Di çaremîn Festîvala Şal û Şapik û Cil û Bergên Kurdî de ku di rojên 10-11ê Hizêrana 2026an de li Zaxo dest pê kir, ez û du hevalên xwe; Salihê Heydo û Dilawerê Zengî ku her yek ji me, pencemora wî di rewşenbîriya Kurdî de baş heye, beşdar bûn. Em her Sê di rex derhênerê sînemayê Kamîran Betasî û mamoste Dilxwaz Mûsa rêveberê çand û hunera Zaxo ve hatin vexwendin. Roja 8/6/2026 em di rêka Sêmalka re, bi rêzgirtin ji berpirsên herdû rexên sînor ve: mamoste Baz û mamoste Şewket Berbuhrî derbasî Zaxo, Otêla Nûrsan bûn. Sebaretî min, ev çaremîn care ku ez beşdariyê di çalakiyên vê festîvala Şal û Şapikê de li Zaxo dikim. Di baweriya min de, festîvala îsal ji her sê festîvalên derbasbûyî bi çalakiyên xwe xweş û cuda bû. Wek ku kurd ji sala nexweş re dibêjin; sal bi sal xwezî bi par, sebaretî Festîvala sala îsal/ 2026, dikarim bibêjim; Sal bi sal festîvala Şal û Şapikê li Zaxo xweştire ji ya par û pêrar. Erê.. Festîvala îsal weştir, geştir û bi rêk û pêktir bû. Ji her Sê festîvalên berî xwe bi serketîtir bû. Di baweriya min de, ev yek jî, li van egeran vedigere:
1- Girsbûna beşdariya tîmên folklorî ji her çar perçeyên Kurdistanê: Rojhilat, Bakur û Rojava, digel mêvanên hatî û cemawerê xelkên parêzgeha Duhokê.
2- Beşdariya tîmên folklorî ji Ermenistanê, ji Nîcîriya/ Afrqiyayê û ji Loristanê/ Îranê. Bi beşdariya van tîman re kirasekî nû li festîvalê hat kirin û anku kirasekî navdewletî.
3- A herî giring û balkêş ku serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî têde amade bû û pîroz kir. Amadebûna wî hêzek mezin da festîvalê û beşdarên festîvalê, ez jî yek ji wan bûm. Bawer bikin, bi dîtina wî re, ji heyecan û kêfan re rondik ji çavên min hatin xwarê. Bi wê heyecanê re, min li cemawerê derdora xwe yê bê ser û ber mêze kir û dawî awirên min çûn ser serok Mesûd û yên li dorê rûniştî. Ez baş di cil û bergên wî, kum û kolozê wî yê sor de ponijîm û di nav pêlên deryaya berxwedana Barzaniyan de kûr û dûr çûm; li darvekirina Şêx Abdulselamê Barzanî di sala 1914an de li Mûsilê vegeriyam. Serhildana Şêx Ehmedê Barzanî hat bîra min. Beşdariya Barzaniyê nemir di avakirina Komara Mehabadê de sala 1946an, di ber çavên min re derbas bû. Çûn û vegera ji Rûsyayê û bilindkirina ala Şoreşa Îlonê di sala 1961an de. Îdrîsê Barzanî û şoreşa Gulana 1976an.. Jixwe wek ku eşkere ye, serhildana melyonî sala 1991ê bi serokatiya Mesûd Barzanî, çîrokek dûr û dirêj e.. Dawî, min ji xwe re got: Ev festîval ji encamê wan şoreşên kurdan û Barzaniya ye ku îro ez xwe di Kurdistaneke azad, serbixwe û bi serok Mesûd Barzanî dibînim. Erê va roja îro, bi saya serê Barzaniyan hin bi hin xewnên me kurdan dibin rastî.
Eşkere ye ku 3 tişt nasname û hebûna kurdan diparêz in, ew jî ev in:
Erdnîgariya ku miletê kurd li ser xaka wê dijî. Zimanê ku kurd pê diaxifin û cil û bergên ku kurd li xwe dikin.. Anku cil û berg yek ji regezên hebûna miletê kurd e. Û wek ku diyare Kurdistan bi erdnîgariya xwe, zimanê xelkên xwe û cil û bergên welatiyên xwe naskiriye. Ew cil û bergên ku kurdan ji hezarê salan ve li gor xweristiya welatê xwe, ji xwe re afirandine û pê hatine naskirin. Mixabin ku ji mêj ve neyarên gelê kurd, ev yek naskirine û bi tundî şerê ziman û cil û bergên me kirine.
Wek ku min gotiye, festîvala Şal û Şapikê li Zaxo, di du rojên dagirtî de bi çend semîner, gelek çalakiyên diyarkirina cil û bergên Kurdistanî yên cur bi cur, sema, reqis, dîlan û dawî bi konsera hunermend Hozan Dîno bi dawî bû. Erê ev 4 sal in ku Kurdistanî (Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilat) li bajarê Zaxo di kêf û şahiyan de li hev kom dibin. Bi dengekî bilind bi hev re dikenin û govendên şahiyê digerînin.
Sebaretî bajarê Zaxo, ev bajarê Kurdistanî ku ta roja îro tev xelkên wê ji Kurd, Ereb, Siryan û Ermen bi Kurdî xeber didin. Mixabin ku roja îro di piraniya bajarên Kurdistanê de du ziman û sê ziman di wan de tê bikar anîn. Lê Zaxo ji wan cuda ye. Tenê zimanê Kurdî di kolan û çarşiyên wê de tê bihîstin. Ev bajarê ku di cografiya xwe de, nêzîkî xelkên Rojava, Rojhilat û Bakur e. Zimanê xelkên wê, hêza xwe ji zimanê Melayê Cizîrî, Ehmedî Xanî, Enwerê Mayî, Sadiq Behaeldîn, Salih Elyûsifî, Cegerxwîn û Hejarî standiye. Roja îro, çavên rewşenbîr, nivîskar û zimanhezên her sê perçeyên din li bajarê Zaxo ye. Bi hêvî ne ku Zaxo bibe paytexta ziman û evîndarên kurdewariyê. Belê mixabin ku me di vê festîvalê de kovarek an rojnameyek bi zimanê Kurdî elfabeya latînî lê nedît! Wek ku hûn zanin rojavayî û bakurî tenê bi elfabeya latînî dixwînin û his û hesten xwe pê dertînin.
Ez bi hêvî me ku Zaxo bibe paytexta ziman, rewşenbîrî û yekrêziya Kurdî. Spasiyek gerim ji berpirsên bajarê Zaxo û barhilgirên 4emîn Festîvala Zaxo Ya Cil û Bergên Kurdî re, pêşkêş dikim. Û spasiya Hikumata Herêma Kurdistanê dikim ku 10 Adarê, ji her salê bi navê (Roja Cil û Bergên Kurdî) nişan kiriye. Da ku Kurdistanî di vê rojê de, cil û bergên kurdî li xwe bikin, xwe bi wan berz û paye bikin û kurdîtiya xwe ji xelkên cîhanê re bidin naskirin.
Hem jî, min di vê Festîvalê de li Zaxo, gelek dost û hevalên xwe ji perçeyên Kurdistanê yên din dîtin û bi dîtina wan kêfxweş bûm, ji wan: Dr. Şewket Sindî, nivîskar Bayar Bavî, Ahmed Kurdî ji hevalên seydayê Cegerxwîn, Zaxîwin Zaxo, Adil Çawşîn hunermendê şanoyê ji Kerkûkê, Zerdeşt Şahîn, Dr. Kovan Xankî, Şêx Merwan Şêx Hesen, Xalid Sadinî xwediyê weşanxaneya Peywendê li Wanê, Mehmet Masum Suer wênekêşê navdewletî ji Amedê, Sebas Rehîme romannivîsê Îraqî ku ji Bexdayê hatibû, Maksîm Alîssa mediyakarê çeleng, Havîn Acar ji Şernexê, Seyda Goyan, Mehabad Îbrahîm ji Amerîka, Narin Yukler ji Orfayê, Dr. Mustefa Meşayix hevalê kevin.. û min gelek gelek dost û hevalên din ji Bakur, Rojhilat û Başûr dîtin.
Erê.. Min di 4emîn Festîvala Şal û Şapik û Cil û Bergên Kurdî de li Zaxo Kurdistaneke azad, serbixwe û bi serok dît!
Xwedê wî û Kurdistanê biparêze!


