Tabloya William-Adolphe Bouguereau ya bi navê The First Mourning (Şîna Pêşîn) berhemeke ku ji mefhûmên makaleya Sigmund Freud ên ku di sala 1917an de (Şîn û Melankolî) weşiyaye pêk tê. Lewma jî ev tablo, tabloyeke derblêder e. Taybetmendiya herî berbiçav a vê tabloyê li ser însanbûyin, wendakirina hezkiriyê û liberxwedana li dijî vê wendakirinê yê cara pêşîn çawa pêk tê, bi awayekî xwerû diresimîne.
Bouguereau, di vê tabloya xwe de, piştî çîroka Habîl û Kabîl a di Încîlê de ye: Bi dû merivkujiya pêşîn, di tarîxa însaniyetiyê de, ew kesên pêşîn ên ku cara pêşîn e li mirinê rast tên Adem û Hewa, şîna ku li ber serê lawê xwe Habîl digirin, disêwirîne. Kompozîsyon sadetirîn û tîrtirîn e. Hemû bal li ser wan jin û mêrê ku pir xemgîn in û wan xwe bi ser bedena mirî re vegirtiye, rawestaye. Hewa xwe li bedena Habîl a mirî pêçaye. Her weha Adem jî bi destê xwe, rûyê xwe dagirtiye û xwe spartiye nav xwe. Çardor bi bêdeng û xemgîniyê pêçbûyî ye.
Em Habîl û Kabîl bi bîr bînin:
Çîroka Habîl û Kabîl, di tarîxa însaniyetiyê de pêveçûna pêşîn a biratiyê ye. Merivkujiya pêşîn e. Wekî mirina pêşîn hem di nivîsên olî de hem jî di lîteratura psîkanalîtîk de, cihekî taybet û navendî ye. Ev bûyer bi hizra Freudyen berî masnasiya şaristanî temsîliyeta şîdeta “arkaîk” dike.
Ji zarokên Adem û Hewa, Kabîl bi karê cotkariyê, Habîl jî bi karê şivaniyê radibû. Herduwan jî qurbanek pêşkêşî Xweda kir: Habîl, ji nav kerî kîjan herî hêja û rind bû, ew serjê kir û pêşkêş kir. Kabîl jî hin ji mahsûlên ku ji erdê xwe rakiribû (li gorî hin şîroveyan, yên ku bi kêr nedihatin) pêşkêşî Xweda kir. Qurbana Habîl hat qebûlkirin. Lê ya Kabîl hat bipaşdekirin. Ev bipaşdekirin, di dilê Kabîl de bû birîneke kûr a narsîstiyê û çavnebariyê. Lewma jî ev yek bû sedemê xwelêrakirina wî. Xweda, herçend ji bo ku Kabîl li hember hêrsa xwe têk neçe, şîret lê kir jî wî bang birayê xwe Habîl kir û ew anî nav zeviyê erd û ew li wir kuşt. Ev kêlî di tarîxa însaniyetê de bû “wendakirina masûmiyetê” û “keşfa mirinê.”
Yanî ew sahneya di tabloyê de, di tarîxa însaniyetiyê de mirina pêşîn û ji ber vê yekê jî mîna ku ew hîsa “şîna” pêşîn bisêwirîne. Li gorî Freud şîn, pêvajoyeke normal û mecbûrî ya piştî (mirina kesekî/e ku meriv jê hez dikin/dike) wendakirineke rasteqîn e. Ew kesê/a ku şînê girêdide piştî ew kesê/a ku miriye û bi şûn de (hêz û heza jiyanê) dê hêdî hêdî mecbûr bi paş ve bikişîne. Ev pêvajo gelekî êşgiran e û di nav xwe de hin qonaxên diyarde dihewîne: Şok û înkar, hêrs, rakirin û danîn, depresyon û ya herî dawîn, qebûlkirin. Mebesta pêvajoya şîngirtinê ew e ku enerjiya egoyê azad bike û wê ber bi aliyên dîtir ve: Obje/têkilî gêr bike.
Li gor Freud, kirde di demên pêşîn ên şînê de nikare bi temamî rasteqîniya wendakirinê qebûl bike. Lê rasteqînî zorê dide da ku ew obje êdî tune ye. Bouguereau, bedena Habîl a sarbûyî, ruhjêkişiyayî û hetta ew bedena ku veguhesiye kevirekî dike navend û vê tahmsariya vê rewşê berbiçavtir dike. Bouguereau vê rasteqîniyê bi şênberiya bedenê diresimîne. Laşê mirî yê Habîl bi tevahî sistbûyî, zerbûyî û bi axê geriyayî ye. Laş jihevdeneketî ye, ew di formeke îdealîzekirî de ye. Di vê tabloyê de mirin, bi awayekî bedenriziyayî yan jî tûndiyê ve nayê temsîlkirin, berevajiyê vê yekê ew bi bêdengiyê tê temsîlkirin. Destpêbûyin û awirên Adem û Hewa, tên wê maneyê ku ew hêdî hêdî hînê vê “rasteqîniya sar” dibin û her weha ew hewl didin da ku vê qonaxê bidin pey xwe.
Rawestana Adem û Hewa temsîliyeta ew pêvajoya giran a ku Freud jê re digot “xebata şînê” dike. Hewaya ku bi destên xwe rûyê xwe dagirtiye û xwe spartiye paxila mêrê xwe, têkilîqutkirina ji jiyanê ya wê sembolîze dike. Freud weha dibêje ew kesê/a ku şînê digire, têkiliya xwe bi jiyan û dinyayê re qut dike; li vir jî dê û bav, bi tenê bala xwe dane “yê wendabûyî” û li ser wî rawestiyayî ne.
Hewa xwe li bedena Habîl radipêçe, ew objeya ku wenda kiriye pê digire û hewl dide da ku têkiliya xwe ji wî qut neke. Ev yek dikare wekî înkar û rakirin-danînê bête pênasekirin. Bedena wî bêgavmayin û bêparastinmayinê îfade dike. Bedena bêruhmayî ya Habîl, wekî sêwirîna Îsa ya ku di hunera klasîk de tê kirin, piştî ku ji çarmîxê tê danîn di hembêza Meryemê de radizê. Adem, bi destekî xwe bi habîl digire, bi destê xwe yê din jî dilê xwe. Ev wendakirin ne bi tenê bûyereke biderhatî ye, her weha ev yek mîna darbeyeke ku bi ser nasnameya xweyî de were danîn (birîneke narsîst) jî dide nîşandayin. Fîgura Adem, ne bi tenê wendakirina dolê xwe, lawê xwe dide nîşandayin, di ber re ev yek binketîbûyina wî ya wendakirina bihuştê, masûmiyet û lutûfa Xweda jî dide nîşandayin.
Freud, di pêvajoya şînê de “xizanbûyina dinyayê”, di hîsa melankoliyê de jî “xizanbûyina egoyê” diyar dike. Heke meriv li pey plana dawîn a tabloyê mêze bike, hingê meriv ne bexçeyên bihuştê dibîne ne jî hîç tu şopek ji bihuştê. Mekan; ji erdê beyar, kevirîn û xemgîn tê pê. Ev yek mîna ku Freud tarîf dike “di çavên wî/wê kesê ku şîn girtiye de wate nemaye” û her weha ev tablo mîna ku ew hîs nav dil bi der bên.
Tabloya Bouguereau, mîna ku Freud pênase kiribû, destpêka kêliya pêvajoya şînê (şok, înkar û bihûrîna lîbîdoyê, bikêrnehatina dinyayê) bi awayekî gelekî xurt vedibêje. Ew jihevdeketina ruhî ya ku Freud di “Şîn û Melankoliyê” de vedigot, bêdengbûyina dinyayê û ruhê însanê ku di bin giranbûyina piştî wendakirinê de diperçiqe, bi awayekî bêhempa diresimîne.
Werhasilî kelam, ev tablo, ne bi tenê şîna Habîl e, ew di heman demê de şîna masûmiyeta însên û hêviya nemiriyê ye jî.
Li vir ez dixwazim têbiniyekê veguhesînim we: William-Adolphe Bouguereau, resamekî ku ne xerîb û dûrê mirinê bû. Jina wî ji pênc lawên wî çar, wefat kiribûn. Ev tablo piştî mirina lawê xwe yê duwemîn bi dawî kiriye. Yanî wî pir baş bi hîsa keser û şînê dizanîbû.
Bi xatirê we.


