Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Derûnnasî»Bîr Û Bîranîn Di Rewşa Kurdî De
Derûnnasî

Bîr Û Bîranîn Di Rewşa Kurdî De

Brahîm AlûcîBy Brahîm Alûcî05/07/2026Updated:31/07/2026Şîrove tune ye14 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Dahûrîneke Derûnkolerî (Psychoanalytic Analysis)

Brahîm Alûcî

Nivîskar, Mêrdîn

Destpêk

Bîr (memory) di qada derûnnasiyê de ne tenê mekanîzmayeke zindewerî ye — ew bingeha xwe û nasnameya mirovî ye, kevirê qorzîbir ê bingehîn ê ezî (ego) û “xwebûn”ê (self) ye. Dema ku em li ser bîrê weke diyarde û fenomeneke derûnî diramin û difikirin, divê em ji xwe bipirsin: Bîr ji kê re xizmetê dike? Çi tê bîranîn, çi tê jibîrkirin û ev hilbijartin di bin bandora kê de pêk tên? Ji bo miletê kurd — miletekî ku jiyana xwe di bin şert û şurtên dagirkeran de derbas kiriye — ev pirs ne akademîk in. Ew pirsên hebûnî û xwebûnî ne.

Modela klasîk a Atkinson û Shiffrin sê qonaxên bîrê destnîşan dike: bîra sehekî (sensory memory), bîra demkinî (short-term memory) û bîra demdirêj (long-term memory). Lê ev model, herçiqasî ji aliyê zanistî ve bihêz be jî bîrê weke pêvajoyek bêalî û ne-taybetmend dibîne. Di rastiyê de, bîr qet ne bêalî ye. Ew her gav di nav binyad û strûktûrên desthilatdariyê, siyasetê û trawmayê de dixebite. Ji bo miletê kurd, ev rastî bi taybetî kûr û aşkera ye: Mêjiyê kurdan di bin siyaseta tunekirinê de neçar bûye ku nasnameya xwe bide bêzariyê, zimanê xwe bide şermezariyê û bîranînên hevpar (collective memories) ên xwebûna xwe di jîngeyên neyarên xwe de biparêze.

Freud pêşniyaz kir ku beşeke mezin a jiyana derûnî ya mirov di derhişiyê (unconscious) de pêk tê — di bingeheke ku agahdariya me lê û jê tune ye, lê dîsa jî tevger, reftar, biryar û hest bi awayekî kûr bi rê ve dike ango din bandora derhişiyê de ye. Ev nêzîkatî ji bo fêm û têgihîştina rewşa miletê kurd derfeteke şîkar û analîtîk a hêja vedikin: Trawmaya dîrokî ya ku bi zimanî nehatiye vegotin, bîranînên kolektîf ên ku nehatine pejirandin û nasnameya ku di bin şert û mercên înkarkirinê de ketiye rewşa perçebûnê — hemû di vê derhişiyê de cih digirin û ji wê derhişiyê bandorê vedigirin.

Têgeha bîra hevpar (collective memory) ku cara yekem ji hêla Halbwachs ve hate pêşxistin, vê dahûrînê hîn kûrtir dike. Halbwachs pêşniyaz dikir ku bîr ne tenê xebata takekesî ya mêjî ye — ew di nav çarçoveyên civakî, zimanî û çandî de pêk tê û tê parastin. Ji bo miletê kurd, ev çarçoveyên civakî bi darê zorê hatine şikandin: Zimanê kurdî hat qedexekirin, dîroka kurdî hat sansûrkirin û meydanên ku tê de bîra kolektîf were veguheztin ji nifşekî ber bi nifşeke din — dibistan, medya, saziyên kurdan — hatin girtin. Lê ‘bîr’anîn namirin. Ew li cihên cuda tên xêzkirin: di çîrokên malê, di stranên dêûbavan, di bîra laş (embodied memory) û di derhişiya hevpar û kolektîf de.

Bîra Demkinî, Bîra Demdirêj û Trawmaya Navnifşîn (Transgenerational Trauma)

Miller di lêkolîna xwe ya navdar de nîşan da ku bîra demkinî dikare bi qasî 7 (±2) hêman ji bo 20–30 çirkeyan vebihewîne. Lê di jiyana kolektîf de, “demkinî” û “demdirêj” kategoriyên tenê noronnasiyê nînin — ew kategoriyên siyasî û desthilatdariyê jî ne. Tiştê ku civak “bîr dike” û tiştê ku “ji bîr dike” bi piranî ne encamê pêvajoyên zindewerî in, lê encama biryarên desthilatdariyê ne.

Di rewşa miletê kurd de, ev mekanîzma bi rengekî tund xuya dike. Çi hat ferman kirin ku were jibîrkirin? Zimanê kurdî di dibistanan de, dîroka kurdî di pirtûkên dersê de, navên kurdî li ser nexşeyan, mersiyeyên kurdî li ser goristanan. Ev ne tenê polîtîkaya zimanî bûn — ev êrîşeke rasterast bûn li ser bîra demdirêj a hevpar û kolektîf. Baddeley, di bîrdoziya bîra karkir (working memory) de, destnîşan dike ku ev beşa bîrê weke “tabloya reşa mêjî” xebat dike — li ser wê tişt tên nivîsîn û paqij kirin. Dewletên dagirker bi heman mantiqê li ser tabloya bîra kolektîf a miletê kurdan “paqijkirin” kirine: Peyv û navên kurdî ji tabloyê derxistine û li şûna wan zimanê dagirkeran hatiye nivîsandin.

Lê bîra demdirêj wiha bi hêsanî nayê tunekirin. Ku bîranîn bi sehekan ve girêdayî be — bi bêhnekê xwarinekê, bi dengekî stranekê, bi destêxistina qinc û şemalekê — ew kûrtir û hişktir in ji yên ku tenê bi zimanê fermî hatine tomarkirin. Luck û Vogel destnîşan dikin ku bîra dîtbarî û sehekî (sensory memory) dikare 4–5 hêmanan di hişê mirov de vebihewîne ji bo demeke kurt — lê di rewşa kolektîf de, bîra sehekî wekw deriyê pêşîn a mîrasa çandî dixebite. Dengê zimanê dayikê, bêhna xwarinê, dengê sazê — ev ne tenê bîranînên takekesî ne. Ew kanalên veguheztina bîra kolektîf in ku siyaset nikare bi hêsanî bigihêje wan û wan ji hev biqetîne.

Ev rastî bi bîrdoziya trawmaya navnifşîn (transgenerational trauma) re têkildar e. Volkan nîşanî me dide ku trawmayên ne-çareserkirî yên nifşên berê weke “bargiriyeke navnifşîn” derbas dibin ber bi zarokan ve — ne tenê bi zimanî, lê bi laşî jî, bi rêya epîjenetîkê (epigenetics) û bi rêya mekanîzmayên derhişî yên derûnî. Zarokên kurdan tenê zimanê dêûbavên xwe hîn nabin — ew heman demê trawmaya tunekirinê jî mîras werdigirin û ev trawma di bîra demdirêj de cih  û reng vedigire û jiyanê ji wê derê rêve dibe.

Derhişî, Binhişî û Nasnameya Zimanî

(The Unconscious, the Subconscious, and Linguistic Identity)

Freud destnîşan kir ku derhişî (unconscious) ne tenê arşîva bîranînên jibîrkirî ye — ew hêzeke çalak e ku jiyana derûnî ya mirov ji bingeha xwe ve bi rê ve dibe. Kouider û Dehaene bi lêkolînên nûjen piştgirî didin vê têgehê û nîşanî me didin ku agahiyên ku bi awayekî derhişî hatine wergirtin dikarin bandorê li ser biryar û reftar û tevgerên siberojê bikin — bêyî ku mirov ji vê bandorê haydar be.

Ji bo miletê kurd, ev derhişî ne vala ye. Ew tijî bîranînên trawmatîk ên zimanî ye: Bîranîna zarokê ku di dibistanê de hat şermezarkirin ji ber ku bi kurdî peyivî; dengê mamostayê ku got “ev ziman nîne, ev çewtî ye”; hestek a kûr a ku “ew e ku ezî û xwebûna rasteqîn nîne, li vir cih ji rastiya wî/wê re tune ye.” Ev bîranîn bi hêsanî ji bîrê naçin. Ew di derhişiyê de vedihewin û ji wê derê dixebitin — weke xwedaniya dijberî li dijî her hewldana yekbûna zimanî, weke trasê ji her kesê ku dengê “bila em bi kurdî biaxivin” hilkişîne, weke meyleke kûr a ji bo înkarkirina pirsgirêka xwebûnî û zimanî.

Warriner û hevkarên wî di lêkolîna xwe ya li ser wata û bîrxistkê (connotation) de destnîşan kirin ku bîrxistkên neyînî yên peyvekê dikarin bîranînên têkildarî wê peyvê bi awayekî neyînî vebiguherînin. Ev têgeh ji bo rewşa kurdî bi taybetî girîng e: Peyvên weke “yekîtî,” “standardîzasyon,” “zimanê neteweyî” ji bo gelek kurdan bîrxistkên trawmatîk (traumatic connotations) hildigirin — ji ber ku di dîrokê de van peyvên han bi “tunekirina zimanî” û “asîmîlasyonê” re hatin girêdan. Dema ku dewletên dagirker gotin “hûn hemû yek in û hûn bi zimanê me dipeyivin,” peyva “yekîtî” bûye navendeke trawmatîk a derhişî. Ev bîrxistka neyînî di pêvajoyên kolektîf ên îroyîn jî derdikeve: Dema kurdek dibêje “bila em zimanekî hevbeş ava bikin,” hin guhbel wê weke tehdîdeke dibihîze, ne weke pêşniyazekê.

Sparrow û hevkarên wî di lêkolîna xwe de nîşan kirin ku teknolojiya dîjîtal bandoreke dualî li ser bîrê dike — hem bîra “derxweyî” (external memory) pêşdixe, hem jî meyla mirov a ji bo bîranîna bi serê xwe kêm dike. Ev dahûrîn dikare li ser rewşa kurdan jî were bicîhkirin: Dema zimanê kurdî ji meydanên fermî hat qedexekirin, kurd neçar bûn ku “bîra derxweyî” ya xwe — dibistan, arşîv, pirtûk — ji dest bidin. Lê ev windabûn bîranîna “bi serê xwe” — bi rêya stranan, çîrokan û zimanê malê — hîn bihêztir û birêktir kir. Bîranîna ku di bin zextê pêk tê, hişktir e ji yê ku di azadiyê de pêk tê.

Bîra Venasîn, Bibîranîn û Rêya Sax û Silametiyê

Yonelinas bîra venasîn/naskirinê (recognition memory) weke “pira di navbera duh û îro de” rave dike — hêz û şiyana naskirina tiştên ku berê hatine dîtin û serpêhatîkirin. Di rewşa kolektîf a miletê kurd de, ev “pira venasînê” bi taybetî girîng e: Dema nifşên nû bi zimanê kurdî rû bi rû dibin — di stranekê, di pirtûkekê, di diyalogekê de — û “nas dikin” ku ev zimanê wan e, ev pêvajoyek nas û venasîna kolektîf e. Ew ne tenê agahiyek in — ew bîranîneke kûr a derûnî ye ku ji derhişiya kolektîf vê xebatê dike û dibêje: “Ev ji min e û ji min re ye, ev yê min e.”

Westerhof û hevkarên wî destnîşan kirin ku terapiya bibîranînê (reminiscence therapy) weke rêbazeke dermanî dikare rewşa derûnî ya nexweşên bi demansê û depresyonê baştir bike — bi rêya zindîkirina bîranînên erênî yên jiyanê. Butler  vê pêvajoyê weke “jiyanvekolîn” ango  nirxandina jiyanê (life review) rave kir: Mirov serpêhatiyên xwe yên jiyanê ji nû ve dide ber vekolîne, wateyê ji wan derdixin û nasnameya xwe bi rêkûpêk dike. Di rewşa kolektîf a kurdî de, bibîranîn (reminiscence) ne tenê pêvajoyeke takekesî ye — ew çalakiyeke siyasî û çandî ye. Dema ku kalûpîrên kurd çîrokên xwe vedibêjin, dema ku stranbêjên kurd stranên kevn zindî dikin, dema ku nivîskar bîranînên xwe yên zaroktiyê bi kurdî dinivîsin — ew di rastiyê de “terapiya bibîranîna kolektîf” pêk tînin.

Squire û Wixted di lêkolîna xwe ya li ser norozanistiyê (neuroscience) de nîşanî me dan ku hîpokamûs (hippocampus) roleke bingehîn di tomarkirina bîranînên nû de dilîze, dema ku korteks (cortex) roleke sereke di parastina bîranînên demdirêj de dilîze. Di çarçoveya kolektîf de, em dikarin bibêjin ku saziyên çandî û zimanî — dibistan, medya, arşîv, wêje — weke “hîpokamûsa kolektîf” dixebitin: Ew bîranînên nû tomar dikin û vediguhezînin. Dema ev sazî tune bin an were qedexekirin, bîra kolektîf birîndar dibe. Lê weke ku Hassabis û hevkarên wî di lêkolîna xwe ya li ser hişê çêkirî (artificial intelligence) û mekanîzmayên bîrê de destnîşan dikin, pergalên bîrê hêz û şiyana xwe ya adaptasyonê heye — ew dikarin li rêyên alternatîf bigerin dema ku rêyên sereke tên girtin. Ji bo miletê kurd, ev adaptasyon di çîroka zindîmayîna zimanê kurdî de diyar dibe: Zimanê ku di dibistanê de hat qedexekirin, di mal de ma; yê ku li ser kaxezê hat şikandin, di devê malbatan de ma; yê ku ji nexşeyên fermî hat jêkirin, di zikmakiya miletî de ma. Bîr, rêyeke nû ji xwe re dibîne.

Encam

Bîr, weke ku me di dahûrînê de destnîşan kir, ne tenê mekanîzmayeke noronnasiya bêalî ye — ew meydana şerê xwebûn, hebûn û nasnameyê, cihê ku desthilatdarî û berxwedanê pê re rû bi rû dibin. Ji bo miletê kurd, ev rastî bi taybetî kûr û girîng e.

Di destpêkê de me nîşan da ku modela Atkinson û Shiffrin ya sê qonaxan, herçiqasî ji aliyê zanistî ve bihêz be jî bîrê weke pêvajoyeke civakî û siyasî nabîne. Lê bîra miletê kurd — weke bîra her miletekî di bin zextê — ji vê çarçoveyê derdixe: Tiştê ku “ji bîra demkinî diçe bîra demdirêj” ne bi siruştî û xwezayî biryara wê tê qeyd û bendkirin, lê bi têkoşîna di navbera tunekirinê û parastinê de ji xwe re li tomarkirneke cuda digere.

Derhişî (unconscious) — weke Freud pêşniyaz kir û lêkolînên nûjen piştgirî dan xebat wî — di rewşa miletê kurd de tijî bîranînên trawmatîk ên zimanî ye. Bîrxistkên neyînî (negative connotations) yên peyvên mîna “yekîtî” û “standardîzasyon” ji vê trawmayê tên û astengên derûnî li ber yekbûna kolektîf ava dikin. Ev ne “dijminatî” ye — ev xebata derhişiya trawmatîk e.

Bîra venasîn (recognition memory) û bibîranîn (reminiscence) jî di vê çarçoveyê de rolên girîng dilîzin. Yonelinas û Butler bi awayên cuda nîşanî me dan ku naskirina dîrokê û vegerandina wê ji nifşên paşî re pêvajoyek saxkirinê ye. Ji bo miletê kurd, her stranbêjek ku stranên kevn distrê, her nivîskarek ku bi kurdî berhemekê dide û her mamoste ku bi kurdî hîn dike, derûnterapiya bibîranîna kolektîf pêk tîne û pirekê di navbera duh û sibê de ava dike.

Di dawiyê de, bîr û bîranîna miletê kurd — weke bîra her miletekî ku li ber tunekirinê sekiniye — nîşana berxwedanê ye. Miletekî ku bîr û bîranînên xwe diparêze, hebûna xwe diparêze. Û miletekî ku ji bîr û bîranîna dêûbavên xwe ders werdigire û wê ber bi nifşên paşî (siberojê) ve vediguherîne, ne tenê diparêze — ew wê ava û zindî dike.

Not: Ev nivîs bi edîtoriya Hişê Çêkirî – HÇ (AI) hatiye sererastkirin.

Çavkanî

Atkinson, R. C., & Shiffrin, R. M. (1968). Human memory: A proposed system and its control processes. Psychology of Learning and Motivation, 2, 89–195. https://doi.org/10.1016/S0079-7421(08)60422-3 20.05.2026

Baddeley, A. (2003). Working memory: Looking back and looking forward. Nature Reviews Neuroscience, 4(10), 829–839. https://doi.org/10.1038/nrn1201 20.05.2026

Butler, R. N. (1963). The life review: An interpretation of reminiscence in the aged. Psychiatry, 26(1), 65–76. https://doi.org/10.1080/00332747.1963.11023339 19.05.2026

Hassabis, D., Kumaran, D., Summerfield, C., & Botvinick, M. (2017). Neuroscience-inspired artificial intelligence. Neuron, 95(2), 245–258. https://doi.org/10.1016/j.neuron.2017.06.011 21.05.2026

Kouider, S., & Dehaene, S. (2007). Levels of processing during non-conscious perception: A critical review of visual masking. Philosophical Transactions of the Royal Society B: Biological Sciences, 362(1481), 857–875. https://doi.org/10.1098/rstb.2007.2093 23.05.2026

Luck, S. J., & Vogel, E. K. (1997). The capacity of visual working memory for features and conjunctions. Nature, 390(6657), 279–281. https://doi.org/10.1038/36846 20.05.2026

Termên Bingehîn

Bîra sehekî (sensory memory) Ev qonaxa herî pêşîn a bîrê ye — ku derî ye, ne oda mêjî. Dema tiştek tê dîtin an bihîstin, ew çend çirkeyan li vir dimîne, weke şewqa demkî ya balafirekê di ezmanê şevê de. Piraniya wê tavilê winda dibe, lê ew perçeya ku balê dikişîne, ber bi qonaxa din ve tê şandin.

Bîra demkinî (short-term memory) Ev weke destekî ye ku tenê hejmareke sînordar a tiştan vedigire — li gorî Miller, 7 (±2) hêman, ji bo 20-30 çirkeyan. Lê nivîskar behsa vê dike da ku nîşan bide: ev pîvana zanistî ya ji bo mêjiyê takekesî, bi tenê nikare rewşa civakî ya bîra kolektîf rave bike. Civak ne mêjiyek e ku tenê 7 tiştan tomar dike — lê hêza wê ya “çi bîr bike, çi ji bîr bike” bi biryarên siyasî ve girêdayî ye, ne bi sînorên biyolojîk ve.

Bîra demdirêj (long-term memory) Ev arşîva mezin a jiyanê ye — cihê ku bîranîn ji demkî derbas dibin bo domdar.

Bîra karkir (working memory) Baddeley vê beşê weke “tabloya reşê mêjî” rave dike — cihê ku em agahiyan bi awayekî çalak bikar tînin, dinivîsin û paqij dikin.

Bîra hevpar / kolektîf (collective memory) Halbwachs pêşî pêşniyar kir ku bîr ne tiştekî ku tenê di mêjiyê takekesî de bimîne — ew di nav malbatê, di nav zimên, di nav dîrokê de, bi hev re tê avakirin û parastin.

Bîra laş (embodied memory) Ev cûreyeke bîrê ye ku ne bi ziman, lê bi laş tê hilanîn — bêhna xwarinekê, dengê sazekî, tama nanekî ku dayika te çêkiribû. Ev cûreya bîrê herî zor e ku bê tunekirin, ji ber ku ew ne li ser kaxezê ye da ku bê şewitandin, ne li ser tabloya reş e da ku bê paqijkirin. Ew di laş de dijî.

Bîra venasîn/naskirinê (recognition memory) Yonelinas vê weke “pir” (bridge) di navbera duh û îro de binav dike.

Bibîranîn / nirxandina jiyanê (reminiscence / life review) Butler vê weke derûnterapiyekê dibîne: mirov bi paşve li jiyana xwe dinêhêrîne, wateyê jê derdixe û nasnameya xwe ji nû ve saz dike.

Derhişî (unconscious) Li gorî Freud, ev ne cihê “tiştên jibîrkirî” bi tenê ye — ew hêzeke çalak e ku bêyî ku em pê hesiyabin, biryar û hestên me bi rê ve dibe.

Trawmaya navnifşîn (transgenerational trauma) Volkan destnîşan dike ku êş û trawmayên nifşên berê nasekinin û natebitin bi mirina wan re — ew weke “bargiraniyekê” derbasî zarokan dibe, ne tenê bi çîrokan, lê bi rêya laş û hwd.

Epîjenetîk (epigenetics) Ev zanist nîşanî me dide ku serpêhatiyên tund (weke trawma) dikarin şêweyê xebitandina genan vebiguherînin — bêyî ku rêzenava DNAyê bixwe vebiguhere. Ev jî pişta zanistî ya vê ramanê ye ku trawma ne tenê bi ziman, lê bi laş jî tê veguheztin.

Bîrxistk (connotation) Wateya duyem, ya hestiyar a peyvekê — ne wateya ferhengî.

Hîpokamûs (hippocampus) û Korteks (cortex) Di mêjiyê zindewrî de, hîpokamûs bîranînên nû tomar dike, korteks wan bi awayekî demdirêj diparêze.

Hişê çêkirî – HÇ (artificial intelligence – AI) Li vir ne weke têgeheke sereke, lê weke danberheviyek tê bikaranîn: mîna ku pergalên HÇê (AI) dikarin li rêyên nû vebigerin dema riyên sereke werin girtin, zimanê kurdî jî riyên nû dît ji xwe re (mal, stran, çîrok) dema riya fermî hat qedexekirin — nîşana berxwedan û adaptasyonê.

Bîr Bîranîn Derûnî Psîkolojî The Raising Of Kurds 19
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Brahîm Alûcî

Derûnnas

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî
Yükleniyor…
Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne
The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.