Min Mehdî Zana Aşiqê Barzanî û Wek Darek Beriwên Kurdistanê Dît!

Ji aliyê Konê Reş – – Nûkirin: Şirove tune ye 7 deqe xwendin

Seydayê Cegerxwîn ji me re digot: Lawo! Ku ez bimirim gula neyinin ser gora min.. niha li min miqatebin.

Mixabin, me bi qedir û qîmetê wî nizanîbû û bîr nedibir. Niha em poşman bûne! Da ku careke din poşmaniya me dubare nebe, werin em di saxiya qencên xwe de li wan miqate û guhdar bin. Gelek ji navdarên me hê li jiyanê ne, rojekê wek pêdivî, me dilê wan xweş nekiriye. Me nifşên nûhatî baş agahdarî serboriya jiyan, kar û xebata wan nekiriye. Mixabin ku em miletekî zindîkuj û mirîhez in!

Di roja 29.08.2026an de, bi sehkirina mirina lehengê Kurd MEHDÎ ZANA re li bajarê Amedê û merasîmê veşartina wî ya şermok di roja din de, gelek tişt û miştên ku bi Amedê ve girêdayî ne anîn bîra min. Diyarbekir.. Sûra Diyarbekir.. Serhilda Şêx Seîd û bidarvekirina wî û 46 hevalên wî.. Mûsa Anter û Birîna Reş, Edîp Karahan û rojnameya Dicle-Firat, Fayiq Budak û berxwedana wî, Ehmed Arif û helbestên wî, Mihemed Uzun û romanên wî, Arjen Arî û dîwanên wî, Osman Beydemir û gotina wî; Kurdistan di dilê min de ye.. Û wêneyê Mehdî Zana wek bircekê ji bircên sûra Amedê hat ber çavên min û wiha xem û xeyalan ez kûr û dûr birim.. Ez li Diyarbekira ku ji biçûkanî ve hez jê dikim, vegerandim û ev gotin hatin ser zimanê min:

Amedê! Te çi dîtiye û çi nedîtiye? Xwezî lat û berên Beden û Keleha te biaxivîyana û ew tiştên ku dîtine ji me re bigotina.. Xwezî ava çemê Dicle, seyrangehên Feqiyê Teyran şanî me bida.. Xwezî Keleha Xwînê mukir bihata, bê çendî mirov di bin lat û zinarên wê re derbas bûne.. Amedê! Te zimanê min li kû hiştiye? Xwezî te zimanê min ji bîr nekiriba.. Belê Amedê! Mehdî Zana ji wê merasîma veşartinê mezintir bû! Ew cih, ne cihê darbesta wî bû..

Mehdî Zana: Ev boxê berana, dema ku şaredarê bajarê Amedê bû, ji gelek şaredarên berî xwe ve bêtir li xweşiya xelkên wê geriya.. Bi hewildan bû ku kurdayetiya Amedê lêvegerîne.. Di encam de 16 sal ji temenê xwe di ber xweşî û azadiya xelkên wê de, di zindanan de derbas kir.. Mehdî Zana; ev ê ku dema dora lêdan û êşkenceya wî di zindanê de dihat, qardiyanên zindanê qerfên xwe pê dikirin û ji hev re digotin; va dora “Serokkomarê Kurdistanê hat”.

Mehdî Zana yê ku ji encamê mêranî, berxwedan û pêdariya wî, hikumeta Fransayê nasnameya xwe diyarî wî kir û yekê wek Danielle Mitterrand kebaniya serokê Fransayê yê berê di pirtûka xwe de wiha li dor wî gotiye: Ez pirsa gelê Kurd ji Mehdî Zana fêr bûm.

Bi min xweş e ku karibim ronahiyê berdim dor şiyarbûna Mehdî Zana a netewî, ku di rêka şoreşa îlonê û Barzaniyê nemir re dest pê kiriye û di encam de hezkirina wî ji welat û zimanê welatê wî re hevgirtiye.. Erê.. Gelekan li dor hûrkên xebat, têkoşîn û siyaseta Mehdî Zana nivîsandiye.. Lê di vê nivîsê de ez dixwazim naskirina xwe û wî, û wî wek nimûneyekî ji kurdên Bakur ku di bin bandora şoreşa Barzanî de dest bi kar û xebatê kiriye û hem jî navê hin pirtûkên ku wî nivîsandine, bibêjim..

Du-sê caran çav bi Mehdî Zana ketime; cara pêşî di orta salên 1990î de bû, dema ku ji Swêd hatibû Qamişlo ku here Başûrê Kurdistanê/ Hewlêrê, Hikumeta Herêma Kurdistanê li serok Mesud Barzanî pîroz bike.. Û Du carên din jî me hev li Hewlêrê dît.. û pêwendiyên me di rêka Medyayê re ji hev qut nebû.. Di van çavpêketinan de, em baş bi hev re diaxivîn û di encam de min ew wek aşiqekî rêbaza Barzanî dît.. Wek Bircekê ji Bircên bedena Amedê dît.. Wek darekê ji darên beriwên çiyayên Kurdistanê dît! Dareke bi şax û pax ku rehên wê di nav xaka welatê me de kûr û dûr çûye.. Erê min Mehdî Zana mîna dareke Beriwan ya şipya dît. Û wek ku hûn zanin, dar şipya xuya ne, şipya dijîn û şipya dimirin.. Mehdî Zana jî şipya mir!

Mehdî Zana, li dor Barzanî, şiyabûn û hezkirina xwe ji welat re wiha dibêje: Vegera Barzanî ji Yekîtîya Sovyetan tesîrekî pir mezin li ser Kurdistana Bakur dikir. Li her derê bahsa wî bû, hiş û aqilê her kesî li ser wê derê bû, ji bo dengûbasên nûh, nîvrokî her kesî guhê xwe didan radyoya Dengê Kurdistanê. Em dikarin bibêjin ku vegera Barzanî li her çar parçeyên Kurdistanê jî tesîreke mezin kir û xwîn da Tevgera Netewî ya Kurd. Bêşik ew tesîr li Bakur xwe bi gelek germî dida hîskirin û tesîr li me hemûyan dikir..

Çavkanî: Seîd Veroj Kovara BÎR, Hejmar: 6, 2007

Û berdewam dike û dibêje: Ez bê welatê xwe nikarim bijîm. Ez bê nasname; ziman, çand û civaka xwe nikarim bijîm. Divê Kurd berî her tiştî zimanê xwe wekî şeref û laşên xwe biparêzin..

Baweriyên xwe jî wiha eşkere tîne ziman û dibêje: BARZANÎ di avakirina nasnameya min de roleke sereke lîstiye û dilê min hertim bi wî re bû. Ew li cem min wekî hizra neteweyî, sembolek, efsaneyeke folklorî, rêber û rênîşandêr bû. Lê bêşik kesên din jî, hîkariyên xwe li min kirine. Farqîn, bajarê ku ez lê bûm pir bi hereket bû; Kurdperestî, berxwedan, bîraniyên bavpîr û kalên me hebûn..  Dengbêj û stranên me, di avakirina nasnameya min de rolên sereke leyîstin; min bi dilşadî li van kesan guhdarî dikir: Aramê Tîgran, Kawis Axa, Meyremxan, Salihê Bêynetî, M. Arifê Cizîrî, Karabêtê Xaço, Feyrusah, Hesenê Cizîrî, Îsa Berwarî, Tahsîn Taha, Sakiro, Şeroyê Biro..

Yanî kilambêj, çîrokbêj û dengbêjên Kurdî rolên mezin dileyîzin di avakirina nasnameya mirovî/ê de.. Sê-çar radyoyên Kurdî jî, hîkariyên xwe yên baş li min kirine û di avakirina kesayetiya min de rolên mezin leyîstine. Ew hersê radiyo ev in: Radiyoya Êrîvanê, Radiyoya Bexdayê û Radyoya Kurdî ya PDK û hîkariyên xwe li min kirine”.

Û armanca xwe ya dawî wiha tîne ziman: Ez bi gotina Mesut Barzanî re me û ez wekî wî serxwebûna Kurdistanê dixwazim û ez amade me ku ji bo serxwebûna Kurdistanê herim mirinê jî.. Ez bi hesreta roja Serxwebûna Kurdistanê ve dijîm. Bi sedan hevalên min mirin û (Kurdistana serbixwe) nedîtin. Ew bêyî ku bibînin ji nav me bar kirin, çûn gorê û hin hevalên min ên “Zîndana Amedê” jî, hatin kuştin ji bo doza Kurdistanê. Ji ber van sedeman, gava ku Kurdistana Serbixwe (îlan) bibe, hingê ez dê pêşîn herim ser (Gora) Barzanî, piştre Seydayê Mele Evdilayê Xerzî (Timoqî), Niyazî Hosta, Mele Mahmûd Yeşîl, Mele Avdilkerim Ceylan, Muhterem Biçimli, Mahmûd Okutucu..”

Wek ku min ew wek têkoşerekî Kurd naskiriye wiha jî min ew wek nivîskarekî Kurd naskiriye û şopandiye û min hin berhemên wî bi Kurdî xwendine. Dor 12 pirtûkên wî hatine çapkirin, ji wan;

  1. Bekle Diyarbakır, 1991
  2. Sevgili Leyla Uzun Bir Sürgündü O Gece, 1995
  3. Çarşîya Silîva, 1999
  4. Ay dayê, roman, 2005
  5. Me helal bikin, 2000
  6. Parastina min, 2004
  7. Evîna dilê min, 1993
  8. La prison no 5: onze ans dans les geôles turques, 1995
  9. Hölle Nr. 5: Tagebuch aus einem türkischen Gefängnis, 1992

Wek ku diyar e, ew di roja 20.12.1939an de li Farqîna Diyarbekirê çêbûye. Di sala 1963an de dest bi siyasetê kiriye. Di sala 1978an de bûye serokê Şaredariya Amedê heta sala 1980an.. Di eynî salê de/1980 hatiye girtin û zîndanîkirin.. Û wiha 16 sal di Zindana Diyarbekirê de maye. Piştî ku ji zîndanê hatiye der, jiyana xwe li Swêdê derbas kiriye. Kebaniya wî têkoşera Kurd ya navdar (Leyla Zana) ye, du zarokên wan hene. Xwedê, wî bi dilovaniya xwe şad bike.