Silav hevalên kurdewar û kurdîhez.
Di meha ewil a sala 2026an de û dîsa di nava vê meha Sibatê de Kurd rastî êrîşên hovane hatin. Li Sûriyê û Rojava rewş zû guherî û gelek tişt li dijî Kurda qewimîn. Hêzên Kurdan li gorî rêkeftina di navbera hikûmeta demkî a Sûriyê û Hêzên sûriya demokrat ji gelek deveran vekişiyan. Kobanî hat dorpêçkirin û av û ceyran û înterneta bajêr hate qutkirin. Kurd qismek destkeftiyên xwe li sûriyê winda kirin. Lê ev rewşa awarte ya li Rojava dilê hemû Kurdên li 3 parçeyên din û li dîasporayê gelek êşand. Kurd li dora vê êşê bûn yek. Daketin kolanan, dengê xwe bilind kirin da ku bigihînin cîhanê. Kurd careke din rastî xiyanetê hatin. Hevpeymanên navdewletê kurd li rê hêştin û berê xwe dan şirîkên din. DAÎŞa hov dîsa derket holê û dîsa êrîsê kurdan kir. Di nava rewşeke wisa de nivîskarê me Konê Reş ku bixwe şahidê van geşedanan e û li Qamişloyê niştecîh e, bi nameyek bang li Neteweyên Yekbûyî û Unescoyê kir. Ji ber girîngîya vê meseleyê û ji bo ku bibe gaziyek ji gelê Kurd, me di bergê kovarê de cî da vê bang û gazîyê: Di 100 Saliya Lozanê De, Nameyek Ji United Nation û Unesco Re.
Nivîskar Muqades Agirî mijara teza xwe ya li Zanîngeha Mardîn Artukluyê wek rêze nivîsekê ji bo kovara me amade kir. Sernava tezê “Di Dîwana Melayê Cizîrî De Felsefeya Wehdetu’l- Wicûd” e û di hejmara vê mehê de em cî didin beşa yekem: Jiyana Melayê Cizîrî, Berhem Û Nêrîna Wî Ya Tesewifê
Dilazad ART li ser çand û folklora kurdan xebat û lêkolînên xwe didomîne. Di hejmara 14an de jî nivîskar xebateke din bi me re parke dike: Ji Kaniya Gel Çend Xebatên Folklorî.
Nivîskara me ya delal Salomé Cizrawî ev demeke direjê nedinivîsand. Ji ber ducanîbûnê navberek dabû nivîsên xwe. Zarokekî mîna xwe delal jê re çêbû û piştî ku ew jî baş bû hat ser hal û quweta xwe ya berê dîsa bi nivîsekê vegeriya nav me. Mijara nivîsa Saloméyê derbarê dayîkên zemanê me ye. Ew helbet bi dîtin û tecrûbeyên xwe dibêje çawa medya civakî dayikeke îdeal diafirîne û ev çawa vedigere tûndiyeke psîkolojîk. Fermo “Dayikiya Performatîf û Tundiya Veşartî”.
Derûnnas Brahîm Alûcî berdewam li ser derûnîyê gotareke beşkeş kir. Mijara vê hejmarê ev e: Trawma Di Jiyana Zarokan De Û Derûnterapiya Hunerî.
Nivîskar Rûmet Med di hejmara Sibatê de kovara derûnnasiyê û hejmara wê ya dawî şîrove dike: Hejmara nû ya “Psychology Kurdî” û têkilîya Wêje û Derûnnasî
Di beşa danasîna pirtûkan de nivîskarê me Faîk Ocal Pirtûka Qenewîç a Rojbîn Ozkan bi me dide nasîn.
Di beşa Fotoşirove de Wênegir Dilazad ART bi me re du wêneyên xwe parvekirin.
Wêneya yekem: Cêr
Ji berhemên destan ya kevneşopiya Kurdî: Cêr
Wêneya duyem: Meşk
Ji berhemên destan ya kevneşopiya Kurdî: Meşk
Di rûpela dawîn ya kovarê de me cî da pirtûka nû ya nivîskar Mihyedîn Nahrîn: Meseleyên Evînê. Pirtûk ji weşanxaneya Nameyê îsal (2026) derket.
Hejmara 14an jî amade û li ber destê we ye. Hûn dikarin li ser malpera me www.theraisingofkurds.com hemû nivîsên vê hejmarê û hejmarên berê bixwînin. Her wiha hûn dikarin PDFa hemû hejmarên kovarê daxînin.
Bimînin dixweşiyê de.


