Nivîskarê hoste yê wêjeya cîhanê Edgar Allan Poe di meha Rêbendana 1809ê de li bajarê Bostonê ya Amerîkayê (DYA) ji dayîk bû, dayîka wî Elizabeth Arnold Hopkins Poe bi eslê xwe ji Îngilîstanê ye û bavê wî David Poe Jr. bi eslê xwe ji Îrlandayê ye. Di jiyana wî ya hunerê de gelek çîrok, helbest, nivîsên wî hatin weşandin ku bi tenê romaneke wî bi navê “The Narrative of Arthur Gordon Pym of Nantucket” heye.
Wêjekar Poe, di rojname û kovarên Amerîkayê de weke rojnameger, edîtor û rexnegirê edebîyatê xebitîye, çîrokên nûçeyê nivîsandine û li ser zanistên derûnnasî û stêrzanîyê jî gelek gotarên wî hatine weşandin. Çîrok û helbestên wî bandorên mezin li ser wêjeya fantastîk û xeyalê zanistî, şano, sînema, hunerên din û dîsîplînên din ên jiyanê kirine. Gelek çîrokên Edgar Allan Poeyî ji destpêka Sînemayê û bi vir de weke kurtefîlm, metrajdirêj, anîmasyon û rêzefîlm derketine/derdikevin li pêşpêrî temaşevanan.
Piranîya rojên jiyana Edgar Allan Poeyî di nava nexweşî û mercên dijwar de derbas dibe. Diya wî Elizabeth Arnold Hopkins Poe û bavê wî David Poe Jr., her du jî weke lîstikvanên şanoyê dixebitîn û sê zarokên wan hebûn. Edgar Allan Poe hêj yek salî bû (li gorî hin çavkanî, Poe du salî bû.) bavê wî malê terikandiye û piştî salekê jî diya Poeyî ji ber nexweşîya jana zirav (tuberkuloz) çûye ser dilovanîya xwe.
Piştî mirina dê û bavê Edgar Poeyî, kekê wî William Henry Leonard Poe ji aliyê dapîr û bapîrê wan ve, xwişka wî Rosalie Poe ji aliyê malbata Mackenzie ve û Edgar Poe jî ji aliyê bazirgan John Allan ve hatine mezinkirin. John Allan bi eslê xwe Skoçî bû û weke bazirganê tûtin, genim, qumaş û gorîçeyan dixebitî ku Edgarî weke zirkur li cem xwe girtiye. Êdî navê Edgar Poeyî dibe Edgar Allan Poe û ji bo xwendinên xwe yên dibistana amadeyî û zanîngehê diçe Îngilîstanê û ji ber hin sedeman perwerdehîya wî ya bilind nîvçe dimîne. Edgar, piştî berdana zanîngehê biryareke dide û dixwaze dest bi wêjeyê bike. Di wêjeyê de cara yekem dest bi nivîsandina helbestan dike û bi derfetên xwe, yekem pirtûka xwe ya helbestan a bi navê “Tamerlane and Other Poems” diweşîne. Lê belê pirtûka wî helbestan zêde eleqe nabîne. Piştî xebatên dûvdirêj, bênavber û domdar, navê Edgar Allan Poeyî hêdî hêdi di derdorên edebiyatê de tê bihîstin, di gelek rojname û kovarên wêjeyî de kurteçîrok, nûçe, helbest û nivîsên wî têne weşandin. Poe bi demê re bi çîrok, nivîs, helbestên xwe dibe hosteyê nivîsan.
Bi taybetî di çîrok û helbestên bêhempa û derasayî yên Poeyî de babet, mijar û bûyerên razdar û nepenî cî digirin û bi awayekî bandorker xwe didin der. Bi taybetî çîrokên wî bi awayekî surrealîst û nesiriştî hatine nivîsandin ku li seranserê dinyayê ji aliyê derdorên wêjeyê ve weke damezrîner û pêşengê cureyên gotîk-tirsê, xeyalê zanistî, kurteçîrokan û dedektîvî tê qebûlkirin. Poe, bi hêza xeyalê ya mezin nivîsandine, di nav bexçeyên çand, ziman û sînorên cîhanê de derbas bûye û li cihên ku wî qet lê neçûye û nedîtiye geriyaye û wekî ku li wan deran be teswîrên wan deran kiriye.
Nivîskar û helbestvanê mezin ê Frensayê Charles Baudelaire ji bo Edgar Allan Poe dibêje, “Nivîskarê herî xurt/bihêz ê serdema me (Sedsala 19emîn) ye”*. Berhemên wêjekar Edgar Allan Poeyî li seranserî cîhanê ji bo ji zêdetirî 100 zimanan hatine wergerandin, gelek helbestên wî ji aliyê nivîskar û wergerên kurd Samî Hêzil û Kawa Nemir ve, hin helbest û çîrokên wî ji aliyê wergerên din ve ji Îngilîzî ji bo Kurdî hatin wergerandin û bi Kurdîya Kurmancî re di kovarên Kurdî de derketin li pêşberî xwînerên wêjeyê. Gelek helbestên girîng ên Poeyî ji aliyê Samî Hêzil ve ji bo Kurdîya Kurmancî hatin wergerandin, bi navê “Qelareşk û Bîst Helbestên Din” (2004) weke pirtûk ji Weşanên Bajarê derketibû. Heta niha hin çîrokên Edgar Allan Poeyî ji aliyê werger û wêjakerên kurd we ji bo Kurdîya Soranî hatine wergerandin û di hin kovarên Kurdî de hatine weşandin, ku herî dawî berhevokeke ji çîrokên Edgar Allan Poeyî pêk tê ji aliyê Hama Karim Arif ve ji bo zaravayê Soranî hatin wergerandin û di sala 2024ê de ji Weşanên Rahandê weke pirtûk hate weşandin.** Hate ragihandin ku Samî Hezîl koleksiyoneke ji çîrokên Edgar Allan Poeyî pêk tê ji bo zaravayê Kurmancî wergerandiye.*** Lê wergera çîrokan heta niha nehate weşandin.
Nivîskarê pêşeng û mezin ê çîrokên nûjen (modern) ê Amerîkayê, Edgar Allan Poe di Cotmeha sala 1849ê de ji ber sedemeke nediyar çû ser dilovanîya xwe. Poe, bi hêza xeyalê xwe yê bêhempa û şêweya derbirîna xwe ya helbestkî, li kolan û herêmên dinyayê û di cî û demên cûda de ketiye rêwîtîyên dipdirêj û bandorker. Bi rê û sînorên dirêj û nû re, atmosferên efsûnî û resen afirandine, ku ji bo xwîneran asoyên nû kûr kiriye, di sînorên êqil û xiyalê de geriyaye û di cîhana wêjeyê de bûye nemir.
(Hefteya yekem a Gelawêja 2026ê)
Pênc hevokên Edgar Allan Poeyî:
-Çavên te biheştekê ye ku ez wan di cihê herî pîroz ê dilê xwe de vedişêrim. / Ji Çîroka “The Raven”
-Min ji bilî çavên wê bihuştek nedît. / Ji Pirtûka “Annabel Lee”, Rûpel: 78. Weşanxane: Fantastik Kitap
-Rastîn, dema ku hêj gîzmeyên xwe li xwe dike, derew li cîhanê belav dibe.
-Ji nîvê dîtinên xwe bawer bikin, lê ji bihîstinên xwe qet bawer nekin.
-Rastîn, her tim di binî bîrekê de nîn e.
(Wergerandina hevokan: Rûmet Med)
Çavkanî:
https://en.wikipedia.org/wiki/Edgar_Allan_Poe
https://ku.wikipedia.org/wiki/Edgar_Allan_Poe
https://tr.wikipedia.org/wiki/Edgar_Allan_Poe
https://www.poemuseum.org/
Ji bo lîsteya hemû berhemên Edgar Allan Poeyî:
https://www.myenglishpages.com/site_php_files/reading-edgar-allan-poe-bilbliography.php
*Annabel Lee – Edgar Allan Poe / Fantastîk Kitap
**https://rumetmed.blogspot.com/2024/11/berhevokeke-ji-ciroken-edgar-allan.html
***https://dergipark.org.tr/tr/download/article-file/1362630
https://gazeteisvec.com/yazarlar/caven-rastin-u-xiyalan-edgar-allan-poe


