Belê yarê…
Bi te re her tişt xweş û temam dibe. Dema tu hebî her tişt rehet û sivik dibe. Lê dema tu nebî hertişt serobino dibe û ji rê derdikeve. Gava din tu li vir bûyî û her tişt xweş bû lê bi çûyîna te re tiştek nema. Lê hîn jî germîya lêvên te li ser lêvên min e, hîn jî şopa serê te li ser balif e û şopa bedena te li ser nivîn e. Xwe bi xeyala te dixapînim. Bi vî awayî bêhna min fireh dilê min geş dibe.
Dizanim tu ne li vir î. Lê çavên min li derî ye. Dengê lingê cîranê min tê dizanim ku ew deng yê cîran e lê dîsa jî dixwazim ew dengên lingê te bin û tu bê malê. Dema tu diçî cixara min nîn e ji bo te pêxim û ji caxerî jî hez nakim lê rûdinim vê peyamê ji bo te dinivîsim lê haya te jê nîn e. Haya te wê ti carî ji tune be. Bi nivîsê bêhna min fireh dibe û dilê xwe bi nivîsê rehet dikim. Dema dinivîsim carna telefon lê dide keyfa min tê û bi eşq telefonê vedikim. Kesê hember tu bê ji eşqa difirim. Em ji civata hev têr nabin. Bi telefonê bi saeta diaxivin lê dîsa jî saet têra me nakin û ya di dilê me de dîsa nivî dimîne. Çiqasî mijar cuda be jî hemû gotinên min yên ji te re dibêjim wateya wan yek û ew jî ev e: “were û cardin ji vir neçe. Heta ebed li ba min bimîne. Heta dem û zeman hebe em tim li ba hev bin.”
Piştre em telefonê digirin û dîsa vedigerim şikefta dilê xwe. Muzîkeke tu ji hez dike vedikim. Keyfa te ji Johann Sebastian Bach re tê. Tişta te bîne bîra min ez ji wê jî hez dikim. Bach te tîne bîra min lewma ji Bach hez dikim û ronahî dide şikefta dilê min.
Ji kanîya dilê te radimîsim…


