Tezên Li Ser Peydebûna Jîyanê û Li Ser Peresanê
Pêşî em vê rastîyê bêjin ku jîndarî tiştêkî zêde kompleks e û safîkirin û zelal kirina peydebûna jîyanê ne tiştekî ji rêzê ye û ne hêsan e. Fikrê peresanê jî ne di asta qanûnê de ye. Hêj, hizreke(raman/teorî). Di laboratûwaran de bi ceribandinan qetîyen nehatiye ispatkirin. Bawermend bi rêya îmanê peydebûna jîyanê şîrove dikin. Û bawermend jî bi tarzekî berbiçav û bi ceribandinan nikarin ji peresanparêzekî matêryalîst re peydebûna jîyanê îspat bikin. Candarî, ji bo her du terefan jî bi rastî mijareke pir zahmet e.
Mijar çiqas zahmet be jî gelek mirov bersiva vê pirsê meraq dikin: “Gelo zindî bi tekamûleke(peresan) tesadufî çêbûne an bi tekamula Xwedayî çêbûne an bi taybetî û ji nişka ve hatine afirandin?” Ji bo pêvajoyên çêbûna gerdûnê û peydebûna jîyanê ev tezên sereke hene:
Teza 1. Hemû pêvajo ji bûjen(madde) û ji vejena(enerjî) bêdestpêk(ezelî) bi tesadufan çêbûne û rola Afrînerekî tune ye. Yanî qanûnên di gerdûnê de û pêvajoyên peresanîyê ku candar çêbûne hemû jî tesadufî ne. Hemû candar ji “kalikekî hevpar ê gerdûnî ê jîyanê ê herî kevin” peyde bûne. Ji eslê hevbeş an jî ji bav û kalên hevpar, gûhertin çêdibe û di encama gûhertinê de cûreyen nû peyde dibin. Ev tez, bi “peresanparêzîya ateîstîk” tê bi navkirin.
Teza 2. Qanûnên di gerdûnê de û pêvajoyên peresanîyê ku candar çêbûne hene. Lê hemû jî di bin kontrola Afrîner(Xwedê) de ne. Peresana ku çêbûye “peresana mezin (macro evolution)” e. Yanî ji cûreyekî jîndaran vegûherînên kinêteyî çêdibin û cûrekî nû û cuda peyda dibe. Ev tez, bi “peresanparêzîya teîstîk” tê bi navkirin. Peresanparêzên teîstîk hinek ayetên Quranê ji xwe re wekî delîl û destek dibînin: Nûh 71:14, Însan 76:1, Eraf 7:11, Alî Îmran 3:59, Alî Îmran 3:33,..
Teza 3. Qanûnên di gerdûnê de û pêvajoyên peresanîyê ku candar çêbûne hene. Lê hemû jî di bin kontrola Afrîner(Xwedê) de ne. Peresanîya ku çêbûye “peresanîya piçûk(micro evolution)” e. Di vê qeneatê de; ji cureyekî jîndaran vegûherînên kinêteyî çênabin û cûreyên nû û cuda peyda nabin. Vegûherînên piçûk hene, ew jî, ji bo adaptasyon û ahengê ye û di nava sînorê wî cureyî de ev gûherîn heye.
Teza 4. Çêbûna gerdûnê û peydebûna jîyanê ji nişka ve, ji terefê Xwedê ve hatiye afirandin (xûliqandin). Gûhertineke hindik û piçûk jî tune ye. Bawermendên klasîk bi piranî di vê qeneatê de ne.
Em ji van hewldanên famkirinê hemûyan re rêzê digirin. Li gorî qeneata me, “Teza 1.” Bi temamî şaş e. Em her sê tezên din bi qiymet dibînîn. Lê li gorî qeneata me “Teza 3.” Teza herî rast û xurt e. Di vê nivîsê de em ê delîlên xwe bênin ziman. Mîkroperesan di navbera populasyonên heman cureyan (celeb) de cereyan dike. Sînorê herî zêde, heye ku bigihijê heta malbatên (familia) heywanan.
Ya girîng ev e: Li pişta peydebûna jîyanê de destekî hûnermendekî veşartî heye, ew jî Xweda ye. Piştî mirovek vê rastîya mezin, yanî rastîya afirandinê qebûl bikê çawayîya afirandinê ewqasî jî ne girîng e. Yanî mirovek dikarî bêjê: “Xwedê her cureyekî candaran ji nîşka ve afirandiya.” An jî mirovek dikarê bi tarzê peresanparêzekî teîstîkî bêjê: “Peresan (evolution) heye, lê di bin kontrol û plansazîya Xwedê de cereyan dike.”
Gelek mirov navê vê hizrê bi van alternatîfan bi nav dikin: bi Îngîlîzî “theory of evolution (teorî of eviluşin)”, bi Tirkî “evrîm teorîsî”, bi Farisî “nazarîeh takamel”, bi Kurdî “hizra (teorîya) peresanê (tekamûlê/werarê/pêşdeçûnê)” ye.
Ceribandina Miller û Ravekirina Destpêka Peydebûna Jîyanê
Abîyogenez: Hewldana bersiva vê pirsê ye; “Candarîyê çawa destpêkir?”
Bîyogenez(biogenesis): Li ser vê prensîba Louis Pasteur ava bûye: Zindî tenê ji zindîyên din tên. Yanî, “can bitenê ji can tê”.
Ekzobîyogenez(exobiogenesis): Ev fikir dibêjê: “Jîyan, ji derveyê dinyayê, li fezayê li hinek peykan çêbûye û piştre jîyan hatiye dinyayê. Li gorî qeneata me; ev fikir ji neçarî û ji zahmetîyên fikrê abîyogenezê derketî ye.
Panspermîa: Fikrekî nêzî “ekzobîyogenezê” ye. Molekûlên ji jîyanê re bikêrhatî, mîkrorganîzma û bakterî ji fezayê bi saya “tozên fezayê”, “kevirên ezmanî (meteor)” û “dûvstêrk”an hatine dinyayê.
Panspermîaya Beralîkirî (Directed panspermia): Li gorî vî fikrî jî jîyan, ji terefê şaristanîyeke fezayî û pêşketî ve bi zanebûn û bi plankirî ji dinyaya me re hatiye şîyandin. An candarên pêşketî ji dinyayê re şîyandine an jî destpêker û pêşîkêşên jîyanê, yanî tiştên mîna “mîkroorganîzma” û “amînoasîtan” ji dinyayê re şîyandine.
Peresan: Hewldana ravekirina vê pirse ye; “Piştî candar peydebûn çi guhertin, vegûherîn û peşveçûyîn çêbûne?”
Aminoasit mîna tuxleyekî an jî mîna kevirekî ne. Hucre (şane, xane, malik) jî mîna avahiyekî ne. Bi tesadûfî hebûn û peydebûna tuxlekî ne bes e ku avahî çêbibe. Em bihesibênin (farzi muhal) ku bi tesadûfî bi hezaran tuxle çêbûn. Gelo ew tuxle bi tesadûfî çawa di dîwaran de bi nîzamî û bi rêk û pêk ê werin serhev û berhev. Gelo, dîzayna odeyan, çêkirina şibakeyan û derîyan, xerckirin û boyaxkirina dîwaran, şebeke û tesîsatên avê û ceyranê û qebloyên înternetê û televîzyonê, sazkirina sobeyê an jî “gaza erdê”, û h.w.d. çawa bi tesadûfî ê çêbin? Helbet ne mimkun e.
Di “Ceribandina Miller” de bi destxistina amînoasîtan, ancax çêkirina tuxleyekî temsîl dike. Ew jî ne temsîleke îdeal e. Ji bo ceribandin, di bin kontrola mirovan de li cihekî îdealîze çêbûye. Yanî ceribandin li laboratuwarê çêdibê û gazên ku di destpêka dinyayê de li atmosferê nebûn hatine bikaranîn. Ev ceribandin ne bi tesadûfên tebîeta kerr, kor û bêhiş çêbûye. Di bin kontrola mirovên şahreza û zîrek de çêbû ye.
Bi kurtasî, çaxê em bi baldarî li ser ceribandinên “Miller û Fox” lêkolînan bikin êm ê vê rastîyê bibînin: Ev her du ceribandin jî, ji ravekirina destpêka jîyanê zêde dûr in û bêencamî ne û neserketî ne.
Hemû Mirovahî ji Yek Mêrî û ji Yek Jinê Çêbûye
Zanist ji bo “Hawaya Mîtokondrîyal” û “Ademê Kromozoma Y” çi agahîyan didê me?
“MÎTOKONDRÎYAL HAWA berîya 99000-234000 salan de jîyaye. Genetîk materyala di mîtokondrîyên hemû keçik û jinan de, ji yek jinê hatiye.
“ADEMÊ KROMOZOMA Y yê berîya 163900-260200 salan de jîyaye. Kromozoma Y’ya hemû kurik û mêrên dinyayê ji yek bavî hatiye.”
Çaxê em li ayetên “Pirtûkên Pîroz” dinêrin; pêyama zahîra van ayetan bêhtir li dijî peresanê xwîya dikin. Yanî, li gorî zahîra ayetan Xwedê Teala ji bo mirovan, heywanan, nebatan û hemû candaran; ewilî kalikên(pêşî) wan bi taybetî diafirînê, piştre jî pergala zêdebûna wan didê. Û destûra gûhertina kismî jî, di genên wan de bi cih kirî ye.
Hucurat 49:13 “Gelî mirovan! Bêguman me hûn ji mêrekî û jinekê afirandine û me hûn kirine qewm û qebîle da ku hûn (maf û hiqûqê) hev nas bikin. Bêguman li cem Xwedê yê herî birûmet ew ê ku bi pêkanîna heq û mafan xwe bêhtir diparêze.”
Zumer 39:6 “Xwedê, hûn ji yek nefsê afirandine. Paşê ji wê jî hevjîna wê afirandiye (da ku zuriyet ji wan zêde bibe)…”
Rum 30:20 “Ji nîşanên (qudreta) Xwedê ye ku hûn ji axê afirandine, piştre hûn bûne mirov û (li ser erdê) belav dibin.”
Enam 6:2 “Ew Xwedayê ku hûn ji heriyê afirandin, paşê ji we re (ji bo mirinê) civanek danî û li cem Wî jî (ji bo qiyametê) civanekî binavkirî heye. Paşî hûn guman dikin?!”
Mumînûn 23:12 “Sond be ku me însan ji heriyeke sefandî afirandiye.”
Saffat 37:11 “Ji wan (muşrikan) bipirse! Ma çêkirina wan ji Xwedê re zor e, yan çêkirina tiştên dîtir? Bêguman me ew ji heriyeke zeliqînok afirandine.”
Em ne bi tarzekî dilgermî peresanê red dikin. Heke delîlên xurt hebûne, me yê qebûl bikira û me yê gotibûne: “Hatina mirovan a ji meymûnan, ji çêbûna ji herîyê çêtir e. Çimkî meymûn ji herîyê pêşketîtir in….” Mînakeke din: Li gorî wergerne Tewratê û hinek hedîsan afirandina Hz. Hawa ji parsûyê Hz. Adem çêbû ye. Heye ku ev vegotin metaforîk û mecazî bin. Lê heke zahîrê vê vegotinê rast be jî pirsgirêk nîne. Çimkî parsûyê ku Hz. Hawa jê çêbûye ji herîya ku Hz. Adem jê çêbûye bêhtir pêşketîye.
Çima qeneata peresanparêziyê bi hin kesan re çêdibê? Mirov, ji bo demeke kin bi çavên xwe “peresana piçûk (micro evolution)” dibînin. Dibêjin: “madem ji bo demeke kin gûhertinên piçûk çêdibin, naxwe bi mîlyonan sal derbas bibe ev gûhertinên piçûk bikevin serhev ê bibin sebeba gûhertinên mezin û cureyên nû û cuda ê çêbibin.” Bêguman mirov, vegûherînên piçûk ên mîkro peresanê rasterast dikare muşahede bike. Lê şaşîtîya vê qeneatê ev e: Gûhertinên bi adaptasyon û modîfîkasyonan çêdibin naçê genetîka spêrmên mêran/candarên nêr û hêkên jinan/candarên mê. Yanî gûhertin derbasî çêlikan/zarokan nabin. Mûtasyon tenê bandorê li genetîkê dikê û derbasî çêlîkan/zarokan dibe. Lê mûtasyon tiştên ava û kamil xira dikin, avatir nakin. Heta niha, zanyaran zêde zêde ceribandin çêkirine û her celebek di nava sînorê xwe de hatiye gûhertin. Ev gûhertin jî, bi ber nebaşiyê ve ne. Carekî jî, cureyekî nû û cuda çênebûye.
Candarên ku bi derdorê re ahengdar bin, şensê wan ku bijîn û behtir bibin xwedî qabîlîyeta ku çêlîkan çêkin, zêdetir dibe. Em vê rastîyê jî qebûl dikin: hinek candar ewilî, hinek jî piştre peydebûne. Lê em di vê qeneatê de ne: candarên piştre çêbûne ne ji yên ewilî çêbûne. Ku şert û merc misaîd bûn û dora peydebûna celebekî candaran hat, Xwedê ji nişka ve bi taybetî wan celeban diafirînê.
Tişta ku em net qebûl dikin jî, modîfîkasyon in. Modîfîkasyon: Di candaran de bi saya şert û mercên derdorê, gûhertinên ne irsî (genetik) ne. Wextê, germahî, ronahî, zext (fişar,pest, Îng:pressure, Tirkî:Basınç), hilm (hêwî), xwarin û vexwarin û mîqdara pH (asît/baz/notr) werê gûhertin ji bo demeke kin gûhertin çêdibin. Gûhertinên mîna reng, dirêjbûn-kinbûn, kêmbûn an jî zêdebûna giraniyê û h.w.d. çêdibin. Mînak: Çaxê kîvroşkên Hîmalayayê diçin serê çîyê ku cemidî ye, rengên mûyên wan bi ber reş ve diçê. Armanc, ji bo germahîya tavê bêhtir bikşênin xwe. Çaxê ku kîvroşk, têne xwarê dîse mûyên wan spî dibe. Ev rewş, bi adaptasyonê, ahêngdarîyê û bi modîfîkasyonê ve eleqedar e.
Li gorî qeneata me “peresana piçûk (micro evolution)” herî kêm di “nava Cure (species)”yan de û herî zêde di nava “Cinsan (genus)” de û/an jî di nava “Malbat (familia)” an de heye.
Encam
Di êncamê de, van xalên girîng, dîsa em dikarin dubarebikin:
– Li gorî qeneata me “peresana piçûk (micro evolution)” herî kêm “di nava Cure (species)yan” de û herî zêde di nava “Cinsan(genus)” de û/an jî di nava “Malbat(familia)” an de heye.
-Varyasyonên di navbera cureyekî de, ji xwe Xwedê di genetîka wî cureyî de kod kiriye, li gorî şert û mercan adabtasyon çêbibe. Tenê destûra guhertineke bisînor heye. Yanî guherîn û veguherîn di navbera sînorê cureyekî de çêdibe.
-Jiyîn, ji jiyînê tê û kanîya hemû jîyanê jî Afrîner (Xwedê) ye. Mîna ku Xwedê jîyan daye me, bi sînor jî be, Xwedê hinek sifatê xwe bi lutf û kerema xwe dane me mirovan. Mîna, dilovanîyê, hezkirinê û h.w.d.
-Xwedê, pêşî û kalikên şînkayiyan û heywanan “mîna cûrên wan” afirandine.
– Fosîlên dijîn “perasana makroyê” pûç dikin.
– Di warê fosîlan (paşmayî) de formên veguhêz û navbendî nînin. Sixtekarîyên mîna “Zilamê Nebraska” û “Zilamê Piltdown” neçarîya tinebûna fosîlên vegûhêz û navbendî didin nişandan.
– Komên zindîyan ji nişka ve di pencereyeke jeolojîk de xwîya dikin.
– Ji bo bêjandin û hilbijartin hebe, ewilî divê ji xwe, pir (zahf) zêde candar hebin. Yanî, curbicurbûn û rengînbûneke mûezzam ji xwe, divê hebe.
-Peresana gavbigav û bi rêbazî çênebûye. Peresana hilpekandî yanî afirandineke ji nişkave çêbûye.
Hizra peresanê, ne teorîyeke ku di labaratûwarên zanistê de hatiye ispat kirin. Û hizra peresanê nebûye qanûneke zanistî. Bêgûman di teorîeke wekî vê “teorîya peresanê” ku berferih e, gelek şîrove û hîpotezên rast jî hene. Lê hemû naveroka wê nehatiye piştrastkirin. Ev teori jî -mîna van îdeolojî, felsefe û olên din- ew jî pêş qebûleke û nêrîneke. Û helbet heqê mirovan heye ku vê teorîyê biparêzin. Heqê her mirovekî heye ku “paresana teîstîkî” jî “peresana ateîstîkî” jî biparêzê. Heta vê derê pirsgirêk nîne. Lê pirsgirêka heqîqî ev e; her kesekî ku li dijî vê teorîyê be, etîketên “neyarê zanistê, bawerîhişk, tund, nezan,…” bi wan re tê zeliqandin. Ev jî bênezaketî û bêhûrmetî û pozbilindî ye.
Çavkanî
-Bird, W.R., The Origin Of Species Revisited, Nashville, Thomas Nelson Co., 1991, S.298-99
-Boselî, Bedel, Çêbûna Gerdûnê û Peydebûna Jîyanê, Weşanên J&J, Stenbol(İstanbul), Kewçêr(cotmeh) 2013, çapa 1.
-Bergman, Jerry, The Three Pilllars of Evolution Demolished –Why Darwin was wrong-, 2022; werger: Çavuş, Umut, Evrimin Üç Sütunu Yıkıldı-Darwin Neden Yanıldı-, Nobel Akademik Yayıncılık, Ankara 2024
-Darwini Charles, Türlerin Kökeni, 6. Bölüm, Teorinin Güçlükleri. Navê orjînala pirtûkê bi Îngîlîzî: Charles Robert Darwin, “On the Origin of Species by Means of Natural Selection, or the Preservation of Favoured Races in the Struggle for Life”, 1859, Difficulties on Theory. Bi Tirkî:Türlerin Kökeni: Doğal Seçilim Yoluyla veya Hayat Mücadelesinde Avantajlı Irkların Korunması Üzerine.
-Êsî (Gündüz), Hüseyin; Seyhan, Mehmet, Meala Qura’ana Pîroz a Kurdî,Weşanên Serokatiya Karûbarên Dîyanetê/Diyanet İşleri Başkanlığı Yayınları, İstanbul 2015, 1.Baskı
-Êsî, Mela Huseyn; Girdarî, Mela Se’îd; Bêrkevanî, Mela Muhammed, Wergera Qur’ana Pîroz Bi Zimanê Kurdî, Weşanên Bang, Tebax 2008 İstanbul, Çapa 1.
-https://www.bilimveyaratilişagaci.com


