Teza Muqades Agirî
Beşa Duyem
Li Gorî Mela Şîrovekirina Yekîtîbûnê
Li gorî Mela şîrovekirina yekîtîbûnê, daxuyaniya xuyabûna xwedê, pêdivî bi zanistê felsefî heye. Li gorî wî tenê ne metafîzîk, bêyî zanistên matematîk, fizîk, astronomî îzehkirina hêbûn, û hebûnnasiyê ne mimkun e. Mela diyardike ku xwedî fikrên derbarê van zanistan e. Jixwe dîwana wî de jî tê dîtin ku agahiyên wî yên felsefî û tesewifê gelek zêdeye. Ev taybetiya Mela, nîşanî me dide ku ligel mutesewife, muderîs, muhakik û fîlozofe jî. Mela wekî ramanên giştî yên sofiyan diyar dike ku ev cîhan ji bo cihê pêkhatina navên xwedê ye. Li gorî mela ev alem meydaneke temaşekirina bedewbûna xwedê yê bêqisûr e. Nûra bedewbûna xwedê di pergaleke hiyerarşîk de peyder pê di vê cîhanê de xwe nîşan daye. Di ramanê Mela de cîhan di nav hebûnan de meydana îmkanan e û heta pêvajoya mertebeya îmkanan bedewbûna bêqisur qanuna bi kulî çawa ku pergaleke îlahî berdewam kiriye di cîhanê de jî ev qanûna kulî meqbûl e.
Mela di derbarê ramanên fîlozofên îslamê yên “alêmê herî baş” parve dike û li gorî Mela, di cîhanê de di zagonên îlahî de jirêketin û xarbûn tuneye.
Rast e yek qanûn seraser nîne tê
Xwehrî û pîçên perîşanê xelet
Di Ramanên Îslamî De Felsefeya Hebûnê
Di felsefeya Mela de, her eşyayek di navê Zat de xuya dibe, di derdorê heman armancê de dizivire. Lewra alem di destê neqaşekî bêhempa de hatiye neqişkirin. Stêrk, felek, şev û roj eşqa di navbera xwe re reqs dikin ji bo ku bigihejin evînê xwe yanî Zatê xwe her tim di nav tevgerekî de di der û dorê hevûdu çerx dikin.
Mestane govendê dikin reqsê li dor findê dikin
Qesta şekerxendê dikin le’lan gewher xende da
Rastiyeke din jî ev cîhan di nav xwe de zêdebûnê dihewîne. Gelo Mela vê zêdebûnê çawa şîrove dike? Bêguman di vê mijarê de jî eşq, wekî nifteyeke têgîn derdikeve hemberî me. Ji ber ku di kevneşopiya sofiyan de eşq, derveyî alema ku tê dîtin firqkirina qanûna mutlaq e. Ev jî bi awayekî mestane li eşya nihêrtine û ji xwe derbasbûne yanî ev jî cureyeke serxoşbûnê ye û bi vî şiklî mimkûn e.
Allah Allah çerx û dolabê dinê
Nuqte qet nakit di dewranê xelet
Tevger û zêdebûna di alema hebûnê de, li gorî Mela ku îlma vahdet tunebûya dê di mirovan de ramanên zêdebûnê pêk bihata û êw ê şikdarbûna. Lê li gorî Mela, hemû cûre û şiklên hebûnê bi nav û sûretê Zat ve yek e. Ku îlma vahdet tunebe aqil bi tenê nikare vateyekî bide vê zêdebûnê.
Ji ber ku Mela zane ku ev mijareke felsefîk e. Li gorî Mela wateyên îlmên felsefeyê veşartiye ji ber ku bi xwe vê îlmê de zaneye dikare mijarê analîz bike. Li gorî Mela ji ber îlma vahdetê heqîqeta cîhanê yekîtîbûn e. Ramana pirbûnê wesweseye û di âlêmê de pirbûn vebûn û diyariya Yek’î ye. An jî teceliya sûret û navên Yek’î ye. Sûret û navên tecelibûnê jî encax bi eşqê ve tê zanîn.
Keşfê esrarê sifatan bê mehebbet nabitin
Sûretê esma divêtin da bikîn jê fehim raz
Feraseta Mela Ya Wahdet-Î Mutleq
Mela, ramanên xwe yên felsefî wekî “Wahdet-î Mutleq” bi nav dike. Cihekî din de jî wekî “Wahdet-î Sirf” bi nav dike.
Wehdet-î Mutleq Mela nûr e di qelban cela
Zori di vê mes’elê ehlê dilan şubhe ma
Wehdetê sirf e me meşreb te çi iksîrê wucûd
Em lebaleb çi lebaeb bi xwe hem cam e lebaleb
Feraseta Mela ya Wahdet-î Mutleq delîl nîşandina xwedê bo hebûnê an jî delîl nîşandina hebûnê ji bo xwedê cûdatir e. Di felsefeya Mela de hertiştê hebûnê de xwedê dîtin heye. Di ramanên wî yên yekbûnê de di navbera ezel û ebed, vahîd û ehed, ewel û axir, zahir û batin de firq tuneye. Her tişt ew e yanî Xwedê ye. Di ramana Mela de dem, cih, sînor, pîvan, hejmar, hesab, îzah, muspet a eşya, menfî, qiyas, terkîb, mînak, tehlîl, meyt bi kurtayî her tişt di xwe de yek e. Dudubûn û pirbûn tûneye, kanûna eslî yekbûn e. Tişta ku alemê serî binî dorpêç dike sir a wahdet e.
Huwwe’l-Ewwel huwe’l-axir huwe’z-Zahîr huwe’l-Batin,
Huwe’l-Ma’bûdu we’l-Meşhûdu fi kulli zerratî
Ramanê ku Mela diparêze, astengkirina ramanên wesweseya taybetiya pirbûna eşya ku di me de peyde dibe. Li gorî Mela îlma wehdet bi eşqê tê fêm kirin û ku bi çavêkî wiha mirov eşya mêzeke şûna pirbûnê de mirov dê wehdetê bibîne.
Ji musemma’eded û kesretê esma tu mebîn
Zeyd û ‘Emrên me hetta çendî du nîne yek û yek
Mela her wî bibîn her wî eger her wî dinasî tu
Huwe’l- me’bûd huwe’l-meşhûdu bel la xeyre fi’d- dareyn
Têgîn a Wehdet-î Mutleq ku Mela bikartanî, ev têgîna cara yekem Îbn Seb (1197-1270) bikaraniye. Lê belê di navbera ramana Îbn Seb a wehdet-î Mutleq û felsefeya Wahdetu’l- wicûd a Melayê Cizîrî de ferq hene. Mela di ramana Wahdetu’l- wicûd de yekîtiya xwedê û xûyabûna xwedê di alemê de parastiye. Lê belê di parastina Îbn Seb de têgîna tecelî (xuyabûn) tuneye. Di ramanê wî de xwedê hertişt e lê alem tu tiştek e. Tiştekî wekî tecelî nîne.
Ev ramanên heta niha me behs kir diyar e ku Mela sofî û fîlozofekî ku felsefeya Wehdetu’l wicûd pejirandiye. Ev mijara giringiya perspektîfa felsefî ya Mela derxistiye holê û ji ber vê jî xwe nêzî Îbn Arabî dîtiye.
Felsefeya Mela ya tesewif bi felsefeya ziman û felsefeya hebûnê ve bi sînor nîne. Nêrînên wî yên epîstomolojîk jî di çarçoveya bingehîn ya felsefeya tesewifî de kom bûne.
(Yrd.Doç Dr. M. Nesim Doru Meleyê Cizîrî Felsefî ve Tasavvufî Görüşleri Mela Ahmedê Cizîrî, Dîwan, r.46-7, 90-1, 44-5,49,86-7, 302-3, 218-1, 230-1,144-5, 278-9,280-1, 346-7 )
Di Serdema Jiyana Mela De Ramanên Tesewifî
Serdema ku Melayê Cizîrî dijiya, ramanên tesewifî û mijara hebûnê ya Îbn Arabî li Bexda, Şam, Misûl, Stenbolê yên navêndê çanda îlmî de ji aliyê sofiyan de eleqeyeke mezin dîtiye. Ev eleqe ji bo dîwana Mela jî pêk hatiye. Bi taybetî di mijara wehdetil wicûd de ku di bin bandora Îbn Arabî de maye di beytan de cih daye dîtinên wî. Ji van beytan wekî mînak emê jêrê binivîsin.
Bade mi noşî ji dest çûme ji xwo mame mest
Qitre bi behre giha behri bi ‘eynî xwo ma
Goşi bi ‘amê mede terkê mudamê mede
Ekseruhum fî xuma exlebuhum fî ‘ema
Herfi ji yek bûne fesl ger bibirî wan bi esl
Herfi dibit yek hetek xet ku nema nuqte ma
Wehdetî mutleq Mela nûr e di qelban cela
Zor idi vê mes’elê ehle dilan şüphe ma
(Mela Ahmedê Cizîrî, Dîwan, werg. Osman Tunç, Weşanên Nûbihar, Stenbol 2008, r.56-57.
Cizîrî, Dîwan, r. 154, 242-243.
Doru, Melayê Cizîrî Felsefî ve Tasavvufî Görüşleri, r.137-140.)
Mijara wehdetu’l- wicûd cara yekem ji aliyê Sehl b. Abdilah et-Tusterî (283/896) hatiye ziman. Paşê jî ji aliyê sofiyên mezin yên wekî Îbn Arab û Ebdilqadir Geylanî (561/1166) ev raman wekî sîstem ji aliyê kesên tesewifê wekî nivîskî gelek hatiye bikaranîn. Ev nûra ku di derya ya dewlemend de fûriyaye û derketiye holê li gorî Cizirî, hemû hebûn ji ber vê nûrê dijîn û ji ber ku sûretên xwedê tê de muhefeze dike ev alema hebûnê pêk tîne.
Nûrê ji nura Ahmedê sirra sifatên sermedi
D’ayîneya zatê xwe dî keşfa kemalatê xwe da
Melayê Cizîrî di dîwana xwe de mijara şefaetê jî tîne ziman û xwe wekî esîrekî ku di zîndana cîhanê de ye dibîne. Mela ji bo ku ji vê esaretê rizgar be ji Pêxemberê me dixwaze ku di qatê xwedê de bibe şefaetiyê wî.
Dilberê serdarê xûban ez nizam agah heye
D’heps û zindanê esîr û girtîyê dermande ye
Gitîyem mayi mdi hebsê kî gelo mehder bikit
Carekê navê me binit pur sewabek zede ye
( Mehmet Demirci, “Hakîkat-i Muhammediyye”, DİA, XV, r.179
Doru, Melayê Cizîrî Felsefî ve Tasavvufî Görüşleri, r. 147.
Cizîrî, Dîwan, r. 38-39. 33 Cizîrî, Dîwan, r. 112-113.)
Di Dilê Sofiyan De Hezkirina Xwedê
Sofî li hemberî xwedê hezkirin û eşqeke mezin ve girêdayîne û bi vê feraseta tekakesî tevgeriyane. Di dilê sofiyan de Xwedê; evîn, hezkirin, eyan-beyan, rih beden û cevher e. Bi kurtayî di kategoriya hebûnê ya sofiyanda rastiya hîs û dîtinê tenê yek rastiyek heye ew jî Xwedê ye. Mela beyteke xwe de vê rewşê wiha diyar dike:
‘Aşiq ew e dilber ew e zahir ew e mezher ew e
Rûh û beden gewher ew e d’her şihidek durdane da
(Turan Koç, Din Dili r.58
Turan Koç, Din Dili r.60
Yrd.Doç Dr. M. Nesim Doru Meleyê Cizîrî Felsefî ve Tasavvufî Görüşleri r.45)
Di ramanên Mela de xwedê hebûnekî ku formulasyoneke aqlî de bê hepiskirin nîne û derheqê xwedê de delîl gerendin nîne. Berevajî ew her tiştîrê delîl e û hebûneke ku hemû hebûnê re bûye sedem e. Mela di beytên jêrîn de ramanên xwe wiha diyar dike:
Çi heddê’ eql e qiyasê te kirit eve burhan ku tu bê burhan î
Me temenna ji nesîm xakê rehê kir pê biken dîde û dil nûranî
(Mela Ahmedê Cizîrî, Dîwan, r.28-9
Mela Ahmedê Cizîrî, Dîwan, r.442-3
Yrd.Doç Dr. M. Nesim Doru Meleyê Cizîrî Felsefî ve Tasavvufî Görüşleri r.46)
Di Ramanên Mela de Mertebeya Duyemîn ya Taayyunê
Di Ramanên Mela de Mertebeya Duyemîn ya Tayunê ye. Li gorî Mela, di derbarê cih de ji bo ku fikra mirov hebe û mirov îdraq bike bê îmkan e. Ev rewş wekî kenz-î mahfî tê bi navkirin û ev bi mertebeya yekemîn ve eleqeder e. Mela, navê Mertebeya Tayunê wek “Nûr-î Muhamed” jî binav kiriye. Ji ber vê ye ku sofî ji hebûna mitleq derketina hebûnê pêyder pey bi nûra Hz. Mihemed (A.S.M) sembolîze kirine. Ji ber vê yekê bi taybetî “hedîsa levlake” (ger tu nebûyayî min alem nediafirand) wekî delîl bikaranîne. Li gorî vê yekê ku hebûna mutleq bi nav û sifatên xwe ne sir e eşkere bûye sedemê vê yekê Nûr-î Muhamed e. Mela, hebûna mitleq wekî xezîneyeke dizî binav kiriye û têkiliya navbera hebûna yekem wiha îfade kiriye:
Ger xeberdar î ji sirra kuntu kenzen guh bidêr
Da bi sed tewrî beyan kit me’ nayê lewlakê ruh
Mela, ji bo mertebeya duyemîn ya taayyunê navê “îlmiye” jî bikaraniye. Ev yek di sîstema Îbn Arabî de tê beramberî mertebeya taayuna yekem. Mela, taayuna yekem a mutlaq wekî coşbûna hebûna deryayê îfadekiriye. Li gorî wî hebûna ku gayb a mutlaq e bi nav û sifatan taayyuna yekem derketiye holê. Ev mertebeya cara yekem eşya ye. Li gorî Mela, eşya bi sifatên ku derketine holê ve ketiye nîzamekî. Mela, vê rewşê wek di bin hikmê heft sifatên eşya ketiye nîzamekî diyar dike. Ev heft sifat ev in: Jiyan, îlm, îrade, qudret, sem, basar û tekvîn e. Daxuyaniya vê ya felsefî wek diyarbûna forma eşyayê tê îfadekirin. Eşya, di vê mertebê de wekî rastiyên sabit in. Mela ev dîtina xwe wiha aniye ziman:
Behra wucûdê coşî hat nûrek tenezzul bû ji zat
Hatin te’eyyun têk sifat eşya zuhûr ‘ilmiyye da
Eşya di ‘ilmê bûn zuhûr isman ji feyza ismê nûr
Teqwîmî bestin bêqusûr hukmê sifatê seb’e da
Vê ‘alemê teqwîmi best her ismekî fi’la xwe xwast
Hukmê teserruf da bi dest her wî di mulk û qebze da
Di felsefeya wehdet-îl- vicûd de mertebeya taayyûnê sabitbûna sifatan û çavkaniya mertebeyeke zêdebûnê ye. Li gorî Mela, di navbera ehed û wahid ferqeke lîteral hebe jî ev ferqa di nav sîstema tecelî de nîne. Di vê pergalê de ehed û wahid yek e. Mela ev ramanên xwe bi van beytan diyar kiriye.
Ferq e wahid ji ehed lê di meqamê semedî
Bi heqîqet ku yek in herdu çi wahid û çi ehed
Li gorî Mela, di mertebeya taayyunê de beşên hebûnê yek bi yek cihên xwe girtine. Lê ev hebûnan wek madî û cîsmî na wekî formel sabit bûne. Bi gotinek din hebûn di vê mertebê de subut dîtiye lê hê jî vucud neditiye. Mirov dikare ji vê mertebê re bibêje ku cihê mînakên eşya yên yekem e. Mela vê dîtana xwe wiha îfade kiriye:
Esma tekamul rast kirin bala fewa ‘il rast kirin
Cih cih qewabil rast qirin jê ‘illetek sûriyyye da
Mela di navbera cûd û vucûd de dixwaze ku girêdaneke ontolojîk pêk bîne. Ev girêdana ontolojîk ya navbera cûd û vucûd de berê ji aliyê fîlozofên îslamê Farabî û Îbn Sîna jî derketiye hole. Li gorî wan hebûna Xwedê mecburiye û tenê sedema hebûna xwe nîne, ji bilî xwe sebebê hertiştî ye. Ji ber ku ew tenê qenciye hebûnên derweyî wî feyezan kirine. Wê demê bersiva pirsa hebûn çima heye? ev e: “Qencî, eşq û comerdiya Xwedê ye”. Mela, coşbûna hebûnê bi van beytan diyar dike:
Coşis ku da deryayê cûd d’ ayîneya ismê Wedûd
Carek tecella bû wucûd fûrek ji nûrê jê veda
Mela, diyar dike ku coşiya derya ya comerdbûnê nûra ku derdikeve holê, teceliya Nûr-î Muhammed e. Gorî wî ji ber vê nûrê hebûn dijîn, jêderka hemû alema hebûnê Nûr-î Muhammed e. Sifatên Xwedê di xwe de dihewîne û ev sifat di alema hebûnê de cih digire.
Husnek munezzeh sewwirand nûra hebîb jê afirand
Âlem di kunhê heyyirand rûhilqudus can nefxe da
Nûrê ji nûra Ahmedî sirra sifatên sermedî
D’ayîneya zatê xwe dî keşfa kemalatê xwe da
Mela, mertebeya ku wek Nûr-î Muhammed binavkiriye di pergalên ku ser ol, felsefe lêkolîn dikin navên beramberî vê mertebeyê jî bikaraniye. Ji van yên herî girîng navên qelem û eqil e. Ya ewil di Qur’anê de hatiye sondxwarin ya din jî di felsefeya Platon de ji bo mertebeya hebûnê ya yekemîn hatiye bikaranîn. Mela van nava bi vî rengî îşaret kiriye:
Ew bû qelem ew bû’eqil lew pê hedîsê da neqil
Deryayê ‘ilm ew bû şûxil tefsîlê ‘ ilmê cumle da
Li gorî Mela, pîvan û têkiliyên nav eşya bi gotinek din hemû kategoriyên hebûnê ji ber sifatên vê mertebeyê hatiye sazkirin. Ji bo ku eşya alema hebûnê de vucud verbigire şert û merc vê mertebê de şikil vergirtiye. Mela vê dîtina xwe wiha aniye ziman:
Ew bû dî cumle rabite mîzan û îsm û basite
Feyza Heq ew bû wasite çeşmê wucûdê surme da
Çavkanî:
Mela Ahmedê Cizîrî, Dîwan, r. 256-7
Zivingî, c.2, r. 860
Mela Ahmedê Cizîrî, Dîwan, r. 278-9
Mela Ahmedê Cizîrî, Dîwan, r. 34-5
Mela Ahmedê Cizîrî, Dîwan, r. 36-7
Farâbî, Kitabu Araî Ehlî Medînetîl- Fazila , r.50; Îbn Sîna , el-îşaret ve’t Tenbîhat, Bostan-i Ketab, Kum, 1381, r.296
Yrd.Doç Dr. M. Nesim Doru Meleyê Cizîrî Felsefî ve Tasavvufî Görüşleri r. 144-145-146-147-148
Encam
Melayê Cizîrî, rêveberê edebiyata kurdan e bi nasnameya îlmî û sofî demxe ya xwe li serdemekî xistiye. Ew endamê terîqeta Neqşîbendiyê ye. Digel têkiliya wî ya neqşîbendîtiyê mirov nikare bibêje ku jiyana wî ya teketiyê dûvdirêj e. Melayê Cizîrî, zêdetir bi nasnameya muderîs-sofî derketiye pêş û hemû xebatên xwe li ser dîwanê ku bingeha edebiyata tesewif ya kurd e pêk aniye.
Sofiyên wekî Feqiyê Teyran û muderîsên ku heremên cuda de dijîn û helbestên Mela xwendine di bin bandora usluba helbestên wî û ramanên wî yên tesewif de mane.
Sînerjiya Melayê Cizîrî û sofiyên kurd ku bin bandora terza mela de mane, bûne sedema ku tevgere tesewif di nav kurdan de bi lez belav bibe û berhemên tesewifê dû hev bên nivîsandin. Berhemên bi kurdî yên sofiyan ji aliyê xwendewanên medreseyan hatiye xwendin û ji ber kirin. Xwendina dîwana Melayê Cizîrî ji aliyê gel li medreseyan de eleqeya kurdan bi edebiyata tesewifê nîşan dide.
ÇAVKANÎ
Destpêka Edebiyata Kurdî ya Klasîk Doç. Dr. Abdurrahman Adak r. 228-231-232
Yekta Saraç, Sosyal Bilimler Ansiklopedîsi, Risale Yayınları, İstanbul 1990 madeya “Wehdetu’l- Wicûd” Dâru’z-Zaman, Dimaşk 2009, r. 212-214;
Muhammed Zeki Bervârî, el-Kurd ve’d-devletu’l Osmâniyye, Dâru’z-Zaman, Dimaşk 2009 r. 273-288.
Destpêka edebiyata kurdî ya klasîk r. 208-215-216-217-218-230 Doç. Dr. Abdurrahman Adak
Beşîr Ayvazoğlu, Aşk Estetîğî,r.49
Mela Ahmedê Cizîrî, Dîwan, r. 46-7, 90-1, 44-5, 86-7, 302-3, 218-1, 230-1, 144-5, 278-9, 280-1, 346-7 Mela Ahmedê Cizîrî, Dîwan, werg. Osman Tunç, Weşanên Nûbihar, Stenbol 2008, r.56-57.
Cizîrî, Dîwan, r. 154.
Yrd.Doç Dr. M. Nesim Doru Meleyê Cizîrî Felsefî ve Tasavvufî Görüşleri, r.137-140.
Cizîrî, Dîwan, r. 242-243.
Mehmet Demirci,“Hakîkat-I Muhammediyye”, DİA, XV, r.179
Yrd.Doç Dr. M. Nesim Doru Melayê Cizîrî Felsefî ve Tasavvufî Görüşleri, r. 147.
Cizîrî, Dîwan, r. 38-39. 33, 112-113, 28-9, 442-3 Yrd.Doç Dr. M. Nesim Doru Meleyê Cizîrî Felsefî ve Tasavvufî Görüşleri r. 46
Zivingî, c.2, r. 860
Mela Ahmedê Cizîrî, Dîwan, r.256-7, 278-9, 34-5, 36-7
Farâbî, Kitabu Araî Ehlî Medînetîl- Fazila , r.50; Îbn Sîna , el-îşaret ve’t Tenbîhat, Bostan-i Ketab, Kum, 1381, r.296
Yrd.Doç Dr. M. Nesim Doru Meleyê Cizîrî Felsefî ve Tasavvufî Görüşleri r. 144-145-146-147-148
Alkış, Abdurrahim, Melayê Cızîrî’nin Dîvânında Tasavvufî Mazmunlar, Nûbihar Yayınları, İstanbul 2014. Amedî, Sadık Bahaeddin, Hozanvânêt Kurd, Matbaatü’l-mecma’i’l-ilmiyyi’lIrakî, Bağdat 1980. Azzâvî, Abbas, “Hulefâu Mevlânâ Hâlid”, Mecelletü’l-mecma’i’l-‘ilmiyyi’lKürdî, Bağdat


