(Ceribandinek)
Ziman ne tenê amûreke ragihandinê ye; ew bixwe mala derûnê ye. Ziman derûna mirov diedilîne, teşe dide wê, wê vedişêre û di heman demê de wê eşkere jî dike. Mirov di zimanê xwe de veşartî ye – ne li derveyî wî, ne li ser wî, lê di hundirê (navxweyîn) wî de, di rehikên wî yên herî kûr de. Ji ber vê yekê ye ku ziman, di fêm û têgihiştina derûnnasiyê (psychoanalysis) de, ne tenê pergaleke dengan e, lê binyadeke derhişî (unconscious) bixwe ye; hemû kok û qodên (code) mirovî di zimanê wî/wê de veşartî ne – heta carina dîroka wî/wê bixwe jî.
Jiyan bixwe bêwate ye; ev em in ku wê bi zimanê xwe biwate dikin. Ev karê wateyê dayînê, di esl û feslê xwe de karekî derûn(nas)î ye û bi giranî bi ziman ve girêdayî ye, lewre em bêyî ziman nikarin ne li dinyayê, ne jî li xwebûna xwe binêrin. Lê ev watedayîn bi tena serê xwe pêk nayê. Kesayetiya mirov bi saya yên-din (the others) ve tê ava û çêkirin; ezî (ego) ne xwedî mala xwebûna xwe ye, ew di navbera xwebûn û yê-din de tê saz û avakirin, hîn dibe û dişikê.
Her nexweşiya derûnî, di binî de, hewleke çareseriyê ye – hewleke ku mirov bi awayekî ne serrast, li dijî êşeke kevintir têdikoşe. Ji ber vê yekê ye ku mirov hewcedarê tiştekî ye ku dikare weke çermekî derûnî (psychic skin) bê binavkirin: astareke ku wî/wê ji hilweşînê biparêze, sînor deyne di navbera navxweyî (hundir) û derxweyî (derve) de û cih bide pêşveçûn û geşedana xwebûnê. Naskirina hevbeş (mutual recognition) – ango ew rewşa ku mirov di çavên yê-din de tê dîtin û bi rastî tê naskirin – bingeha vê başiya derûnî ye. Bêyî naskirina hevbeş, derûn dibe kelehek bi tenê, bêdeng û bêparêz.
Xwebûn (Self) û Avakirina bi Riya Yên-Din
Berî her fikr û ramanê (thought), pêvajoyeke din heye: ramîn û hizirkirin (thinking). Raman bêyî vê pêvajoyê çênabe – ango pêvajoya ramînê berî naveroka ramanê tê. Ev cudahiyek e ku bi hêsanî tê jibîrkirin: em piraniya caran li ser naveroka fikr û ramanan rageş û xemgîn dibin, lê pêvajoya ku fikr û ramanê diafirîne, ya rastîn xwedî girîngiyê ye, ji ber ku ew pêvajo di zaroktiyê de, di têkiliya bi yên-din re, tê hînbûn an jî tê windakirin (ji-bîr-kirin).
Mirov bi tena serê xwe pêş nakevin. Ew hewcedarê xwebûna-heyberan (self-objects) in – ango heyberên ku xwebûna mirov bi rêya wan pêk tê û tê parastin, weke dê, bav, hevalên nêzîk an jî çand û ziman bixwe. Ne mimkun e ku mirov bêyî van xwebûn-heyberan xwebûneke tekûz ava bike. Nasname (identity) jî di esl û koka xwe de ne tiştekî ser-bi-xwe ye; ew hevsengiya xwebûn (self) û yê-din (the other) e, hevsengiyeke têkilhevî û herdemî ku ji nû ve tê danûstendin.
Çiqasî ezî (ego) û xwebûn (self) bihêztir bin, kesayetî ewqasî nerm û têkûz (integrated) dibe. Lê ev hêz ne tiştekî bi xwe re tê ye; ew bi saya pejirandinê (acceptance) tê avakirin. Xwebûna rastîn (true self) bi pejirandinê geş dibe û pêş dikeve; xwebûna sexte/derewîn (false self) li dijî vê, ji ber tirsa înkarê (denial) û ji-xwe-şermkirinê (shame) çêdibe, weke qalikekî hişk li ser birîneke kûr a narsîsîzmê (narcissism). Kesayetî bi vî awayî dibe çîroka jiyanê ya dûvedirêj ku ji hêla derhişiyê (unconscious) ve hatiye nivîsandin, ne bi hêla hişyarî û hişmendî bi tena serê ‘xwe’ ve.
Derhişî, Tepisandin û Vegera yê Tepisandî
Tişt û heybera em jê direvin, bi awayekî din li me vedigere û li ser derûna me dibe bar. Ev diyarde di derûn(nas)iyê de bi navê vegera yê tepisandî (return of the repressed) tê zanîn. Tepisandin (repression) ne wateya jibîrkirinê ye; ew veşartina bi hêz û qewet e, veşartina heyber û tiştê ku hiş û aqil nikare ragire û bîne ser zimên. Tepisandin heyber û tiştan wenda nake, tenê wan vedişêre/dinixumîne – û ew tişt û heyber, rojekê, bi reftar, tevger û zimanekî din, di reftar, tevger û xewnan de, ji nû ve peyda dibin – heya çareser nebin hey xwe dubare dikin.
Mekanîzmayên berevaniyê (defense mechanisms) yên derûn(nas)iyê, di vê çarçoveyê de, neynikên şikestî ne: em bi wan xwebûna xwe dibînin, lê ne bi awayekî rast û dirust. Zarok, di heman demê de ku zimanê eziyê (ego) fêr dibe, mekanîzmayên berevaniyê jî pê re hîn dibe – her du ji hev nayên veqetandin, lewre ziman bixwe yek ji sereke mekanîzmayên avakirin, berevanî û parastina xwebûnê bixwe ye.
Girêk û aloziya derûnî ne tenê encama arezû û xwestekên veşartî ye; ew herwiha encama rageşiya bingehîn (basic anxiety) e jî – rewşa ku mirov di dinyayeke rageş û tirsnak de xwebûna xwe bi tenê hîs dike. Ev tirs û rageşî xwe di têkiliyên herî nêzîk de jî nîşan dide: di navbera evînê û tundiyê de xeteke zirav heye. Kesê ku pir hez dike, dikare di heman demê de jî nefret bike, bêyî ku bizanibe kengî dê wî sînorî derbas bike. Ev ne dijberiyek e; ev jî beşek e ji wê nêzîkbûna kûr a ku evîn û tirs bi hev re dide meydanê.
Bav, Kur û Mîrata Derhişî
Derhişî (unconscious) reng û dengê bav ji bîr nake; tenê wî di rûyên cihêreng de dûbare dibihîze. Bavek ne tenê malê xwe dihêle; bêdengî, tirs, rageşî û hêviyên xwe jî weke mîrat dihêle. Li cihê ku bav lê bêdeng dimîne, derhişiya law dest bi axaftinê dike – ango tiştê ku bav qet negot, di kurê wî de dibe ziman, carinan bi awayekî ku ne law û ne jî bav pê dizanin.
Bav ne tenê mirovek e; ew otorîteya yekem e ku zarok di binhiş û derhişiya xwe de ava dike. Law, pêşî di bin siya bavê xwe de mezin dibe; paşê hîn dibe ku bi wê siyê re biaxive – heke ev pêvajo trawmatîk be, dibe şer. Hêrsa ku law li bavê xwe berê wê dide, carinan ne heyber û tiştekî rasterast e; ew carinan neynika nakokiyekê ye ku li ser xwebûna law bixwe hatiye zîvirandin. Dûrahiya di navbera bav û law de carinan ne bi salan, lê bi hevokên negotî tê pîvandin.
Narsîsîzm (narcissism), di vê çarçoveyê de, ne evîna xwebixwe ye weke ku bi gelemperî tê raman û fikirîn; ew rageşî û tirsa rûbirûbûna bi xwebûna xwe ye – loma meriv her dem li neynikê digere, li dîtina xwebûna xwe di çavên yên-din de, ne li xwenasîna rastîn. Malxulyanî (melancholia) jî şînek e ku şûna wê nenas dimîne; mirov dizane ku heyber û tiştek winda bûye, lê nizane çi ye, çawa bûye û divê çi bike.
Derûna Bindest
Ev şîkar û dînamîkên derûn(nas)iyê – tepisandin, xwe-mezinkirin, xwebûna sexte – ne tenê di asta takekesî de dimînin; ew di asta civakî û siyasî de jî xwe dubare dikin, bi taybetî di têkiliya serdest-bindestan de. Serdest weke pêşmerc dixwazin ku bindest bi darê zorê an bi awayên din, dev ji zimanê xwe berdin û behsa bihabûna qelenê çanda xwe nekin. Devjêberdana ziman û çandê, di hiş û mejiyê bindest de ducemseriyeke (duality) derûnî û civakî çê dike – rewşeke ku mirov di navbera du xwebûnan de tê dabeşkirin: ya xwecihî û ya sepandî.
Ji ber qelsketina derûna bindestan, hêz û hejmûna derûna serdestan wisa dike ku bindest qibleya xwe ya çandî, derûnî û zimanî biguherîne û lasayîkirina (imitation) çand û derûn û civaka serdest bike û wê weke pêşketinekê bibîne. Serdest her dixwazin ku derûna xwecihî û xwemalî bi tevahî ji holê rakin û di dewsa wê de bibin barhilgirê derûneke xulamî û merezî. Ji bo vê, her dengên hişmend, hişyar û şoreşgêr tên bêdengkirin, da ku ti seqamgirî – ne ya jiyanî, ne ya civakî, ne jî ya derûnî – nemîne.
Ji ber vê zextê, mirovên bindest, ji bo parastina derûn û giyana xwe ji rewşa teres û rezîl a bindestiyê, serî li mekanîzmayên derûnî (psychological mechanisms) didin. Yek ji van mekanîzmayan xwe-mezinkirin (grandiosity) an jî xwe-xwedayîkirin e; ango ew xwe weke xwedayekî dibînin. Û weke xwedayan, ew xwedî dilovanî (mercy) û xezeb (wrath) in: li hemberî serdestên xwe û yên mîna wan, xwedî dilovaniyeke bêdawî ne; lêbelê li hemberî bindestên mîna xwe, xwedî xezebeke bêrehm in – lewre ew, rewşa xwe û xwebûna xwe ya teres û rezîl di wan de dibînin, ev jî bîr (memory) û bîranîna trawmayê ji nû ve zindî dike, loma bi tundî êrîşî yên wekî xwe dikin.
Serdest bindestan nakin kirde (subject); ew wan dikin heyber (object). Û bi berdewamiya vê bindestiyê re, mirovê bindest xwewekdîtinekê (identification) bi serdestên xwe re ava û saz dike: bi demê re bi çavê serdestê xwe li xwebûna xwe dinêre. Serdest her tim li neynikê digere ku wêneyê xwebûna xwe yê mezin bibîne; loma bindestan dike neynik. Lê hêza rastîn a serdestiyê ne di destê wî de ye; ew di derhişiya bindestan de ye ku ev hêz pejirandiye. Mirovê bindest nikare bi amûrên serdestên xwe, xwebûna xwe azad bike – ev yek dijberê xwebûna bindest e. Tunebûna hevdiliyê (empathy) di vê rewşê de, birînên kûr di derûna (psyche) mirov de vedike û ev jî nexweşî û bêpergaliyên derûnî yên bindestiyê zêde dike.
Trawma û Bîra Hevpar
Trawma ne tiştê ku tenê li ser te û laşê te qewimiye; ew dews û şopa ku di derûn û hundirê te de dihêle. Nexweşî û girêkên derûnî, çavkaniya xwe ji serpêhatî û ezmûnên mirovî werdigirin; û ji ber ku mirov nikare her tim ezmûn û serboriya xwebûna xwe li hemberî karvedanên rûdanê der bike, ev ezmûn û serpêhatî dibin derhişî, lê ji ‘bîr’ û winda nabin. Paşê, bandorê li laş, fikir, raman, reftar, tevger û hestên mirov dikin û li gorî radeya tirs û rageşiya wan, dibin bar, girêk û bêpergaliyên derûnî û giyanî.
Bîra hevpar a trawmatîk, li asta civakî, berevaniya hevpar a derûnî diaşxîne û baş dike; lê ev berevanî her dem ne bi awayekî tendirûst e. Paşdebirin (flashback) û pêşdebirin (flashforward) weke bibîrxistin û pêşbîniyekê derdikevin holê – demjimêra derûnî ne her dem li gel demjimêra rastîn dimeşe. Bi vî awayî, nifşên nû bi nifşên kevin tên kedî kirin: trawma bi hêsanî ji dev mirov naqere û her rewşa derûnî gemarî û giyana mirov riswa dike.
Kula derûna mirov xwebûn e; keser û kedara rih û giyana mirov hebûn e. Ango tiştê ku bi rastî tê birîndarkirin, ne parçeyek ji jiyanê ye – ew xwebûn û hebûn bixwe ne. Ji ber vê yekê ye ku bi kincên guhertî, kul û keserên trawmatîk çareser nabin; divê mirov bi kincên resen ên xwebûna xwe – bi zimanê xwe, bi çanda xwe – şîna xwe bigire û sersaxiyê bipejirîne. Wê hingê ye ku qîreqîr û welweyla di nav dil û hinavên mirov de dikare aş bibe.
Azadî
Rizgarî, ne veguherîna cihê zincîran e; naskirina zincîran bixwe ye. Ev hevoka sereke, dibe kilîta vê hemû rêwîtiya me ya derûn(nas)iyê. Heta ku derhişiya mirov hişyar û hişmend (conscious) nebe, mirov her xulam û bindestê yê-din (the other) e – çi ev yê-din kesekî nêzîk be, çi jî pergalek serdest be. Di navbera hişyarkeran (stimulus) û bertekan (response) de valahiyek heye; û aha di vê valahiyê de, hilbijartina azadiyê an jî xulamiyê heye.
Bi tepisandina tirs û xof û rageşiyê mirov azad nabe; bi dûçarîhiştin (exposure) û rûbirûmayîna wan re mirov azad dibe. Azadî ne veguherandina kesên din e; azadî wêrekbûna fêm û têgihîştina cihana xwebûna xwe û navxweyîna ‘xwe’ ye. Bêyî ‘xwe’nasîn û venasînê (cognition), azadî ne pêkan e; mirov, çiqasî ku bikare xwebûna xwe fêm bike, ewqasî jî azad dibe. Em hîn û fêr dibin ku xwe û xwebûna xwe di çavên yên-din de nas bikin, lê divê ev nasîn di dawiyê de vegere ser çavên xwebûna xwe – divê mirov bibe kesê ku bi çavê xwe li xwebûna xwe dinêre, ne bi çavê serdest an bi çavê tirs û rageşiyê.
Wêrekiya herî mezin ew e ku meriv bi xwe û xwebûna xwe re rast be. Ev ne hêsan e, lewre divê meriv pêşî bi xwebûna xwe ya rasteqîn re dûçar û rûbirû bibe – girêka ecêb; destpêka veguherîna mirov ew e ku mirov hebûna xwe weke wê (ya rasteqîn) bipejirîne, ne weke xwebûna sexte ya ku ji rageşî û tirsa înkarê hatiye ava û çêkirin.
Encam
Derûn, siwana giyanê ye; derûndêrîn jî deriyê ronîgiyanê ye. Ev metafor ne tenê wêjeyî ye – ew rêwerzek e. Ziman derûna mirov diedilîne, lê ev nayê wê wateyê ku mirov girêdayê zimanê xwe dimîne bêyî hêviyekê; berevajî, di nav vê edilandinê de, di nav vê veşartinê de jî derfet û îmkana venasînî, xwenasîn û azadiyê nixumandî û veşartî ye.
Rêwîtiya ji tepisandinê ber bi naskirinê ve, ji xwebûna sexte ber bi ya rastîn ve, ji derûna bindest ber bi xwebûneke ser-bi-xwe ve, ne rêwîtiyeke hêsan e. Lê ew tekane rêya ye ku dikare aramgeha derûncivakî û ronîgiyanê peyda bike, ya ku tê de kesayetî digihîje lûtkeya xwebûna xwe ya diyarkirî û ji derûna goşegîr rizgar dibe. Deriyê derûnnasiyê, ji bo vê yekê, ne dawiya rêwîtiyê ye – destpêka wê ye.
Hin Termên Sereke
Ziman (Language), ne tenê pergaleke ragihandinê ye; wek “mala derûnê” ye. Ziman, teşe dide derûnê, vedişêre û eşkere dike — mirov di zimanê xwe de dijî, ne li derveyî wî.
Derhişî (Unconscious) Asta derûn û psîkeyê ya ku ji hişmendiya rasterast veşartî ye, lê bandoreke mezin li ser raman, hest û reftar û tevgeran dike. Hemû kok û qod (code) di zimanê mirov de veşartî ne — ango derhişî bixwe weke zimanekî hatiye pergalkirin.
Tepisandin (Repression) Veşartina bi hêz a tiştên ku hiş nikare ragire an bîne ser zimên. Ne jibîrkirin e — tişt winda nabin, tenê tên nixumandin û veşartin.
Vegera yê tepisandî (Return of the repressed) Diyardeya ku tiştê tepisandî, bi awayekî din (xewn, tevger, ziman), ji nû ve derdikeve holê. Vê yekê bi mîrata bav-law ve jî tê girêdan: “li cihê ku bav bêdeng dimîne, derhişiya law dest bi axaftinê dike.”
Mekanîzmayên berevaniyê (Defense mechanisms) Neynikên şikestî yên ku mirov bi wan xwebûna xwe diparêze, lê bi awayekî rast xwebûna xwe nabîne. Bi zimanê eziyê (ego) re bi hev re têne hînbûn.
Xwebûn (Self) Ne tiştekî ser-bi-xwe ye; bi rêya têkiliya bi “yê-din” re tê avakirin, hîn dibe û dişikê.
Ezî (Ego) Beşa derûn û psîkeyê yê ku di navbera “xwe” û “yê-din” de tê çêkirin.
Xwebûn-heyber (Self-object) Ji Kohut — heyberên (dê, bav, ziman, çand û hwd) ku xwebûna mirov bi rêya wan pêk tê û tê parastin. Mirov bêyî wan nikare xwebûneke tekûz ava bike.
Naskirina hevbeş (Mutual recognition) Ji Winnicott/Kohut — rewşa ku mirov di çavên yê-din de bi rastî tê dîtin û naskirin. Bingeha başiya derûn(nas)î ye.
Çermê derûnî (Psychic skin) Astareke sembolîk a ku mirov ji hilweşînê diparêze û sînor datîne di navbera hundir û derve de.
Xwebûna rastîn / Xwebûna sexte (True self / False self) Ji Winnicott — ya pêşî ji pejirandinê geş dibe; ya duyem, ji tirsa înkar û şermê, weke “qalikekî hişk li ser birîneke kûr” çêdibe.
Narsîsîzm (Narcissism) Ne evîna xwebûna xwe ye, weke ku bi gelemperî tê raman û fikirîn — tirs û ragişya rûbirûbûna bi xwebûna xwe ya rasteqîn e.
Malxulyanî (Melancholia) Şîneke bêşûn; hesta ku heyber (obeject) û tiştek winda bûye, lê meriv nizane çi ye.
Kirde / Heyber (Subject / Object) Cudahiyeke felsefî (Sartre, Fanon) ku serdest bindestan nakin kirde, wan dikin heyber.
Xwe-mezinkirin (Grandiosity) Mekanîzmayeke berevaniyê ya bindestan a li dijî teresî û rezîliya bindestiyê — mirov xwebûna xwe weke homa û xwedayekî dibîne.
Xwewekdîtin (Identification) Pêvajoya ku bindest, bi demê re, bi çavê serdestê xwe li “xwebûna” xwe dinêre.
Trawma (Trauma) Ne tenê rûdaneke derbasbûyî ye — şop û dews e ku di hundirê mirov de dimîne û xwebûnê bixwe re vediguherîne.
Bîra hevpar a trawmatîk (Collective traumatic memory) Trawmaya ku li asta civakî berevaniyên hevpar diafirîne û ji nifşekî derbasî yê-din dibe.
Paşdebirin / Pêşdebirin (Flashback / Flashforward) Demjimêra derûnî ya ku ne her dem li gel demjimêra rastîn dimeşe.
Rageşiya bingehîn (Basic anxiety) Hesta tenêtiyê ya mirov di dinyayeke rageş, xemok û tirsnak de.
Dûçarî / Rûbirûmayîn (Exposure) Riya rastîn a azadiyê — li şûna tepisandina tirs, rageşî û xofê, rûbirûbûna bi wan re.
Venasînî / Xwenasîn (Cognition / Self-recognition) Şert û merca bingehîn a azadiyê — “rizgarî ne guherîna cihê zincîran e; naskirina zinDERÜNcîran bixwe ye.”
