Dema ku em mijarên tendirustiya derûnî ji çarçoveya derûnkolînerî (psychoanalytic) ve dibêjin, em neçar in ku bi xwe dest pê bikin: her rêbaza tedawiyê, her amûr, her têgeh — di dawiya dawî de di nav tevneke derhişî (unconscious) ya takekesî û çandî de xwe dinizilîne û mana xwe bi rengî werdigire. Bikaranîna fîlman weke amûreke terapotîk ku bi navên weke sinematerapî (cinematherapy), derûnsînema (psychocinema) an jî terapiya rastîn (reel therapy) tê nasîn, ne tenê pratîkeke nû ya teknîkî ye; ev rêbaz di heman demê de pencereyekê vedike li ser pêvajoyên kûr ên derûnkolînerî yên weke veguhêzî (transference), naskirina wekxwedîtinê (identification) û xebata xeyalî-veguherbar.
Ji nêrîna derûnkolînerî ve, sînema ne medûmeke bêalî ye. Fîlm, weke xewn, xwe di navbera hişê hişyar û hişmend (conscious) û hişê derhişî de bi cih dike. Temaşevan di rewşeke aram, rehet û tarî de, mîna dema xewnê, xwe radestî çîrokek û karakterên nenas dike. Ev saziya taybetî ya pêwaziyê ye — saloneke tarî, deng û wêneya mezin, mirovê ku li cihnişteke bêdeng rûniştiye — şertên pêdivî yên ji bo aktîvbûna mekanîzmayên berevaniyê (defense mechanisms) kêm dike û rê li ber ramanên serwextbûn û pêşhişmendiyê (preconscious) û derhişiyê vedike.
Di sedsala 21an de, rêbazên nû yên terapiya tendirustiya derûnî bi awayekî berfireh geş bûn. Lêbelê, ji bo ku em potansiyel û sînorên van rêbazan bi rastî binirxînin, pêwîst e ku em wan ne tenê ji nêrîna teknîkî, lê ji nêrîna derûnkolînerî jî vekolînin. Ev nêrîn ji me dixwaze ku em bipirsin: fîlm çi dixwaze ji me û em çi ji fîlmê dixwazin? Daxwaza me ya ji fîlmê çi vedibêje derbarê me û xwe de?
Di vê nivîsê de, em ê pêşî prensîbên bingehîn ên derûnsînemayê ji nêrîna derûnkolînerî şîrove bikin. Paşê em ê sê mînakên fîlmî yên girîng — “Memoria” (2021), “The Whale” (2022) û “Apples” (2020) — bi vê nêrîna şîkar û analîtîk bişopînin û di dawiyê de protokol û krîterên hilbijartin û bikaranîna fîlman di pratîka klînîkî de pêşniyar bikin.
Fîlm weke Dîmena Derhişî – di Nêrîna Derûnkolîneriyê de
Freud (1900/1953), di şîrovekirina xewnan de, eşkere kir ku derhişî xwe bi awayekî wêneyan, sembolan û metaforan derbirîn û îfade dike, ne bi mantiqê ji rêzê û xêzî. Sînema jî bi heman zimanê vê derhişiyê ve diaxive. Wêne, mûzîk û çîrok bi hev re di nav temaşevanan de daxwaz û arezûyên (desires) û tirsên kûr ên derhişiyê zindî dikin. Metz (1982) di şîrovekirina derûnkolînerî ya sînemayê de bal kişand ser vê yekê ku temaşevan bi xwe di dema temaşekirinê de di cihê bilindbûna kirdeyî (subject-position) de ye: ew hem bi karakteran re xwewekdîtinekê (identification) dike û hem jî xwe ji wan cuda dibîne.
Di tevnê derûnkolînerî de, naskirina xwe ango xwewekdîtina di karakteran de ne pêvajoyek reşûspî û yekrêz e. Ew dikare bi awayekî hişyar û hişmend jî çêbibe — temaşevan bi dilxwazî li qehremanan dinêrin — lê dikare bi awayekî derhişî jî xwe pêşwazî bike. Dema ku karakterek li ser ekranê tirsên, arezû û xwestekên an jî şermezariya temaşevan nîşanî wî/wê dide, temaşevan tenê nakevin nav danûstandinek tenê bi tiştekî derxweyî (derveyî) re; ew di heman demê de bi nîhêniya xwe ya navxweyî (hundurîn) re rûbirû ye. Ev yek, yek ji sedemên ku bikaranîna fîlman di terapiyê de dikare ji “tenê axaftin”ê bêtir kûr bibe: fîlm metafora takekesî (personal metaphor) pêşkêş dike ku terapîst û nexweş dikarin bi hev re li ser bixebitin.
Wedding û Niemiec (2014) vê mekanîzmayê bi navê têkiliya hestyarî-çîrokî-vegotinî bi nav kirine: temaşevan dikevin “transek”ê ku tê de bala wan bi tevahî li ser karakterên ekranê ye. Ji nêrîna derûnkolînerî ve, ev trans bi dewleteke veguherandina hestan ango bi rewşa veguhêziyê re wekhev e bi gotineke din temaşevan hestên xwe yên binhişî û paşxaneyê li karakteran bar dikin. Ev yek ji bo pratîka terapotîk hem fersend û hem jî xetereke cidî pêşkêş dike.
Dahûrîna Fîlma “Memoria” (2021) – Deng Ji Kû Tê?
Fîlma “Memoria” ya Apichatpong Weerasethakul (2021) — ku tê de Tilda Swinton rola Jessica Holland dilîze — ji nêrîna derûnkolînerî mînakeke herî dewlemend e. Jessica her roj bi dengeke teqandina mezin tê hişyarkirin ku tenê ew dibihîze. Ev deng ji tu çavkaniyeke berbiçav nayê û kesî din nikaribe wê piştrast bike.
Ji nêrîna derûnkolînerî ve, ev deng ne tenê nîşanek e; ew vegerandineke yê tepisandinê (return of the repressed) ye — tiştekî ku hate tepisandin û niha bi rêyeke sembolî li derê hişê hişyar û hişmend dixe. Freud (1919/1955) di dahûrîn û analîza bêhntengiyê de diyar kir ku ya “ecêb, sosret û gêj” bi gelemperî ew tişt û heyber e ku berê nas bû, lê hat rakirin û niha weke ya bîyanî xuya dibe. Dengê Jessica tam ev e: ew ji dinyaya xwe ya navxweyî ango hundurîn tê, lê ji ber ku nexweş nikaribe wê bixe nav çarçoveya serpêhatî û tecrûbeyên xwe yên berê, wê weke heyber û tiştekî derveyî xwe hest dike.
Dîroka şîfaxaneyî ya di fîlmê de — bijîşk, derûnterapî, yoga, medîtasyon, dermanên kevneşop — ne tenê lîsteya hewildanên bêserencam e. Ji nêrîna şîkar û analîtîk ve, ev hewildan nîşanî me dide ka nexweş çawa bi mekanîzmayên berevaniyê (defense mechanisms) xwe ji têkbirina binhişî û derhişî diparêze: ew pirî caran li çareseriyên teorî û teknîkî digere ji ber ku naxwaze rastiya hîsê xwe ya hundurîn rasterast rûbirû bibe. Derûnterapîst yên ku vê fîlmê di çarçoveya klasên akademîk ên li ser rewşên psîkotîk bi kar tînin, ev xal dikare bibe mijarek kûr a gotûbêjê.
Lêbelê, ji bo bikaranîna klînîkî ya rasterast, “Memoria” xetereyeke cidî vedihewîne. Fîlm nexweşiyeke çareseriyê pêşkêş nake; ew rewşeke ekzîstansiyalî ya aloz e. Mirov dikare bibêje ku ev “rastî” ye — lê ji nêrîna terapotîk, nexweşek ku di rewşeke bêhêvî ya akût de ye, ji vê fîlmê nêrînek pozîtîf a pêşveçûna mimkin nayê xwendin. Bi vî awayî, xetera mezintirkirina pîkoza derhişî an jî kûrkirina rageşî û depresyonê heye.
Dahûrîna Berawirdî: “The Whale” (2022) û “Apples” (2020)
“The Whale” (2022) ya Darren Aronofsky di nêrîna derûnkolînerî de çend xalên girîng vedikin. Karakterê sereke Charlie, zilamekî qelew ê gay e ku ji jiyana civakî bêrî bûye û di nav odeyek tarî de miriye. Ji nêrîna analîtîk ve, qelewbûna wî ne tenê nexweşiyeke laşî ye; ew semboleke derhişî ya xwe-cezakirinê ango tawanbariyê ye — mekanîzmayeke berevaniyê ya li dijî şermezariya tawanbariyê ya derûnî ya kûr e. Fîlm gelek mijarên klînîkî yên girîng ên trawma, qelewbûna giran (morbid obesity) û bengîtiya xwarinê destnîşan dike û ji derûnnas û xwendekarên derûnnasiyê re materyaleke bêhempa ye.
Lêbelê, ji bo bikaranîna terapotîk bi nexweşên rastîn re, “The Whale” kêmasiyeke bingehîn di xwe de vedihewîne: fîlm hêviyê pêşkêş nake. Charlie di dawiyê de dimire û ti rêya veguhertinê û veguhêziyê baş nîşan nade. Ji nêrîna derûnkolînerî ve, ev metirsî û xetereyeke cidî ye ji ber ku nexweş dikare bi mekanîzmaya xwewekdîtinê (identification) xwe bi Charlie re bibîne û ev nasîn dikare bibe sedema kûrbûna pîkoz û bêhêvîbûnê.
“Apples” (2020) ya Christos Nikou — berevajî her du fîlmên din — ji nêrîna derûnkolînerî nêrîneke çalaktir û hêvîbexştir pêşkêş dike. Di fîlmê de pandemîyeke bîranîna winda (amnesia) çêdibe: mirov bi qeze bîranînên xwe winda dikin. Karakterê sereke Aris di nav vê valahiyê de dijî û di bernameyeke tedawiyê de beşdar dibe ku armanca wê avakirina bîranînên nû yên jiyanê ye.
Ji nêrîna derûnkolînerî ve, “amnesia” di vî fîlmê de ne tenê nexweşiyeke noronnasî ye; ew metaforek e ji bo xwe-winda-kirinê ku gelek nexweşên depresyonê û trawmayê hîs dikin. Bernameya tedawiyê ya di fîlmê de — xwendin, mûzîk, dans, têkiliyên civakî — ji nêrîna takekesî û civakî pêvajoyek vejîna takekesî temsîl dike. Dîmena dawî ya fîlmê ku lê Aris bi riya bîra diqelişe, hêviya vegerê û domandina jiyanê bi awayekî kûr nîşanî me dide.
Prensîb û Protokolên Derûnsînemayê ji Nêrîna Şîkarî û Analîtîkî ve
Li gorî nêrîna derûnkolînerî û delîlên lêkolînên heyî, em dikarin çend prensîbên bingehîn ên ji bo bikaranîna ewle û bandordar a fîlman di derûnterapiyê de diyar bikin. Prensîba yekem têkiliya di navbera naveroka fîlm û rewşa derûnî ya takekesî de ye. Fîlm dikare mekanîzmayên veguhertinê û veguheziyê û naskirinê çalak (aktîv) bike, lê ev mekanîzma ji bo her nexweşî bi awayekî cuda dixebite. Ji ber vê yekê, derûnterapîst divê pêşî nirxandineke berfireh a dîroka derûnî ya nexweş bike berî ku fîlmekê pêşniyar bike.
Prensîba duyem ew e ku bikaranîna fîlmê di dema pêvajoya terapiyê de girîng e. Ji nêrîna şîkar û analîtîk ve, dem di her pêvajoya tedawiyê de xwediyê mana ye: fîlmek ku di destpêkê de rêya hevpariyê ava dike, dibe ku di dawiyê de bi awayekî cuda were xwendin û berevajî bê dîtin û nirxandin. Fîlmên ku trawmayê rasterast temsîl dikin divê ne di qonaxa yekem a tedawiyê de were bikaranîn.
Prensîba sêyem rêberî û dahûrîna pisporan e. Ji nêrîna analîtîk ve, temaşekirina fîlmekî bêyî raman û zanîna terapotîk nîne; bereks, dibe ku veguhertinên derhişî ên ku di dema temaşekirinê de rabûn bêpiçokî bimînin û ji ber vê rê li ber xirabbûna rewşê veke. Pêwîst e ku piştî temaşekirinê gotûbêjeke pêwîst çêbibe.
Prensîba çarem — û ji nêrîna analîtîk a herî girîng — avakirina hêviyê ye. Yalom (1995) destnîşan kir ku hêvî hêmaneke bingehîn a hemû şêweyên terapî û tedawiyê ye. Fîlmên ku em di terapiyê de pêşniyar dikin divê — heta di rewşên herî dijwar de jî — rêyeke potansiyel a veguherînê û vejînê nîşan bidin. Ev ne arezû û xwestineke naîv û bêaqiliyê ye; ew şert û merceke klînîkî ya bingehîn e.
Encam
Derûnsînema û derûnterapî, dema ji nêrîna derûnkolînerî (psychoanalytic) ve tên vekolîn, ji rêbazeke teknîkî ya sade gelek derbas dibin. Fîlm — bi hêza xwe ya ji bo aktîvkirina derhişî, ji bo çêkirina mekanîzmayên veguhertinê û naskirinê û ji bo pêşkêşkirina metaforên takekesî û civakî — potansiyeleke mezin a terapotîk vedihewîne. Lêbelê, ev potansiyel xweserî û bêsernêrîn dernakeve; ew pêwîstiya çarçoveyek analîtîk, protokolên zelal û pisporiya klînîkî heye.
Dahûrîna sê fîlmên ku me kir — “Memoria”, “The Whale” û “Apples” — nîşan da ku ne her fîlmek ku mijarên derûnî dişopîne ji bo pratîka terapotîk guncav e. Krîterên bingehîn ên gihîştina hestyarî, temsîlkirina rast û bêstîgma û deqkirinê û bi taybetî pêşkêşkirina hêviyê divê di hilbijartin û bikaranîna fîlman de bêne hiş û bal. Fîlmek ku bêhêvî û bêserencamî normalkirinê nîşan dide — heta ji nêrîna hunermendî gelek qîmetdar be jî — dikare di rewşeke klînîkî de ziyandar be.
Ji bo siberojê, divê lêkolîn û pratîk li ser sê xelekên sereke bixebitin: bi geşekirina lêkolînên zanistî yên qalîteyê bilind ên ku bandorên mekanîzmayên derûnkolînerî yên sînemayê di çarçoveya klînîkî de bipîvin; bi perwerdekirina derûnterapîstên ku di teoriya derûnkolînerî, fêhma fîlmê û pratîka klînîkî de şayeste ne; û bi damezirandina standardên profesyonel ên etîkî û zanistî yên ji bo pratîka ewle û bandordar a derûnsînemayê. Tenê bi vî awayî, derûnsînema dikare weke amûreke rastîn a derûnterapiyê xizmeta bi milyonan kesên ku ji girîft û gelemşeyên derûnî bêzar in bike.
Çavkanî
Freud, S. (1953). The interpretation of dreams. In J. Strachey (Ed. & Trans.), The standard edition of the complete psychological works of Sigmund Freud (Vols. 4–5). Hogarth Press. (Xebata orjînal di sala 1900 de hatiye weşandin)
Freud, S. (1955). The uncanny. In J. Strachey (Ed. & Trans.), The standard edition of the complete psychological works of Sigmund Freud (Vol. 17, pp. 217–256). Hogarth Press. (Xebata orjînal di sala 1919 de hatiye weşandin)
Hyler, S. E. (1988). DSM-III at the cinema: Madness in the movies. Comprehensive Psychiatry, 29(2), 195–206. https://doi.org/10.1016/0010-440X(88)90009-2
Metz, C. (1982). The imaginary signifier: Psychoanalysis and the cinema (C. Britton, A. Williams, B. Brewster, & A. Guzzetti, Trans.). Indiana University Press.
Nikou, C. (Derhêner). (2020). Apples [Fîlm]. Haos Film; Faliro House Productions.
Weerasethakul, A. (Derhêner). (2021). Memoria [Fîlm]. Kick the Machine Films; Illuminations Films.
Wedding, D., & Niemiec, R. M. (2014). Movies and mental illness: Using films to understand psychopathology (4th ed.). Hogrefe.
Yalom, I. D. (1995). The theory and practice of group psychotherapy (4th ed.). Basic Books.
Zacks, J. M. (2015). Flicker: Your brain on movies. Oxford University Press.
Aronofsky, D. (Derhêner). (2022). The whale [Fîlm]. Protozoa Pictures; A24.
Termên Sereke
Derûnsînema (Psychocinema) — Bikaranîna fîlm û sînemayê weke amûreke analîz û têgihiştina rewşên derûnî. Fîlm weke neynikek tê dîtin ku temaşevan dikarin xwe û rewşên xwe yên hundurîn tê de bibînin.
Sînematerapî / Terapiya Rasteqîn (Cinematherapy / Reel Therapy) — Bikaranîna fîlman weke beşek ji pêvajoya terapiya derûnî. Terapîst fîlmên bi hûrgulî bijartî pêşniyar dike da ku nexşeyên gotûbêjê vekin û alîkariya nexweş bikin ku girîftên xwe nas bikin û li ser wan bixebitin.
Derhişî (Unconscious) — Beşa derûnê ku ji hişmendî û hişyariya takekesî dûr e û têde ramanên tepisandî, arezû, daxwaz, tirs û bîranînên çêbûnekê heye. Li gorî Freud, derhişî bandoreke bihêz li ser tevger û reftarên me dike tevî ku em pê nizanin.
Tepisandin (Repression) — Mekanîzmaya bingehîn a berevaniyê ku têde ramanên jandar, daxwazên tirsnak an jî bîranînên nexweş bi rêya otomatîk ji hişyariyê tên avêtin ber bi derhişiyê. Ev xwe-parastinek e lê bi gelemperî sedema girîftên derûnî yên demdirêj dibe.
Vegerandina Tepisandinan (Return of the Repressed) — Têgeha Freud ku têde tiştê ji derhişiyê tepisandî bi rêyên nenas — xewn, nîşane, semptoman, xeletiyan û di sînemayê de jî — dîsa li ber derê hiş û hişyariyê xuya dibe.
Mekanîzmayên Berevaniyê (Defense Mechanisms) — Stratejiyên derhişî ên ku eziyê (ego) bi kar tîne ji bo parastin xwe ji tirsê, şermê û janê yê derûnî. Di nav wan de înkar (denial), şandina hestên xwe bo heyber û tiştên din ango rengvedan (projection), û vegerandina arêpişta aqilane hene.
Veguhêzî (Transference) — Pêvajoya ku tê de nexweş hestên xwe yên berê — bi gelemperî yên ji danûstandinên zaroktiyê — li terapîst bar dike. Di sînematerapiyê de, temaşevan dikare hestên xwe bi heman awayî li karakterên ekranê bar bike û ev yek ji bo terapîst materyaleke dewlemend peyda dike.
Wekxwedîtin (Identification) — Pêvajoya ku tê de takekesek xwe bi kesekî din an karakterekî fîlmî re dibîne û hestan, raman û rewşên wî weke yên xwe hîs dike. Yek ji mekanîzmayên bingehîn e ku fîlm bandora terapotîk pêşkêş dike.
Avakirina Hêviyê (Instillation of Hope) — Hêmana bingehîn a hemû terapiyên bandordar ku Yalom destnîşan kiriye. Têgeh ev e: guherîn û başbûn mimkin e, heta di rewşên herî dijwar de jî. Fîlmên terapotîk divê vê hêviyê biparêzin û xurt bikin. Ji ber vê yekê The Whale ji bo bikaranîna klînîkî xeternak e, lê Apples erênî ye.
Hevpariya Terapotîk (Therapeutic Alliance) — Têkiliya bawerî û hevkariyê di navbera terapîst û nexweş de. Lêkolîn nîşan dide ku kalîteya vê têkiliyê yek ji pêşbînkerên herî xurt ên encamên baş ên terapiyê ye, ji rêbaza terapiyê bêtir.
Deqkirin (Stigma) — Neyîniya civakî û hesta şermezariyê ya li ser nexweşiyên derûnî. Deqkirin rê li ber lêgerîna alîkariyê digire û rewşa nexweşan xerabtir dike. Fîlmên terapotîk divê li şûna deqkirinê hevdiliyê û têgihiştinê pêşwazî bikin.


