Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Giştî»Nameya Edîtor
Giştî

Nameya Edîtor

Erol BaşakBy Erol Başak29/06/2026Updated:01/07/2026Şîrove tune ye3 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Silav xwînerên hêja.

Bakur û Rojavayê Kurdistanê berî ku bi peymanên fermî bên dabeş kirin, cara pêşî bi rêya xeta trênê ji hev qetiya. Ew jî xeta trêna di navbera Bexda û Berlînê bû. Mebest bi vê xeta trêna rêwitiyeke rehet û bê navber ji Bexdayê heta Berlînê bû. Xeta trênê bû wek sînorek. Ji devera ku li serdestê xeta trênê ma re hat gotin Serxet û ji devera ku li bindestê xeta trênê ma re hat gotin Binxet. Ev sînor netenê deveran lê navçe, gund û malbatan jî ji hev veqetand. Ev têgehên Serxet û Binxetê di gelek helbest û stranên kurdî de wekî sembola hestên sînoran, dûratiyê û dabeşbûna malbatan hat bikaranîn. Nivîskarê me Konê Reş jî li ser vê mijarê vê mehê nivîsek amade kir. Mamoste Konê Reş bi taybet li ser çîroka strana Şam û Heleb, Diyarbekir Birakê Mino Zave sekinî. Bi me jî xweş bû ku em vê gotarê bikin nivîsa yekem a hejmara 18an a The Raising of Kurds.

Herwiha, ev gotar bû mijara bergê hejmara Hezîranê jî: Xeta Trêna Bexta- Berlînê û Çîroka strana Şam û Heleb Diyarbekir.

Nivîskar û babetên din yên hejmara 18an a The Raising of Kurds jî wiha ne.

Di hefteya duyem a Hezîranê de li Zaxoyê Festîvala Cil û Bergên Kurdî hate li dar xistin. Mamoste Konê Reş vê festîvala rengîn bo kovare me nivîsî: Min Li Wir Kurdistaneke Azad, Serbixwe û Bi Serok Dît.

Nivîskarê me Brahîm Alûcî berdewam li ser derûnnasîyê berhemên xwe pêşkeş dike. Mamoste di hejmara 18an de liser derûnnasiya aşitiyê nivîsî.

Di hejmara Hezîranê de nivîskarekî nû û ciwan dest bi nivîsandinê kir di kovara me de. Sernivîsa Lêkolîner Şerîf Çelebî wiha ye: Teoriya Valahiyên Di Wehyan De.

Xwarin bê wê kêm û bêtahm e. Laşê mirov jî hewceyî wê ye. Bi sed salan xwê yek ji tiştên herî bi qîmet bû. Wek Zêrê Spî dihate pênase kirin. Lêlolîner Digikurd vê mehê lêkolîna xwe li ser XWÊ kir û dibêje: Wekî  Berê Ne Bi Qîmet e Lê Hê Jî Bê Xwê Nabe. Binêrin ka xwê çima ewqas girîng e û dî rokê de xwê çawa hatiye bikarnîn.

Gelo we dizaniya Gêrik (Morî) jî cotkariyê dikin. Lêkolîneke nû vê taybetiya morîyan derxist holê. Rûmet Med li ser Gêrikan nivîsî. Rih Û Jiyana Gêrikan: Berî 66 Milyon Salan Cotkarî.

Di vê hemarê de em hunermend û xêzkarekî delal û ciwan Helîn Yurtsevenê û projeya wê bi navê Maran didin nasîn. Di çarçoveya projeya xwe de Helînê ji desen û motîfên kurdî û mîtolojîya Şahmaranê kursiyek xemilandiye.

Nivîskar Dilazad ART ji bo vê hejmarê helbesteke xwe bo me parve kir: Bûk û Zava

Di beşa danasîna pirtûkan de nivîskarê me Faîk Ocal ji me re pirtûka Êşbazî Ya Yaqop Tilermenî dide nasîn. Pirtûk ji çar beş û donzdeh çîrokan pêk tê. Êşbazî di sala 2002yan de ji Weşanên Sîyê derketiye.

Kovara me bi beşa Fotoşirove diqede. Di vê beşê de 2 wêneyên wênegir Dilazad ART hene.

Wêneya yekem: Hûnera Desta Bazin

Wêneya duyem: Hûnera Desta Neqş Kanavîçê

Hejmara 18an jî amade û li ber destê we ye. Hûn dikarin li ser malpera me www.theraisingofkurds.com hemû nivîsên vê hejmarê û hejmarên berê bixwînin. Her wiha hûn dikarin PDFa hemû hejmarên kovarê daxînin.

Bimînin dixweşiyê de.

 

 

Hezîran 2026 Nameya Edîtor
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Erol Başak

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî
Yükleniyor…
Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne
The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.