Merheba ji we re. Wekî hûn jî dizanin, ev demek bû ez ne li van deveran bûm. Ez bûm dayik. Lawikekî min ê mîna seriyekî şekir çêbû, hewçend ku şêrîn e. Ez aniha bi serdema wî ya girînê ve meşgul im. Ez herçend ku keysê li hev bînim, her weha ez ê tecrubeyên xwe yên teze bi we re parve bikim. Paşê ez ê bi van tecrubeyên xwe salûx bidim ku dayiktiyê, çawa xwe bi qada ûmûmî gihandiye. Her weha dîsa salûxdana xwezaya polîtîkbûyinê ya qada taybet. Ducanîbûyin… Serdema zêristanîbûyinê. Belê, ez ê salûxa van yekan û tesîra şidayî ya psîkolojîk a van rewşan bidim. Helbet, digel çavnêriyên xwe yên ku min li ser jinên/dayikên ku li derûdora xwe kiriye.
Mefhûma dayiktiyê di serdema hemdem de, hem naveroka xwe ya kelepûr diparêze, hem jî bi guhertinên nûjen, wateyên nû hildiberîne. Lê belê pêvajoya dayiktiyê hê jî hinek jinan ji hevûdu vediqetîne. Naverokeke wê ya welê heye, ew biqasî ku li ser ew jinên dixwazin bibin dayik û yên naxwazin bibin dayik bandorekê tîne pê. Bi gotina “dayika îdeal” gelekî pênaseyên têkilhevbûyî hene û ev yek li ser hemû jinan tesîrekê çêdike. Ev rewşa têkilhevbûyî, di jargona femînîzmê de bi mefhûma “patriyarkaya dîjîtal” tête ravekirin. Ew jinên ku mecbûr serberjêrê vê yekê, yanî “dayika îdeal” dibin, bi riya normên teknolojîk ên zayendî yên kelepûrê, ji nû ve tên afirîn.
Modela dayika îdeal, li gor rewşê, serdemê û çandê dikare biguhere. Ev yek deshilatdar e. Ew jinên hanê, wan haye ji vê yekê hebe jî nebe jî, dikevin bin tesîra vê modelê. Dayiktiya her jinê, bi awayekî zexm bi kesayetî û tarîxa wê ya çandî ve girêdayî ye. Her weha, di vê çaxa îroyin de, medyaya civakî jî bandoreke ekstra li ser tîne pê. Mekanîzmayeke kontrolê ya civakî ya nû: di dewsa tesîra kelepûrî ya malbatî û ciranî de, tesîreke berfirehtir a gelerî ya çavdêriya dîjîtal heyî ye. Medyaya civakî, modela dayiktiyê ji dayiktiya kesane derxist û ew xist rewşeke kolektîf. Vê yekê “dayika îdeal” ji rasteqîniyê bi dûr xist û fîgureke welê afirand. Di rastiyê de ev fîgur nîn e. Lê jin dixwazin vê fîgurê îdealîze bikin. Lewma jî ew hatin li ber niqteya xwejibîrkirinê sekinînin. Medya civakî tesîreke welê anî pê ku, heta niha di tarîxê de tiştekî weha lê rast nehatiye. Her weha vê yekê rewşa dayikbûyinê têkilê hev kiriye.
Îmgeya “dayika îdeal” ne ji ber tesîra malbatê yan jî ew kesên derûdorê ye, ew bingeha xwe ji vê pevxistina rastiya dîjîtal werdigire. Ev îdeala nû, standartên welê yên ku meriv nikare xwe pê bigihîne ta ji dema ducanîbûyinê tîne pê û bi xwe re problemên kûr yên civakî, felsefîk û psîkolojîk tîne. “Dayika Îdeal”a ku li ser torên civakî têne pêşkêşkirin, pir caran aîdê çîna sosyo-ekonomîk, xuyanga laş û li gor rabûn û rûniştinê ye. Ev fenomenê ku wekî “Dayikên Înstagramê” tê binavkirin, lanet e. Ew bêqisûr e. Serdema ducanîbûyinê mukemmel e. Piştî ku zayin tê pê, laş dîsa vedigere ser estetîka xwe… Ew pêsîrên ku her roj bi lîtreyan dizên hê jî rep û bêhempa ne… Xwarinên organîk… Ew mala ku tu carî berbelav nabe. Ew zarokên ku tu carî cira wan nabe nexweş… Ev normên hanê hemû bi zorê tên mecbûrîkirin. Lê jiyan ne ev e. Rastî ne ev e. Ew fîgura dayîkî ya ku li ser medyaya civakî hatiye afirandin wekî ontolojîk, derê rastiyê ye. Ew dayika ku her tim xwedansebr e, xwedanê organîzeyeke bêqisûr e, wekî hestiyarî tu carî nabûre û her weha her tim xwedanê xeyîtiyekê ye, tew di ser de jî wekî pedagojîk qehremaneke super e… Ma ev yek mumkun e?
Ew çanda ku pê însan tên xapandin û hîsên dayikbûyinê hatine binavhevûduxistinê. Her weha, şertek hatiye danîn, heke ew dayik ev tiştên ku divê bên kirîn “nerast” bin, ew jin nikare bibe dayikeke baş. Vehesîneke weha tê afirandin. Sandalyeya herî baş ya mamayê. Mijoka herî baş. Tiştên herî baş. Te di dewsa tiştê buhatirîn yan jî ew tiştê ku “herkes” bi kar tîne, ew tiştê ku heman wezîfeyê dibîne lê ew erzan e te kirîbe? Hingê te pê girtiye, hingê tê wê maneyê ku tu qîmetê nadî zaroyê xwe. Hingê tu dayikeke weha yî. Hûn têdigihîjin ne wisa? Naxwe her tişt bingeha xwe ji çînê werdigire. Ne hêjayê gotinê ye rewşa dayikbûyina te! Heyfa min bi te tê. Lewma jî newekhevîbûna sosyal û ekonomîk bi awayî divê were xuyakirin. Bi dû vê beramberîhevbûyinê, depresyon, hestpêkirina biqîmnehatinê û qaxû dikare were pê.
Yanî em vê mijarê dikarin ji gelekî hêlan ve binirxînin û her weha rave bikin. Serqiseyê, kîjan ji me çaxê ku radihîşe telefonê û “ew reelsên bêhempa yên serdema ducaniyê û dayiktiyê” li ser hev dişemitîne û dibîne û paşê ji xwe re negotiye ma “law gelo ez di galaksiyeke din de dijîm! Ez xwedanê bedeneke din im? Ev ên hanê pempû diwelidînin, ez jî dikim gelo dînozor biwelidînim?” Rast, ma em neketin nava vê sîmulasyonê? Erê! Baudrillard digihîje gazî me! Tecrubeyên dayiktiya rastîn ketiye dewsa dayiktiyeke nerastîn a li ser torên medyaya civakî. Dijwariyên rastîn, hestên tevûhevûdubûyî û kêliyên kaotîk, dikarin bi dîmên bêhempa bêne guhertin.
Îro dayiktî ji tecrubeyên biyolojîk û hestên zirav derketiye û ketiye rewşeke din a mîna ku performans tê binavkirin. Wekî pêşkêşkirinekê yan jî. Hetta ew mîna platformeke pêşbazîkirinekê tê xuyakirin. Mefhûma Michel Foucault ya bi navê panopkîton di vê serdema dîjîtal de ji nû ve diteşe. Jin mîna ku her tim bêne temaşekirin di wê platforma panoptîkon de performansekê li dar dixin. Ev çavnêriya veşartî, kirdeyên ku xwe dîsîplînîze dikin diafirîne. Zêristanîbûn serdemeke welê ye ku ew di nava xwe de bêxewî, veguherînên hormonel, adaptebûnên pitikê dihewîne. Ev pêvajo bi temamî pêvajoyeke şikestinê ye. Ta ku haletî ruhiyeya me di rewşeke welê ya zirav û tenik de ye, vê carê barekî dîtir bi ser pişta me ve dibe.
Şêweya rast a ducanîbûyinê yek ji van e. Hin egzersîz, şeklên xwarinê, rewşa lixwekirinan… Heke tu li van hayedar nebî, hingê ew tê wê maneyê ku tu li zarokê xwe nafikirî. Tu rêz li hember xwe nagirî. Welê ye ku em heta normal zayinê jî tên sûcdarkirin. Ez qala mêjandinê, “Şîrê te heye? Şîrê te têrê dike?” filan û bêvanê nakim. Hetta hin şeklên sûcdarkirinê din jî hene, perwerdehiya xewkirinê, stîlên dêûbaviyê… Aha ev hemû tesîrên biyopolîtîk in. Bedena jinê, ji bo nirxandineke ûmûmî dibe wekî projeyekê. Jin ji jinbûyina xwe dertê û ew dibe amûreke civakî ku bi qîma hêviyên wê were.
Nifşê nû yê femînîstan dayiktiyê wek ezmûneke jinane ya girîng dibînin. Ew her weha têdigihîje ku dikare bingeha cîhanek mirovîtir û rasttir deyne.
Em divê dayiktiyê tiştekî wekî bêqisûr pênase nekin. Ew divê weha were pênasekirin: dayiktî zirav û hîstenik e. Hewcedariya me bi vê yekê heye. Dayiktî ne performans yan jî pêşkêşî ye. Ew divê mîna tecrubeyeke têkiliyê ji nû ve were keşifandin. Digel pêvajoya min a ducanîbûyinê min di pêvajoya dayiktiya xwe de gelekî platformên dayiktiyê şopandin. Ez bûm endamê civatan. Di wan civatan de carina pişgirtin desthilat bû, carina jî uslûbeke nelirê ya ku digotin “me sê zarok welidandin.” Ev veguherîn ê bi platformên xweser ên ku jin bikaribin dengê xwe bilind bikin û hevûdu biçûk nehêlin were pê. Piştgiriya rastîn ê ancax bi dilekî saf û xurt di qadên fîzîkî û dîjîtal de were pê. Ya ku îdeal e, ne bêhempabûyina ku meriv nikare xwe pê bigihîne, ew di nav tixûbên dayikbûyineke însanî de tê pê. Tecrubeyeke ku divê bi xwe re di nava aştî û lihevkirinekê be.
Hemû dayik! Hûn hemû têra xwe ne, û ji bilî we kesek nikare ji we çêtir li zarokê we xwedî derkeve. Ez ji we hemûyan hez dikim û ez we hemûyan yek bi yek hembêz dikim.
Bi hêviya hevûdudîtinê.


