Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Zanîst»Zêrê Spî: Wekî Berê Ne Biqîmet E Lê Hê Jî Bê Xwê Nabe
Zanîst

Zêrê Spî: Wekî Berê Ne Biqîmet E Lê Hê Jî Bê Xwê Nabe

DigiKurdBy DigiKurd29/06/2026Şîrove tune ye3 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Xwê an jî bi navê xwe yê zanîstî  “sodyûm klorîd” ji bo mirovahiyê ne tenê çejneke tehma xwarinan e. Ew yek ji stûnên hebûna me û tendurustiya me ya heta îro ye. Îro me gelek pêşketinên xwe yên biyolojîk bi saya xwê bi dest xistiye. Em ê di vê gotarê de behsa xwê û girîngiya wê bikin.

  1. Xwê Çima Girîng e?

Ji bo ku laşê mirov bikaribe bixebite, pêdiviya xaneyên me bi xwê heye. Xwê ji bo jiyanê ji sê aliyên sereke ve girîng e:

Hevsengiya Avê: Sodyûm rêjeya ava di laş û xwîna me de hevseng dike.

Sîstema Demarî: Ji bo ku ji sînyalên demarên me xwê roleke zereke dileyîze û di nav demaran de dibe nevbeykariya dil û lebatan.

Bi saya mîneralên xwê laş him ava xwe kontrol dike him jî jê elektronan digire û wê ji bo pergala rêk û pêk bi kar tîne. Lewma laş di dema sarkirina xwe de “xwê dide” ku bi kurdî navê xwe rasterast ji xwê girtiye û wek “xwêdan” jî tê gotin.

Heke rojek tîşortekî reş li xwe bikin û li ber tavê xwê bidin û hûn ê bibînin ku çiqas ji laşê we xwê derdikeve holê. Ew xwê ji bo ku laş baş bixebite pir muhîm e û bi xwarin û vexwarinan ve dîsa dikeve laşê mirov.

Parastina Xwarinê: Berî ku sarinc werin îcadkirin, xwê yekane rêbaz bû ku goşt, masî û sebze pê dihatin parastin da ku xira nebin. Xwê nahêle bakterî di xwarinê de mezin bibin. Tevî ku îro cemidok pir zêdene jî hê jî xwê parêzvanê sereke ya xwarinan e û nahêle bakterî û mîkrob nêzî xwarinan bibe.

  1. Çima Berê Pir Biqîmet bû û jê re “Zêrê Spî” dihat gotin?

Di serdemên kevnar û navîn de, xwê wekî “Zêrê Spî” dihat naskirin. Sedemên vê qîmeta bilind ev bûn:

Zehmetiya Hilberînê: Wekî îro teknolojî tune bû. Derxistina xwê ji deryayê an ji kaniyên bin erdê karekî pir giran bû û veguhestina wê jî zehmet bû. Lewra xwê bi qasî kevir giran e û kêm dihat dîtin, daxwaza zêde jî bihayê wê bilind dikir.

Hêza Aborî û Şer: Împaratoriyan kontrola herêmên xwê dikirin da ku aboriya xwe xurt bikin. Gelek şer û pevçûn tenê ji bo desteserkirina kaniyên xwê derketine. Wekî îro şer ji bo neftê heye, berê jî yek ji sedema şer xwê bû û nîşeneya dewlemendiyê bû.

Wekî Pere Dihat Bikaranîn: Li Împaratoriya Romayê, carinan meaşê serbazan bi xwê dihat dayîn. Peyva “Salary” (Mûçe/mehanî) ya di zimanê îngilîzî de ji peyva latînî “Sal” (Xwê) tê. Li hin deverên Efrîkayê jî heta sedsalên dawî tûrikên xwê wekî pere dihatin guhartin.

  1. Çima Îro Erzan e Lê Hêj Girîng e?

Îro dema em diçin marketê, em dikarin bi bihayekî pir piçûk kîloyên xwê bikirin. Lê ev erzankirin nirxa wê ya jiyanî kêm nake. Lewra xwê hê jî parçeyeke jiyana me ye.

Şoreşa Pîşesaziyê û Teknolojiyê: Bi saya makîneyên nûjen, kolandina bîrên kûr û pergalên rafînekirina deryayê, hilberîna xwê bi mîlyonan ton zêde bû. Hêsanbûna veguhastinê (lojîstîk) hişt ku xwê bigihîje her malê û bihayê wê dakeve.

Hêj Girîng e, Çima? Erzaniya xwê bandorê li ser hewcedariya laş nake. Îro jî heke mirov bi tevahî xwê ji jiyana xwe derxîne, rûbirû bi nexweşiyên giran bibe. Herwiha, di pîşesaziya kîmyewî, çêkirina dermanan û paqijkirina rêyan a di dema berfê de, xwê hêj jî madeyeke sereke ye.

Xwê, serhatiyeke dirêj ji kûrahiya dîrokê heta ser sifreyên me meşandiye. Ew ji serdemên ku wekî dirav û dewlemendî dihat dîtin derbas bûye, lê îro jî di sedsala 21an de, wekî parêzvanekî bêdeng ê tendurustî û jiyana me, girîngiya xwe ya herî mezin diparêze.

Xwê
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
DigiKurd
  • Website

Lêkolîner, Washington DC

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî
Yükleniyor…
Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne
The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.