kesî Binxetî wek nivîskar di kovar û rojnameyên Bedirxaniyan de xwe nedaye naskirin. Ji sedî not ji nivîskarên Hawarê Bakurî bûn. Di baweriya min de, xelkên Rojava dibin bandora Bakuriyan de şiyarbûne. Tevî ku rola CEGERXWÎN di nav kurdên Rojava de zor mezin bû. Belê vê paşiyê, di sala 1957an de, bi dameziranda PDK/S re û hatina Prof Dr. Celîlê Celîl di sala 1982an pey danheva zargotina kurdên Rojava, ji nû Binxetî/ Rojavayeyî ketin medana siyasetê û parastina ziman û wêjeyê kurdî de. Erê, bandora Bakuriyan li xelkên Rojavayîyan mezin bû: Berhevkirina alfabeya latînî ye.. Şoreşa rewşenbîrî ye û doza mafê siyasî ji gelê Kurd re di Sûriyê de.
Di vê derbarê de, bi min xweş e ku ez yekemîn helbesta ku Apo Osman Sebrî di roja 21-3-1957an de li Şamê bi navê Newroz nivîsandiye û têde pesnê cejna Newrozê daye, berî wî ne kesî Serxetî û ne Binxetî helbest bi navê Newrozê gotine. Ev helbest di pirtûka wî Derdên Me de hatiye belavkirin:
Newroz çiqas delalî, vedikujînî derdan
Her dem û gav dibalî, tuyî cejna me kurdan
Her sal di vê çaxê de, bîst û yekê Adarê
Bi kêf û lîz û govend, me digihînî biharê
Gul û kulîlk û çîçek, dibişkivin di baxan
Çem û cobar tijî tên, heya perav û şaxan
Berf li çiya dihele, bes dimînin belekî
Wekî çînên reşbelek, dil geş dikin halekî
Rûyê erdê ji rûkî, giya dertê kes û şîn
Nêrgiz, gupik û çîçek, ji her alî didin bîn…
Cegerxwîn û Şehnema Şehîdan
Hem jî bi min xweş e ku di vê 100 saliya bidarvekirina Şêx Seîdê Pîran û hevalên wî de, ez beşê yekî ji helbesta seydayê Cegerxwîn ya bi nave Şehnema Şehîdan, ku di pesnê wan gorbuhiştiyên sala 1925an de gotiye, ji xwendevanên kovara The Raising of Kurds dubare bikim. Ev helbest di du hejmarên kovara Hawarê: 18 û 19, sala 1933an hatiye belavkirin:
Dixwazim ey dilo jaro bi çakî,
Here mêrên welatê me tu rakî
Bibêje ey Şehîdê dîn û milet,
Bese rabin serê roja me derket.
Beg û axan ji we îro dixwazin,
Bese rabin weke mêran nerazên
Dilo ji Xalid beg re bibêje,
Bi serbestî tu yek nutqê birêje,
Bibêje Xalido rabe direnge
Hemî Kurdan bi hev re daye denge.
Ji wê rabe here bêje Fuad beg
Ji Kurdan re tu rêzanî tu bê şek.
Qelem pê de îro dikî tu rabe,
Xewa şirîn ji bo we pir `ezabe.
Divî wextî kesî wek te nezaye,
Belê çipkim îro ji min cudaye,
Dilo bêje Kemal fewzî tu kanî,
Tu dilxweş be bi wan rojên ciwanî
Dizanim ku di wê wextê tu rabî,
Welatê me ji xwînxwaran cudabî.
Dilo Yusif Zîya rake ji gorê,
Bila kuştî temamî bêne dorê,
Ji bo Kurdan bikin ceht û xebate;
Hela rabin sibe `eyda welat e.
Riza rabe cîhan buye serefraz,
Di dinya de tenha mane belengaz,
Binhêrin hûn cihê textê Şerefxan,
Xirab bûye ji destê lawê Turan.
Hela Salih begê Hênê heleste,
Welatê me li ser te jar û meste,
Bi destê xwe tu bigre şurê Kurdan,
Bi dev bêje ji bona razî quran.
Dilo rabe bibêje Hecî Exte
Bila rabe xwidanê text û bexte ,
Kurên te tev dikine qîr û hewar,
Ji Kurdan re hemî bûne fedakar.
Ji cîh rabe, ji cîh rabe Hecî beg
Li şîn bozan dixwînin hecî leyleg,
Welatê me xela rabu li şêran,
Niha seyde ji bo kundê şikêra.
Were Xeyrî begê rabe ji Dêrsîm,
Ji te halê welatê xwe bipirsim,
Ew maden û bax û rezana,
Gelo raste ketye destê nezana.
Bese razê rabe ey efendî,
Bixwîne tu zimanê zar û zendî,
Binhêre tu li vê cehd û xebatê,
Li roj ava heyanê roj hilat ê
Ji Hîzanê rabe serxwe tu Birhan,
Tu Birhanî jibo doza me Kurdan.
Bi navê te bikin cehd û xebate,
Netîca me belê tola welate.
Were rabe Mielim tu ji Pîran,
Ne pîranî belê pirê ji derdan,
Gelek care ji ber derdên kurên xwe,
Xirabkir xan manê hundirên xwe.
Teyîb Elî werin carek şîyar bin,
Qelem bigrin li şîn bozan siwarbin,
Belê zanim ku em pêk ve bibin yek,
Emê gogê berê xelkê bibin şek.
Were rabe Silêman lawê Ehmed
Welatê te hemu Zozan û Serhed,
Bese rabe jibo te hatî ferzend,
Belê Ferzendekî Ristem hunermend.
Were rabe Efid beg wek egîtan,
Li meydana bidin xar û cirîtan,
Eşîra Heyderan û hem Celalî,
Ji meydana kemalî mane xalî.
Bibêje Yusufo rabe direnge,
Li her alî binhêre qal û cenge,
Welatê te hemu bax û bihişte,
Delalê min tu rabe wexta geşte,
Dilo Xalid Begê Yusuf bibîne,
Ji xew rake Kerem beg pê re bîne,
Bibêje ey hunermend û serefraz
Tu rabebo te hazir buye daxwaz..


