Girava Sandy ev zêdeyî 130 sal in di nexşeyan de cih digire, lê bi eslê xwe giraveke wisa li ser rûyê dinyayê nîne!
Girava ku li behra Koralê ya li rojhilatê Awistralyayê ye, bi awayekî xeyalî hatiye xêzkirin û derdora sala 1880î de ketiye nexşeyan. Nexşeyên ku nû dihatin çêkirin jî ji ber çavkaniya fermî ya kevn dîsa jî cih didan vê girava xeyalî.
Tevî pergalên dîmengirtinê yên ji peykê dîsa jî haya tu kesî ji vê şaşiyê çênebû.
Di sala 2000î de xwendekarekî National Geographicê got ku giraveke bi navê Sandyê tune.
Lêbelê ji ber ku delîleke berbiçav tunebû ev girav ji Nexşeyên National Geographic Society jî herwiha ji nexweşiyên Ajansa Saloxgeriya Erdnîgarî ya Neteweyî jî -ku çavkanî ye- nehat derxistin.
Piştre di sala 2012an de hin Zanyarên Awistralyayî dît, li cihê ku nexşe wek Girava Sandy nîşan dide tu erd û girav tune.
Gelo giraveke nexuya çawa kariye heta niha di çavkaniyên pêbawer û yên fermî de cih girtiye?
Pisporê Erdnîgariyê yê National Geographicê Juan José Valdés li ser vê pirsê got “Herêmeke ne pir berbiçav e û ji ber vê jî balê nekişandiye.”
Çavkaniyên weke National Geographic û Ajansa Saloxgeriya Erdnîgarî ya Neteweyî weke referansên pêbawer dihatin dîtin. Ji ber ku Girava Sandy di van çavkaniyan de cih digirt, kesî hewcehî bi pirsyarkirina hebûna wê nedît. Tew xwendekarekî di sala 2000î de behsa nebûna giravê kiribe jî ji ber kêmbûna delîlan ev îdîa ciddî nehat girtin
Herwiha Juan José Valdés dibêje ku li gorî vê rewşê dibe ku gelek cih û girav ên di nexşeyan de hebin ku di rastiya xwe de qet nîn in.
Giravên xeyaletî di dîroka nexşevaniyê de ne kêm in. Şaşiyên weke çewtiyên keşfê, xeletî di tomarkirina koordînatên cografî de, an jî têgihîştinên şaş ên keşfvanan dikarin bibin sedem ku cihekî nehewce li ser nexşeyan cih bigire. Girava Sandy jî yek ji wan mînakan e.


