Destpêk
Ev xebat ji çend mînakên folklora kurdî pêk tê. Di vê xebatê de nivîs li gor axaftina kesan hatiye nivîsîn. Li kêm deveran serrastkirin heye. Li hin deveran ji bo rastî yan têgihiştina bêjeyan wateya wan dinava kevanê de hatiye nivîsin. Di xebatê de kesê ku aniye ziman, temen, cîh û sal hatiye nivîsîn.
Gûhê Dîwara Hene
Rokî hebû rokî tinebû, meznê fileha kuçikekî ber derîyê me bû. Car caran rehmet li dê û bavên hazir û guhdaran. Zilamek hebû (ji) xwe re etariyê digeriya. Çû gundeki, devê derîyê malekê sekînî. Xwediyê malê û jina xwe firaxin (ji) etarok standin. Etarok go ‘ka perê min’ nedanê. Etarok û xwediyê malê şer kirin. Mêrik û jinik ji etarok re gotin ‘emê te bikujin’. Etarok got ‘go win min bikujin ewê pelqeçiçke ava biharê ewê şahidiye bidine min. Ewê bejin we ev zilam kuştiye.’ Merîk bawer nekir gote ‘emê merik bikujin, emê wî têxin bin erdê, kes fam nake’ û merik wira dike.
Rojek bihar hat û baranê daye û jina zilam rûniştiye ber pacê derve direnê (dinerê) û dara derve direnê û lehî hinekî çêbû û baran (ji) darê dikevê, dilop tên nav avê dikin (dikevin), pelqeçiçk çêdibin. Pîrek pacêde ye, pelqeçiçka direnê, dikenê û zaf dikenê. Mêrê pîrekê lê direnê dibêje ‘dawa çidikî, ti çima dikenî’? Pîrek devê xwe dişahide dibejê ber paceyê ji mêrê xwe re dibejê û ‘zilamê go me kuşt xist binê erdê, we hingê got ewê pelquçê (pelqeçiçkê) biharê ewê şahidê min bidin, ûsa gotibû’ û dikenê. Zilamek derveye, xwe daye ber sifirnekê û deng diçe zilam û haya jinikê tine û deng çûye zilam. Zilam hertiştî hisiya. Zilam çû ba eskera şahedî da gote ‘hal û mesele malekî vî gundî ye wîsa ye. Karakol hate malikê gote ‘we şeş meh bere we etarokek kuştiye, xistiye bin erdê, bêjin’ kireye zor dan malikê. Gotin kireye zilam û jinik mecbur man mecbur gotin va virdeye. Etarok derxistin, zilam û jinik xistine hepse û werhasil tiştek veşartî namîne, gûhe diwara hene.
Nasnameya Çîrokê
Berhevkar: Dilazad A.R.T Herem/Cih: Gûndê Koca, Êlîh
Çavkanî: Xalê Cemal, 37 Salî Sala Berhevkirinê: 2015
Pîrika Kinik
Hebû pîrikeke kinik, ji xwe re lêkir xaniyekî nizmik, paqijkir zêrek tê da dî. Da bi helawê. Danî ser milê qûçik. Dîk hat nikilek lêxist. Pîrê şonikek li devê qûnê xist. Go haydi em herin şêrîatê. Çû mala qazî miftî. Qazî, qazî Xwedê ji te razî. Go ez hebûm pîrikeka kinik. Go min ji xwe re lêkir xanîkî nizmik. Go min tê da zêrek dî. Go min ji xwe re da helawê. Danî ser milê qûçik. Û go dîko hat nîkilek lêxist. Go min şonikek devê qûnê xist. Go ica ez neheqim yan ew. Bêterbiyeyî te kir te jî heqî kir.
Nasnameya Çîrokê
Berhevkar: Dilazad A.R.T Herem/Cih: Gûndê Koca, Êlîh
Çavkanî: Xaltîka Qedriya, 60 Salî Sala Berhevkirinê: 2016
Spî û Kêç
Spî ji kêçê re go xomin (xûha min / xwîşka min) em herin qatê. Çûna qatê ba û baran rabû. Spêyê go kêçe em herin malê. Hatin malê,Sspêyê ket, pîye wê şikiya, kêçê wê da qêştaxê.
Nasnameya Çîrokê
Berhevkar: Dilazad A.R.T Herem/Cih: Gûndê Koca, Êlîh
Çavkanî: Hecî Zarîfê, 70 Salî Sala Berhevkirinê: 2016
Mişko û Kêzê
Mişko û kêzik çûn beravê. Mişko go kêzikê tû (li) vir bê. Ezê herim daweta Mîr Evdal. Heta mişko çû kete binê melkebê. Kêzê kete avê xeniqî. Siwarek wir da hat kêzê tazî siwarkir. Go siwaro hendel mendel gopêga serê te pozde wegel. Çû dîwana Xal Evdel. Çûy bêje kêzekek kêze gotiye mişko mişkolero xwelî sero, keza kêz xatun xûya regregun. Ketiye gole gerinekê. Mişko hat gote kêzê destê xwe bi de min. Gotiye kiro ez tazî me. Kezê xenikî. Hate malê xweliyê serê xwe kir. Go mişko çima te xwelîyê sere xwe dikî go kêzê xeniqiye keza kêz xatûn, xweyê şora glavdûn.
Nasnameya Çîrokê
Berhevkar: Dilazad A.R.T Herem/Cih: Gûndê Koca, Êlîh
Çavkanî: Hecî Zarîfê, 70 Salî Sala Berhevkirinê: 2016
Kundir û Bexçe
Go hebû bexçê min, hebû kerekî min, hebû kundirekî min.
Ker kundirê min kot, kot, kot kir. Ne tû bûna min vê çîrokê ji kesekira ne digot.
Nasnameya Çîrokê
Berhevkar: Dilazad A.R.T Herem/Cih: Gûndê Koca, Êlîh
Çavkanî: Xaltîka Qedriya, 60 Salî Sala Berhevkirinê: 2016
Kêzê û Kûrmo
Hebû kêzê û kûrmo, kêzê keziya xwe kil kir, kûrmo jî kete binê bagaranê mir.
Çîroka min çû pişta gir, kete binê kevir.
Nasnameya Çîrokê
Berhevkar: Dilazad A.R.T Herem/Cih: Gûndê Koca, Êlîh
Çavkanî: Xalê Evdilah, 53 Salî Sala Berhevkirinê: 2015
Gur û Rovî Bûn Heval
Gur û rovî bûn heval,
Keftar jî rabû çû mal.
Gur ji keftar re got, serê te mezine
Tiştekît li bexçê tine.
Gur got gazî xal û apa kim
Ez ê te ji vî memleketî rakim
Gur û rovî qewge kir,
Serî li keftar perçe kir.
Bexçe xweşkirin gûla
Bû qêrina bûlbûla.
Nasnameya Çîrokê
Berhevkar: Dilazad A.R.T Herem/Cih: Gûndê Koca, Êlîh
Çavkanî: Xalê Evdilah, 53 Salî Sala Berhevkirinê: 2015
Lîstika Kerko Kê Ajot
Gotinên vê lîstikê li gor herêman bi çar awayî têne gotin:
1- Kerko kê ti ajot?
2- Kerko kerko kê ajot?
3- Kerî koro kê ti birî?
4- Kerko kerko ker ajot, kê hevalên min ajot?
Her çar gotin jî bi heman mantiqê têne gotin. Lîstik bi gelek kesan tê leyîstin. Yek dibe mak, ê dî li pişt makê dikevin rêzê. Ji kesên di rêzê de yek makê bi tiliya xwe diajo û dûvre vedigere cihê xwe. Dûvre mak li listikvana vedigerê û ew kesê ku ew ajotiye tehmîn dike. Eger rast derxê ew kes dibe mak yan na makîtiya wî/wê berdewam dike.
Nasname
Berhevkar: Dilazad A.R.T Herem/Cih: Tor
Çavkanî: Letife Turgut 60 Salî Sala Berhevkirinê: 2015
Encam
Folklor destnîşan dide ku çanda gelan nîşaneya gelan e. Her mirov an her netew bi çanda xwe ji ê dîn tê veqetandin. Folklor heman demê nasnameya mirov û gelan e. Çirok jî parçeyek ji folklora kurdan e. Ev mînakên ku hatine nivîsîn ji bo çanda Kurdî dewlemendî ye. Ji bo lêkolînên li ser folklorê ev xebat dikare bibe çavkani. Bihevîya ku gelek xebatên berhevkirina folklora Kurdî bêne kirin.


