Tu gula bexçê ber dile min î
Tu ava zozanê welatê min î
Roya ku li ser serê min hilatî
Xwedê tu daye min xelatî
Çavxezalê, çav zeytûnê, şahbanûye
De were barana nîsana nû
Mala Xwedê ava, tu bûkî ez zava
Ev daweta min û te ye
Bihev şa bibin wek bilbil û gûla
Were delala min destê xwe bide destê min
Li te geriyam li kolanên bajaran
Bi hevîya ez te bibînim carekê
Tu yî delala min tu yî evîna min
Ev stran û helbest ji bo te ye.
Tu buyî ronahî hilatî ser jiyana min
Awaz û dengê ava çemayî herikî dilê min
Ez nêçirvan tu neçîra ber dilê min
Tenê tuyî armanca jiyana min
Wek bayekî henik can daye bedena min
Mala Xwedê ava, tu bûkî ez zava
Ev daweta min û te ye
Bihev şa bibin wek bilbil û gûla
Were delala min destê xwe bide destê min
Li te geriyam li kolanên bajaran
Bi hevîya ez te bibînim carekê
Tu yî delala min tu yî evîna min
Ev stran û helbest ji bo te ye.


