Di dîroka cîhanê de jin, bi gelek zehmetiyan re rû bi rû mane û bi huner, raman û îdeolojiya xwe, serdema tê de guhertine. Rêya mîrovahiyê li her qadî de zelal kirine.
Di dîroka cîhanê de jin, bi gelek zehmetiyan re rû bi rû mane û bi huner, raman û îdeolojiya xwe, serdema tê de guhertine. Rêya mîrovahiyê li her qadî de zelal kirine. Di vê rêya têkoşînê de, helbet ku gelekî zehmetî kişandine. Bi zilmên malbatan re, bi zilmên welatên kapîtalîst û feodal re rû bi rû mane.
Lê di kesayetiya jinê de ev taybetî heye ku baweriya wê ji tiştekî bê, di wê oxirê de heta dawiya jiyana xwe, bi biryarî têkoşîn dike.
Dîsa em dizanin ku di dîrokê de nexweşiya bi navê “bêbiryarî” bi saya van jinên hêja têk çûye. Em ê niha qala çend jinên ku piştî bi sedan tengasiyan, serdema ku tê de bûne guhertine û bandora wan a bi ronî heta roja me hatiye bikin.
Eyşe Şan (1938-1996)
Eyşe Şan, dengê jina Kurd li dijî kevneşopiyên civaka feodal bû. Ew, di civatê de bi navên wekî Eyşe Şan, Eyşana Elî, Eyşe Xan tê nasîn. Dengbêja Kurd, li bajarê Amedê tê dinê. Eyşe Şan, di bin bandora dengbêjan de dimîne û bi dengê xwe yê wekî aveke zelal dest bi stranbêjiyê dike.
Lê belê ev hezkirina wê ya stranbêjiyê di wan deman de wekî şerm dihate dîtin û ji ber vê yekê jî Eyşe Şan, heta dawiya jiyana xwe, têkoşînekê giran dide.
Di temenê xwe yê 20 salî de li ser daxwaza bavê xwe, ciwanê binavê Şewket Turan re dizewice. Keçek wê çêdibe. Lê belê bi hevjînê xwe re lihev nakin û dev ji hev berdidin.
Eyşe Şan, dest ji keça xwe û hemû mîrovên xwe berdide û li pey dengbêjiyê, berê xwe dide bajarê Dîlokê. Li wir demekê bi dirûna kincan ve debara xwe dike. Paşê, di radyoya Dîlokê de bi zimanê tirkî stranan dibêje û du salan vî karî didomîne.
Ji ber hesreta wê ya gotina stranên Kurdî, wê ji radyoyê derdixin.
Di sala 1963’an de berê xwe dide bajarê Stenbolê û li wir konserekê dide. Paşê jî, du kasetên bi Kurdî û Tirkî derdixe. Herî zêde jî bi strana ‘Ez Xezalim’ tê nasîn.
Emrê têkoşîna wê li Stenbolê jî kin e. Di sala 1972’an de biryar dide ku, derkeve derveyî welat û koçî Elmanyayê dike. Li Elmanyayê jî jiyan rûyê xwe yê bi ken nîşanî dengbêja Kurd nake.
Ew, cûr bi cûr zehmetiyan re rû bi rû dimîne û dîsa vedigere Stenbolê.
Li Stenbolê stranbêjiya xwe berdewam dike. Lê belê ji ber ku stranan dibêje, hin endamên malbata wê gefê lê dixwin. Ji ber vê yekê ew îcar jî berê xwe dide Iraqê û di Radyoya Bexdayê de dest bi xebatê dike.
Piştî demekê ew dîsa vedigere Tirkiyeyê û li bajarê Îzmîrê dijî.
Piştî jiyaneke koçberiyê û zehmetiyê, ew ji ber nexweşiya pençeşêrê di sala 1996an de li Îzmîrê
jiyana xwe ji dest dide.
Eyşe Xanê, li pey xwe bi dengê xwe yê bi keser stranên weke Zerî heyîran, lêlê bê mal, hey wax dayê, Meyro û Koçerê ji me re yadîgar hiştiye.
Rosa Luxembûrg (1871-1919)
Aborîzan, fîlozof û aktîvîsta jin a Polanyayî Rosa Luxemburg, bi kesayeta xwe, bi hunerên xwe û bi aktîvîteyên xwe bûye yek ji sembola tevgera jinê.
Rosa Luxembûrg, yek ji wan kesan e ku, pêşniyaziya 8ê Adarê bibe Roja Jinan a Cîhanê kiriye. Wê, hê di ciwantiya xwe de sosyalîzm naskir. Di nav komên çep de cîh girt. Hê 18 salîbû ji ber nêrînên xwe yên polîtîk ew neçar ma ku koçî Swîsreyê bike. Di sala 1889an de li Zanîngeha Zûrîhê xwend.
Şoreşgera jin, piştî zanîngehê bi tevahî xwe da polîtîkayê û di refên pêş ên têkoşînê de cîh girt.
Ji ber nêrînên xwe yên polîtîk, di sala 1916’an de dewleta Elmanya, cezayê girtîgehê lê birî. Di salên ku li girtîgehê de ma gelek gotar nivîsî. Di sala 1918an de Rosa Luxemburg ji girtîgehê derket.
Di nava demeke kin de, navê wê di nava pêşengên sosyalîstan de hat dîtin û bi hevalê xwe Karl Liebknecht ve, Partiya Komunîstên Elman ava kir. Di axaftina li pêşiya girseyan de xwedî bandor bû.
Piştî raperîna Spartakus a ku bi hovane serdeçûn û dan sekinandin, 15ê Çileya 1919an bi destê hêzên çevîk bi hovane hat qetilkirin.
Nana Esma (1793-1864)
Dema ku meriv qala Efrîkayê dike, koletî û mêtingerî tê bêriya meriv. Welatiyên Efrîkayê, bi sedan salin ku ji erdnîgariya xwe ya dewlemend qet sûd negirtin.
Helbestvan, mamoste Nana Esma ya yek ji vê axê, sala 1793an li Nîjerya ya dikeve Rojavayê Efrîkayê hatiye dinê.
Nana, di nava malbatek bawermendên olî digihîje. Bavê wê, Mele Osman Foûdî mamoste bû û gelek girîngî dida xwendina zarokên xwe. Di dema ku civakê cudahî dixistin navbera keç û lawan de, bavê wê bêyî cudahî zarokên xwe yên keç û xort fêrî xwendin û nivîsandinê kirin. Hezkirina wê ya xwendinê, di nava pirtûkxaneya bavê wê de hîn zêdetir dibe.
Mamosteya jin Nana, dizanibû ku jin tenê bi perwerdeyê dikarin xwe bigihîne gelek serkeftinan û parastina xwe bikin.
Bi vê baweriyê, di serî de navenda xwendinê vekir û bi xwe perwerde da. Roj bi roj hêjmara jinên bi dilxwezî tevlî perwerdê dibûn zêdetir dibû. Piştî ku koma despêkê ya jinan perwerde kir êdî ew kom ji bo jinên dinê perwerde bikin erkdar kir. Ew jinên perwerdekirî, ji bo ti jin bê perwerde nemîne li gundan belav kir. Cihê perwerdê jî malên jinên ji hemûyan xizantirbûn. Armanca Nanayê jinan bigihîne astek bilind a zanebûnê ji bo ku bikarin xwe û malbata xwe birêve bibin.
Nanayê çar ziman zanibû û zimanê wê yê sereke erebî bû. Ji ber serkeftinên xwe yên nava civakê dibe şêwirmenda walî. Wê pêvajoyê jî ligel karê xwe yê reveberiya welat jî cardin giringî dida karê jinan û bi wan re mijûl dibû.
Nana Esma, ligel xebatên xwe yên civakî, di nivîsê de jî serketîbû û zêdeyî 60 pirtûk nivîsandine. Pirtûkên wê bi zimanên cuda hatin wergerandin û li zanîngehên Rojavayiyan weke ders hatine dayîn.
Helbestên wê li Efrîkayê û li Rojhilata Navîn navdar bûne. Pergala wê ya perwerdehiyê li gelek welatan hatiye bikaranîn.
Nana, bû mînakekê mezin ji jinên Efrîka û cîhanê re.
Marlene Dîetrîch (1901-1992)
Jina stranbêj, bi têkoşîna xwe ya li hemberî Hîtler tê zanîn. Ew li Berlînê hate dinê. Wek
stranbêja kabare dest bi kar kir û di 1920’an de li Berlînê ket endustriya fîlm û di sala 1930’an de li Holywoodê derket pêş.
Marlene, di navbera salên 1950-60î de gelek navdar bû û bû îkonek girîng. Lîstikvaniya di fîlmê ku propagandaya Nazî ‘yan dikir red kir, di cîhana sînemayê de pêşdarazên zayendî û nîjadperest şikandiye.
Ew, bû namzeta oskarê, li gorî lîsta Enstîtuya Fîlman a Amerîkayê yek ji jinên herî girîng a
9’emîn bû.
Marlene, di sala 1992an de jiyana xwe ji dest da. Otobiyografiya wê ya ku di 1979an de hatî weşandin bi xwe nivîsiye.
Sylvîa Pankhurst (1882-1960)
Jina enternasyonalîst Sylvîa Pankhurst, di sala 1882an li Îngîltereyê jidayik bûye. Ji bo têkoşîna bidestxistina mafê jinan ê dengdanê di dîrokê de navê despêkê tê hişê mirovan. Sylvîa, li hemberî derketina nijadperestiyê heya tevlîbûna tevgerên antîfaşîst di gelek qadan de ked daye.
Sylvîa, ligel dayik û xwişka xwe Chrîstabel, di Yekîtiya Siyasi û Civakiya Jinan (WSPU) a sala 1903an hatî avakirin de dest bi xebatê kirin. Armanca yekîtiyê ew bû ku, jin jî weke mêran di dengdanê de xwediyê mafê wekheviyê bin.
Ji bo Etiyopyaya ku ji aliyê Mussolînî hatibû dagirkirin biparêze, rojnameyek derxist. Wê, li dijî
faşîzmê û nîjadperestiyê her têkoşiya.
Mestûre Erdelan – Mestûre Kurdistanî (1804-1848)
Yek ji van jinên Kurd, Mah Şeref Xanima Kurdistaniye ku, helbestvan, nivîskar û dîroknasa ewilî ya jin a Rojhilata Navîn e.
Di sala 1804an de li bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê jidayik bûye. Bavê wê Ebûl Hesen Beg ji malbata Qadirî bû. Malbata Qadirî li mîrgeha Erdelanê malbatek xuyanî û ronakbîr bû, bi huner, zanist û dîrokê eleqedar dibûn.
Dêya wê ji malbata wezîrên Kurdistana Sineyê bû. Ango Mestûre Xanim ji malbatek desthilatdar bû. Mestûre Xanim piştî ku digihêje temenê salên perwerdehiyê bi piştgiriya bavê xwe dest bi xwendinê dike. Lewra di wê serdemê de xwendin ji bo jinan ne tiştekî hêsan bû û ne jî pêwîst bû. Mestûre Xanimê piraniya helbestên xwe, bi Kurdiya zaraveyê Goranî nivîsandine. Her wiha bi zimanê Farisî û zaraveyê Soranî jî helbestên wê hene. Mestûre Xanim bi vê taybetmendiyê bala zanyarên biyanî jî dikişîne. Nav û berhemên Mestûre Xanimê di nav Edebiyata Kurdî ya Klasîk de cih digire.
Vîrgînîa Woolf (1882-1941)
Nivîskara jin, rexnegir û femînîsta Îngîlîz e. Wekî tevgera modernîst ketiye nav rûpelên dîrokê. Woolf di pêşketina romanê de gelek ked daye.
Pirtûkên Vîrgînîa Woolf ji 50 zêdetir zimanan hatiye wergerandin.
Magdalena Carmen Frîda Kahlo Calderon (1907-1954)
Wênesaza navdar a Meksîkî ye. Frîda Kahlo weke surrealîst were pênasekirin jî bi xwe surrealîzmê red dike.
Wêneyê wê êş û rastiyê nîşan dide. Di wêneyên Frîdayê de çanda Meksîkayê û nasnameya têkoşer a neteweyî tê dîtin.
Marîe Skłodowska Curîe (1867 –1934)
Marîe li Polonyayê ji dayik dibe. Çalakiya wê ya profesyonel di lêkolîna radyoaktîvîteyê de wê Xelata Nobel a Fîzîkê û Xelata Nobel a Kîmyayê wergirt. Piştî lêkolînên ûranyumê radyoaktîvîte kişfkir. Di sala 1903an de Xelata Nobel a Fizîkê di sala 1911an de jî Xelata Nobel a Kîmyayê wergirt.
Her wiha damezînera zanist a radyolojiyê ye jî. Wê bi xebatên xwe yên serketî mohra xwe serdemekê xistiye. Marie Skłodowska Curie, jina ewilî ya Xelata Nobelê stend. Her wiha ew, zanista jin cara yekem e ku Xelata nobelê du caran ser hev hilgirtiye.
Teresa of Calcutta (1910 – 1997)
Li seranserê cîhanê tê zanîn, Teresa of Calcutta Mîsyonerên Civata Xêrxwaziyê damezirand ku jiyana xwe, ji bo alîkariyê kesên mexdûr veqetîne. Rahîbe Teresa, di sala 1979-an de Xelata Nobelê ya Aşitiyê stend.
Di sala 1950an de bi destûra Vatîkan “Mîsyonerên Civata Xêrxwaziyê” damezirand. Ev saziya ku bi 12 kesan ve hate damezirandin wisa mezin bû ku, li seranserê cîhanê li 450 cihî vebû û 4000 hezar rahîbe tê de erkdar bûn.
Indîra Gandhî (1917 – 1984)
Mîna bavê xwe, Indîra serokwezîra navdar a Hindistanê bû, du caran serokwezîrtî kiriye. Di dîroka Hindistanê de serokwezîra yegane ya jin e. Her wiha duyemîn kes e ku herî dirêj serokwezîrtî kiriye.
Carmen Martín Gaîte (1925 – 2000)
Di jiyana xwe ya nivîskariyê de ji 50yî zêdetir roman, çîrok, helbest, şano nivîsiye. Gelek xelatên Wejeyê yên Neteweyî hilgirtiye. Bi saya xebatên xwe yên naskirî ketiye dîroka nivîskarên mezin ên Spanyayê.
Amelîa Earhart (1897 – 1937)
Amelia Earhart jina yekem a pîlot e ku di ser Okyanûsa Atlantîk re bi tena serê xwe bi balafirê derbas bûye. Her wiha Amelia kesayetiyeke wisane ku wê demê di civakê de maf û têkoşîna jinan temsîl dike.
Rosa Parks (1913 – 2005)
Rosa Parks di sala 1943an de tevlî Tevgera Mafên Welatiyên Emerîkayê bû. Di sala 1955an de li parêzgeha Alabamayê li dijî cihêkarî û zexta li ser çermreşan bû pêşenga xwepêşandanan.
Malala Yousafzaî (1997 – niha)
Malala ya ji Pakîstanê çalakvaneke jêhatiye ku ji bo perwerdeya jinan dixebite.
Wê di sala 2014an de Xelata Aşitiyê ya Nobelê stend, û bû kesa herî ciwan ku di dîrokê de kesa ku ewilî 17 saliya xwe de xelata Nobelê stendiye. Xebatên wê li ser mafên mirovan û bi taybetî mafên jinan e.
Emma Ihrer (1857-1911)
Sendîkavana sosyalîst û parêzvana mafê mirovane ku ji tevgera jinên Elman navê herî tê nasîn e. Sala 1885’an Komeleya Nûneriya Berjewendiyên Jinên Karker vekir û pêdiwistiyên jinên karker kire mijara xwe ya sereke. Piştî ku li Elmanya rêxistina jinên karker pêşket sala 1898’an pirtûka bi navê di têkoşîna çînan de jinên karker dinivîse.


