(Beşa Yekem)
Destpêk
Ev berhem ji hêla Seîdê Kurdî ve hatiye nivîsin. Kurdî tev berhemên xwe bi navê Rîsale-î Nûr wek koleksiyonekê weşandine. Yek ji van pirtûkan jî ku navê wê Lemalar e ku bi Kurdî tê wateya Çirûsk nivîsandiye. Ji vê pirtûkê beşa nozdehan wek LEM’A NOZDEHAN (Çirûska Nozdehan) ku Rîsala Aborîyê (Li ser Aborîye, qanaatê, îsraf û beredayîye ye) nivîsandiye. Min jî ev xebat wergerand zimanê Kurdî. Ev risale wek 7 nuqteya hatiye dabeşkirin. Emê di beşa yekem de her çar nuqteyên pêşî û di beşa duyem de her sê nuqteyên dawî wergerînin.
Rîsala Aboriye
Bi navê Ellahê Rahman û Rehîm Bixûn, vexûn, lê belê îsraf nekin. (Suretê Eraf 31) Ev Ayetî Kerîme, ji aborîye re fermandarîyeke misoger û ji îsrafê re dûrmayîneke eşkere bi awayekî girîng derseke bi hikmet didê. Ev mesele heft nuqte ye.
NUQTEYA YEKEMÎN
Xaliqê Rahîm li hember dayîna nîmetê ku daye mirovan şikir/spasdarîye dixwaze. Îsraf dijî spasdarîye ye, li hember nîmetan henekpêkirineke bi xisare. Abordarî li hember nîmetan danûstandineke rêzdarîye. Belê abordarî hem spasdarîyeke manewî, hem rêzgirtine li hember rahmeta îlahî ya ku di nîmeta da ye, hem bi awayekî misoger sedema bereketê ye, hem ji bo bedenan parêzeke sedema tendûristî ye, hem sedema rûmetê ye ku mirovan ji parsektîyeke manewî rizgardike, hem sedema hiskirina tahma di nav nîmeta de û sedema di xuyakirinêde ev nîmetên ku bêtahm tene dîtîn tahmijandina. Îsraf ji sedema ku dijî ew taybetmendîyen aborîyetê ye encamen îsrafê ê girîng hene.
NUQTEYA DUYEMÎN
Fâtir-i Hakîm, bedena mirov bi awayê qesreke spehî û mîna bajarekî dipergalêde afirandiye. Hêza tamijbûnê di dev de dêrîvanek, sinir û rehên di dev de mîna têlên telefon û telgrafê, hêza tamijbûnê û aşikê (mîde) ku di navênda bedenê de pevçûnên balkeş pêktênin, tiştên tên dev bi van damara xeber didê. Ji beden re ji aşik re pêdivî nebê dibêjê ‘qedexeye’ tavêjê derve. Carna her çiqas ji bedenê re ti karê vê nebê jî ku bi xisar û tûj bê hemen diavêjê derve, tifdikê rûka. Madem hisen tahmê di dev de dergevaneke, aşik di nuqta debarkirina laşde efendî û xwedîyeke. Ew xelata ku bidin xwedîye wê qesrê an wî bajarî ku sed derece buhayê wê hebê, ji dêrîvan re bi navê baxşîşê pirr pênç derece mafdibê, zêde çênabê. Ji bo ku dêrîvan bitirnebê, serxweve neçê, ji bo vatinîya xwe jibîrnekê, ji bo şoreşvanên bi baxşişa zêde nexê nava qesrê.
Li ser vê razê ana emê du parîya farzbikin. Parîyek mîna penîr û hêkê ji madeyên biadan xelateke çil pere, parîye dî ji beklawaya herî baş a bi deh quruşa bê, ev herdû parî berî ku bikevin dev bi navê xwerîne wekhevin, ti cûdahî dinavbera wa de nîne. Piştî ku ji qirikê derbasbûn, adanîkirina bedenê de dîsa wekhevin. Çêdibê ku carna penîre bi çil pereyî çêtir adantirbê. Tenê di nokta hêza tahmkirinê de cûdabûnek nîv deqîqayek heye. Ji bo nîv daqqê ji çil pereyî herê deh quruşa bê çiqas bêwateye û îsrafeke bi xisare berbê bê pîvan. Ana xelata ku hatiye ji xwedîyê qesrê re çil pere be, ger neh car zêde baxşişê bidin derîvan yê derivan serxwe ve biçê. Dê bibêjê ‘xwedî ezim’. Kî zêde baxşiş û tahmê bide, dê wan bixin hundir, yê bi serhildanê ke, agir derbixê. Yê ji mecburî bibejê ‘hawar, berbê bijijk ve here, germa min birawestîne, agirê min bitefîne’. Abordarî û qanaat, tevgera alîkarîya hikmeta Xwedê ye. Heza tahmê derîvan hiştiye û li gor vêna bexşîş didê. Îsraf ji ber ku dijî wê hikmetê ye zû şemaqê dixwe, aşik tevlûhevd ikê, birçîbûna rastî winda dike. Bi birçîbûneke derewîn ji cûr be cûr xwarinan dertê, dibe sedema bêhazmê û yekî nexweş dike.
NUQTEYA SÊYEMÎN
Di nuqta derbasbûyî de, me got ‘hêza tahmê dergevan e’. Belê, ji bo ê di gafletê de û ji bo kesên pêşketina rûhî nekirine û mirovên ji karbendîya spasdarîyê dûr mane hêza tahmê derîvanek e. Ji bo xatirê tahmxweşîyê îsrafkirin û deh qat zêde biha dayîn nepêwist e. Lê belê, hêza tahmkirinê ya xwedîyê spasdarîya rast û xwedîyê rastîyê û xwedîyê dil mîna ku di pêyva şeşan de hatîye şîrovekirin, hêza tahmê di aşxana rahmeta îlahî de mîna lênerek û mûfetişek e. Biqasî wan hêzên tahmê pîvanok ji bo ku nîmetê îlahî bipîvin û ji bo ku nasbikin, bi awayekî spasdarîyeke manêwî nûçeyê digihijîne beden û aşik. Bi vî awayî hêza tahmê bitenê li laşê maddî nameyzêne. Bi awaya ku li dil, reh û hiş/aqil dimeyzêne ji aşik behtir makam û fermandarîya wê heye. Bi mercên ku îsrafê nekê û tenê vatînîya spasdarîye bênêcîh û cûrên dayînên îlahî hîs bike û bimercê naskirinê û bimeşrûbûnê û bi mercên ku nebe sedema parsektîyê, mirov dikare şopa lezzetê bimeşînê. Û ji bo ku spasdarîya xwe bînê ziman bi hêza tahmê dikare tiştê lezîz bikarbînê. Li ser vê rastîyê bûyerekê keramet-î Xewsî ye. Demekê di bin perverdekirina Hazretî Xewsî Ezzam Şex Geylanî (k.s) de kurekî jineke nazik û pîr hebû. Ew pîr diçe li hicra kurê xwe dimeyzêne, dibînê ku qetek nanê ziwa û reş li ber kurê wê ye. Ji vê tinebûnê şefqata dayika kurik pêktê. Dilê wê pê dişexite. Dûvre ji bo gazinên xwe bike diçe bal Hazretî Xews. Dibînê ku mirîşkeke biraştî li ber Hazretî Xews e û dixwe. Ji dilnermîya dibêjê: ‘ya seyda, kurê min ji birçîbûna dimire, tu li vir mirişka biraştî dixwî.’ Hazretî Xews ji mirîşkê re dibêjê: ‘qum biiznillah (Bi destûra Ellah rabe serxwe) (Gôtineke Erebîye)’ hestûyên wê mirişka biraştî komdibin û dibin mirîşk ji nav sênîyê xwe tavêjê derve. Ev keramet ji kesên ku bawerî biwan tê weke kerameteke Hazretî Xews bi tewatûreke manêwî hatiye rîvayetkirin. Hazretî Xews gotîye: ‘kengî kurê te gihaşte vê derecê, wê demê ew jî berbê mirîşkê biraştî bixwe.’ Wateya fermana Hazretî Xews ev e: çi wext rihê kurê te li laşê wî, dilê kurê te li nefsa wî, hişê kurê te li aşikê wî xwedî derkevê û tahma ji bo spasdarîyê bixwaze, wê demê kurê te dikare tiştê xweş û lezîz bixwe.
NUQTEYA ÇAREMÎN
Hedîsa “yê abordarîye bike, belaya debarkirinê nakişêne” (Mûsned 1/447) di wateya ‘kesên abordarîye bikin, belaya malbatê ya debarkirinê nakişêne’. Bi raza vê hedîsa şerîf kesên ku abordarîyê bikin, zahmet û zorîya debarkirina malbatî nakişênin. Belê, delîlên misoger hene ku hejmara van nîne, ku abordarî sedema bereket û bingeha debarkirina xweşe. Bi kurt ez di kesatîya xwe de dibînîm û bi dîtîna heval û kesên ku ji min re alîkarîyê dikin de dibînîm û dibêjim; Bi abordarîyê carna ji yekê deh adanî min dît û hevalên min jî didîtîn. Hetta neh sal (ana sed sal) berî niha ew serokên ku bi min re koçberkiribun Burdur’ê, ji bo ku ez nekevim nav bêdiravî û rezîltî û sefaletê zekata xwe xwestin bi min bidin pêjirandin. Min ji van maldaran re digot: ‘a rast perên min hindikin. Lê abordarîya min heye, qanaata min heye. Ez ji vê maldartir im.’ Min ew pêşnîyara wan a ku gelek caran û bi rêz digotin min nepêjirand. Tiştekî balkeşe ku, piştî du sala hin ji wan kesên ku zekata xwe teklîfî min dikirin, ji bê aborîye bûne deyndar. Lillahilhamd, piştî wan bi heft salan ew hindik pere bi bereketa abordarîyê ji min re bes bû, avrûya min nerijand, ez hewcedarî ti kesî nekirim. Destûra jiyana min ya ku ‘ne hewcedarê mirovan be’ xeranebû. Belê, kesên ku abordarîyê nekin, berendamê rezîltîyê, parsektîya manewî û hêjarîye ne. Di vê deme de, perê ku bingeha îsrafê ye gelekî biha ye. Li hember vêna carna rûmet û namusa yekî bertîl dixwaze. Carna pîrozên olî bertîl dixwazin û dûvre perekî nebaş didin. Tê wê watê ku bi xisareke manewî ya bi sed lîrayî malêkî maddî yê bi sed pereyî dikire. Ger mirov abordarîye bike û pedîvîyên pewist benê cîh, bi raza Bêguman ê rizq dide, ê xwedî hêz û biqûwet Ellah e. (Sureta Zarîyat 58) Li ser rûye zemîn tu zîndî nînin ku rizqê wan Ellah nedabe wan. (Sureta Hûd 6) ye ji devereke ku ne di hesap de rizqê ku jiyana xwe bidomîne yê bibînê. Ji ber ku ev ayet rizq digrin serxwe. Belê, rizq didu ne: Yek rizqê rastî ye ku pê tê jiyandin. Ev bi fermana ayetê di bin fermana Xwedê de ye. Kirinên mirovan nekevin navê ew rizqê pêwistî ye di her hal de ê dîtin. Ne mecbur e ku ol û namus û rûmet a xwe fida bikê. Ya diduyan, rizqê mecazî ye ku tiştê pêwistî pênebê, ketiye dewsa pêwistîyên rast û bi belaya jihevdîtîn bûye wek derman û naye terkkirin. Ev rizq ne dibin fermana Rabbanî de ye. Ji ber vêna bidestxistin bi taybetî di vê demê de gelekî biha ye. Di peşîde rûmeta xwe feda dike û rezîltîyê dipejirêne. Hetta dibe ku pîyên mirovên nebaş maç bike û dikeve parsektîyê manewî. Carna pîrozên olî yên ku ronîya jiyana bêdawî feda dikin û wî malê bê bereket û lewitî bidestdixe. Hem di vê dema mecburîyetê de, ji janên kesên birçî û ê hewcedar kesên xwedî wijdan bi wasita mirovatîyê xwedî derd dibe. Tahma ew diravên ku di rêyên nebaş de têne bidestxistin ger ku mirov xwedî wijdan be bi êş dike. Di demeke halo aceb de ji malên gumanî heta ji yekî werê xwe jê dûrbigre. Ji ber ku Zarûret li gora xwe tê dîyarkirin (Gotinek Erebîye) bi raza ji malê heram ji mecburî yek dikare bistînin. Ya zedê nikare bistene. Belê kesên hewcedar ji malêkî heram heta têr bixwe nikare bixwe. Dibe ku heta nemire bixwe. Hem li ber çavên sed zilamê birçî bi tahmeke xweş nikare zêdê bixwe. Bûyereke li ser abordarîyê ku sedema rûmet û gihaştinî ye nîşandike: demekê Hatem-î Taî yê bi camertîya xwe namdar, ziyafetekê dide. Piştî ku zêdê xelata dide mevanên xwe, derdikeve çolê ku bigere. Dibînê ku zilamekî pîr ê xîzan dibin barê darikê bi sitirî li milê xwe kiriye. Ew sitirî li laşê wî dirabin û xwîn dikin. Hatêm jê re dibêjê: ‘Hatem-î Taî bi xelata ziyafetek e girîng dide. Tu jî here wê derê, ji bedela darikê bi sitirî ê bi pênç quruşa, tê pênç sed quruşî bistînî.’ Ew pîre abordar dibêjê: ‘ez van sitirîyan bi rûmeta xwe hildigrim, mineta Hatem-î Taî naxim sitûye xwe.’ Dûvre ji Hatem-î Taî pirsîne: ‘ji te camêrtir û xwoşevîst te kî dîtîye?’ Gotiye: ‘di wê çolêde ev pîrê abordar ku li rasta vî hatim ji min behtir xoşevîst e, ji min behtir bilind e, ji min behtir camêr e.’
Not: Berdewamiya wergera Risala Aboriyê di hejmara pêş de dê were weşandin.
