Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Giştî»Nameya Edîtor
Giştî

Nameya Edîtor

AdminBy Admin08/05/2026Updated:29/05/2026Şîrove tune ye3 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Silav xwînerên hêja.

Mirov û netew çiqas bi dîroka xwe haydar bin, ewqas temen dirêj dibin. Lewra dîrok bîra mirov e. Meriv jê rabirdûya xwe hîn dibe. Lê ya girîntir meriv jê çawaniya bûyeran derdixe. Di dîroka me Kurdan de gelek leheng, mêr û têra xwe şêr hene. Gelek şer, pevçûn, berxwedan û serfirazî hene. Lê ewqas û zêdetir jî têkçûyîn û xapandin di nav rûpelên diroka me de nivîsîne.

Nivîskarê me Konê Reş jî vê mehê li ser yek ji wan serhildan û berxwedanan nivîsî: Kurdên Rojavayê Kurdistanê Û 100 Saliya Şoreşa Araratê. Ev şoreşeke mezin bû ji bo kurdên ku li pey serxwebûna xwe bûn. Bedirxanî û hereketa Xoybûnê, nivîskar, zana û rewşenbîrên kurd ku li rojava kom bibûn lehengên li pişt vê şoreşê bûn. Konê Reş behsa eşîrên ku piştgriya şoreşê dikin rêz kiriye di gotara xwe de. Bi me jî xweş bû ku em di bergê kovarê de çî bidin vê bûyera gewre û girîng da ku bi nifşên nû ragihînin.

Binêrin kijan Eşîrên rojavayî li pişt vê serhildanê hene û generalê serhildanê kî ye û çawa hatiye hilbijartin.

Bi çend hevokan dixwazim behsa naveroka hejmara 17an ji we re bikim. Derûnnas Brahîm Alûcî digel mijareke din a derûniyê berdewam bi me re ye. Di vê hejmarê de li ser derûniya û derûnnasiya biyanîbûnê ango jixwe dûr ektinê nivîsî.

Di rêza seyêm de gotareke hunerî heye ku ji pênûsa nivîskara me Salomé Cizrawî derketiye. Cizrawîyê tabloya William-Adolphe Bouguereau ya bi navê The First Mourning (Şîna Pêşîn) ji me re şîrove kir. Tablo behsa çîroka Habîl û Kabîl dike ku her du kurên Adem û Hewa ne. Çîrok ew e ku Kabîl birayê xwe Habîlî dikuje û ev dibe şîna yekem a mirovahiyê. Baş e nivîskar di tabloya xwe de çi vedibêje, taswîra çi hestan dike û tesîra Sigmund Freud di xêzkirina tabloyê de çi ye? Salomé bi zimanekî zelal vegotiye. Jê nemînin.

Mijara sînemayê jî di hejmara vê mehê de heye. Sînemazan Rûmet Med rêzefîlma bi navê Silo bi me dide nasîn û wiha wê pênase dike: Pêşerojeke Dîstopîk Û Atmosfereke Bandorker. Rêzefîlma “Silo” ji rêzeromana wêjekar Hugh Howeyî ya bi navê “Wool”ê, bi afirînerîya Graham Yost û bi derhênerîya Aric Avelino ve hatiye kişandin û li ser platforma dîjîtal Apple TV+ê tê weşandin.

Di çarçoveya rêzenivîsa Nameyên Derengmayî Yên Evînê de nivîskar Mihyedîn Nahrîn nameyek din a evînê bo kovara me şand: Tu Bes, Baqî Hewes.

Nivîskarê me Dilazad Art ji bo kovara Gulanê helbestekê xwe parve kir: Bes e Koletî Bijî Azadî.

Di beşa danasîna pirtûkan de nivîskar Faîk Ocal ji me re pirtûka Kût ya Reşad Kemal hazir kir. Ev pirtûka çîrokan e û tê de 11 çîrok hene. Ocal wiha pesna nivîskarê pirtûkê dide: Her çîrok bi teknîkeke cuda hatiye nivîsîn. Honandina her çîrokê cuda ye, balkêş e, serkeftî ye. Kût sala 2021ê ji Weşanên Darayê derketiye.

Hejmara 17an bi beşa Fotoşîrove diqede. Wênegir Dilazad ART du wêneyên xwe bi me re parvekirin.

Wêneya yekem: Sitûnê Dêra Saint George ya Amedê

Wêneya duyem: Sitûnên Mizgehta Mezin ya Amedê

Hejmara 17an jî amade û li ber destê we ye. Hûn dikarin li ser malpera me www.theraisingofkurds.com hemû nivîsên vê hejmarê û hejmarên berê bixwînin. Her wiha hûn dikarin PDFa hemû hejmarên kovarê daxînin.

Bimînin dixweşiyê de.

 

Nameya Edîtor
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Admin

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî
Yükleniyor…
Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne
The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.