Silav xwînerên hêja.
Bi boneya hejmara yekem a sala nû ez vê nameyê bo we dinivîsînim.
Di sala çûyî de di warê teknolojiyê de bêguman pêşketina herî mezin meriv dikare bêje ku Artificial Intelligence (AI) ango Hişê Çêkirî bû. Bi Hişê çêkirî êdî gelek kar hêsantir e û di gelek pîşeyan de hewceyî bi mirovan namîne an jî kêmtir dibe. Bi hişê çêkirî êdî stran ji nû ve tên şîrovekirin. Dengên nû tên afirandin. Stranbêjên bi hişê çêkirî afirandî gelek tên guhdarîkirin. Fîlm û anîmasyon bi hêsanî bi hêşê çêkirî têne çêkirin. Li înternetê gelek xizmet êdî bi hişê çêkirî hêsantir û bileztir têne dayîn. Nivîsandina emailek, lêgerîna mijarek, dirûstkiirna wêne an vîdeoyek êdî karê çend çirkan e. Hişê çêkirî êdî dikeve her qadên jiyanê. Başe ev teknolojiyeke çawa ye û bandorên wê dê çi bin?
Nivîskarê me Brahîm Alûcî gotarek li ser vê mijarê amade kir. Birêz Alûcî bi awayeke berfireh têgeha hişê çêkirî digre dest, pênaseya wê dike, di dîrokê de heya vê astê ji çi astan derbas bûye vedibêje.
Ji ber girîngiya mijarê bi me jî xweş bû ku di bergê kovarê de em cî bidin hişê çêkirî.
Nivîskara me ya delal Muqades Agirî wek dewama nivîsa xwe ya meha berê di vê hejmarê de qala çend jinên Kurd û yên ji netewên din ku mohra xwe li cîhanê xistine dike, wana bi kurtasî dide nasîn.
Çerxê 19 û 20an de gelek jinên kurd bi têkoşîna xwe navê xwe gihandin çar aliyên Kurdistanê. Nivîskar Konê Rêş li ser yek ji wan şêrejinan Nazlî Xelîl dike. Mamoste wisa pênase dike: Xanima hêja Nazlî Xelîl, ya ku bi navê Diya Fûad naskiriye, ji van yekan tevan bi cuda ye. Cudabûna wê ku guhdana wê bi rewşenbîr, nivîskar, helbestvan û dengbêjên gelê wê heye.
Nivîskar Dilazad ART bi xebateke din a kurdewarî bi me re ye vê mehê: Lêgerînek Li Pey Şopa Bêjeyan. “Ev xebat ji wateya bêjeyan hatiye darxistin. Di vê xebatê de bêjeyên heremî ku ên herema Nisebînê û herema Torê ne, bêjeyên nû û bêjeyên klasîk hene. Xebat wek ferhengekê hatiye amadekirin.”
Nivîskarê me yê hêja Rûmet Med çîrokeke navdar bo hejmara 13an amade kir: Çîrokeke Nejibîr “Qral Tazî”
Di rojên ewil yên 2026an de Dewletên Yekbûyî Yên Amerîkayê li ber çavên hemû dewletên cîhanê hiqûqa nawdewletî bin pê kir, bi ser dewleta Venezûelayê de avêt û serokê vê dewletê Nikolas Maduro û jina wî girt û bir Amerîkayê. Helbet eşkereye ku Amerîka vê yekê ji bo neftên vî welatî kir. Digikurd li ser vê meseleyê û neftên Venezûelayê nivîsî: Li Dinyayê Rezervên Herî Zêde Yên Neftê Li Venezûelayê Ne, Lê Firotin Berovajiyê Wê Ye
Nivîskarê me Faîk Ocal di beşa danasîna pirtûkan de pirtûka Qêrînek Ji Axa Zelûl a Dağıstan Karakoçbi me dide nasîn.
Hejmara yekem a sala nû bi beşa Fotoşirove diqede. Wênegir Dilazad ART bi me re du wêneyên xwe parvekirin:
Wêneya yekem: Lemba Xazê
Wêneya duyem: Fanos
Hejmara 13an jî amade û li ber destê we ye. Hûn dikarin li ser malpera me www.theraisingofkurds.com hemû nivîsên vê hejmarê û hejmarên berê bixwînin. Her wiha hûn dikarin PDFa hemû hejmarên kovarê daxînin.
Bimînin dixweşiyê de.


