Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Pirtûknasîn»Danasîna Pirtûka Êş Landika Jînê ye ya Huseyîn Guclu
Pirtûknasîn

Danasîna Pirtûka Êş Landika Jînê ye ya Huseyîn Guclu

Faîk OcalBy Faîk Ocal02/07/2026Updated:31/07/2026Şîrove tune ye3 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Di pirtûkê de 12 çîrok hene. Mijara wan bi kurtasî wiha ye. Xweda jî Digiriya: Hacî Meheme Ehmedê kurê xwe dikuje, piştre jî xwe. Neviya Hacî Meheme Helîn bi hemû sêwîbûna xwe li ber çavên mirov e. Kevir: Çîroka Şaşwaz û Helînê ye. Pêşdarazî jiyanê çawa li mirov diherimîne? Xewnereşk: Çîroka Mem û Hêviyê ye. Hêrs çi tîne serê mirov? Jiyîn, Şerm Bû: Çîroka Xecê ye ku ji zaroktiyê ve dibe jin. Çima keçikeke bi tenê tev li jiyanê dibe? Raz: Çîroka dem û zemên e. Di navbera wext û demê de çi ferq heye? Gor: Çîroka Jêhat û Xalê Xelef e. Gelo mirov dikare êşê bipîve? Dargûz: Çîroka Egîd û dargûzê ye. Di navbera insên û dargûzê de çi ferq heye? Ezmûna Hundirîn: Serleheng di hundirê xwe de bi xwe re têdikoşe. Çima xayîn û leheng nêzîkî hev û din in? Berbejin: Çîroka Elî û dayika wî Nûrê ye. Çima berbejina dayikan zarokan nikare biparêze? Valahî: Çîroka Xwînrêj e. Valahiyên bêsedem hene? Wireya Jiyanê: Çîroka Mêrxas û Serhad û Kazim e. Çima jiyan û mirin nêzîkî hev û din in? Nav: Çîroka Kendal (Hasan) e. Çima nav dibin qeder?

Ji navê pirtûkê jî diyar e. Armanca birêz Huseyîn Guclu ewil danasîna êşê ye. Êşek bi tenê heye. Ew jî êşa Kurd û kurdewariyê ye. Çîroknûsî êşa hemû insanan rave nekiriye. Di berçavkên îdeolojîk de êşên gerdûnî tu car xuya nabin.

Guçlu çîrokên xwe bi zimanekî helbestî nivîsîne. Çîrok kêlî bi kêlî hatine honandin, bi bûyer û karekteran diherikin. Xwîner hêdî hêdî dest bi meşa çiyayê çîrokê dike. Bi coş û kelecan digihîje lûtkeya çiyayê çîrokê.

Çîrok ne bi tenkîkeke modern, bi vegotineke dûz û basid hatine nivîsîn. Karekter bi hêz, bi armanc in. Her karekterek tiştekî dibêje lê tiştên nêzikî hev û din. Jixwe hemû çîrok girêdayî şerê çekan e.

Tenê dengê çekan tê guhê mirin. Çek û êş. Çek û pêşdarazî. Çek û xeletî. Çek û têkçûn. Çek û fedakarî. Yanî mîhenga (eyar) hemû dengan çek e.

Mirov dibîne Kurd çawa êşê dikişînin. Jixwe sedema nivîsîna pirtûkê jî ev e. Lê dîmeneke nû nîn e. Dûrbîna çîroknûsî di navbera lehengbûn û xayînbûnê de diçe û tê. Leheng spî ne û xayîn reş in. Lê rastiya jiyanê ne wiha ye. Rengê jiyanê boz (gewr) e. Kes naxwaze nanê heram bixwe, bi zar û zêçên xwe bide xwarin. Lê jiyan rêyeke wisa jî dide ber mirov. Bi rastî nanê heram çi ye? Heke leheng nanê heram bixwe, nabe leheng? An xayîn nanê heram bixwin hinê insanetiya wan ji dest diçe? Min bersivê van pirsan di pirtûkê de nedît.

Teswîrên derveyî û hundirîn baş in. Guclu çîrokên xwe li ser sê hîman ava kiriye: Felsefe, dîrok û zanîn. Di her çîrokê de dîrok û zanîn heye, pê ve girêdayî felsefeya her çîrokê heye. Wekî din wî bi agahiyên dînî û mîtolojîk çîrokên xwe xemilandine, çîrokên xwe bi can û cesed kirine. Karekter ji rastiya xwe derketine.

Teorî û pratîka Guclu bihêz e. Hem bi jiyanê dizane hem jî dide naskirin. Teorî û pratîka çîrokan lihevhatî ye. Di çîrokan tiştên derasayî nînin. Çîrokên xwe bi şêweyê xwe vegotine. Bi şêweyê xwe ji êşên xwe hêviyên miletekî afirandine.

Hemû çîrok polîtîk in, bi îdeolojiyekê hatine nivîsîn. Vegotin bi vî awayî qels bûye. Divê her kes armanca çîroknûsî bibîne û teslîmî armanca wî bibe.

Ziman û rêziman, mentiq û vegotina wî xwerû kurdî ye. Ji her peyvê kurdewarî difûre. Nizanim pirtûk bi wê bihêz dibe ne ku ji hêzê dikeve. Êş Landika Jînê Ye, sala 2020an ji Weşanên Sîtavê derketiye. Ji xêncî çend şaşiyên biçûk weşanxaneyê karê xwe baş kiriye.

 

Danasin Pirtûkên kurdî The Raising Of Kurds 19
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Faîk Ocal

Nivîskar, Semsûr

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî
Yükleniyor…
Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne
The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.