Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Evîn»Agirê Evînê, Te Di Dilê Min De Pêxist
Evîn

Agirê Evînê, Te Di Dilê Min De Pêxist

admin adminBy admin admin28/03/2026Şîrove tune ye3 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Ey can…

Hema bêje her mirovê li ser rûkê dinê derewkar û sextekar in. Hejmara canik û camêran mixabin pir kêm e. Min gelek heval, hogir û dost dîtin di rojên herî tengasî de terka meriv kirin.

Gelek caran insanên herî xirab rûyên xwe bi maskeyên delal dinuximînin û mirovan dixapînin. Gelek evîn di destê xwefiroşan de ketine ber lingê necamêran. Mixabin ev dinya derewîn û kirh e û mirovên tê de jî sextekar in. Hema bêje her mirov xwedî etîket in, kî buhayê etîketê bide ew dibin malê wan.

Li vê cîhana xopan û derew tenê tu heyî baş, qenc û delal. Tenê buhayê te nîn e û hemû kaînat bête dayîn têra qelenê te nake. Delalbûna te rast û heq e lewma tu delala vî dilî yî. Her kes diçe û terka min dike lê tu tenê dimînî û qet terka min nakî.

Agirê evînê, te di dilê min de pêxist lewma tu li ber dilê min şêrîn û delal î. Şêrînbûn û delalîya te ji bo bûye para min lewma pir bextewar im. Kes wekî min vê bi sirrê nizan e. Ez im yê ji delalîya te fam dikim û pesnê wê didim.

Ji bo her endamê laşê te dikarim bi saetan û bi rojan pesnê wan bidim. Lê çiqasî bêjim jî pesnê wan tam nayê dayîn û peyv li ber delalîya te wateya xwe wenda dikin. Heyv ji ber şewqa ronahîya te dernakeve der û xwe vedişêre, roj jî bi heman awayî ji şerma dengê xwe dernaxe û xwe vedişere. Dema tu heyî pêdivîya min bi roj û heyvê namîne.

Ji her perçê laşê te hez dikim. Ji ser heta pîyan wek yek perçe dîsa ji te hez dikim. Çavên te ji bo min cîhaneke bê ser û bin in dema her du çavên te li min dinêrin cîhana min bi ronî dibe. Lêvên te dema digihin ber lêvên min ez cardin ji nû ve jîn dibin. Destên te mîna destên Hz. Îsa pîroz in û tiştê destên te pê bikeve xweştir dibe. Bêhna laşê te ji hemû kulîlkên cîhanê xweştir e. Dema tu li ber kulîlkan derbas dibe ji şerma hemû kulîlk serê xwe di ber xwe de ditewînin. Bi bêhna te ew jî sermest dibin ji te re serî datînin.

Keremata destê te li ba bijîşka jî nîn e tu dikarî bi destê xwe mirîyan jî sax bikî. Dema destên te bighin ser laşê nexweşan, nexweşî bi wan re namîne û dê cardin vegerin ser tenduristîya xwe. Meriv bêhna laşê te li ser kulîlkan bireşîne dê ji fedîya hemû biçilmisin.

Ji ber şewqa te tav û heyv fedî dike.

Ji ber delalîya te jinên din fedî dikin ku ji mala xwe derkevin. Di ferhengê de wateya delal navê te bixwe ye.

 

Evîn Evîndarî nameyên evînê
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
admin admin

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî

Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne

The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.