Di pirtûkê de çarde çîrok hene. Navên wan: Li Ser Kirasşoyê, Farûq, Şewat, Law Ma Xewa We Nayê!, Şekal, Dê û Law, Darpemî, Tu Kî Yî?, Tirs (Bi Roj, Bi Şev, Erjeng), Zerîfa, Bayê Tirsê û Hesreta Cemalî, Miqamê Jorîn, Bijîreş, Êş.
Huseyîn Dildar çîrokên xwe bi axa Erxenê, bi êşa insên û hesreta welat honandine. Bi wî awayî tabloyeke balkêş çêbûye. Pirtûkeke xweş e. Di çarde çîrokan de mijar, ziman û peyam bi hev re hatine honandin. Peyv û hevokên di cih de bêhtir xweş û rewan kirine.
Ji xêncî çîroka yekemîn (Li Ser Kirasşoyê) çîrokên din gişk bi pergal in, mirov baş lê diçe. Xwîner bi xwendinê re dikeve atmosfera çîrokê. Her çîrok tiştekî dibêje û her çîrok di berekê de diherike. Çîroknûsî hevsarê hespê çîrokên xwe xistiye destên xwe. Rê û rêçik diyar e. Çîroknûsî çawa bivê hevsarê hespê çîrokên xwe wisa dilebitîne.
Çîroknûsî çîrokên xwe bi şêweyeke cuda honandine. Rastî û xeyal tevlihev dibin. Xwîner pê nahese rastî li ku derê bi dawî dibe, li ku derê dest bi xeyalan dibe. Lê bi saya behremendiya çîroknûsî rastî û xeyal tev li çemê çîrokê dibin. Karekter di xeyala xwe de çîrokê dijî û vedibêje, paşê vedigere cihê bûyerê. Bi wî awayî tehmeke cuda ya çîrokan çêbûye.
Ziman û mijara çîrokan deng û awazek derxistiye holê. Mirov deng û awaza çîroknûsî di her çîrokê de dibihîze.
Di her çîrokê de mirov tiştekî dibîne. Lê tiştine jirêzê. Bi weşandina pirtukekê re her nivîskar xwe bi bayê demê re radikişîne. Huseyîn Dildar jî bi yekemîn pirtuka xwe Kirasşoyê xwe bi bayê demê re radikişîne. Lê temenê mirov kurt e, bayê demê bi lez û xurt e. Divê Dildar çîroknûsiya xwe bêhtir bi pêş ve bibe. Belkî niha ew tiştên ku di Kirasşoyê de xuya dibin, piştî demekê xuya nabin.
Teswîrên çîroknûsî baş in. Hem karekter diyar in hem jî teswirên siruştî di cih de ne. Karekter û teswîran bûyersaziya çîrokan bi hêz kiriye. Min teswîrên wî ecibandin. Wî di zeviya wêjeyê de misasê xwe baş lêxistiye.
Belkî çîrok bi teknîkî baş in lê pencereyên nû li ber mirov venekirine. Mirov ku xwedan uslûb be, di wêjeyê de pencereyeke nû vedike. Hêviya min ew e ku Dildar di pirtûkên din de pencereyên nû vebike.
Avantaja çîroknûsî jêhatîbûna ji zimên re ye. Wî di Kirasşoyê de vegotineke nû ceribandiye. Destpêk û bidawîbûna çîrokan, vegotin û honadinan çîrokan cuda ye. Wî di her çîrokê de vegotineke cuda ceribandiye. Dildarî rûyê çîroknûsiya xwe ber bi modernbûnê ve kiriye lê belê hêj ahenga kevneşopî û modernbûnê bi dest nexistiye.
Ziman û rêzimana Huseyîn Dildarî xwerû kurdî ye. Pirtûk sala 2021ê ji Weşanên Loryayê derketiye. M. Xalid Sadînî û Îbrahîm Mîrza karê xwe baş kirine. Di warê çap û xalbendiyê de kêmasî û şaşî nînin. Berg û mîzanpaja Kirasşoyê Îsmaîl Sürücü kiriye, lê belê bergê li ser pirtûkê li çîroka Kirasşoyê nehatiye. Çawa? Di bergê pirtûkê de du jin kinc û mincan dişon lê ne bi kurdewarî. Jinên bi xeml û şemala kurdan kinc û minc bişûştana dê behtir li pirtûkê bihata.


