Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Analîz»Ghismonda
Analîz

Ghismonda

Salomé CizrawîBy Salomé Cizrawî08/04/2026Updated:02/05/2026Şîrove tune ye5 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Çîroka Ghismonda ya ku di berhema Giovanni Boccaccioyî, Decameron de ye hem qala têgeha ehlaqî ya serdema navîn hem jî bi awayekî derblêder qala pêveçûna otorîteyê û kûrhezkirina xweyî dike. Di vê berhemê de Ghismonda yek ji karaktera herî navdar, ya herî trajîk û ya herî hêzdar e. Çîrok wekî 4. Roj û novela yekemîn cihê xwe digire. Ew çîrokeke evînî ya trajîk e.

Ghismonda keça Prensê Salernoyê, Tancredi ya bîhmayî ye. Ew keçeke ciwan, jîrek û ziravbihestiyar e. Bavê wê hewçend kûr ji wê hez dike ku, naxwaze ew ji nû ve dîsa bizewice. Ev hezkirin ne wekî lêpasevanîkirinê ye, ew vediguhere hezkirineke desthilatî û destliservegirtiyê.

Bêyî ku Ghismonda rê li ber hestiyariya xwe bigire û bi dilxwaziya xwe biryarê dide û her weha bi kesekî nexwedanasalet re têkiliyeke evîndariyê dide destpêkirin. Ghismonda ji bo ku vê têkiliyê veşartî bihêle, riyeke nepen a ku diçe jûra razanê bi cih dike û ji Guiscardo re nameyekê dinivîse û li vê derê li hêviya wî dipê. Demekê weha bi dizî hevbîniyan pêk tînin.

Lê rojekê, Tancredi diçe da keça xwe ziyaret bike, hingê wê di xew de dibîne. Wî haye ji Guiscardoyê ku li gel keça wî razaye nabe. Ew hest pê dike ku Guiscardo li jûra keça wî xwe vedişêre.

Dotira rojê bi dizîka çavnêriya Guiscardo dike û ew pê dihese û dibîne ku Guiscardo tê. Tancredi piştî ku wan dibîne gelekî hêrs dibe û fermanê dide peyayên xwe da ku  Guiscardo pêbigirin. Paşê keça xwe jî digire hember xwe jêpirsînê li ser mijarên ehlaq, kok û lixwefedîkirinê dike, wê didarizîne. Ghismonda jî bi awayekî xurt dipeyive û xwe diparêze. Aha aliyê herî xurt ê çîrokê ev der e. Xweparastina Ghismondayê ya ku li hember bavê xwe anî pê.

Tancredi, bi keça xwe de dixeyide. Wê binpê dike. Bi ser de jî weha dibêje “ew kes ne li gor asaletê ye” û wê sûcdar dike ji ber vê tercîha wê. Ghismonda tu carî gav paş de navêje. Poşman nabe. Evîna xwe diparêze. Ew vê neligoradetiya bavê xwe bi retorîkeke gelekî xurt derdixîne holê. Ew li ser xwerûbûna evînê û însanîbûna wê disekine û her weha ew dibêje ku asalet ji kokê ne ji ehlaqê tê. Boccaccio gelekî car li ser vê peyvê yanî “virtu”yê radiweste. Ghismonda dîsa van yekan jî diparêze: Jin xwedanên arezû û mafên xwestekan in.

Tancredi ji hêrsbûna xwe nabûre. Keça xwe nakuje, lê Guiscardo dide fetisandin. Paşê dilê wî dixe nav kûpayeke zêrîn û dişîne ji Ghismondayê re. Ghismonda vê diyariya hêwilnak dibîne, lê ew natirse. Berevajiyê vê yekê ew bi rondikên çavên xwe wî dilê dişo. Paşê radimûse. Paşê bi şûşeyeke ku bi jehrê ew dagirtiye dişo. Bi dû re wê ava jehrînî vedixwe û xwe dikuje. Peyivîna Ghismondayê di serdema navîn de rawesteneke gelekî xurt û berbiçav e. Li hember jihevveqetandina çînê, normên sosyal û otorîteyên kevnare serîhilhaneke pihêt û xurt e. Ghismonda çi bixwaze wê dike. Arezû û daxwaza xwe pênase dike. Hevalbend û hevaljînê xwe bi xwe hildibijêre. Ew van yekan bi awayekî resen dikare bîne ziman. Berdêliya wê dide pêş çavên xwe. Ew nabe qurbanê arezûya mêr, ew her tiştî ji bo xwe dike.

Boccacio di vê çîrokê de bi me dide nîşkirin ku Ghismonda di navbera hiş (ratio) û kûrhezkirinê (appetitus) de yekîtiyekê tîne pê. Ev yek jî bi gelemper di serdema navîn de ew jina ku wekî bêhiş e, ew bûnewereke hestiyar e tête pênasekirin, ji hev de dixîne. Her weha civak dixwaze ku ew wekî jineke bîh ji xwe re di hal û wextê xwe de bi şeref û namûsa xwe bêmêr bijî, lê ew dikeve pey hez û şehwetê arezûyên xwe bi cih tîne. Ew têgiha keçikanî/xwedanîfetiyê binpê dike û paş de vedigerîne.

Tancredi ser “xwedanezbetiyê” dipeyive. Ghismonda jî têgiha “Arezûya jinê, ne amûra polîtîkaya xwedanezbetiyê ya mêran e.” Diparêze û dibêje. Ew nagirî û li ber bavê xwe nagere. Dixwaze aqilfahm be û retorîkên nû bîne pê. Lewma jî ew bi vê yekê îktîdara mêrane ji cihê wê dihejîne.

Bi kurtebirî, çîroka Ghismonda parastina mafên jinê ya destanî ya li ser bedena wê, arezûya aqilê wê ye. Ew ne îkoneke ku serê detewîne. Ew dipeyive. Rexne dike. Ew hildibijêre. Ew proto-lehengekeke femînîst a kontrola nîhayî ya ku di dest xwe de dihêle ye.

Aha tabloya Bernardi Mei ya bi navê “Ghismonda with the Heart of Guiscardo” qala, ew dilê Guiscardoyê ku ji aliyê Tancredi hatibû şandin a di destê Ghismondayê de ye, dike. Dema herî bêdeng li di heman demê de ya herî dijwar a tabloyê ye. Mei, hêza tiyatral û dramatîk a serdema barok, bi vê çîroka trajîk a Boccacio dihevîne. Armanca hunera barokê ew e ku bîner bixe bin tesîreke hestiyar û derblêder bîne pê. Lewma jî Mei, dema herî dijwar û dilşewitî ya çîrokê hilbijartiye û xizmeta vê hunerê kiriye.

Mei, rûtevger û rawestana Ghismondayê dixe navenda kompozîsyonê. Bikaranîna ronahiyê ya Barokê (chiaroscuro) Ghismondayê ronî dike û plana pey jî di tariyê de dihêle. Ghismonda ne fîgureke giriyayî û têkçûyî ye. Piştî şokbûyina pêşîn, ew demildest xwe dide hev, radibe ser piyan, liberxweketî û xwedanbiryar e.

Di dest de kaseyeke zêrîn û di nav de jî dilê hezkiriyê wê tê de ye. Ev sembola herî xurt a tabloyê ye. Kaseya zêrîn (objeyeke sar û hêja ye) di nav xwe de dilekî germ ê însanî dihewîne û ev yek dijberiyekê tîne pê. Ev metafora hewçend bêhampa ye ku têgiha Tancredi li ser peyketina asaetiyê û têgiha Ghismondayê ya hestiyariyê bi me dide nîşkirin.

Heke Boccacio nivîsê bi peyvan çawa tîne pê, Bernardino Mei jî resimê bi awayekî bînahiyê radike wê astê. Aha hêz û tesîra hunerê ev e.

Bi hêviya ku em di nivîseke dîtir de hevûdu bibînin.

 

 

Analîz Ghismonda Giovanni Boccaccio The Raising Of Kurds 16
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Salomé Cizrawî

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî
Yükleniyor…
Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne
The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.