Helin Yurtseven, xêzmend, çêker û hunermendeke disîplînên piralî ya hilberan e ku li Londonê dijî. Ew xwedî pratîkeke her ku diçe mezin dibe ye ku kokên xwe ji keşfkirina materyalan, çîrokbêjî û forma sembolîk digire. Karê wan di navbera dîzayn, destkarî û hunera dîtbarî de diçe û tê; pir caran îlhama xwe ji xweza, mîtolojî, bîranîn, psîkolojîya kûr û vebêjerên çandî digire. Ew bi rêya tiştên fonksiyonel û spekulatîf (teorîk) vedikolîne ka sêwirandin çawa dikare ji fonksiyonalîteyê wêdetir, wateyên hestyarî, ruhanî û kolektîf hilgire.
Maran projeyeke rûniştinê ya hevdem e ku bi rêya tekstîl, form û sembolîzma çandî, Şark Köşesî ya kevneşopî ji nû ve şîrove dike. Ev projeya ku kokên xwe ji çand û dîtbariya Kurdî, sembolîzma li dora zayînî, parastin, ji nû ve zayînê û têkiliya pîroz a di navbera mirov û xwezayê û bîra kolektîf de digire; vedikole ka formên kevneşopî çawa dikarin li jiyana hevdem werin veguhestin û di heman demê de hebûna xwe ya hestyarî û sembolîk biparêzin. Bi berhevkirina sêwirana hilberên hevdem û çîrokbêjiya sembolîk, ev berhem lêkolîn dike ka tişt (tiştên madî) çawa dikarin bibin wekî firaqên bîra çandî.
Lêkolîn xwe dispêre mîta Şahmaranê; fîgureke ku di nav mîtolojîya Kurdî de bi kûrî cih girtiye. Wekî xwedawenda ku hem jin û hem jî mar e, Şahmaran nûnertiya duyalîte (dûalîbûn), veguhertin, şehrezayî û yekîtiya dijberan dike. Proje van wateyên sembolîk bi rêya strukturên herikbar, rûyên hestiyarî (taktîl) û tekstîlên nexşandî vediguhezîne materyal û formê.
Motîfên wekî mar, qiloçê beran, dara jiyanê û şalûgerr (paîsley) li seranserê vê rûniştgê ji nû ve hatine şîrovekirin û zimanekî dîtbarî yê girêdayî balans, berdewamî, parastin û girêdana bi xwedayî re ava dikin. Piştxana sîlîndîrik herikîna tevgera mar nîşan dide, di heman demê de rûyên tekstîlê referansên sembolîk ên qat bi qat ku îlhama xwe ji motîfên kevneşopî û çandên tevnê digirin, bi xwe re hildigirin.
Maran ku bi rêya tûftkirin (tufting), darvekarî û pêvajoyên tekstîlê yên bi destan hatine dirûn hatîye çêkirin; di navbera mobîlya, huner û sêwirana kolektîf de cih digire. Armanca projeyê ne tenê çêkirina tiştekî ji bo rûniştinê ye, herwiha afirandina qadeke girêdayî rîtuel, kombûn û têkiliyeke nûbûyî ya bi kokên çandî û bîranînê re ye.


