(Şêr şêr e, çi mê ye çi nêr e)
Di dawiya çerxê 19an û destpêka çerxê 20î de navê çend jinên kurd li bakurî Kurdistanê bi mêranî, merdî û cegerdarî dihat gotin wek: Xatê; diya Silêmanê Mistê, ku jinek mêr bû di herêma Xerzan de. Şemê; diya Felîtê Quto, ew jî jinek mêr bû di herêma Pêncînaran de. Perîxanê; diya Omer û Emînê Perîxanê di herêma Rema û Bişêriyê de. Fesla Anter; Diya nivîskarê Kurd Musa Anter di navçeya Nisêbînê de. Sebaretî Fesla Anter dibêjin; jinek wek Axa bû û mixtariya gundê xwe Zivingê dikir. Durra; jina Hemê Mihê ji eşîra Koçeka, dibêjin jinek nandan û sexî bû, deriyê wê ji mehcir, feqîr û fiqran re her dem vekirî bû. Sara Hesê; Jina Hesê Şemokî, ji mala Hesê Berekêt, dibêjin ku di herêma Hevêrkan de jinek zana, merd û şaraza bû.
Piştî ku Partî di nav Kurdên Sûriyê de hat damezirandin, navê çend jinên kurd bi welatperweriyê derket. Ew jin tevlî tevgera Kurdî bûn, li kêleka zilamê kurd tekoşîn kirin û bûn piştgir ji siyasetmedarên kurd re wek; Fatma Şernexî. Vê jina kurd wek kurdperwereke dilsoz gelek caran endamên Partî yên ku ji asayîşê direviyan xwe li mala wê digirtin û vedişartin. Wê, wek endamek partî xebat di nav tevgera niştimanî kurdî de li bajarê Qamişlo dikir. Keça Kurd, ku roja îro helbestvanek kurd e, Stîya Mele Ehmedê Şûzî; Wezîra Têllo, Meqbûla Têllo, Sînem keça Cegerxwîn, Emîna Çelengî.. Van jinan jî xebatek Kurdewariyê dikirin. Dikarim bêjim; ku ev jinên han û ji bil wan ve jî hebûn, ew ji pêşengên jinên kurd bûn di nav tevgera niştimanê de li Beriya Mêrdînê
Belê sebaretî xanima hêja Nazlî Xelîl, ya ku bi navê Diya Fûad naskiriye, ji van yekan tevan bi cuda ye. Cudabûna wê ku guhdana wê bi rewşenbîr, nivîskar, helbestvan û dengbêjên gelê wê heye.
Ma kî ji rewşenbîr, helbestvan û hunermend di nav kurdên Sûriyê û Sovyêta Berê de heye û Diya Fûad (Nazlî Xelîl) û rêhevalê jiyanê wê Reşîd Abdulmecîd nas nake? Ev jina kurd ya ku hezker, piştgir û alîkara nivîskar, helbestvan û hunermen û welatparêzê kurda ye. Her wiha alîkar û piştgirek bû ji gelek qutabiyên kurdan re di zankoya Helebê de.
Diya Fûad jinek xêrxwaz, mirovhez û welatperwer e. Wek ku min gotiye, gelek jinên kurd bi xisletên mêraniyê, merdiyê û serokhoziyê hatine naskirin, lê Diya Fûad ji wan cuda ye. Wê bi hezkirina xwe ji hunermend, helbestvan û nivîskarên kurdan re nav û dengê xwe belav kiriye. Mala wê li Helebê xweş hêlîn bû ji wan re û di serê tevan de seydayê Cegerxwîn, Hamid Bedirxan, Reşîd Hemo, Mehmûd Ezîz Şakir û gelekên din…
Di dawiya salên 1989an û destpêka salên 1990î de, dema ku nivîskar û helbestvanên kurd ji Ermenistanê dihatin nav kurdên Sûriyê, mala wê li Helebê ji wan re xweş senter û hotêl bû. Ji kesan ku lê bûne mêvan û alîkariya wan kiriye: Qenatê Kurdo, Dr. Celîlê Celîl, Dr. Ordîxanê Celîl, Cemîla Celîl, Eskerê Bûyik, Tosinê Reşîd, Tîmor Xelîl, Eliyê Abdulrehman û gelekên din…
Di sala 2010an de, ew digel zilamê xwe Reşîd Abdulmecîd û helbestvanê kurd yê Efrînî Mihemed Hemekoçer digel keçek xwe û zavayê xwe endezyar Mihemed Emîn Osê hatin serdana min li Qamişlo û ji min xwestin ku em bi hev re herin mal û gora seydayê Cegerxwîn ziyaret bikin. Di wê serdanê de, dema ku em derbasî ser gora seydayê Cegerxwîn bûn, wek jineke ku bi sir keve, bi heyecanî li dora gora seydayê Cegerxwîn çû û hat û dest pê kir çend helbestên Cegerwîn gotin, ji wan helbestan:
Ev cîhana xapînok, heta me jê xwe nas kir
Çibkim fêde nemaye, emrê xwe min xelas kir
Çima rastî dibêjim, li nav dîna bûme dîn
Heta bimrim, ji nû ve xelk ê bêjin Cegerxwîn..
Û berdewam kir got:
Cegerxwîn im ji van derda, li meydanê xwe zû berda, di nav bahoz û bagirda..
Û pêde çû û got:
Min ji bo we gelek tişt, min dîwan û hin bivişt, gul ji avê bûye mişt.. Ez nizanim çi bêjim?!
Dawî li min zîvirî û ji li min got: Konê Reş! Ez jî nizanim çi bêjim.. Ez lê matmayî mam û min di dilê xwe de got; vv çi şêrejineke kurd a resen e!
Piştî vegera wê ji Qamişlo bi çend heyvan, ji Helebê telefon ji min re vekir ji min xwest ku ez serdana wê li Helebê bikim, hem ku pirtûkxaneya helbestvanê Kurd Hamid Bedirxan şanî min bide û hem ku semînerekê li dor malbata Bedirxaniyan û rewşenbîriya kurdî bidim.. Çûm.. Wê, ew pirtûkxaneya Hamid Bedirxan ya ku di odeyek mala xwe de komkiribû şanî min de û ji min re bi têr û tesel qal û behsa pêwendiyên xwe bi ronakbîrên kurd yên ku lê bûne mêvan bi dirêjayî got.
Dawî bi min xweş e bêjim ku min Diya Fûad wek ew xanima Misrî Roz Alyûsif dît. Ewa ku mala wê li Qahîra kiribû wek yanekê ji civîna rewşenbîr û nivîskarên Misrî re û di encamê de kovarak bi navê xwe Roz Alyûsif weşand. Hem jî ez Diya Fûad wek xanima Slêmaniyê Hefse xana Neqîb dibînim, ewa ku di nîvê çerxê derbasbûyî de alîkariya nivîskar û rewşenbîran bi xurtî dikir.
Sed mixabin, piştî kirîza Sûriyê, diya Fûad jî, wek gelek xelkên Sûriyê ji neçarî koçberî welatê Swêdê bûye, niha jiyana xwe bi kul û xem, di nav hisreta Efrîn û Helebê de lê derbas dike. Belê xema wê ya mezin ku careke din Efrînê bibîne û dûrî Efrîn koça dawî neke. Li gor ku ez agahdarim, roja îro ew li Swêdê di rewşek derûnî ya xerab û nexweş de derbas dibe.
Nazlî Xelîl (Diya Fûad), di sala 1938an de li Efrînê, çêbûye. Ez temenekî dirêj di xweşiyê de jê re hevî dikim.
Hêjayê gotinê ye, dema ku helbestvanê navdar Hamid Bedirxan (1924-1996), di roja 29/4/1996an de li Helebê koça dawî kir, Nazlî Xelîl û hevjînê xwe Reşîd Abdulmecîd bi kar û barê guhestina termê wî rabûn û ew li Efrînê, gundê wî Şiyê veşartin.. Di pey kockirina wê, wê tev berhemên wî li ser hesabê xwe bi Erebî û Kurdî çap kirin û belaş li xelkê belav kirin. Îro roj hewcedariya me bi jinên wek Diya Fuad heye.


