Danasîna Pirtûka Xelat a Sedat Yurtdaş

Ji aliyê Faîk Ocal – – Nûkirin: Şirove tune ye 7 deqe xwendin

Pirtûk ji heft çîrokan pêk hatiye. Bi kurtasî mijar û naveroka çîrokan wiha ye. Ez: Şeş sal in ku Pilpilîngê pismamê vebêjerê çûye, ew li benda pismamê xwe ye. (Rûpel; 7-11). Qero: Di malbateke kurd a bi heşt zarokan de Qero (Hesen) zarokê çaran e. Ew zarokekî nehs e. Dibe tînerkêş, balîkêş anku kêşekî navdar lê belê tim li ser gora dayika xwe ye. (Rûpel; 13-27). Nerîmankê: Telo û Nerîmankê li Enqereyê li barekê hev û din nas dikin dilê wan dikeve hev. Telo zewiciye û bavê şeş zarokan e. Paşê Nerîmankê tê “bajarê mirinê” ba Teloyî. Lê belê pereyên Telo nîn in. Ji bo li ba Nerîmankê rezîl nebe Telo bi çar hevalên xwe re dest bi şelandina otobêsekê dikin, tên girtin. (Rûpel; 28-44). Termên Bêxwedî: Çîroka çar hevalan e. Navên van: Bozo, Nezo, Cimo û Silo. Her çar heval şeveke bi kêf li mala Şindoyê nemêr derbas dikin lê belê canê Şindoyî mirîşkeke sorkirî dixwaze. Mirîşk tune ye û her çar heval jê re dibêjin kew nabe? Şindo qebûl dike û her çar heval diçin diziya kewan lê Bozo û Nezo ji aliyê “fedayiyên olî” ve tên kuştin. (Rûpel; 45-60). Di çîroka Deriyê Mêrdînê de vebêjer şahidê xwepêşandanên li Amedê ye. Ew bi Apê Hesen re li Deriyê Mêrdînê ye, bi kuştina Newzetê 17-18 salî gelek îşkence û bûyerên ecêb ji mirov re rave dike. (Rûpel; 61-67). Çîroknûsî di çîroka Rengê Dewrê de rastiya kesên ji bo pere her tiştî dikin ji mirov re rave dike. Ew kes mirovên wiha ne: Pere ji bo wan, -bê şik- Xwedê bû! (Rûpel; 68-70). Tu: Çîroka evîneke mirad-qurufî yî. Vebêjer û Tu li zanîngehê dixwînin û dilê wan di hev de ye. Paşê evîndara vebêjerî her du gustîlkan diavêje behrê û diçe. Vebêjer çarde sal bi şûn de, kesera dilê xwe, hêviyên xwe yên şikestî, evîna xwe ya mirad-qurufî; geh bi lîlandinê, geh bi lorînê, geh bi axîna ji kezebê mîna mircan û moriyên rengo rengo, yek bi yek li pêy hev rêz dike. (Rûpel; 71-77).

Sedat Yurtdaş ji heft çîrokan tabloyeke bedew derxistiye holê. Di her çîrokê de hestek heye. Wî bi wan hestan tabloya xwe estetîze kiriye. Di Ezê de hesret, di Qeroyî de dayik, di Nerîmankê de feqîrî, di Termên Bêxwedî de mirin, di Deriyê Mêrdînê de derbe, di Rengê Dewrê de pereperestî, di Tuyê de evîneke mirad-qurufî heye.

Ji bo herikandina çîrokan bo mînak çîroka Nerîmankê; çîroknûs ewil karekterên sereke dide naskirin, paşê behsa rabirdûya wan wiha dike: “Telo, mirovekî çiyayî; dirêj, zirav û çeleng bû…” (Rûpel; 30). “Porzerk; Nerîmankê, yeka xwenda bû…” (Rûpel; 34).

Wî teknîk li gor armanc û mijara çîrokan hilbijartiye. Ji aliyê honandin û teknîkê ve çîrokên herî serkeftî, Qero û Nerîmankê û Termên Bêxwedî ne. Jixwe her sê çîrok yên herî dirêj in; Qero çarde rûpel in, Nerîmankê şanzde rûpel in, Termên Bêxwedî panzde rûpel in. Pirtûk gişt heftê rûpel in û her sê çîrok çil û pênc rûpel in, her çar çîrokên din bîst û pênc rûpel in. Di Qeroyî de çîroknûsî bi teknîka flashbackê ewil malbata Qeroyî dide naskirin, paşê bûyerên Qeroyî vedibêje. Ew dîsa bi heman awayî bi çîrokên Nerîmankê û Termên Bêxwedî de diçe. Di Nerîmankê de ewil her du karekterên sereke ji bo mirov rave dike, piştre çîroka her duyan bi hev ve girê dide. Di Termên Bêxwedî de ewil çîroka her çar hevalan vedibêje, paşê her çar çîrokan bi mala Şindoyê Nemêr ve girê dide û di mala kewan de dawiyê lê tîne.

Muzîka her çîrokê heye. Çîroknûsî li gor karekter û objeyan rîtm daye çîrokan. Ez û Pilpilîng rîtmê didin dara tûyê, Qero rîtmê dide gora dayika xwe, Nerîmankê û Telo rîtmê didin bajarê mirinê, Termên Bêxwedî rîtmê didin mala Şindoyê Nemêr, Deriyê Mêrdînê rîtmê dide Amedê, Rengê Dewrê rîtmê dide pereyan, Tu rîtmê dide gustilkan.

Çîroknûsî di her çîrokê de rastiyek nimandiye. Di Ezê de dostî û dilsozî, di Qeroyî de dayikbûn, Di Nerîmankê de fedakarî, di Termên Bêxwedî de bêbextî, di Deriyê Mêrdînê de serdestî û bindestî, di Rengê Dewrê de hêz, di Tuyê de evîn nimandiye.

Yurtdaşî teswîrên xwe baş kirine û karekter sêwirandiye. Ez ê ji her çîrokê mînakekê bidim.

Di çîroka Ezê de du alî hatine teswîrkirin: Ew ên bi rûpoş ku dagirker û desthilatdar in. Ez û Pilpilîngê dara tûyê ku bindest in. Çîroknûsî di çîroka Qeroyî de karekter wiha teswîr dike: “Navê wî Qero bû. Tofanek, belayek, zebaniyek, felaketek bû. Mîna arê cehenemê bû. Kesî nikarîbû gotineke bixista serî. Pê re tirs, çavkutan, xwe şûn de kişandin tunebû.” (Rûpel; 21).

Çîroknûsî di çîroka Nerîmankê de rewşa Telo û wê wiha teswîr dike: “Herdûyan jî serma ji bîr kirin. Germê, ji hundir de ew bi tevayî zeft kir. Dikaribûn heya sibehê li ser bûlvar û kolanan bigeriyana. Karibûn bi piya biçûna bajarekî din. Karibûn wî bajarî seranser gav bikirana. Êdî herdûyan jî dizanibûn ku şeva mayî ji kîsê wan dihere…” (Rûpel; 37).

Çîroknûsî di çîroka Termên Bêxwedî de jî teswîrên li mijarê tên kirine. Mînakek: “Berfa spî, mîna ku bixwaze kefenekî nedirûtî rapêçe ser bajêr; bi kuliyên mezin xwe bera jêr dida!” (Rûpel; 50).

Ji çîroka Deriyê Mêrdînê teswîrek: “Me xwe di bin qêrînên bê hêvî de, xwe ji trimbêlê avêt der. Em zûzûka mîna pezê ji gur bireve ketin bin trimbêla term. Berik ji her hêlê li ser girseyê dibariyan. Li jor, li ezmanên ser me helîkopter bi laşên xwe yê qirase; bi zirtê zirt û bi xofek mezin li ser serê (me) nêzve dadiketin û bilind dibûn, doş dibûn gule dibarandin. Ji zîvirîna perwanan û ji dengê motoran ezman diqelişî. Ji erdê toz û xwelî, pûş pelax difiriya. Daran pelê xwe diweşand.” (Rûpel; 62-63).

Di çîroka Rengê Dewrê de du alî hene: Serdestên pereperest û bindestên feqîr. Çîroknûsî li gorî pere her du alî baş sêwirandiye.

Çîroknûsî di çîroka “Tu”yê de hest û hizrên her du aliyan (evîndaran) bi hostatî rave kiriye: “Lewra ku te qet nedixwest em ji bo şeveke jî bixeyd ji hevûdin biqetin.” (Rûpel; 74). “Xîlaf tuneye, ku min qutiya dilê xwe ji tu kesî re venekiriye û kakilê dilê xwe heya vê şevê nîşanê tu evdekî nedaye. Min xwe di bin sedan kilîtan de veşart; min xwe dîzî; min xwe bi saxî bin-ax kir.” (Rûpel; 76).

Çîroknûsî çîrokên vê pirtûkê çaryek sedsal berê nivîsîne. Hîn wê demê zimanekî rengîn û zengîn bi dest xistiye. Dizane dê çi bi çi awayî binivîse. Mirov di her mijarê de armanca çîroknûsî dibîne.

Atmosfera her çîrokê heye. Bi vegotina bûyeran mirov tev li çîrokan dibe. Di Ezê de mirov li benda Pilpilîng e, bi Qero re li ser gora dayika wî radizê, bi Nerîmankê re berê xwe dide bajarê mirinê, bi Termên Bêxwedî re tev li çîroka her çar hevalan dibe û dibe çar parçe, du parçeyên mirov li ser axê dimînin, du jî binax dibin, bi Rengê Dewrê mirovên qenc û xirab ji hev cuda dibin, bi Tuyê re mirov dibe şahidê evîneke mirad-qutufî.

Xelat di Sermaweza 2002an de ji Weşanên Sîyê derketiye. Karê bergsaziyê Onur Ozturk kiriye. Ziman û rêzimana çîroknûsî xwerû kurdî ye. Ziman û vegotina çîrokan sivik û herikbar e. Mirov bi hêsanî tev li atmosfera çîrokan dibe. Ew serkeftina Sedat Yurtdaş e.

Hem di rêzimana çîroknûsî de hem jî di karê weşanxaneyê de şaşî hene. Çend mînak: “… ji bsona (?)…” (Rûpel; 22). “…semest… (sermest)…” (Rûpel; 42). “…teleofonê…(telefonê)…” (Rûpel; 44) hwd.

 

 

Faîk Ocal

Nivîskar, Semsûr