Ji Nêrîneke Derûnkolerî (Psychoanalysis)
Penaberî bi awayekî civaknasî tê pênasekirin weke veguhertineke cih û war, lê ji nêrîneke derûnkolerî (psychoanalysis) ve ew berî her tiştî ezmûn û serpêhatiyeke windahiyê bixwe ye. Ne tenê welat, familiya mezin, ziman û tevna civakî tê windakirin, di heman demê de perçeyek ji xwebûn (self) û eziya (ego) takekes bi xwe jî winda dibe—perçeyê ku bi heyberên (object) yên li welatê xwe yê binyad ve hatibû girêdan. Freud di gotara xwe ya “Şînûşûn û Malxulyaniyê” (Mourning and Melancholia) de cudahiyekê datîne navbera şîn û şûna asayî û siruştî ku tê de takekes bi awayekî berdewam ji heybera windakirî vediqete û malxulyaniya (melancholia) ku tê de ev veqetîn nayê qedandin/qetandin û ezî û xwebûn bixwe dibe qada pevçûn û xerabûnê. Ji bo gelek penaberan, welatê wan ê binyad ne tenê cihek e, ew heybereke evînî ya navxweyîn e (internalized love-object); loma penaberî her dem bi rîska windakirineke derûnî ya kûr ve girêdayî ye, ne tenê bi veguhertineke derxweyî ve.
Ev perspektîf destûrê dide me ku em gelek ji tiştên ku di edebiyata penaberiyê de weke “stresa adaptasyonê” tên binavkirin—bêbextî, bêhêvîtî, rageşî ya domdar—weke nîşaneyên xebata şîn û şûnê (grief work) ya neqediyayî bixwînin. Dema ku ev xebata şîn û şûnê neyê veqetandin/qedandin, windahî nayê maneyekê ku jê re hatiye dayîn û ezî û xwebûn neçar dimîne ku bi domdarî li dijî perçebûn û têkçûneke navxweyîn ber ‘xwe’ bide û parastin û berevaniyê bike.
Welatê Windakirî
Li gorî Freud, di malxulyaniyê de heybera windakirî ji ezî û xwebûnê nayê dûrxistin, lê tê daxistin—ango tê navxweyîkirin (introjection) û dibe perçeyekî ezî û xwebûnê bixwe. Ev pêvajo li ba penaberan bi awayekî taybet eşkere ye: gava ku vegera fizîkî li welêt ne pêkan be, welat weke heybereke navxweyîkirî dijî—di xeyalan de, di zimên de, di çandan de. Ev navxweyîkirin dikare bibe çavkaniyeke hêz û şiyana berdewamiya nasnameyê an jî çavkaniyeke êşê, heke ew bi wateya hesreteke neqediyayî ve were dagirtin û tijîkirin. Di vê rewşê de rageşî ne tenê bertekeke li hemberî windahiyeke berê ye, ew her weha berevajîkirina hêrsê ye jî ber bi xwebûn û eziyê ve—hêrsa li hemberî welatê ku “dev-jê-berdaye” an jî li hemberî ‘xwe’ û hebûna xwe ji ber ku “terikandiye”.
Ji ber vê yekê, di dermankirina derûnterapîk de armanc ne tenê “sazkirina adaptasyonê” ye, lê herwiha vekirina qadeke ku tê de nexweş bikaribe şînûşûna xwe ya li ser welêt, ziman û nasnameya berê bi awayekî sembolîk biqedîne—bêyî ku ev şîn û şûn weke qisûrekê an kêmasî û lawaziyek were dîtin.
Nasnameya Dabeşbûyî
Têgeha perçebûyî û dabeşandinê (splitting) ku bi taybetî di bîrdoziya têkiliyên-heyberê (object relations theory) ya Melanie Klein de tê geşedan, alîkariyeke girîng dide fêm û têgihiştina şêwaza ku penaber çanda xwe ya binyad û ya welatê koçber ji hev perçe û dabeş dikin. Di şûna ku her du çand weke gelemperiyeke aloz û tevlihev a bi aliyên baş û xerab a herduyan bên pejirandin, ezî û xwebûn carinan yekê îdealîze dike û ya din dadixîne an jî berevajî vê. Ev mekanîzma bi taybetî li ba nifşên duyem û sêyem xwe eşkere dike ku di navbera du heyberên çandî yên ku hatine dabeşandin de dimînin—dêûbav weke nûnerên heybereke “kevn” a bi hêz û civaka derxweyî weke heybereke “nû” ya bi rîsk û xetere.
Winnicott têgeha qada veguhêz (transitional space) pêşniyar dike—qadeke ne bi tevahî navxweyîn û ne bi tevahî derxweyî ku tê de zarok bi heyberên veguhêz (transitional objects) re têkiliyê datîne da ku ji cihana têkiliya dêûbav ber bi cihana serbixwe ve derbas bibe. Bi vî awayî, nasnameya navçandî dikare weke heybereke veguhêz a çandî bê fêm û têgihiştin: ne welatê binyad e, ne jî welatê lê koçber e, lê qadeke afirandî ye ku tê de herdu tên entegre û tevlihevkirin bêyî ku pêwîst be yek ji wan bê înkarkirin. Serkeftina vê proseyê—ango çûyîna ji dabeşandinê ber bi entegrasyon û tevlihevkirinê (integration)—xwedî girîngiyeke sereke ye ji bo saxlemî û tendirustiya derûnî ya penaberan.
Heybera Navxweyîn
Di civakên familyasereke de, nasnameya takekes bi awayekî kûr bi heyberên navxweyîn ên familiyê ve girêdayî ye. Bi zimanê bîrdoziya têkiliyên-heyberê, dê, bav û komên mezin ne tenê kesayetên derxweyîn in, ew di ezî û xwebûna zarokan de weke nimûneyên navxweyîn (internal representations) hene û ev nimûne şêwaza têkiliyên siberojê diyar dikin. Ev yek dibe sedema pêvegirêdaneke bihêz a familiyê: ne tenê taybetmendiyeke civakî ye, herwiha rastiyeke derûnî ya kûr e ku tê de sînorên di navbera ezî, ‘em’ê û xwebûnê de germ dike an jî bermeqlûp – sar dike.
Gava ku penaberî pêk tê, ev nimûneyên navxweyîn ên familiyê carinan bi tundî xwe li pevçûnê digirin li hemberî rastiya nû ya derxweyî—ya ku bi normên din ên li ser takekesîbûnê ve hatiye avakirin. Bilindezî (superego) ku weke dengê navxweyîn ê exlaqî yê ji dêûbav û civakê hatiye wergirtin, li ba penaberên nifşê yekem bi giranî tê bikaranîn û zûbizû venaguhere; li ba nifşên duyem û sêyem, du bilindeziyên cuda di nav pevçûnekê de ne.
Pevçûnên Nifşî
Pevçûna di navbera nifşan de dikare weke pevçûneke di navbera du aliyê îdeala eziyê (ego-ideal) de bê xwendin: îdeala ku dêûbav ji zarokên xwe re dixwazin li hemberî îdeala ku zarok ji xwe re bi rêya civaka lê koçberbûyî werdigirin. Ev ne tenê pevçûneke nirxan e, ew pevçûneke di navbera du strûkturên derûnî yên cuda de ye. Zarok neçar dimîne ku di navbera dilsoziya bi heybera evînî ya dêûbav û geşedana xweseriyeke nû de hilbijêre—û ev hilbijartin bi xwe dikare bibe çavkaniya tawanbarî û sûcdariya derhişiyê (unconscious guilt).
Mekanîzmayeke Berevaniyê
Nexweşên ji civakên ji çandên cuda bi gelemperî êşên navxweyîn û trawmatîk bi zimanê laş vedibêjin, ne bi zimanê hestan. Ji nêrîneke derûnkolerî, derûnlaşî ango somatîzasyon dikare weke mekanîzmayeke veguhestinê bê fêm û têgihiştin—ango enerjiyeke derûnî û psîşîk a ku destûrê nade bi awayekî rasterast (bi hestan an bi ziman) bê vegotin, dibe semptoma derûn-laşî. Ev ne “kêmasiyeke zimanî” ye, lê stratejiyeke berevaniyê ye ku ezî û xwebûnê ji êşeke ku dibe ku pir mezin be; ji bo qebûlkirinê, diparêze. Di civakên ku vegotina rasterast a hestên takekesî tê dîtin weke tiştekî ku dikare aramiya komê xera bike, laş dibe cihê yekane yê ku êş dikare bê vegotin bêyî ku tawan û sûcdariyê an şermê çêbike.
Bi zimanê Freudî, ev tê wateya ku êş ji qadeke ku bi aramî û rehetî tê qebûlkirin (laş, nexweşî) derdikeve, ne ji qadeke ku tê tabûkirin (nakokiyên navxweyîn ên hestî yên li hemberî familiyê û civakê). Loma dermankirineke ku tenê li ser sembolên laşî disekine, dê kûrahiya pêvajoya derûnî û psîşîk winda bike; divê derûnterapîst bi nermî rê bide nexweş ku ji zimanê laş ber bi zimanê hestan ve here, bêyî ku ev tişt û heyber weke gef û tehdîdekê li hemberî berevanî û parastina wî/wê were kirin.
Heyberên Veguhastî
Baweriyên bi cin, rih û şîfakerên çandî jî dikarin ji nêrîneke derûnkolerî bên şirovekirin—ne weke “paşverûtî” an “tiştekî derxweyî zanînê”, lê weke mekanîzmayên rengvedanê (projection). Êş, rageşî û hêrsa ku ezî û xwebûn nikare wê bi rasterast bipejirîne, tê veguhestin ber bi heybereke derxweyî ve (cin, çavê xerab, bextreşî) ku bi vî awayî berpirsiyariya derûnî û psîşîk kêm dibe û êş dikare bi rêyeke sembolîk bê birêvebirin. Ev rengvedan herweha karekî berevaniyê ya ezî û xwebûnê ye: dema ku sedema êşê ji derxweyî tê dîtin, ne ji navxweyî (hundir), ezî û xwebûn ‘xwe’ ji hilweşandinê (disintegration) diparêze.
Derûnterapî
Di dermankirina penaberên trawmatîzebûyî de, têgehên veguhestinê (transference) û veguhestina hemberî (countertransference) girîngiyeke taybet distînin. Nexweş dikare bi derhişî derûnterapîstê xwe bike nûnerê heyberên navxweyîn ên girîng—dibe ku weke dêûbavekî parastinker, dibe jî weke nûnerê civaka koçber a ku wî/wê red kiriye. Herwiha, derûnterapîst jî dibe ku hestên xwe yên li hemberî çanda nexweş (heyranî, dilxwazî ji bo “rizgarkirinê” an jî fedîkarî) tevlihev bike, bi nirxandineke klînîkî ya rast. Hişyariya li hemberî van proseyên derhişî şertûşûrta destpêkê ye ji bo dermankirineke rast a navçandî; bêyî vê hişmendî û hişyariyê, derûnterapîst dikare bi teşeyeke derhişî rola “mizgîniyeke rojavayî” an jî ya “dagirkereke çandî” bileyize, tiştê ku dê baweriya nexweş xera û bêpergal bike.
Xebata derûnterapîk, ji ber vê yekê, ne tenê rêya sazkirina semptoman e, ew rêyeke afirandina qadeke ewle ye (holding environment) ku tê de nexweş dikare, bêyî tirsa hilweşînê, bi carekê din têkiliya xwe ya bi heyberên windakirî re binirxîne û wan di forma nû de ji nû ve saz bike (nûşiyan).
Encam
Penaberî, ji nêrîneke derûnkolerî ve, ne tenê veguhertineke civaknasî ye, ew pêvajoyeke kûr a derûnî û psîşîk e ku tê de ezî û xwebûn neçar dimîne ku bi windahiyê, bi perçbûn û dabeşandinê û bi pevçûnên di veguhêza heyberên navxweyîn ên cuda de rû bi rû bimîne. Şînûşûn, somatîzasyon, baweriyên sêrbaz û pevçûnên nifşî ne tenê nîşaneyên derxweyî yên veguhertina çandî ne; ew jî tên dîtin û xwendin weke encama xebateke derûnî û psîşîk a berdewam a ku ezî û xwebûn pê re hewl dide hevsengiyekê di navbera dilsoziya bi rabirdûyê re û pêwîstiya jiyana nû (siberoj) de biafirîne. Derûnterapiya navçandî ya serkeftî ew e ku vê xebatê nas dike, rê li ber wê vedike û wê weke pêvajoyeke siruştî û normal—ne weke derasayî û bêpergalî û nexweşiyê—dinirxîne.
Çavkanî
-Freud, S. (1917). Mourning and melancholia. In The Standard Edition of the Complete Psychological Works of Sigmund Freud (Vol. 14). Hogarth Press.
-https://www.jungiananalysts.org.uk/wp-content/uploads/2024/09/Freud-S.-1917
-Mourning-and-Melancholia-The-Standard-Edition-London-Hogarth-Press-1.pdf
-Kizilhan, J. I. (2014). Religious and cultural aspects of psychotherapy in Muslim patients from tradition-oriented societies. International Review of Psychiatry, 26(3), 335–343. https://doi.org/10.3109/09540261.2014.899203
-Klein, M. (1946). Notes on some schizoid mechanisms. International Journal of Psycho-Analysis, 27, 99–110.
-https://psptraining.com/wp-content/uploads/Klein-M.-1946.-Notes-on-some-schizoid-mechanisms.pdf
-Winnicott, D. W. (1971). Playing and Reality. Tavistock Publications.
-https://web.mit.edu/allanmc/www/winnicott1.pdf
Termên Sereke (Bi Hişê Çêkirî – HÇ (AI) hatiye çêkirin)
Windahî (Loss): Di derûnkolerî de windahî ne tenê windakirina cihekî fizîkî ye. Penaber ne tenê welat, mal û milk winda dike — ew perçeyekî ji xwebûna xwe jî winda dike. Wê perçeyê ku bi jiyan, ziman, civak û mirovên welatê xwe ve girêdayî bû.
Şînûşûn (Mourning / Grief Work): Pêvajoya ku takekes bi rêya wê ji heybereke windakirî (lost object) vediqete. Freud dibêje eger ev pêvajo bi awayekî saxlem were qedandin, takekes dikare jiyana xwe bidomîne. Lê eger neyê qedandin, dibe malxulyaniyek (melancholia) — ango êşeke bêdawî ya navxweyî.
Malxulyanî (Melancholia): Rewşa ku tê de şînûşûn naqede. Heybereke windakirî — mînak welat — di navxwe de dijî û dibe sedema êş, rageşî û kêmbûna hesta xwebûnê. Takekes nikare bêje “min winda kir û derbas bû” — windahî her dem teze dimîne.
Navxweyîkirin (Introjection) Pêvajoya ku tê de heyberek derxweyî — mirov, welat, ziman, çand — dibe perçeyekî navxweyîn ê ezî (ego) û xwebûnê (self). Penaber welata xwe winda dike lê ew welat di xeyalan, zimên û çandan de dijî — ev navxweyîkirina wê welêtê ye.
Dabeşandin / Perçebûn (Splitting): Têgeheke Melanie Klein. Takekes nikare tiştekî weke “hem baş hem jî xirab” bipejirîne — an ew tamamen baş e, an tamamen xirab. Li ba penaberan ev bi vî rengî xwe eşkere dike: an çanda binyad tê îdealîzekirin (idealization) û ya nû tê xwarkirin, an berevajî. Ev mekanîzmayeke berevaniyê ye.
Entegrasyon (Integration): Berevajiya dabeşandinê. Pêvajoya ku tê de takekes herdu aliyên realiteyê — baş û xirab, kevin û nû, welat û koçberî — di nav hev de dipejirîne û yek nasnameyeke sazkirî ava dike. Ew armanca saxlemiya derûnî ye.
Qada Veguhêz (Transitional Space): Têgeha Winnicott. Qadeke derûnî ya di navbera “ez” û “cihan” de — ne bi tevahî navxweyî, ne bi tevahî derxweyî. Zarok bi lîstikê, penaber bi nasnameyeke navçandî (intercultural identity) di vê qadê de dijî. Ev qad cihê afirandinê û lihevhatinê ye.
Heyberên Veguhêz (Transitional Objects) Winnicott: Tiştên ku zarok bi wan ve girêdayî ye da ku ji cihana dêûbav ber bi cihana serbixwe derbas bibe — mînak pêlîstokan. Ji bo penaberan ev dikarin bên fêm kirin weke tiştên sembolîk: ziman, muzîk, xwarin — tiştên ku du cihanan bi hev ve girêdidin.
Derûnlaşî (Somatization): Pêvajoya ku tê de êşa derûnî û psîşîk bi semptomên laşî (laş, nexweşî) xwe dide nîşandan — ne bi hestan an ziman. Laş dibe “zimanê êşê”. Ev ne lawazî ye — stratejiyeke berevaniyê ye ku ezî û xwebûn bi rê ve dibe ji bo rizgarkirina xwe ji êşeke pir mezin.
Rengvedan (Projection): Mekanîzmayeke berevaniyê. Hest an êşa ku takekes nikare ji xwe re bipejirîne tê veguhestin (projek kirin) ser tiştekî an kesekî derxweyî. Mînak: hêrs û rageşiya navxweyî tê veguhestin ser “cin” an “çavê xerab”. Bi vî awayî ezî û xwebûn xwe ji hilweşandinê (disintegration) diparêze.
Veguhestin / Veguhastin (Transference): Di dermankirina derûnterapîk de: nexweş, bi rêyeke derhişî (unconscious), hestên xwe yên li hemberî mirovên girîng ên jiyana xwe — dêûbav, civak — vediguhêze ser derûnterapîst. Ev pêvajoyek e ku tê de têkiliyên berê di cihê nû de dûbare dibin û bi vî rengî dikarin bên zanîn û dermanî kirin.
Veguhestina Hemberî (Countertransference): Hestên derûnterapîst ên li hemberî nexweş. Mînak: dixwaze nexweş “rizgar” bike, an ji çanda wî/wê ditirse. Eger ev hest neyên nasîn û kontrolkirin, dikarin zirarê bidin dermankirinê.
Îdeala Eziyê (Ego-Ideal): Wêneya takekesî ya “ez dixwazim bim wê/wî”. Di pevçûnên nifşî de du îdealên cuda li hev dikevin: îdeala dêûbav (ji çanda binyad) û îdeala civaka nû (ji welatê koçber). Zarokên nifşê duyem di navbera van herduyan de dimînin.
Bilindezî (Superego): Dengê exlaqî yê navxweyîn — rê û resmên civak û dêûbavê ku di takekes de cih digirin. Li ba penaberên nifşê yekem ev dengê bilindeziyê hişk û zehf e û bi zehmetî tê guhertin. Li ba nifşên duyem û sêyem, du bilindeziyên cuda di pevçûnê de ne — ya çanda binyad û ya civaka nû.
Qada Ewle (Holding Environment): Têgeha Winnicott. Di dermankirina derûnterapîk de: qadeke ku tê de nexweş dikare — bêyî tirsa hilweşandinê — windahiyên xwe, hestên xwe û pevçûnên xwe eşkere bike. Derûnterapîst di vê qadê de ne tenê pisporekî zanistî ye, lê qada ewleyiyê bixwe ye.


