Bazinên ku bûbûn bend avetin
Çekên namusê bidest girtin
Gerdeniyên ku bûbûn hefsar qetandin
Zanîna pênûsê bidest xistin
Ji rojhilat heta rojava
Berxwedane li her dera
Ew jin û xortên heja
Ji bo azadî rabûn ser piya
Bi dengekî bilind gotin
Bes e koletî, bijî azadî
Dengê serkeftinê tê gûhê min
Gurzê destê Kawa me
Agir xurt bikin li dest û çiya
Li meydana bilind bikin ala
Bi dengekî bilind bibejin
Bes e koletî, bijî azadî
Gum guma denge dahola şoreşê tê guhê min
Li meydana Çarçira hawara mêrxasan
Li Amedê şêr û kevok xistin zîndanê
Çeqel û qijik li ser text taç li xwe danine
Ji rojhilat heta rojava
Berxwedane li her dera
Ew jin û xortên heja
Ji bo azadî rabûn ser piya
Bi dengekî bilind gotin
Bes e koletî, bijî azadî
Dengê serkeftinê tê gûhê min
Gurzê destê Kawa me
Agır xurt bikin li dest û çiya
Li meydana bilind bikin ala
Bi dengekî bilind bibejin
Bes e koletî, bijî azadî
Çile 2025


